Sewîlê
sofî
Hebû tunebû,
carekê ji caran, sofiyek hebû. Rojekê sofî
sewîlê xwe girt çû serê kaniyê,
da ku destmêj bigire. Sewîlê xwe danî
bin latekê û çû ko destê xwe biþo.
Vegeriya cem sewîlê xwe, dît ku lat bi ser sewîlê
wî de ketiye, sewîl þikestiye.
Sofîyî gote
latê:
- Çima te sewîlê min þikand?
Latê got:
- Nexwe çima giya di bin min de þîn dibe?
Sofiyî gote giyê:
- Ji bo çi tu di bin latê de þîn dibî?
Giyê got:
- Nexwe ji bo çi pez min dixwin?
Sofiyî gote pezan:
- Ji bo çi hûn giyê dixwin?
Pezan got:
- Nexwe ji bo çi gur têne me?
Sofiyî gote guran:
- Çima hûn têne pezan?
Guran got:
- Nexwe çima se têne me?
Sofiyî gote seyan:
- Çima hûn têne guran?
Seyan got:
-Nexwe çima kebanî me têr nan nakin?
Sofiyî gote kebaniyan:
- Çima hûn seyan têr nan nakin?
Kebaniyan got:
- Nexwe çima miþk hebanên me qul dikin?
Sofiyî gote miþkan:
- Çima hûn hebanên kebaniyan qul dikin?
Miþkan got:
- Nexwe çima kitik me dikujin?
Sofiyî gote kitikan:
- Çima hûn miþkan dikujin?
Kitikan gotin:
- Em birçî ne, em miþkan dikujin û li
dora mala xwe çivan didin xwe.
Sofî dîna
xwe dayê ku dawiya van pirs û bersîvên
bi bahane nayên. Her kes li hev li bahanan digere. Dev ji
wan berda û perçeyên sewîlê xwe
dan hev û vegeriya mala xwe.
Çîroka
min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.
Vegere
RÛPELÊ
PIÇÛKAN