Rovîyê dûvqut

Hebû tunebû, pîrek hebû. Pîrê bizinek hebû. Her roj pîrê diçû bêriyê, bizina xwe didot, tanî malê, ji xwe re dikir mast, penêr, lorik, toraq, çortan û gellek tiþtên din ku meriv jî þîrî çêdikir.

Rojekê gava pîrê ji bêriyê vedigerriya, roviyekî fennek ew dît. Bîhna þîrê germ ê taze hat bêvila wî, dilê wî gellek bijiya þîrî. Bi dizî da dûv pîrê, ew taqîb kir, kir heta pîrê hat mala xwe. Rovî xwe li quncikekî teland heta pîrê derket derva, çû nava malan. Ku pîrê çû, rovî bi dizîka ket hundur, elbika þîrê pîrê bi ser xwe dakir, hemî vexwar û da rê çû.

Pîrê hat malê, dîna xwe dayê ku þîrê wê hatiye dizîn. Pîrê gellekî li ber ket, lê çi bike!? Tiþtekî ku bikira tune bû.

Bu sibe, pîrê cardin çû bêriyê, bizina xwe dot û vegerriya mala xwe. Roviyê fennek wê rojê jî li pey pîrê hat, xwe li quncikekî teland. Gava pîrê derket derva, çû þîrê pîrê hemî bi ser xwe dakir,vexwar.

Roja din jî û yeka din jî bi vî awayî derbas bû. Pîrê her ku þîrê xwe dianî, jê dihate dizîn. Rojekê pîrê got ªêdî bes e, ez ê xwe veþêrim û li bendê bim bê kî tê þîrê min vedixwe. Ew kî be ez ê derseka mezin bidim¼ê´.

Roja din pîrê çû bêriyê, bizina xwe dot û hate malê. Þîrê xwe danî hundur û derket derva. Lê hema zûzûka çû di paca paþiya malê re bi dizîka kete hundur, þûnikê kinca xist destê xwe û xwe li piþt derî teland.

Wê rojê jî wekî her gav rovî li pey pîrê bû. Ku dît pîrê ji malê derket, hema bi lez baz da hundur û elbika þîrî bi ser xwe dakir, hemî vexwar. Pîrê her tiþt bi çavê xwe dîtin. Hêrs bû, þûnikê xwe rakir. Gava rovî vegerriya ku di derî re derbas bibe biçe, tam di nava derî de pîrê þûnik got ªhimmm´ li qorrika rovî da. Rovî xwe da alî, qorrika xwe xelas kir. Lê þûnik li nîveka dûva wî ket û dûv qut kir. Bi tirseka mezin û bi jana dûvê, heta jê hat baz da, çû çolê.

Pîrê dûva rovî girt û bi dilê rehet çû ser karê xwe.

Roviyê me jî bi poþmaniyeka mezin da rê çû nava roviyên heval ên xwe. Gava roviyan ew dîtin û dîna xwe danê ku dûva wî qut bûye, hemî bi carekê de pê keniyan, gotin:
- Ho roviyo qolo quto,
Min di bin dûva te hilkuto!

Ho roviyo, qolo quto,
Min di bin dûva te hilkuto!....

Roviyê dûvqut, þerm kir, neþiya biçe nava wan. Bi hustuxwarî da rê çû, bi tenê ma.

Roj hatin û buhurîn, dûva rovî rehet bû, lê ew her roviyê dûvqut ma. Neþiya biçe nava roviyan bilîze. Rojekê got ªez ê herim baxiþandina xwe ji pîrê bixwazim, bila dûva min li min vegerrîne da ez jî bikaribim biçim nava hevalên xwe, yariyan bikim.´

Da rê çû, çû ber deriyê pîrê. Teq, teq li derî da. Pîrê got:
- Ew kî ye?

Rovî got:
- Ez im, ez roviyê dûvqut im. Min divê ez te bibînim!

Pîrê got:
- Were hundur.

Rovî çû hundur, got:
- Pîrê, ez hatime doza bexiþandina xwe li te bikim. Ez poþman im, uzrê xwe ji te dixwazim. Min divê tu dûva min li min vegerrînî.

Pîrê got:
- Baþ e ku tu baqil bûyî. Lê poþmanî ne bes e. Here þîrê min bîne, ez jî dûva te li te vegerrînim.

Rovî da rê, çû ku þîrê pîrê bîne. Çû ba bizinê, got:
- Bizinê, bizinê, ma tu nikarî xêra xwe elbikek þîr bidî min,
bibim bidim pîrê,
pîrê jî dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.

Bizinê got:
- Baþ e, lê tu jî here ji min re çêrê bîne, ez bixwim da þîr têkeve guhanên min, ez bidoþim bidim te.

Rovî çû ser mêrgê, got:
- Mêrgê, mêrgê tu xêra xwe nikarî çêrê bidî min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.

Mêrgê got:
- Baþ e, lê tu jî here avê bîne bide min, da çêreya min gurr û himbiz bibe, ez bidirûm, bidim te.

Rovî da rê, çû ser kaniyê, got:
- Kaniyê, kaniyê ma tu xê ra xwe nikarî avê bidî min,
bibim bidim mêrgê
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.

Kaniyê jî got:
- Baþ e, lê tu jî here ji keçikên gundî re bibêje, bila werin li ser min dîlanê bigrin, da kêfa min were, ez jî avê bidim te.

Rovî da rê, çû ba keçikên gundî, got:
Keçikno, keçikno, ma xêra xwe hûn nikarin werin li ser kaniyê dîlanê bigrin da
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.

Keçikan gotin:
- Baþ e, tu jî here ji bo me her yekê cotek þimik bîne da em werin serê kaniyê dîlanê bigrin.

Rovî da rê, çû ba goþkarî, got:
- Goþkaro, goþkaro, ma tu nikarî xêra xwe þimikan bidî min,
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.

Goþkarî got:
- Baþ e, lê here ji min re hêkan bîne da ez jî þimikan bidim te.

Rovî çû ba mirîþkê, got:
- Mirîþkê, mirîþkê, ma tu nikarî xêra xwe hêkan bidî min,
bibim bidim goþkarî,
goþkar þimikan bide min,
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.

Mirîþkê got:
- Baþ e, lê here ji min re qût bîne da bixwim, hêkan bikim, bidim te.

Rovî da rê çû ba kewarê got:
- Kewarê, kewarê, ma tu nikarî xêra xwe qût bidî min,
bibim bidim mirîþkê,
mirîþk hêkan bide min,
bibim bidim goþkarî,
goþkar þimikan bide min
bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kaniyê, dîlanê bigrin,
kêfa kaniyê were, avê bide min,
bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, þîr bide min,
bibim bidim pîrê,
pîrê dûva min bide min,
bi serbestî biçim nava hevalan.

Kewarê got:
- Baþ e, lê baran tê, ji banê xanî de dilop bi ser min de tên, ez neþêm danê hundurê xwe ziwa biparêzim. Tu here serê banî bangeran bike, bila dilop bên birrîn ez jî qût bidim te.

Rovî çû ser banê xênî,
qeysik xist bangeranî,
banê xênî gerrand,
dilop rawestiyan.
Rovî çû ba kewarê,
kewarê qût dayê,
bir da mirîþkê,
mirîþkê hêk danê,
bir da goþkarî,
goþkêr þimik danê,
bir da keçikan,
keçik hatin li ser kaniyê reqisîn.
Kêfa kaniyê hat, av dayê,
bir da mêrgê,
gîhayê mêrgê gurr û geþ bû,
mêrgê gîha dayê,
bir da bizinê,
bizinê þîr dayê,
bir da pîrê.

Kêfa pîrê hat, ew bexiþand, anî dûva wî bi xiþran xemiland û pê ve kir. Dûveka ji ya berê xweþiktir a bi xeml û xiþr li pey rovî, da rê çû nava hevalên xwe.

Hemyan li rovî nihêrtin, þaþ man, gotin:
- Rovî te ev dûva xweþik a rengîn ji ku anî?

Rovî jî di dilê xwe de got, ªvan gellek henekên xwe bi min kiribûn, ez ê jî îro fennekê bînim serê wan´. Bi deng got:
- Hûn dizanin, golek li vê nêzîkayiyê heye. Ez êvarê çûm, min dûva xwe xist nava golê, ez heta êvarê tê de rawestiyam. Sibehî ez rabûm ku dûva min bi vî awayî xemiliye.

Roviyên din, hemiyan gotin.
- Baþ e, em jî herin dûvên xwe têxin golê, bila dûvên me jî bixemilin.

Hemî bi hev re çûn, dûvên xwe xistin nava golê.

Dema zivistanê bû, dinya gellek sar bû. Bi þevê ava golê qerisî, dûvên hemiyan pê ve man. Gava rovî pê ewle bû ku hemî hiþk bi golê ve mane, baz da çû ber gundê nêzîk û kire zûrre-zûrr. Seyên gundî pê hesiyan û dan dûv wî. Rovî jî hat di navbera roviyên nava golê re beziya çû. Se jî hemî bi hev re bi ser golê de hatin. Gava roviyan dîtin ku seyên gundî gîhaþtine hev û ber bi wan de dibezin tên, ji tirsa canê xwe hemî pengizîn û zora bezê kirin. Lê ji bo ku gol qerisî bû, dûvên hemiyan qut bûn, di golê de man. Kesî neþiya dûva xwe xelas bike, baz dan çûn hew canê xwe xelas kirin. Se vegeriyan gundî. Bû sibeh, rovî li hev civiyan. Hemiya bala xwe dan hev, dîtin ku ji bilî roviyê dûvqut ê berê hemû bûne dûvqut.

Roviyê me derket serê zinarekî, got:
- Lê, we henekê xwe bi min dikir ku çima ez dûvqut bûm. Niha, îcar dora we ye.

Rovî hemî poþman bûbûn ku henekê xwe pê kiribûn, lê bêfêde bû, wan îdî dûvên xwe wenda kiribûn.

Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.


Vegere
RÛPELÊ PIÇÛKAN