Þiîr
û xazelên Ahmedê Xanî
1
Zahidê xelwetniþîn, pabestê kirdarê
xwe ye
Tacirê rihletguzîn derbendê dînarê
xwe ye
Aþiqê dîlberhebîn, dildayê dildarê
xwe ye
Vî zemanî, her kesek bê þubhe xemxwarê
xwe ye
Bê 'emel tu j'kes
meke hêvî 'eta û hîmmetê
Bê xerez nakêþitin qet kes ji kes zehmetê
Kes nehin hilgirit barê te bê ucretê
Gerçî Îsa bit ku wî fikra kir û
barê xwe ye
Hoþiyar bî
da nekî umrê xwe bêhasil, telef
Lew ku nakit fayîde mal û genc û ewlad xelef
Maceraya Xidir dîwarê yetîmî bû
selef
Vî zemanî her kesek mî'marê dîwarê
xwe ye
Ca nezer ke îbretê
pêla ku waqi' bit suwaþ
Ger nebîtin îltîfat û mewc û debr
û meaþ
Cindîyê rimbazê faris naditin canî belaþ
Saeta serbazî hêvî ji serdarê xwe ye
Xaniya, zayi' meke weqtê
xwe ey nadan, 'ebes
Bêteleb nabî ji weslê behremend, ey bulhewes
Sani'ê mutleq ku nîne îhtîyacek wî
bi kes
Lutf û îhsana wî jî derheq telebkarê
xwe ye
2
Ey ayîne, dil bi cemala te mucella
Wey sed sefhe bi yek zerre ji nûra te mutella
Însan te ji bo
alemê kubra kire nusxe
Lew medfiyekê jê tu dikî 'erþê mu'ella
Wehdet bi heseb kusretê
e'yan-i muzahir
Her sû di sifetan diketin keþif û tecella
Lew muxtelif'l-qewl û
'emel bûne xelaîq
Kafir ji senem bûne bi navê te tesella
Sirra xwe nihanî
te ku da Ahmedê Xanî
Ez xeyrê berî þud be to awerd tewella
3
Mîrê meclis nekenit mutrubê goya çi bikit
Xunçe xendan nebitin, bilbilê þeyda çi
bikit
Bîneka husnê
butan lazim e sahib nezer
Kesê bîna ku nebit dîlberî zîba
çi bikit
Kerem naçite tîpa
edûwan merdê þecî'
Tîxê ahêxte bê destê twana çi
bikit
Talibê ilm û
kemalê nebitin qabilê feyz
Hîkmet û terbiyeta alimê dana çi bikit
Teb'ê Xanî
sedefa gewherê 'irfan e welî
Metinxwanek nebitin sahibê me'na çi bikit
4
He dinalim þev û rojan, meger Eyyub im ez
Hêstiran her vedimalim, meger Ye'qûb im ez
Bi kerem dest ji me birîn
gul û werdan yek in
W'er bipêçîn bi cefayê xwene mektûb
im ez
Hindekî xem heye
daîm li min ew vêk dikevin
Ez nizanim ku bi çavê wan qewî mehbûb
im ez
Xem telebkarê me
yîn, em xwe telebkarê di yar
We tilsimê telebê talib û metlûb im ez
'Eceb îqbalî
ji min nehe Xanî ku li bal
Padîþahê xem û derdan wihe merx'ûb
im ez
5
Ey dil! Ger te divêtin bibî daim mesrûr
Di terebxaneê dinya vexwe ava engûr
Pê nebe xeflet
xewxayê cîhanê bidirrîn
Ji meqamê ku buhuþtê ji sedayê tenbûr
Zemzema zemzemiya rahê
Huseynî ji Hîcaz
Vexûnit Ka'beê dil nabite Beytu'l-ma'mûr
Perdeê zulmetê
îþxalê cîhanê biderîn
Ji nezergaha cemalê tu hîcabê bike dûr
Menzer dîdeê
canê te munewwer nebîtin
Nexlê ''ma zax'e'' nekêþî tu ji xal û
xeta hûr
Gunehan ger nebûwa
lezzet û zewqek haþa
Fa'ilê asim nedibû tarik û taib mehcûr
Min guneh tê bi
gunehan ku di nêv baxê cîhan
Semerê xoþtir ev in bûn be heramî meþhûr
Hingî dewrê
felekê saxirê me dûr diket
Meh û salan dikirit her we ji umrê me qusûr
Rabe ey saqîyê
mehweþ tu ji xema felekê
Bide min badeê le'lê tu ji cama fexfûr
Þêxê
cam ez nefsê hemdem dil ket bi mirad
Li miradê dil murde dibîtin keþfê qubûr
Ye'nî ew xaneê
gil nabite 'hail qet'a
Ne bi çeþmê dilê nazir ne bi rûyê
menzûr
Þebê zulmanî
îmkan dibit subhê numa
Afîtabê ehediyet ji feleq tête zuhûr
Iþqebazî
du terîq, çi heqîqet çi mecaz
Þem' ê can dê bisojîtin, çi bi
nar û çi bi nûr
Ser û mal û
dil û canê me fedayê te bîtin
Bike qelbê me tu saqî ji þeraba xwe tehûr
Da bikim kesbî
meqamatê 'ulliwî derecat
Ya bikim keþfê keramat ji dara Mensûr
Zahida, ger te divêtin
tu Xudayî nas bikî
Were ber sayeê þimþadê qedan qet meçe
dûr
Bi zîyarî
were qeydê þecerê Wadîyê Quds
Ger bizanî bibihey þîtê ''enellah'' ji
Tûr
Ez lema þifteê
walihê mehbûban im
Ku di nêv ayîneê cebhetê wan min dîye
nûr
Her dema nedrikê
xilxal binê her têne xurûþ
Her dema turre ji ber tayê qeseb tête sudûr
Ya ku kagul ji kinarê
kulahê keç biderîn
Ya xetê misk-i bi rêþî kit ji kenarê
kafûr
Kafirê 'iþq
im eger ez nedimê îmanê
Ya bi mihrabê biruyan nebirim sejde ji dûr
Waiza guh bide min, da
bebihêyî neqilê sehîh
Mishefa çehreê xûban e kitêba mistetûr
Deftera iþq neda
destê te mue'llim ji ezel
Maneya ayeta husnê li te lew ma mestûr
Bê tekelluf dixurim
sondê bi Qur'ana þêrîn
Xaniya sûretê canan e bi min sûreê Nûr
6
Ey dil eger bi neqdê can, cinsê giranbuhayê
zulf
Dê bikirrî bizan mecal, cewherê can fîdayê
zulf
Xonçeê teng
hewsele dil ji rikan/regan bikir tebî
Subuhgehan ku sur diket xilxeê hewayê zulf
Meþq diket simkutuban
rûyê nîgar û husnê xet
Bendeê hezar û tifl dil hatine ber melayî zulf
Aþiqê bi
ceger meger sebir ji can û dil diket
Mani' genc meqsed e heybeta ejdehayî zulf
Her serî mû
bi sazekê, cilwe dikit bi nazekê
Aþiqê iþqbazekê, bend diket belayê
zulf
Rûm û Freng
û Hindiyan, xal û nîþan û xemriyan
Xencer û þîr û tirkiyan, ceng e li ber
lîwayê zulf
Tac û tumar û
binperan, la'l û guhar û gewheran
Serxoþ û dîn û ebteran, reqs e li ber
humayê zulf
Law û ruwal û
rîsipîyan, mîr û wezîr û cindiyan
Serxweþ û mest û tebkiyan, derd e ji macerayê
zulf
Þêx û
murîd û salikan, þah û feqîr û
malîkan
çust û çeleng û çapukan, dil
kete bendê payê zulf
Ef'a û mar û
ejder e, misk û zibad û enber e
Nefxeyê rûhperwer e, rayîheyê hewayê
zulf
Bê mey û
bê dewayekî, bê def û çeng û
nayekî
Dîn diketin melayekî cezbeyê dilrubayê
zulf
Mîr û mela
û mahiran, çendî belîx [û] þairan
Xanî û hinde haziran, dade ji dest dewayê zulf
7
Ey derîxa mame tenha ez ji þemsê xawerê
Xan û man têk bûne zulmet paþî wê
dêm xawerê
Paþî lêvêd wê venaxwim mutleq ava
kewserê
Bêqerar im þibhê zîbeq bê ewê
sîmenberê
Ger bizanim ez di heþrê dê nebînim dîlberê
Cennetê ez çi bikim ez pê wer bikim xagusterê
Sed mixabin çû
ji ba min ew hebîba çav belek
Ah û fîxanim þev û rojan diçin
hetta felek
Wê ji feryadê di min aciz bûyîn îns
û melek
Mam di qeyda dax û derdan paþî wan zulfê
helek
Ger bizanim ez di heþrê dê nebînim dîlberê
Cennetê pê çi bikem ez pê werbikim xagusterê
Hîcreta yarê
bihar tim þibhê finda þû'ledar
Ketme halê îhtîraqê ji îftîraqê
bûme nar
Ez wucûdê bê wucûd im sotî têk
da bû xubar
Min nevê dinya bi carek paþî wan çavêt
xumar
Ger bizanim ez di heþrê de nebînim dîlberê
Cennetê ez çi bikem ez pê werbikim xagusterê
Ger di hîna ez
wefa bim bête ser min Ezraîl
Mujdeya Xuldê di wê gavê bidet min Cebraîl
Xidir ferxê pê ji min ra bit di wê rê
da delîl
Dê bibêjim: ªMin nevêtin Xuld û Kewser,
Selsebîl.ª
Ger bizanim ez di heþrê dê nebînim dîlberê
Cennetê ez çi bikem ez pê werbikim xagusterê
çerxê kec
reftare û ew bala ku ez heyran kirim
Serfîraz bûm ez welêkin zêde sergerdan
kirim
Bê dil û bê eqil û bê huþ
û bê îz'an kirim
Paþ ku wê bêmurwetê ev renge ez talan
kirim
Ger bizanim ez di heþrê dê nebînim dîlberê
Cennetê ez çi bikem ez pê werbikim xagusterê
Zînhar ey dostan!
Weqtê bikim ez hîcretê
Van du misraan kîtabet kin li berg? kaxetê
Da di dest min da sened bîtin di beyta hesretê
'Erzî hala min ev mezmûn di hîna hezretê
Ger bizanim ez di heþrê dê nebînim dîlberê
Cennetê ez çi bikem ez pê werbikim xagusterê
Xanîya ev herzegoyî
w xeta û nasewab
çend ji te sadir bibin ey bêedeb ey malxerab
Ev qezaya Barî ye razî bibe ey bêhîcab
Belkû bêtî mucibê narî ji bo te
ev cewab
Ger bizanim ez di heþrê da nebînim dîlberê
Cennetê ez çi bikem ez pê werbikim xagusterê
8
Ey wahidê penahan ku ji zatê te ne peyda
Ev kewn û erz û sema, kumbeda xudra
Erwah û uqûl û infus û e'raz û cewahir
Halên di musewwer ne muhel û ne heyûla
Lewh û qelem û kursî yû erþ û
encum û eflak
Hem agir û ax, av û hewa cumle eþya
Sed qafîle mewcûd piyayî û mutewettur
Her lehze ji sehrayê edem tên bi temenna
Hin neqdê fenayê diguhêrin bi beqayê
Hin neqdê wucûda xwe dikin bêbedel efna
Her yek bi wucûda xwe wucûda te dixwazit
Bîl cumle xerîdarê cemala te ne heqqa
Lew þubhetê pîra bulhewes talibê Yûsuf
Dor hatiye Xanî gulxarî di dest da
Ew jî bi metaê xwe qumaþê te dixwazît
(Subhaneke len teyes mîn ruhîke 'ebden)
Ahmed ji senaya te nedaket qet çu wesfan
(Me'eceznî hemdek inne Ahmede hemda)
9
Ji le'lê di yarê emin mey vexwara
Bi dil min dibexþî Bedexþan û Buxara
Mudamî di destê
xeman da zebûn im
Mudamî dixwim mey bikim da ez mudara
Dema ku kirime uzra ewî
gul'îzarê
Dibin bê tekelluf dilê min 'uzara
Hinarin ji bo min der
axûþê perwer
Hinarin di taze hebîba dilara
Ne yara te îro
nezer da te Xanî
Neyaran nema ne rahet ne yara.
10
Mi dî neqþek ji neqþê neqþibendan
Vebû bendê di min yek yek ji bendan
Guþada dil ji bo
min ra muyesser
Nebû bê suhbeta sûret lewendan
Ji ahûyan me yahû
xwestî emma
Dilê min ma di nêv miþkên kemendan
Ez îro serxweþ
im wellah waiz
Li min zayi' meke wan we'z û pendan
Li min kurt bû
riya ke'ba wîsalê
Ji þiklê qameta bala bilindan
Min sed hêvî
heye dîsa ji seyyad
Mi aza ke ji qufl û qeyd û bendan
Kuþada dil dibû
ma ra muyesser
Dilê min ma digel miþkê kemendan
Kesê giryan bîtin
pêlek bi iþqê
Dibîtin 'aqîbet elbette xendan
Dilê Xanî
eger çî bû sincexane
Þukur qet kesî nego ªXanî bi çendan?ª
11
Seydê çingala serê zulfa þeha þehbaz
im ez
Mestê cama iþweya þehnazî nazik naz im
ez
Remz û i'cazê
di xûban bê îbadet seh dikim
Murþîdê kamil ez im îrohe sahib raz im
ez
Beydeya ez tê 'ebes
bû aþîyana min qefes
Gerçî dil pir hewes bû bê per û
perwaz im ez
Vê heyata îbretê
çi bikem beqa nînin ji bo
Lew þehîdê xemzeya wê dîlbera ten
naz im ez
Derdmendek min divêtin
hemnefes bit Xanîya
Ku me hemdestek hebîtin sazê xweþ awaz im ez.
12
Ez çûme derê meykedeê sibheyek zû,
min dîtî yeke esmer
Qamet bi mîslê dareî þimþadê,
du gêsû
manendê du ejder
Mahê mutereqqîb
meykedeê û mezherê î'caz
carek bi du sed naz
Halê me tefehhus bike bêje ku ''feqîro
ez bo te me xemxwar''
çin çin
dimeþin bisk-i li ser gulþenê ruxsar
manendê du þehmar
Geh geh dixuþin zulf-i li ser qewsê du ebrû
manendê du þehper
Min gote ªdi weqtê
seherê ew çi te da min
ey serwîqeda min?´
Go ªma tu nizanî çi ye min da te feqîro?
E'teytûke Kewser!´
Heta wekî lewhê
sedef û xameê yaqût
nezerêk bi Lahût
Min seyr kirîn sîdreten û tûba qed û
dil çû
nînin çu beraber
Hingî melek û
hor û perî bêne temaþa
haþa summe haþa
Kengê dibin ew laiqê nezarreê ebrû!
Ey dil, meke bawer
Yar? ji derê meykedeê
min meke bêpar
ey seyyidê muxtar
Saqî ku tu yî eþhedû bîllahî
di îro
Xanî bûye meyxwer
13
Dilo carek xwe hiþyar ke
Hilo da çin bi seyranê
Bi carek bes xwe bêpar ke
Were seyra gulîstanê
Gulîstana bi sorgul
tê
Semen nisrîn û sunbul tê
Hezar-bilbil bi xulxul tê
Di hîva mahê nîsanê
Di fesla çardehê
Nîsan
me dîbû dîlberek dîsan
Di dil meþe'l çira îsan
Me can da þubhê perwanê
Me dil da dîlberek
sade
letîf û þêx û begzade
ji qeydan kir'me azade
nihanî bir'me dîwanê
Nihanî xelwetek
da min
Ji le'lan þerbetek da min
Bi weslê suhbetek da min
Kirim bende di fermanê
Di fermanê ku hazir
bit
Ê naxwaze munafiq bit
Divê her dem muwafiq bit
wekî Þêxê di Sen 'anê
Wekî þêxê
di hazir bit
Li fermanê ku nazir bit
bi emrê dostê kafir bit
bisojit suhfê Qur'anê
Disojim suhfê mektûbê
Bi emrê yar û mehbûbê
Dema dil dim bi metlûbê
Didim ez dîn û îmanê
Eger dîlber mecazî
bit
Ji rengê lebsê xazî bit
bila sofî nerazî bit
Bimînîew di hîrmanê
Binê, sofî
qewî dîn e
Wekî xeffaþê miskîn e
Li nik wî roj, çu reng nîne
Xwe nebîne ji emyanê
Dilê wî kor
e e'ma ye
Ji weslê dûr-i da maye
Li ber wî derge dadaye
Nehîþte bête dîwanê
Di dîwana ku qerqef
tê
Di nêv bezma ney û def tê
Melaîk sed hezar sef tê
Ez im ê heta meydanê
Ez im serxweþ li
wê camê
Ez im sewda di nêv amê
Ez im enqa ketim damê
Bi zulfa ser xalan danê
Bi zulfa hate ser xalan
Binefþa tîtek û alan
Dil û canê me ebdalan
Dibir dîsa bi talanê
Di talana ku serxweþ
çûn
Hezar genc û we gewher çûn
Dilê sed pare, ker ker çûn
Tu Xanî bes ke efxanê
14
Fate umrî fî hewake ya hebîbî kulle hal
Ah û nalem hem demem þud der fîreqet mah û
sal
Ger benim qanim dîlersen çoqdan olmuþdur helal
Dîn û ebter bûm ji iþqê, min nema
aql û kemal
Ente fikrî fî
fuadî, ente rûhî fî cesed
Leþkerê xemhayê to mulkê dilem wêranî
kerd
Dade geldim iþq elinden îsterim senden meded
Wan Tetaran birne yaxme aql û dîn û milk û
mal
Tale hemmî zade
xemmî þae sirrî fîl mela
Teþneê camî wîsalem çun þehîdî
Kerbela
Yoqsa sen dîwane oldun, nîce halin ey dîla
Yan ji nû ve îþweyek da min hebîba çavxezal
Bittûhicranen hebîbî
lestî minnî alîmen
Her dem ez derdê firaqet, xafilî ez helî men
Can û dilden arz-i qildim halimî canane ben
Erzihala min tu xafil, qet napirsî erzê hal
Hel-lena min nî'metî
weslil-hebîbî minnesîb?
Ufîtadem ber deret, bîçare, sergerdan, xerîb
Derdimiz çoq, lêkî senden ona yok hiç
bir tebîb
Ey tebîbê min, dewaê derdê Xanî
her wîsal
15
Ez çûme baxê sorgulan
weqtê sehergahê bi xef
Min dî sedaya bilbilan
dagirtibû her çar teref
Sewta hezar û qumriyan
dengê ribbab û muxniyan
teþbîhê bezma bengiyan
hevdeng bûne çeng û def
Manendê mest û
serxweþan
ez çûme bezma mehweþan
Ebrûkevan û çavreþan
cerg û dilê min kir hedef
Peykan û cerg û
dil perî,
Ten bûye sindoqa berî
Sindoq ji husnê ey perî
hêja li min bû kerb û gef
Hêja li min bû
kerb û kîn
Zahir xezeb, batin kenîn
Lê xemzeyek da min nehîn
Aqlê me dîsan kir telef
Dîsa hebîba
çavbelek
Îhsan digel min bû gellek
Lewra digel zulfên helek
Alûz me tînin qiþt û lef
Þetrî û
qiþt û zulf û xal
hem'yan li ser ruxsarê al
vêkra hebûn ceng û cîdal
lêk aliyan bûn sef bi sef
Sef sef me dî vêk
ra bi ceng
hindek Hebeþ, hindek Fireng
Têk rabirandin wek xedeng
vêk ra hebûn wan laf û lef
Têkra191 hebûn
dawa û þer
Der bûn li min tîpa Teter
vêkra kirin qelb û ceger
rêhtin ji dil xwîna bikef
Rêhtin gellek xwîna
dilan
þehmarê zulfa ser milan
bêrehm û mestê qatilan
meyxwerê fîncana sedef
Wan meyxuran ebter kirim
Bêqût û bêenter kirim
Welleh ji dil ker ker kirim
Xanî bes e ah û esef
16
Neqqaþê ezel roja serlewheê rengîn da
Pergar'î ji destan bû, sersefhê tezyîn
da
Tezhîb û
zerefþan da serlewhê kitêba iþq
Resma ezelî kêþa, neqþê xwe nû
anîn da
Dîbace ku înþa
kir, fîhriste ku îmla kir
Cildek ji enasir bit, nefxek bi sifalîn da
Etfal û melek hatin,
westane di bustanî
ªLa ilme lena´ gotin, ebced bi xwe telqîn da
Wan saderûxan,
meþqê iþqê ku temenna kir
Xettatî ji husnilxett sermeþqekî zêrîn
da
Ez çûme
derê dêrê min dît ku Rûhullah
Têk da di mussewer bûn, hetta vinnîhalîn
da
Wan cumle ªen'el-Heq´
got, min ªWahidê Mutleq´ got
Saqî bi xwe ez girtim camek meyê noþîn
da
Min noþî
û serxweþ bûm, fîlhal-i muþewweþ
bûm
Ez çar û neh û þeþ bûm, min
tekya bi balîn da
Þahid bibî,
ey Xanî, mehbûbê perestar im
ªHa´ nuqte li bin danî, lew mame di nefrîn
da
Ma secde tenê min
bir ber sûretê mehbûban
Îblîsî nebir secde, lew maye di nefrîn
da
Herçî ku
me bîr pê kir hingî min nezer lê kir
Seyrek min li Leylê kir lewra min dil û dîn
da
Min dî hîveke
pertewsa ye di me zahir da
Mimkin hemî pertew da em mane di temkîn da
Ew bû ku Zuleyxayê
wê dîtî di Yûsuf da
Mecnûnî di Leylayê, Ferhadî di Þêrîn
da
Mîsbahê ebed
min dî îro ve di qendîlê
Genca ezelî bû ew, min dî di gil û tîn
da
Cana j'cemala te wan
dî der sûretê xûban
Þeyx û welî û sofî der zikrê
xwe ahîn da
Mefrûrî bî
ger sofî, mebe munkirê xûban
Ger dê çi tessewur kî sirra ku di dewrîn
da?
Þahid tu ey zahidê
mehbûbperest im ez
Bê þahidî hemî nabim þeyxê
me ev ayîn da
Canê ji te ey Xanî
çana ku bixwazitin
''H'''a nuqte li bin danî, fîlhalî di mizgîn
da
17
Min dî þeva cum'eê esmerek, ez bûm xulam
çûm tewafa rê û laman, dîlbera
þîrînhudam
Þewq û nûra xet û xalan, dil muferreh
bû temam
Esmarê min dîlberê min li te bin y¸z bîn
selam
Sed selam û selawatê
Padîþahê qudretê
Ew bibarin her mudamet bejn û bala qametê
Bê hebîba xwe me nevê qet duxûla cennetê
Esmerê min, dîlberê min, li te bin y¸z
bîn selam
Ez feqîrek bênesîb
im, nûrê Zatê Zulcelal
Herdu ebruyê hîlal in li cebînê bûne
xal
Ez merîzek bêdewa me, hatime nik erzê hal
Esmerê min, dîlberê min , l te bin y¸z
bîn selam
Leb eqîq û
durr û mercan, ew ji eslê madenê
Qemer û þemsêd di burcan, rohniya wan da tenê
Sen'et û karê Xwedê ne, xal û nîþan
ketinê
Esmerê min dîlberê min, li te bin y¸z
bîn selam
Ey dilo rabe xwe pêk
bîne, mecala bêt buhar
Bax û bostanê me xweþ bû nêrgiza
mestî xumar
Gul gul û çîçek û alal bi xwe
bûne çar bi çar
Esmerê min dîlberê min, li te bin y¸z
bîn selam
Gul gul û çîçek
û alal, ew ji rengê te geþ in
sinbil û rihan û sorgul, ew ji bêhna te xweþ
in
Misk û enber û bixûr e, em ji bêhnan serxweþ
in
Esmerê min dîlberê min, li te bin y¸z
bîn selam
Sed selam û selewatê
Padîþahê abidan
Ew bibarin her mudamet li Medîna Ehmedan
Rewzaya sîma mubarek hem li ser wan merqedan
Esmerê min dîlberê min, li te bin y¸z
bîn selam
18
[Her wa me] bi zerzeng û hezar îþwe û
meþ hat
[...asit] kirin îhya li reqîban ku nexweþ hat
Sunbul kemilandin gul
û lale xemilandin
[Reyhan] þitilandin li rûxan taze binefþ hat
...der venebû qet
nedida bextê kuþadek
...ru da me þukur kabê taliê me duþeþ
hat
..peyda Firengan û
Nîl û hatine Rûmî
Þukur [nehate] ji Ereb hem ji Hebeþ hat
Reþ tox xwe nubare
meger goþe di xwar in
Tîra ku þeh date hedef girt û bi kêþ
hat
Yan hat û bi nîva
dil ket û qet venewesta
Lewra ji ber qewsê me di zêde bi weþ hat
Xanî bes e bêar
çira zêde salan
Îsale ji xwe tali' û bext ne bi reþ hat
19
Dîsan dilê þeyda ji nû bê îxtiyarî
perwaz kir
Seydek diye û berdaye du mil û firra þehbaz
kir
Meyla wî mehza
hîkmet e, seyda wî enqa sîret e
Teyrê wî bala hîmmet e lewra teleb evraz kir
Enqa bi dest kes nakevit
damek divê ew dakevit
Nabit ku xafil rakevit, ê qesda seyda baz kir
Seyadiya min bû
ebes, daim li min teng bû qefes
Rahet nebûm ez yek nefes, min lew efxan saz kir
[Saz û] semaya
suhbetê, govend û çerxa dawetê
[Fikrîme ] þikl û qametê, bîr têye
min bi awaz kir
[Þiklê !]
mecazî çend dike, seyda heqîqî wer dike
Teyxûnê qeydan lê veke biherî me behr
endaz kir
Nêçîr
dibê teyxûn bitin, çenge lipêþ
perxûn bitin
Þunqar nedî mecnûn bîtin, iskûv
ji çavan baz kir
Þinqarê çav
teyxûn e dil, berdane du çavêt bi kil
Xanî ewan gêrra xecel, lewra mecaz axaz kir
20
Hêdî li îbrîþim bide ey mutrubê
demsaz
Sed dil bo vîn beste her yek bi dused naz
Ey badê saba pirr
mehejîn turrrê dildar
Uþþaq binalîne ji merxule û þehnaz
Saqî bigerîn
badeê engûr bi tenbûr
Cana bide min bûseyekê her we bi dilxwaz
Rûha min û
sirra di rexê yar bi yek ra
Roja ezelî bûne bi dil hemdem û hemraz
Xelaqî teedded
bi me zahir kire î'caz
Xanî te xelet zaniye ew her ji xwe yek bûn
21
Îro li textê dîlberê ya Reb çi
þêrîn esmer e
Jê nabitin min dîlberê er dîlbere ya dîlberê
Dil goriya canan e ev,
dîn bû û hem îman e ev
Hem îhsan e ev, hem law û hem gerdenzer e
Kakul ji ber tacê
bi zer ta ta wekî pir tête der
Sereskerê tîpa Teter, serdar e yane serwer e
Zulf in gelo pir pêç
û xem, ya sunbula baxê Îrem
Zincîreya ser ta qedem reþemar e yane ejder e
Ya Reb hebîba reng
feleq ewrê teteq dagirt þefeq
Ya belkî nedrik ya wereq ya qiþt e yan çenber
e
Ew turr e yan gêsû
ne ew, Zengî ne yan Hindû ne ev
Þitrî ne ya þihbû ne ew, ya tûxê
Þahê Sencer e
Ebrû ne ya cotek
hîlal, Hindû ne ya nîþan û xal
Gêsû ne ya hezret Bîlal meþxûlê
Ellah ekber e
çav in gelo ya
serxweþ in, ya kafir in ya dilreþ in
Bîmar in ew ya nexweþ în ya nêrgiz û
yan enber e
Ruxsar e ya Reb ya qemer,
guftar e ya Reb ya guher
Ew qend e ya Reb ya xeber, ew þehd e yane þekir e
Ew rû ne yan gulberkê
al, alal e yan dêma bi xal
Qendîla nûra Zulcelal mîr'at e yane mezher e
Dêm þûþe
nûra heq di nav, dev xonçeya þêrîn
gulav
Rûx sorgula rengîn xunav xal miþk e nîþan
enber e
Ya Reb kitêba husnê
yar, haþî ne yan xettê xubar
Yan ka'be hacî çarkenar, wan qesd hecul ekber e
Lêv in gelo yaqûtê
can, yaqût e yan eqîqê Rewan
Yan qutiya dirca durran ya hewzava kewser e
Ya Reb xetê reyhanî
ye, sersûreê Qur'anî ye
Yan xatema sultanî ye, mîr'at e e yan menzer e
Xal in gelo yan qelef
în ew ariz in yan sorgul in
Em aþiq in yan bulbul in zikrê me werda ehmer e
Ew gerdena þubhê
þemal, serçeþmeya ava zelal
Qarûreya xemra helal, yan þîþe ye yan
þekir e
Ya Reb qeda zîba
ye ev, yan ka'beya ulya ye ev
Yan Mescîdul Eqsa ye ev yan sidr e yane serwer e
Ya Reb dilê dîwane
ye yan alimê ferzane ye
Yan bulbulê wêrane ye yan ûd e yan mecmer e
Ew Xaniyê dildade
ye meþreb ji rengê bade ye
Derdê wî yarek sade ye lew her zeîf û
rengzer e.
22
Ahmedê Xanî fermayed:
Ey dilê qelb nahejî
yek ser mû ji tayê zulf
Ger nehejî tu pêlekê þubhetê min
li bayê zulf
Xûn û dil
û ceger dixun nafefiroþî her seher
Badê seba ku têk bidet sunbulê miþksayê
zulf
Xonçeê tenik
hewsele dil ji rikan bikir dibit
Subhegahan ku seh dikit li xilxeê hewayê zulf
Meþqê dikin
dêmkitêban ruyê nîgar e husnê xet
Hinde hezarî tifl, dil hatiye ber melayê zulf
Aþiqê bê
ciger meger sebir ji can û dil diket
Maniíê li gencê meqsed e heybeta ejdehayî
zulf
Talibê nûra
xeyb im ez, mame di qeyd û zulmetê
Hêvî Xweda û himmeta hazirê ewliyayê
zulf
Behr e cemala yar eger
keþtî tê seyr ger bikit
Destê min û te'elluq da min ta Xudayî zulf
Taliê bext ger
meded dewlet seramedê me dî
Dil ku xwe daye ber siha çeng û perê hewaye
zulf
Xanî jar û
bê newa lê dicivin wiha sîtem cefa
Lew derçû ji dergeha sebr û seha newayê
zulf
23
Ahmedê Xanî
fermayed:<BR>
Durdane ji dev da me dibarin dem û satan
Kes nîne bibit wan bigerîn di welatan
Sewdakirrê eþqê
biriyan cumle dirêtin
Quta' û sealik û zemane fitratan
Qet ku her yek cewherek
nîne buha ket
Bazara cîhanê mane bi wan turkmen û talan
Ebdê zeheb in hinde
ku hin abidê fidde
Aþiqê derya meyê ne, di îd û erefatan
Meíþûq
cemedat û aþiq bi xwe heywan
Însan biryan e ez çi xeyrê dem ji nebatan
Kuffarî bi dem
daye hesarî me û xundkar
Hêja li þikarî digirîtin li felatan
Îslam li cengê
tu mebê bo çi zebûn e
Lew ra ku kerem nîne li hematan û kematan
Rû daye îmarat
û milûkane bi îsraf
Mîrî pisiyan nadine xelqê xwe xelatan
Mîrê di Mehmedan
xwe dubendî ne û xayîn
Îsayî ne, li Mûsayî dixûnin selewatan
Xelqê Hekkarî
we dibîtin ku ji bo Þah
Hîna seferan ew diþehînin edewatan
Mîrêmîran
wê dimirîtin ji feqîrî
Þêrwan û Muks bûyine muhtacê zekatan
Ya Reb di vê esrê
biparêz Qizilbaþ
Tuxyan û xurûcî nekin ew bêne welatan
Kî dê li
vê Serhedê ji pêþ wan veweste
Kes nîne ku têr nanî bidete van pênce
xuzatan
Ya Reb bi duayê
nebî û weliyan kî
Bi Încîl û Zebûr û Furqan û
Tewratan
Ya Reb bi Mekkê
kî Medînê bi tewwaf
Ya Reb bi heqê se'y û tewafa Erefatan
Ya Reb bi lewh û
qelem û kursî û erþan
Ya Reb bi milk û melekût û semawatan
Ya Reb bi tewhîd
û bi tesbîh û bi zikran
Ya Reb bi dua û selat selewatan
çende rîcalan
her biþehîne tu ji xeybê
Îsalê sifrekêþ bide xelqê xilûwatan
Xundkarî li kufarî
muzeffer bike dîsan
Da Þah ji tirsan li emir det selewatan
Pamal zelalî nebîtin
hewzeê Îslam
Qet layiq e ey xaliqê nûr û zulûmatan
Naqûs û selîbê
di Frengan çi rewa ye ew bên
Bigirin cumle cihê bang û selewatan
Murted bibin ew cumle
bimînin di grîftar
Terka me biden ew biperestin bit û latan
Ew çende tefasîr
mesahîf bi telef bin
Hurmet çu nema ayat û hurûf û kelîmatan
Hindî ku dikit
Xanîyê bêçare gunahan
Ya Reb tu bedel wan binivîse hesenatan.
24
Medihnama Ahmedê
Xanî
derheqê hakimê Bayezîdê Mehemed Beg
Kanî Mehemed Beg
gelo kan padîþahê Serhedan
Îro ji dil bigrîn de lo kan padîþahê
Serhedan
Îro bibînin
îbretê axa û xelqê Hiþetê
Kanî xudanê xîretê kan padîþahê
Serhedan
Mîrê di nêv
mîran bi nav eþheb siwarê rimzirav
Bala bilindê pir belav kan padîþahê Serhedan
Kê dî we
reng zatek þerîf erkan û ezmanek letîf
Alem di dest wî bû zeîf kan padîþahê
Serhedan
Koma di mil bû
sî hezar sed mîrekan vêkra ducar
Jêkrakirin ker û tar û mar [kan padîþahê
Serhedan]
Senceq ji ser Qersê
birî Bedlîsiyan Wan jêkirî
Xanî di mil kiribû çirî kan padîþahê
Serhedan
Kanî ezîzê
mîriyan, kanî edûwê Waniyan
Kan hevrikê Mehmûdiyan kan padîþahê
Serhedan
Kanî emîrê
namîdar, Serhedniþînê Xundkar
Paþan ji bo pêþkêþ hinar kan padîþahê
Serhedan
Kanî emîrê
zûfunûn kan aqilê tebîet cinûn
Alem li ber wî bû zebûn kan padîþahê
Serhedan
Di ilmê xwe ew
ellame bû, Behramê gulgûn came bû
Qîtalê pir hingame bû kan padîþahê
Serhedan
çend mîr
û hakim rakirin, çand xan û sultan dakirin
Kom û heþîm berba kirin kan padîþahê
Serhedan
Ew hakimê pirr
nav û deng hemtebîetê Têmûrê
Leng
De'wa dikir ''biçime Fireng'' kan padîþahê
Serhedan
Pêla ku wî
dîwan digirt, xelqê edeb erkan digirt
Heybet ji wan dîwan digirt kan padîþahê
Serhedan
Weqtê bi ser hespê
diket þeþ caniban rev pê diket
Heybet bi ser xelqê diket kan padîþahê
Serhedan
Daîm edalet pîþe
bû xayet deqîq endîþe bû
Nazik tebîet þîþe bû kan padîþahê
Serhedan
Dîwan û edl
û dadgîr îz'anpirr rewþen demîr
Hetta xoþîn nakin ji bîr, kan padîþahê
Serhedan
Dîwan û eywan
þaneþîn ew sedr û hewzêd nazenîn
Man þubhê Fîrdewsa berbîn kan padîþahê
Serhedan
Ferþê di
dîba û herîr îstebreqên wî
bê nezîr
Bêîxtîyar mayîn ji mîr kan padîþahê
Serhedan
Ev xaliyêt ermûþ
û qez wernagirît kes þubhê xez
Xalî bûyin meydan û rez kan padîþahê
Serhedan
Rez bû mîsala
cinnetê eywan ji sen'a qudretê
Kes nîne têkit suhbetê kan padîþahê
Serhedan
Elmas û leíl
û gewheran, tomar û tac û binperan
Hed nîne bêxme defteran kan padîþahê
Serhedan
Sed me'ne ku hespêd
bedew, safî hudûd zêrên celew
Kes nîne wan raket ji xew kan padîþahê
Serhedan
Ew þehniþîn
û hewzê av nêçîrgehêd pirr
seyd û rav
Nabit bibêjim ez bi nav kan padîþahê Serhedan
Þahînþehê
gerdenfîraz aza kirin teyxûn û qaz
Terxan kirin teyhûn û baz kan padîþahê
Serhedan
Mîrê me wê
nabit siwar têr bûye ew naçit þikar
Teyxûn û terlan man li xwar kan padîþahê
Serhedan
Serdariya koma gellek
nakit siwarê çavbelek
çavêt sipî bûn ey felek kan padîþahê
Serhedan
Taq û rewaq û
menzeran koþk û kelat û xeyberan
Wan cumle nîþan Heyderan kan padîþahê
Serhedan
Ew cumle wî îcad
kirin her çend qewî bunyad kirin
çerxa hejand berba kirin kan padîþahê
Serhedan
Xewahê kelata bi
zefer dijmin ji ber wî bê mefer
Wê çûye nîva ax û ber kan padîþahê
Serhedan
Dinya diborîtin
bi dor umrê ezîz nadin bi zor
Dewlet dibên naçîte gorr kan padîþahê
Serhedan
Ya Reb hebît ocax
qedîm xemê di wî xweþbîn emîm
Xusûsen ew durra yetîm, kan padîþahê
Serhedan
Durdaneê gewher
sedef ew ma ji wî neslê xelef
Ya Reb nekî wan zû telef kan padîþahê
Serhedan
Xelqê xudanê
dewletê wê çûye mala zulmetê
Bo ra bixûnin rehmetê kan padîþahê
Serhedan
Xanî tu jî
destan hilîn her çend ku zêde dilkulîn
Îro bo mîr saîl în, kan padîþahê
Serhedan
25
Îþweyek da me seherê periya horî siriþt
Þeveqa birqî cemala dil û can soht û biriþt
Min nezanî ku melek
yan ne beþer bû
Yedê beyda wekû Mûsayî li qetlê
vedimiþt
Aþiqan bi temennayê
þehadet can bire pêþ
Ellah Ellah çi xerezdar e ku yek ferd nekuþt
Muhebetullah cemala me
dikir çîne tewwaf
Xeyberî hatîne min xal û xet û çenber
û qiþt
Îsmê esma'
me ji ber kir û di mebistan sifat
Talibê zatî me lew min semirand baxê buhuþt
Îsmê kamil
ez im bûyime mescûdê melek
Muddeî ku nebîtin secde bi minha serî xiþt
Xanîya dê
hebîtin bêhuneran laf û guzaf
Aferîn bo te ku ev þêwe ji bo kesê te
nehiþt
26
Ji derdê iþqê bedhal im eceb ber bûye
min narek
Were canan bibîn halim ne min dil ma ne dildarek
Ne dildar û ne
min dil man ne alal û ne sorgul man
Ne reyhan û ne sunbul man di dil da min xalî xarek
Di dil da min xalî
peykan were ser min bike îhsan
Li kûrahî reqîbê min bibîn xoþ
bû birîndarek
Vede destan hebîba
min bike derman tebîba min
Birîna min bike derman bi destê mubarek
Birîndaran birîn
xweþ bûn reqîban her du rûreþ bûn
Di baxê husnê gula geþ bûn nekêþit
bulbul azarek
Seher bulbul bi hawar
e di dil da ew birîndar e
Gelo nalîn ji bo ar e ne gul man ne gulnarek
Nekêþit bulbul
azarê li rexma muh(e)beta xarê
Li fesla mahê azarê nemînit qet li dil yarek
Li dil barê xeman
yar e ne nîsan û ne azar e
Her we zanî bi hawar e di destî maye guftarek
27
Dila qet nîne mehbûbek
ji te cuz'ek nebit lalî
Dilara mane meczûbek heye sirra te jê xalî
Eger sirra di qelban
e eger nûra di wechan e
Bi min yek reng û yeksan e digel bi yek bûn li wî
alî
Ji xeybê ew bi
yek hatin hemî cot in ne tek hatin
Wekî çavêd belek hatin bi hev ket þahî
yû talî
Eger husn e eger nûr
e eger nêzîk eger dûr e
Birîna aþiqan kûr e ji sertîra Kurê
Zalî
Ji sertîran mucewher
bû çi awir bû çi xencer bû
Ji bo min ra muqedder bû dema pevkirine selsalî
Wekî selsal fexxar
im, tijî nûr im tijî nar im
Di batin þubhê xundkar im, bi zahir ketime vî
þalî
Gellek etles gellek dîba,
gellek dîlber gellek zîba
Gellek sîm û gellek þîba me havêtin
bi gernalî
Bi gernalî me havêtin
hemî yek yek hilavêtin
Gelo kî bit ku navêtin hebîbeka çarde
salî
Meger her min divê
dîlber du sed ilman biket ezber
Ji xilxalan dibit ebter mela meqsûdê xilxalî
Mela meqsûdî
min xalî ne mulk im menzîl û mal e
Ne ilmê qal e ew hale me hasil kir bi ebdalî
Me hasil kir bi xizanî
bi muþtaqî û heyranî
Wekî genca di wêranî me peyda kir bi remalî
Bi remalî me peyda
kir dilê xemgîn me pê þa kir
Neqil xed me aza kir wekî pîra du sed salî
Di dest delalê
da min dî rexê kaxezê Semerqendî
Xettê Kûfî nuqtê Hindî kitêba
husnê eþkalî
Kitêba husnê
dîlber bû, xetê ellahûekber bû
Melayî ew ji ezber bû, li textê dil dibit walî
Li textê qelbî
sultan e, dilê wî erþê Rehman e
Wekî Xanî ne nadan e dizanit ew bi ehwalî
Ji ehwalî xeberdar
e bi sûret þiklê dildar e
Di batin eynê dîdar e teala sanehul alî
28
Þîweê iþwe û nazêd ku dildar
dikin
Aþiqan bo çi gelo hinde qeder har dikin
Gul digel bulbulê
xweþ teb'e û xendan e welê
Bêwefayî û cefaya ku dikin xar dikin
Hûn mekin lewme
ji sahib kereman çendîn û
Ku çiranê em û ew bê zere û bê
zar dikin
Wan divê hemî
kes zêde ji wan razî bin
Li rozê tebasê hindekan sar dikin
Dîlberan ger neviya
aþiq û þeyda pirr bin
Bo çira zînnet û xeml li xwe ew bar dikin
Rûhî aþiq
rûyê me'þûq bi ser mutehid in
Mute'edded erd cewher înkarî dikin
Îzzet û rûmmet
û dan cumle ji bal ya xweyî ne
Da bizanî tu ku ne þah û ne xundkar dikin
Wacib û lazim e
daîm li me ketma emelê
Arif û aqil û dana ji xwe înkar dikin
Ne wekî Xanîyê
nadan negihîþtîyê avê
Batin her dîn ya di dil îzhar dikin
29
Xanî ..... (bi Tirkî ye)
Ey gulên perwerdeê
gulzarê terawet
Wê serwîqedên sebzeê bustanê terawet
Wechin bekadur mînber û mîhrabî îbadet
Zulfun xemî serhelqeî zebnnar hîdayet
Însanî degildir bû tesewwur bû þerafet
Peh peh bû ne þekil û ne þemail ne qiyafet
Gulzarê Îremdur
cennetî husnî cemalîn
Cennet baxîdir aþiqî bustanî wîsalin
Sewdazede melalî butun fikrîyle xeyalîn
Enfusê mesîha gîbîdîr feyzî
mealîn
Aþîfteê te'wîz cunûndur xet û
xeyalîn
Peh peh bû ne þekil û ne þemail ne qiyafet
Hîcran île
can û dil derd û beladur
Xakî qodeman gzlerîn mekhelê celadur
Lutf eyle ezîzim baþun îçun bû
ne înaddur
Sayin baþime sal beka zelîl humadur
Bîllah yuzun ayîneê nûrê Xudadur
Peh peh bû ne þekil û ne þemail ne qiyafet
Ey xemzesî qanlî
tokçî leblerî xunxar
Rî kibir kî merdim yeqçî gzlerî
xumar
Rahm eyle eya padîþahim kîm bu dilzar
çahî Zeqenînde nîcedîr yle
girîftar
Husnun kr delî can û dil eyledîm îse
Peh peh bû ne þekil û ne þemail û
ne qiyafet
VEGERE
Serê
pirtûkê