Þûrê
di berî da
Carekê ji caran, rehme li dê û bavê hazir
û guhdaran.
Melîkê Îngilîzî miribû, kes
nebû di þûna wî da rabe.
Kesê nedizanî kî dê di dûv wî
ra bibe Melîk.
Wê gavê þûrekî sihirkirî li
nav goristana paytextî xwe nîþa da.
Þûr di berî da çikandî bû
û li ser berî husa nivîsandî bû:
KÎ BIÞÊT
VÎ ÞÛRÎ JI VÎ BERÎ BÎNE
DERÊ
EW DÊ BIBE MELÎKÊ ÎNGÎLTERÊ.
Hemî siwarên
welatî xwe lê ceribandin, ku þûrî
bînine derê.
Bes kesî neþiya.
Sal bûrîn,
þûr hate jibîrkirin. Xelkê jiyana xwe
ya hergavî domand û kesê fikra þûrî
nekir.
Li cihekî dûrî
Londonê kurek dijiya. Rojekê kurik çû
li nava daristanê berze bû. Bi dûmahîkê
ve ewî kalek dît ku di þikeftekê da dijiya
Kalî gotê:
»Eve min tu dîtî, ji mêj ve ez li benda
te bûm, bes nizanim ji bo çi.»
Kurikî got: »Tu min nanasî. Çawa te zanî
ku ez bi rêkê ve me?»
Kalî bersîv da û got: »Ez diþêm
pêþeroja mirovî bibînim. Bes ez zû
jibîr dikim, ka min çi dîtiye.»
Kurikî jê ra got: »Tu kî yî?»
Kalî got: »Ez sihirbaz im. Ka were hundur. Çaya
me jî hazir e.»
Sihirbazî du fîncanên
çayê dagirtin.
Kalî jê ra got: »Navê min Merlin e û
navê te bi xêr?»
Kurikî got: »Ew bi xwe navê min Arthur e. Lê
xelk ji min ra dibêjin Artan. Erê ma bi rastî
tu sihirbaz î?»
Merlinî got: »Erê
rast e. Ka berê xwe bidê!»
Wî destekî xwe rakir û got:»Þekir!»
Her di wê gavê da þekirdankê xwe hilavêt
ber fîncana Artanî û sê kavçiyên
þekir ji bo wî xistinê.
Artan cilifî got:
»Ûy ev çi bû? Bi rastî jî
tu sihirbaz î!»
Merlinî ji Artanî
ra got: »Ka silavê li kundî ke.» Navê
kundî Arþimedes bû. Artanî got: »Çi
kundekî ciwan e!»
Arþimedesî
bi qîjîn got: »Ciwan! Kund lêkdayî
û biaqil in, ne ku ciwan in.»
Artanî got: »Li
min bibore! Tu çi kundekî lêkdayî û
biaqil î!»
Merlinî got: »Aha!»
û rabû ser xwe, »nû hate bîra min
ku ji bo çi tu hatiyî vê derê. Tu hatiyî
ji bo xwe dersekê werbigirî.»
Artanî got: »Welê ye, rast e. Bi rastî
jî ez pêdivîyê mamostayekî me. Ji
mêj ve ye min çu ders wernegirtine.»
Merlinî got: »Nexwe dê li gel te hême
malê û dê bibime mamostayê te. Dê
rabe em bi rê kevin.»
Merlinî destê
xwe liba kir û got: » Xwe amade ke, buxçikê!»
Û bi rastî jî hemî tiþtên
Merlinî firîn, çûn ketin nava buxçikê!
Artan bê dayik
û bab bû. Ew di qesrekê da digel zirbavê
xwe Sir Hektorî û kurê wî dijiya ku navê
kurikî Kay bû. Kayî diviya bibe siwar. Gava
Artan û Merlin gihîþtin ber qesrê Sir
Hektorî siwarî nîþanî kurê
xwe dida.
Sir Hektorî berê
xwe da Artanî, gef lê kirin û gotìê:
»Tu li ku bûyî û ev kî ye li gel
te?»
Artanî got: »Ev
Merlîn e, sihirbaz e û dê bibe mamostayê
min.»
Sir Hektorî got:
»Sihirbaz! Hela, hela!»
Merlinî pirsî:
»Ma tu bawer ji min nakî? Nexwe berê xwe bidê.»
Destê xwe rakir û bang kir: »Befirê!»
Ji niþka va baroveyeka
befrê li dora wan dest pê kir. Zûzûka
ricfekê Sir Hektorî girt.
Kire hawar: »Raweste!
Raweste! Ez ji te bawer dikim. Min pê xweþ e tu Artanî
fêr bikî Merlin, hema bes befrê rawestîne!»
Merlin û Arþimedes
di burceka qesrê da binecih bûn. Artan her roj çû
wê derê û ders wergirtin.
Carinan Merlinî hunerê sihirbaziyê bikar dihîna
da ku kurikî fêr bike. Wî digot:»Mirov
neþê hemî tiþtan ji kitêban fêr
bibe.»
Rojekê Merlinî
pirsiyar kir: »Ma te diviya tu bibî çûçikek,
Artan?»
Gava kete bîra
Artanî ku dê li esmanê þîn bilind
bifire, bersîv da û got: »Dê gellek xweþ
bibûya!»
Xiþt! Merlinî
ew guhurand kire çûçikek.
Oxx! Çi bi Artanî
xweþ bû di ser qesrê ra bifire û bizivire!
Lê ji niþka va çavê wî...
...bi teyrekî
baz ê mezin û birçî ket! Ew rasterast
ber bi wî da difirî û dihat!
Artan ji tirsa canê
xwe ra firiya. Teyrê baz di dûv wî da çû.
Artanî bi dengê xwe yê çûçikîn
kire gazî: »Hewar e! Merlin, hewar e!»
Di dûmahîkê
da wî Merlin dît. Merlinî careka dî ew
guhurrî kire kurikek û got:
»Diþê
gellek xeter be heke mirov çûçikek be. Niha
pêdivî ye tu xwe biþoyî. Tu çi
dibêjî heke bibî masiyek.» Artanî
hizir kir ku di wê ava þîn û zelal da
melevaniyê diket.
Artanî got: »Dê
gellek xweþ be!»
Merlinî destê xwe bilind kir gote xiþt! Hema
di wê gavê da Artan guhurî bû masiyekî
piçûk.
Oxx! Çi bi Artanî
xweþ bû ku di wê ava zelal da melevaniyê
bike!
Lê ji niþka
va çavên wî bi gurmasiyekî mezin û
birçî ket. Ew ber bi wî ve dihat.
Artanî bizava
jiyana xwe kir. Masiyê
mezin her xwe nêzîk dikir. Di dûmahiyê
da Artanî xwe ji avê avête der û Arþimedesî
ew wergirt.
Artanî biryara
xwe da got:»Ya qenctirîn ew e mirov kurikekî
normal bît.»
Û rojekê
peyamberek ji Londonê hat.
Sir Hektorî peyam xwend û got: »Li Londonê
dê bibe yariya siwaran. Her siwarekî bivê diþê
beþdarî yariyê bibe. Yê ku biserkeve dê
taca melikiyê dahênine ser serê wî.»
Sir Hektorî got:
»Ev, hemî ji bo te hate xwendin Artan. Tu yê
arîkariya Kayî bikî û bibî berdestkê
wî. Ew îdî siwar e û dê beþdarî
yariyê bibe.»
Kayî got: »Heke
tu qenc arîkariya min bikî, gava ez bibime melik dê
bexþîþekê bidime te.»
Û Artanî
arîkariya Kayî kir, ku kara xwe ji bo yariyê
bike. Wî mîxfera Kayî biriqand.
Þûrê
Kayî welê paqij kir heta ku rewnaq da.
Û di dûmahîkê
da roja çûna ji bo Londonê hat. Merlin bi xwe
ma li malê, lê Arþimedes ji bo çavdêriyê
li gel wan þand.
Li wê meydana
mezin a ji bo yariyê bizav û çûnehateka
boþ hebû. Siwaran bi dorê muhawele dikirin ku
êk û dî ji hespan bixînin. Xelkê
temaþe dikir, diqîriyan û nav di wan didan.
Kayê siwar li
benda dora xwe rawestiyabû. Sir Hektorî pirsiyar kir:
»Her tiþt temam e Kay? Þûrê te li
gel te ye?» Artanî bi qîrîn got: »Hey
wax min þûr li xanê jibîr kir.»
Kay qîriya got:
»Hey tu nemînî, de zû here þûrê
min bîne.»
Artan hindî jê
hat bezîya.
Lê gava ew gihîþte
ber dergehê xanê dergeh darêxistî bû.
Hemî kes derketibûn derve da temaþa yariyê
bikin. »Hey wax, dê niha çi bikim!» got
Artanî xwe bi xwe, »ma ne Kay neþê bê
þûrî bikeve yariyê.»
Wî bi dilekî
giran berê xwe da meydana yariyê. Li ser rêkê
di ber gorristanekê ra buhurî. Li wê derê
çavê wî bi þûrekî ket ku
di berekî da çikandî bû. Artanî
hizir kir ku belkî biþêt bi emanetî werbigire.
Wî destê xwe avêt þûrî û
kêþa. Þûr bi sanahî ji berî
hate der. Þûr zêde giran bû. Artanî
bi zorê þûr hilgirt û gîhande meydanê.
Dema ew gihîþte
wê derê þûr da destê Kayî.
Kayî got: »Eve ne þûrê min e!»
Artanî got: »Belê, ez dizanim! Lê dergehê
xanê darêxistî bû, min neþiya ez
þûrê te bînim. Ev min bi emanetî
ji bo te hêna.»
Sir Hektorî berê
xwe dayê û got: »Va ye nivîsek li serê
ye, ka bîne vê derê da ez bibînim.»
Li ser þûrî nivîsandî bû:
KÎ BIÞÊ
VÎ ÞÛRÎ JI VÎ BERÎ BÎNE
DERÊ
EW DÊ BIBE MELÎKÊ ÎNGÎLTERÊ.
Sir Hektorî jê
pirsî: »Te þûr ji ku derê îna?»
Artanî bersîv da, got: »Þûr li nava
gorristanê di berekî da çikandî bû,
min di rê da dît. Ma xelet e ku min îna.»
Sir Hektorî got: »Ka gorristanê nîþî
min bike.»
Artan kete pêþiya
wan, ew paþde înan gorristanê.
Yên siwar û xelkê da dûv wan.
Sir Hektorî careka
dî þûr di berî da çikandeve û
pirsiyar kir: »Kî diþê wî bikêþe
der?»
Siyaran êk li
pey êkî muhawele kirin da þûrî bikêþine
derê.
Ewan kêþan,
hê ve înan û wê ve birin, kirin nekirin
neþiyan.
Þûr ji ciyê
xwe her neliviya.
Û dor hate ser
Artanî. Ewî çawa destê xwe avête
þûrî kêþa, þûr bi sanahî
hate derê!
Sir Hektorî kire qîrîn û got: »Wî
þiya! Ev kurik melîkê Îngîlterê
yê nû ye!»
Sir Hektorî û
Kayî kirine gazî: »Her bijît Melîk
Arthur!» Wan bi xwe nediþiyan ji melîkê
nû ra bibêjine Artan. Hemî mirovêd li
dora wan pêk ve kirine gazî û gotin: »Her
bijît Melîk Arthur!»
Ji niþka va Merlin
li ber singa wan diyar bû û got: »Aha ji ber
hindê, tu muhtacî mamostayekî bûyî.
Ma ne tu dê bibûya melîk!»
Û Melîk
Arthur bû baþtirîn melîkê Ingîlterê.
Vegere
RÛPELÊ
PIÇÛKAN