Þengê
û Pengê
Hebû tunebû, bizinek û du karikên xwe
hebûn. Navê karikekê Þengê û
navê ya din jî Pengê bû. Bizin tevî
her du karikên xwe li çiyê, di þikeftekê
de dijiya.
Ew her sibe radibû
ku here biçêre, guhanên xwe tije þîr
bike û bîne bide karikên xwe. Beriya ku ew derkeve,
karik temî dikirin ku ew deriyê þikeftê
ji bilî dayika xwe li tu kesê din venekin. Digot:
»Þenga min, Penga min, niha ez ê herim zozanan
çêrê. Li pey min derî li ser we radin.
Heta ku ez neyêm derî li tu kesî vemekin. Heke
ez hatim, ez ê lingên xwe yê mûsipî
di ber derî re nîþanî we bidim û
ez ê bêjim derî vekin. Wê gavê derî
vekin.»
Karikan digotin:
»Bila be dayê can.«
Bizin ji þikeftê
derdiket , karikan derî li pey wê li ser xwe radidan
û dayik diçû zozanan. Gava dibû êvar,
ew vedigeriya ber devê deriyê þikeftê,
lingên xwe yên mûsipî di terka derî
re nîþanî her du karikên xwe dida û
digot:
»Þenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Þîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikên ku ji
serê sibê heta êvarê li benda dayika xwe
bûn, bi kêf baz didan, diçûn derî
li dayika xwe vedikirin. Diya wan ew dixistin himbêza xwe
û þîrê taze yê ji guhanên
xwe dida wan, ew têr dikirin.
Her roj bi vî
awayî bizin û karikên xwe li wî zozanî
dijiyan.
Rojekê serê
sibê, gava bizin dikir biçûya zozanan, cardin
tembîh li zarokên xwe dikirin. Hema di wê gavê
de çima gurek di ber þikeftê re derbas nebû.
Dengê bizinê hat guhên wî. Guhên
xwe mîç kirin û çû ber pencerê
ji serî heta binî guhdariya bizinê û karikên
wê kir. Gava gurî bihîst ku her sibe bizin diçe
zozanan û bi rojê karik li malê bi tenê
dimînin û gava bihîst ku diya wan tê çi
ji wan re dibêje, kêfa wî hat. Dilê xwe
xweþ kir, xwe bi xwe got:
»Îro piþtî ku bizin here zozanan, ez ê
werim, her du karikan jî bixwim û zikê xwe têr
bikim.»
Bizin piþtî
ku baþ temî li karikên xwe kirin, derket û
çû zozanan. Karikan jî derî li ser xwe
radan û li hundur ji xwe re dest bi leystikê kirin.
Piþtî bîstikeka
din, gur hat ber deriyê þikeftê û bang
kir, got:
»Þenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Þîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikan gava ev deng
bihîstin, þaþ man. Hîn nebûbû
êvar. Dayika wan çu caran ew qas zû nedihat.
Û ya balkêþtir ev deng ne wek yê diya
wan bû. Dengê diya wan zirav û zelal bû.
Lê ev dengekî qalind û bi heybet bû. Her
du jî tirsiyan. Hêdîka çûn piþt
derî, bi dengekî lerizokî gotin:
»Ew kî ye?»
Gurî careka din
bi wî dengê xwe yê sitûr got:
»Þenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Þîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Þengê got:
»Ev ne dengê diya me ye, dengê diya me zirav
û zelal e, dengê te stûr e. Ka lingê xwe
di ber derî re nîþanî me bide.»
Gurî di ber derî
re lingê xwe nîþanî wan da.
Pengê got:
»Ev ne lingê dayika me ye, lingê dayika me mûsipî
ye, lê yê te reþ e.»
Her duyan bi hev re
gotin:
»Na, na! Tu ne dayika me yî, em derî li te venakin.»
Gurî gellek dilê
xwe ne xweþ kir, lê diviya riyekê bibîne
û wan bixapîne.
Çû arvan anî li lingên xwe kir û
careka din vegeriya ber deriyê þikeftê, dengê
xwe zirav kir û got:
»Þenga min, Penga min!
Dayik çûye zozanan.
Xwariye pelên kizwanan.
Þîr ketiye guhanan.
Derî vekin,
dayik hatiye danan.»
Karikan banz dan piþt
derî û pirsîn:
»Ew kî ye?»
Gurî bi dengê
zelal got:
»Ez dayika we me, de ka zû derî vekin, zû!»
Þengê got:
»Ka lingê xwe di ber derî re nêþî
me bike!»
Gurî lingên
xwe yên arvankirî nîþî wan kirin.
Pengê, xwe hilavêt,
kêf kir, got:
»Ev dayika me ye, ev dayika me ye, lingên wê
mûsipî ne!»
Har duyan zû bi
zû deriyê þikeftê vekirin. Hema ku çawa
derî vebû, gurî hoop xwe avête ser wan
û her du jî bi saxî daqurtandin! Kêfa
gurî hat, ku wê rojê fravîneka bi dilê
xwe xwaribû. Dora devê xwe alast û bi quretî
meþiya çû mala xwe.
Bû êvar, bizin ji zozanan vegeriya. Dîna xwe
dayê ku deriyê þikeftê li ser piþtê
ye. Dilê wê kir gurpe gurp, bi tirs baz da hundurê
þikeftê, li vî aliyî bizivî, li
wî aliyî bizivî, karikên xwe nedîtin.
Bang kir, got:
»Þenga min, Penga min, hûn li ku ne?!»
Lê deng ne ji
Þengê, ne jî ji Pengê hat.
Bizinê fahm kir
ku hin hatine û karikên wê xwarine. Ji þikeftê
derket û çû ku li karikên xwe bigere.
Çû, çû
rastî mala hirçê hat. Çû serê
banê hirçê û lingên xwe li banî
dan kire teperep. Hirçê ji hunduro gazî kir,
pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep
rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim.
Ma te xwariye Þenga min, te xwariye Penga min?»
Hirçê got:
»Na, min nexwariye Þenga te, nexwariye Penga te.»
Bizinê lê
da, çû, çû rastî mala rêvî
hat. Derket serê banê rêvî, lingên
xwe li banî dan kire teperep. Rêvî ji hunduro
gazî kir, pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep
rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim.
Ma te xwariye Þenga min, te xwariye Penga min?»
Rêvî got:
»Na, min nexwariye Þenga te, nexwariye Penga te.»
Bizinê careka
din lê da, çû, çû rastî
mala gurî hat. Derket serê banê wî, lingên
xwe li banî dan, kire teperep. Gurî ji hunduro gazî
kir, pirsî:
»Ew kî ye li ser banê min tep tep dike, rep
rep dike?»
Bizinê got:
»Ez im, li ser banê te tep tep dikim, rep rep dikim.
Ma te xwariye Þenga min, te xwariye Penga min?»
Gurî xwe hêrs
kir got:
»Erê, min xwariye Þenga te, min xwariye Penga
te.»
Bizinê got:
»De ka ji min re derkeve derva, ez hatime þerê
te, ez hatime cenga te!»
Gurî rabû
qîlên xwe tûj kirin û derket derva. Di
vê navberê de bizinê jî þaxên
xwe tûj, tûj kirin wekî serê xencerê.
Hardu derketin hemberî hev. Gef li hev du xwarin. Berê
gurî nav di xwe dan û baz da, baz da xwe avêt
ser bizinê. Lê bizinê ji niþka ve xwe
da aliyekî û hemla gurî li valayiyê çû.
Bizinê got:
»De icar dor dora min e, tu yê bibînî
bê ez ê çi bînim serê te!»
Berê paþpaþkî
vekiþiya, xwe ragirt û ji niþka ve ber bi gurî
de baz da, baz da, got gumm, her du þaxên xwe li zikê
gurî dan. Gur li ser piþtê li erdê ket,
zikê wî dirriya. Þengê û Pengê
çip, ji nava hûr û pizûrên gurî
derketin û xwe avêtin hemêza dayika xwe.
Bizinê her du
karikên xwe jî xelas kirin û anîn malê.
Dayikê careka din temiyeka baþ li wan kir ku gellek
bi dîqet bin, hay ji xwe hebin da kes wan nexapîne.
Ji wê rojê pê ve ew nehatin xapandin û
hersê li mala xwe bi hev þa bûn.
Çîroka
min li diyaran.
Rehmet li dê û bavê guhdaran.
Ji bilî fesadên ber dîwaran.
Vegere
RÛPELÊ
PIÇÛKAN