Serxwebûna mûriyan

Hero þêrê Sileyman
diçû þehrê Mûristan.

Ewî þêrê neynûkkuj,
bajar li wan dikir doj.
Bi vî karî dexl û dan
ji wan distand bi talan.
Kavil hiþtin þehr û sûk,
kuþtin zar û zêrç û bûk.

Li wan çawa bû hawar,
li ser hev bûn kero bar.
Ne axa man, ne jî beg,
teva þêwra xwe kir yek.
Tev de rabûn yekî jîr,
ji bo xwe re kirin mîr.
Dane hevdu soz û bext,
jê re anîn tac û text.
Hemî çûn ber derê wî,
sonda wan bû serê wî.
Tevan çepkên xwe kutan:
Bijî bijî Mûristan!

Mîrê wekî Îskender
Ji eywanê hate der.
Ewî mîrê dilovan,
bi serbestî gote wan:
ã Ez dixwazim zîv û zêr,
da ez herim giliyê þêr.
Zîv û zêr û dil û can,
danê, çû cem Sileyman.
Bi wan lingên xwe yên hûr,
berê xwe da riya dûr.
Belê, mîrê qubd û jîr,
dane cem xwe çend wezîr.
Geh firrîn û geh meþîn,
ta gîhane Filistîn.

Xelkên bajêr hûr û gir,
karê xwe wan sivik kir.
Xwas û peya hemî çûn,
pêrgî mîrê mezin bûn.
Xweþ xweþ hatin gote wan.
Li eywanê bû mêvan.
Her du mîran þev û ro,
bi hev re kirin guft û go.
Go : Ey þahê ser bi zêr,
ez hatime giliyê þêr.
Divêt wî daleqênî,
tola me jê bistênî.

Sileymanê keyscihû,
pirsek nexweþ day rû.
Go: Ez mûkî dûvê þêr,
nadim bi sed hezar mêr.
Mîr rabû ser lingê xwe,
Lê vegerand dengê xwe.
Go: J'niha û çarê dî,
binêr çi tê serê wî.
Sileyman jî nebû tirs,
Nekir serê xwe ev pirs.

Mîr nivîsî yek ferman,
þand welatê Mûristan:
ã Li ku hûn þêr bibînin,
çavên wî zû derênin!
Þêrê mezin pirr qelew,
ji êvar de kete xew.
Mûrî rabûn weke mêr,
ketin poz û guhên þêr.
Þêrê sar ê qerbelek,
nava rojê bû kelek.
Hudhud gote Sileyman:
Ka ew þêrê dergevan?
Kurê Dawud pê kenî.
Hudhud got'ê: Ez benî,
ew þêrê pirr hinermend,
îro sê ro bûye zend.
Mûrî tev de bûne yek,
kuþtin þêrê çavbelek.
Arîkarî, yekîtî,
mûrî kirin rûsipî.
Ta ku kurd û Kurdistan,
nebin weke Mûristan,
ne bajar û ne jî gund,
tev de nabin serbilind.
Ku tunebin mêr û zêr,
em ê çawa herin þêr.
Wawik û þêr û keftar,
dê me bikin tar û mar.
Bê yekîtî em dijîn,
loma em bûn cegerxwîn.

CEGERXWÎN


VEGERE
Serê helbestan