|
Besta welatî
Ey welat serbest bî her dem tu bijî
Bilind bît alaya rengîn bihejî
Em hemî b'gorî te bin tu hejî
Ey welat her bijî bijî
Kurdistan her bijî bijî.
Ey welat te hene zor
þêr û piling
Ey welat te hene Rostem û nehing
Dê revin neyarên bê cerg û çiving
Ey welat her bijî bijî
Kurdistan her bijî bijî.
Ey welat ser helîn
bi te roj hilat
Pavêje þîniyê xorta bû xebat
Dê te paqij ken dê te ken kelat
Ey welat her bijî bijî
Kurdistan her bijî bijî.
Hilo rabin ser xwe ey
gencên delal
Helkêþin elmasa helavên metal
Derbixin dijminî j'welatên þepal
Ey welat her bijî bijî
Kurdistan her bijî bijî.
Me ne vêt çi
cara jîna b'jengî
Here dijmin, zî be, here bê dengî
Em hemî leþker in li roja cengî
Ey welat her bijî bijî
Kurdistan her bijî bijî.
MELA ENWER
Amediye: 10 8 1942
VEGERE
Serê
helbestan
|