Gurê pîr

Dibên li nav Xidirsor,
di binhêla Kawê jor,
gurek bûbû pîr û jar.
Pê nedibûn raw û kar.
Dît gurekî piþt hêþîn,
þeng û oflaz û narîn.
Piþtî hal û xatiran,
þor kirin her du guran.
Yê pîr digot: Birazî!
Tu mêrekî xêrxwaz î.
Rawekê bo me daxî,
sifra xwe li vir raxî.
Ser û peyan bi xêr kî,
zikê mamê xwe têr ki.
Tezîk da xwe gurê þîn,
gotê: Mamê dûrebîn!
Tu kalekî dilçak î,
malbata min nas nakî.
Ger zanibî warê me,
keleþiya karê me.
Em rêbirr û mêrkuj in,
xwîna neyar dimijin.
Fermû were li pê min,
dê zanibî carek din
þelpên gurê piþt hêþîn,
bi çavên xwe tu bibîn.
Rabûn her du bi rê bûn,
rêya bajêr girtin çûn.
Yê pîr bawer ne dibû,
lê ji þerman li pê çû.
Bazirganek li pêþ dîn.
Zer bû gurê piþt hêþîn.
Rast ajot nav dewaran.
Peya hatinê bi daran.
Yê piþt hêþîn direvîn,
giþ li yê pîr dicivîn.
Gihîþtinê di pa ra,
lê xistin ji xwe û xwe ra.
Bi zora lingan reviya,
xwe avêt nav deviya.
Dema birîn dibûn sar,
dest û ling jê bûne dar.
Welê mabû nîvmirî,
dil jê xav bû bihirî.
Rastî wî hat gurê zer,
hilmiþtî û dîlawer.
Li gurê pîr silav kir,
jê pirsî hal û xatir.
Yê pîr çîrok jê ra got,
dil û kezeb ji xwe sot.
Derdê gurê piþt hêþîn
hemî jê ra da zanîn.
Wî got: Mamê bextereþ
Ma te nîn in eqil û heþ
Çawan gurê piþt hêþîn
Yên wekî te dixapîn?!
Ger te divê bibî têr,
li tevdîra min binêr.
Ev e kalek diçe êþ,
Kurrî maye, ker li pêþ.
Tu kurriyê birevîn,
hemin kal ê te bibîn.
Dema ew bê ji bo wê,
dê ji ber kim ûrê dê.
Gava bibîn vê derê,
wê vegerre ser kerê.
Heya ew xwe bighîn ser,
dê biçin kurrî û ker.
Kalo dê bi destê tal,
zû vegere here mal.
Hînga em ê herin ser,
zikên xwe tev bidin ber.
Gurê pîr got: aferîn,
min eciband ev zanîn.
Tevdîr ê cih bibîne,
kal ê bê ker bimîne.
Hûn gurên zer çi þeng in,
her dem bi nav û deng in.
Rast jî bi wê tevdîrê,
her du gur çûn nêçîrê.
Ker û kurrî dikuþtin,
bar li erdê dihiþtin.
Kalo dikir barebar,
her du guran goþt dixwar.
Gurê pîr zik kir texer,
bi tevdîra gurê zer.

OSMAN SEBRÎ



VEGERE
Serê helbestan