Tevdîra miþkan

Li welatê Mêrdînê,
di nav gundê Cilînê,
pisîkekî xurt û þeng,
bûbû xudan nav û deng.
Miþk nehiþtin di malan,
giþ revîn qul û çalan.
Kîjanê wan dihat der,
pisîk xwe zû davêt ser.
Welê mabûn mat û gêj.
Yekî wan î boçdirêj,
digot: Gelê hevalan,
em girtî man di çalan.
Rêkê bo me çar bikin,
an jî ji vir bar bikin.
Miþk neman tev dicivîn,
bo vê yekê peyivîn.
Her yekî yek digotin,
kezeb ji xwe disotin.
Yekî wan î rîsipî,
digot: Ev e min rê dî.
Du zengilan bibînin,
bidin yekî biþînin.
Heke li ku pisîk dî,
bila têxe situyê wî.
Çi gav dengê zengil bê,
wer zanibin ku ew tê.
Bi lez û bez veþirin,
nema hûn kes dimirin.
Giþkan digot: Welê ye!
Tevdîreke li rê ye.
Lê di nav xwe kes nedîn,
ku wî karî biqedîn.
Pisîk serbest hiliþtin,
wî jî her ew dikuþtin.

Osman SEBRÎ



VEGERE
Serê helbestan