PÊÞGOTIN


Nasîna min a bi navê Ahmedê Xanî re ya cara pêþîn nayê bîra min lê hê ez piçûk bûm çêbû. Piþtî ku ez di maleka mela de hatim dinyayê, apê min û carinan jî bavê min melayên xwedan feqî bûn, dersdariya medresên dînî dikirin, di wan dersxane û hucreyan de; di dersan de Nûbara Ahmedê Xanî jî li gel hin kitêbên Kurdî yên din wekî ders dihatin xwendin û gellek tebîî bû ku her mela û feqîyî Mem û Zîn a Ahmedê Xanî bi evandi-neka nedîtî li nik xwe werdigirt û dixwend, çewa ez bûm bîrbir min guh li nav û berhemên Xanî bûn. Gava min Qur'an xelas kir li gel Mewlûda Melayê Bateyî û hin berhemên din min Nûbihar jî wekî ders xwend.
Piþt re ku ez gîhaþtim, min hay ji dunya xwe kir û bîr û baweriyên Kurdayetiyê di mejiyê min de awir dan, navê Ahmedê Xanî hemû caran bi heyecan ez ber bi xwe ve kêþam.

Ez dibêjim qey yê ku xwendayên medresan û seydayên Kurd dikirin welatperwer, ew bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên li ser Kurdeweriyê bûn. Hetta meriv dibêje belkî yên ku rê vekirine ku dersên Kurdî yan jî yên zimanê Erebî an ên dînî bi þîrovekirin, þerh û tefsîrên Kurdî têkevin medreseyên dînî yên Kurdistanê, Ahmedê Xanî û peyrewên wî bûn.

Di hemû dewrên min ên jiyana siyasî de feryadên Ahmedê Xanî yên li ser perçebûn û belawelabûna Kurdan, daxwaz û gaziya wî ya yekîtîya Kurdan û bi vî awayî xewn û xeyalên wî yên ji bo dewleteka Kurd a ku Kurd tê de serbest, bextewar û xwedan mafên milî bijî, ez ber bi xwe ve rakêþame. Hemî caran min xwestiye ku ez bi vî warê wî wî fahm bikim, tê bigihîjim ku kîjan þert û mercan ew û fikrên wî yên ew qas modern û kevnnebûyî derxistin meydanê, hemî caran min muhawele kiriye ku gelo ez di rewþa îroyîn de dikarim çi dersê ji van gazinde û gaziyên wî werbigrim. Helbet wekî kurrekî ji miletê bindest ê hebûn, dîrok û medeniyet înkarkirî, Ahmedê Xanî yê ku berî sêsed salan bi Kurdî nivîsîye, doza Kurdayetiyê bilind kiriye û berhemeka weka Mem û Zînê afirandiye ji bo min bûye nîþana þanazî û serbilindiyê jî. Wî bi vî warê xwe gellekî mil daye ber min ku ez bi hebûna xwe û bi milletê xwe îftîxar bikim ne ku têkevim þermê.

Ev agahdarî û hewlên min ên li ser Ahmedê Xanî yên bi vî awayî, rojek hat ku ji bo min bûn bingeh ku ez karibim vê xebata îroyîn derxim ber destê we xwendevanan.

Gava di sala 1995-ê de berpirsiyarên Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê daxwaz ji min kirin ku ez beþdarî semînerke li ser Ahmedê Xanî bibim, min bi ciddiyeteka mestir û bi bername-yeka bi rêk û pêktir berê xwe da lêkolîna li ser jiyan, bîr û bawerî û berhemên Xanî. Wê salê, ez beþdarî çend semîneran bûm û min di hin kovaran de ew xebatên xwe weþandin. Bi vê munasebetê min dît ku di esasî de wekî her warî, di pirsa Ahmedê Xanî de jî tu tiþtekî zêde nehatiye kirin, meriv ji kê derê dest pê bike muhtacî lêkolînan e. çimkî eger gellek kes li ser Ahmedê Xanî rawestiyabin jî wan gellek tiþt nenivîsîne, hejmara yên ku xwe êþandine û hin tiþt derxistine meydanê ji hejmara pêçîkên destekî nabuhurin, yên mayî jî êdî tiþtê ku li ser Xanî gotine an nivîsîne yan rasterast, yan ji di riya hinên din re ji van kesan wergirtine.

Piþtî mudetekê, min rabû xebata xwe hîn kûrtir û firehtir kir û di encamê de ev berhema ber destê we derket meydanê.

Hin beþên ku di vê berhemê de cîh digrin bi munasebeta sê sed saliya ronahîdîtina Mem û Zînê di hin kovaran de hatine weþandin. Lê divê ez diyar bikim ku min di vir de ew ji nuh ve di ber çav re derbas kirine, firehtir û kûrtir kirine, min ew agahdariyên ku bi munasebeta sêsed saliyê û ji wê wextê û heta îro derketine meydanê ji nuh ve li ber çav girtine. Loma jî meriv dikare bibêje ku nêzîkî temamê beþên vê berhemê bi awayekî nû ne, cara pêþîn ronahî dibînin. Hin beþ jî di berhemê de hene ku heta niha li tu derê nehatine weþandin.

Min berhema xwe bi beþê xebatên li ser Ahmedê Xanî dest pê kiriye. Di vî beþî de min muhawele kiriye ku ji destpêkê û heta ev berhem ketiye ber weþanê, çi kitêb, meqale û xebatên li ser Ahmedê Xanî hatibin weþandin an kirin ez binav bikim û gellek caran bi kurtebirî min behsa naveroka wan jî kiriye. Di dawiya berhemê de jî min bîblîyografyayek pêþkêþ kiriye ku heta ji min hatiye min hemû ew eserên ku li ser Mem û Zînê û Ahmedê Xanî rawestiyane xistiye nav wan. Di beþê behsa xebatên li ser Ahmedê Xanî û vê bîblîyografyayê de, divê ez destnîþan bikim ku min cîh nedaye wan berhemên ku tenê behsa Mem û Zîna folklorî an Memê Alan kirine lê tenê cih daye yên ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî rawestiyane.

Beþê duduyan di destpêkê de li ser jiyana Ahmedê Xanî ye. Piþt re jî nasandinek li ser berhemên wî di vî beþî de heye. Di vir de heta ji min hatiye min xwestiye ku ez wan agahiyên cuda yên li ser jiyana Xanî pêþkêþ bikim ku di cihên cuda cuda de hatine weþandin û li ser wan min zanîn, fikr û qenaetên xwe jî pêþkêþ kirine ku xwendevan di mesela jiyana Ahmedê Xanî de bibe xwedanê agahiyekê û çêtir rastî û þaþiyan, agahiyên bi belge û yên rîwayet an ên bêbelge ji hev veder bike. Di dawiya vî beþî de min Mem û Zîn, Nûbar, Eqîda Îmanê û þiîr û xazelên wî jî dane naskirin. Min di vir de gellek nusxeyên van berheman dane ber hevdu, kêmasî û newekheviyên ku di wan de hebûne destnîþan kirine û ew li hemberî hev temam kirine.

Beþê sisêyan li ser dewra Ahmedê Xanî ye. Min xwestiye ku ez panoramayeka cîhanî û Kurdistanî ya dewra jiyana Ahmedê Xanî bi awayekî sivik li ber çavê xwendevanan raxim ku karibim çêtir wî Ahmedê Xanî yê ku min lêkolaye baþtir bi wan bidim nasîn û fahm kirin. Qenaeta min ew e ku bêyî panoramayeka wiha wê Ahmedê Xanî û fikrên wî nehatana fahmkirin. Bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên li ser rewþa Kurdan, daxwazên wî yên li ser avabûna dewleteka Kurdî jî di vî beþî de ne.

Piþt re min xwestiye ez fikrên Ahmedê Xanî yên li ser mesela dewlet û mîrîtiyê, yên li ser avabûna dîwan û îdarê, têkiliyên navbera karmendên îdarî û melik, yên navbera melik û teb'ayan, erdem û zeîfiyên karmend û birêvebir û mîran destnîþan bikim. Helbet ev beþ, divê wek lêkolîn û tehlîleka kûr û berfireh neyê dîtin, tenê wekî muhaweleya destnîþankirina hin aliyan lê bê nihêrtin.

Beþê çaran li ser bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên felsefî û tesewufî ye. Di vir de li ser wê yekê muhaweleyek heye ku gelo di meselên felsefî, dînî û tesewufî de Ahmedê Xanî li ku derê radiweste, xwedanê çi mewquf û dîtinê ye.

Ahmedê Xanî ne însanekî yek alî ye. Belkî jî yek ji xusûsiyetên wî yên herî taybetî jî ev e. Ew, hem di warê dîn û jiyana manewî de xwedan desthilat e hem jî wî mohra xwe li ser kar û barê dinya maddî xistiye. Di van deran de jî piralîtiyeka wî ya kûr û berfireh heye. Di pirsên dînî û manewî de, wî hespê xwe hem di meydana dîn de hem di ya felsefê de û hem jî di ya tesewufê de ajotiye. Di kar û barên dunyewî de jî ew ji pirsên îdarekirina dewletê, yên edebiyatê, siyasetê û têkiliyên mêr û jinan bigire heta stêrnasiyê bûye xwedanê gellek fikr û îdîayan. Yek ji van jî bi munasebeta berhema Mem û Zînê pirsa pêwendiyên jin û mêran, evîna maddî û ya îlahî ye û hetta erotîzma li navbera her du cinsên însanan e. Beþê çaran di heqê van fikrên wî de ye ku li ser evîn û erotîzmê ne.

Beþê þeþan ji þiîr û xazelên Ahmedê Xanî pêk hatiye. Min hemû ew þiîrên wî yên ku heta niha di kitêb û kovaran de hatine weþandin civandine, piþt re min þiîrên wî yên destnivîs jî kom kirine ku berî sed û pêncî salan ji bal konsolosê Rûsya çarî yê li Erzurumê Aleksandre Jabayî ve li herêma Erzurumê hatine berhev kirin û îro ew di Kutubxana Millî ya Rûsyayê ya li Petersbourgê de parastî ne. Di berhevkirina wan þiîran de li gel hin alimên din ên Kurd Mela Mehmûdê Bayezîdî yê bi nav û deng jî xwedan pareke mezin e. Min hemû ev þiîr û xazelên çi destnivîs û çi jî çapkirî dane ber hev, bi jêrenotan cudayetî û çavkaniyên wan dest nîþan kirine, yên ku kêmasiyên wan hebûne temam kirine. Eqîda Îmanê û Eqîda îslamê jî di vî beþî de cihê xwe girtine. Her wiha min ew pendên Xanî yên ku di Nûbarê de li serê her beþê wê hene jî di vir de bicîh kirine.

Piþtî van, min cih daye lêkolîneke li ser munaqeþa rastî û nerastiya bûyera evîna Mem û Zînê û çîroka li dora vê evîna dengvedayî.

Di dawiyê de, berî bîblîyografyayê min ferhengokek amade kiriye ku bi piranî ji wan gotinên Farisî û Erebî pêk tê ku di þiîr û xazelên Ahmedê Xanî de derbas dibin, da xwendevanên vê berhemê gava van þiîran bixwînin di têgihîþtina wan de zêde zehmetiya nekêþin. Divê ez destnîþan bikim ku min hemû gotin di vir de bicîh nekirine, xwendevan carinan dikare rastî gotinekê were ku di vê ferhengokê de nebe. Helbet amadekirina ferhangokek wiha her çendî wê pirtir bikêr bihataya jî, ji aliyekî de zehmetiya amadekirina ferhengeka wiha temam û ji aliyê din jî dijwarîya bicîhkirina vê ferhangê di dawiya kitêbeke wiha de, ez gîhandim qenaetekê ku wê piratîktir be ku ez wê mehdûd bikim.

Di amadekirina vê berhemê de gellek heval û nasên hêja hem bi teþwîkkirin û cesaretdayinê, hem jî bi alîkariyên xwe mil dane ber min ku ev berhema ber destê we pêkhatiye. Bi taybetî ji ber alîkariya wan a gellekî bi qîmet divê ez navê hin hevalan li vê derê bibîr bînim û sipasiyên xwe pêþkêþî wan bikim. Di peydakirina belge, berhem û çavkaniyan de Rohat Alakom, Mahmûd Lewendî, Helîm Can, Malmîsanij û Hesenê Qazî gellekî alîkariya min kirine. Memosteya hêja Zera Ûsif têkiliyên min bi Kutubxana Millî ya Rûsyayê ya li Petersbourgê re danîn û îmkan li ber min vekir ku ez bikaribim xwe bigihînim wan þiîrên destnivîs ku hin ji wan heta niha qet li tu cihî nehatine weþandin, cara pêþiyê di navbera rûpelên vê berhemê de ruyê ronahiyê dibînin. Di peydakirina mîkrofîlmên van destnivîsan de divê ez xizmeta karmendên Kutubxana Millî ya Rûsyayê û bi taybetî jî ya serokê beþê pêwendiyên navnetewî M. A Romanov li vê derê destnîþan bikim, ku di van xizmetan de wan bi tevayî ew fikr û hissên berz ên ji bo xizmeta qîmetên mirovatiyê li ber çav girtine, ne ku hêvî û daxwazeka maddî...

Bi taybetî divê ez navê Arif Zêrevan û Emîn Narozî li vê derê bidim ku wan cara duduyan ew destnivîsên bi tîpên Erebî ji bo min xwendine, kontrol kirine û bi saya vî karê wan ê hêja, ev þiîr bi þaþîtîyên hê kêmtir derketine.

Tevî hinde alîkarî û xizmetan jî ev xebat helbet ji mukemeliyetê gellek dûr e û helbet xwedanê kil û kêmasiyan e. Berpirsiyarê kil û kêmasî û þaþîtiyan bêþik ez im. Hêviya min ew e ku ev berhem tevî hemû jarî û qelsiyên xwe bi dilê xwendevanan be û wekî berhema muhawelyekê di kutubxana edebiyata Kurdî de bibe xwedanê quncikekî.

Mûrad Ciwan
Nîsana 1997-ê
Östersund-Swêd


VEGERE
Serê pirtûkê