Qertel û
kûsî
Hebû tunebû,
carekê ji caran qertelek gellek birçî bû
bi rojan gerriya negerriya tu nêçîr ji xwe
re peyda nekir. Welê lê hat ku dikir îdî
ji nêza bimire. Li ber kevirekî sekinî. Ji birçîna
hustiyê wî xwar bûbû, serê wî
ketibû ber wî.
Di wê navê
re kûsiyek di wê derê re derbas bû. Qeretel
di nbava wê perîþaniyê de dît. Jê
re got:
- Birayê qertel, çi bi te hatiye ku tu wiha hustuxwar
li ber vî berî sekiniyî?
Qertelî got:
- Xwenga kûsî, qet li halê min mepirse, çend
roj in birçî me, min tu nêçîr
peyda nekir, dikim ji nêza bimirim.
Kûsî got:
- Riyek heye ez dikarim ji te re bibêjim. Lê ditirsim
ku tu bêbextiyan li min bikî.
Qertelî got:
- Bêbextiyan li te nakim, ka ji kerema xwe re bibêje
bê çi ye.
Kûsî:
- Xwarnek heye, tim jî peyd dibe. Tu ji min re sond bixwî
dê niha raberî te bikim.
Qertelî got:
- Ahd û wahd be ku tu tu zirarê ji min nabînî.
Kûsî dest
pê kir, got:
- Di vî erdî de kûsî pirr in. Hema wan
bigire, têxe nava penceyên xwe, bi hewa bikeve, bilind
bibe û paþê wan berde ser beran. Ew ê
qalikê wan biþikê, hundurê wan tijî
goþt e. Hema dakeve, ji xwe re bixwe.
Gava kûsiyê
ev yek got kêfa qertelî hat. Per û baskên
xwe daweþandin û got:
- Xwenga kûsî, erê min ahd û wahd dabû
te, lê tu dibînî halê min nîne ez
li pey kûsiyan bigerim. Ma ji te çêtir heye?!
Qertelî kûsî
xiste nava pencên xwe û bi hewa ket. Bilind bû,
bû û ew ji nava penceyên xwe bera ser beran
da. Kûsî li tahtekê ket, qalikê wê
perçe perçe bû, qertel li serê veniþt
û ew xwar. Gav kûsiyên din ev yek dîtin,
bi lez û bez baz dan xwe veþartin, lê gunehê
kesî bi wê kûsiyê nehat. Hemiyan gotin:
- Heqê wê bû, divê meriv bi qewm û
hevalên xwe re xayin dernekeve!
Çîroka
min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.