Mîh
û Þêr û Gur
Hebû tunebû,
carekê ji caran êleke koçeran bar kir, mîhek
li þûna waran ma. Mîhê jî rê
girt ûçû, çû rastî mêrgekê
hat; mêrgeke pirr xweþ. Mîhê di mêrgê
de warê xwe çkir û za; du berxên mê
anîn.
Rojekê mîhê
dît ku vaye þêrek bi ser de hat. Þêr
jê re got:
-Tu çima li vê derê yî?
Mîhê got:
-Bi saya serê te, ku tu siltanê heywanan î,
ez û berxikên xwe li vê derê, di vê
mêrgê de diçêrin.
Þêr got:
-Qet tu hesaban meke, dilaram be, ez parêzerê te me.
Þêr çû bi riya xwe de mîh û
berxikên xwe man di mêrgê de.
Rojekê mîhê
dît ku va ye gurek hat. Gurî jê re got:
-Matu nizanî ku ev mêrg a min e? Tu bêyî
prsê ji min bikî hatiyî tê de diçêrî.
Mîhê got:
-Ev mêrg, ya þêrî ye. Gurî got:
-Na, ev mêrg a min e û ez ê her du berxên
te ji dêlva çêreya xwe bixwim.
Êrîþ
bire ser her du berxikan û ew xwarin, piþtre vegeriya
bi ser mîhê de:
-Heke careka din ez vegerim û te li vê derê
bibînim, ez ê te jî bixwim. Gurî da rê
û çû. Rojekê þêr li welatê
bin destê xwe digeriya, hat ser mêrgê jî.
Mîhê hal û hewalên xwe û gurî
jê re gotin. Þêr gava mesele bihîst got:
-Guhê xwe bide min bê ez ji te re çi dibêjim.
Ez ê xwe di piþta vî kevirê han de veþêrim.
Gava gur hat û gote te » ev mêrg a min e,«
tu bibêje »na, ev mêrg a þêrî
ye«. Heke gpt »na, ev mêgr a min e«, tu
bibêje »hema sê gavan ber bi vî kevirê
han de bavêje û sond bixwe åbêje bi vî
kevirî ev mêrg a min e¼ min qebûl kir«.
Þêr rabû
xwe di piþta kevirî de veþart. Qederek di ser
re derbas bû, gur hat gote mîhê:
-Hêja tu li vir î? Ma min ji te re negot ji vir here?
Mîhê got:
-Ev mêrga þêrî ye.
Wî got:
-Na!
Li dûmahîkê
mîhê got:
-Ji min re bi vî kevirê han sond bixwe, min qebûl
e.
Gur jî li tiþtekî
wiha digerriya. Hema ber bi kevirî de çû û
jimart:
-Ev gavek, ev du gav û ev sê gav....
Di gava sisiyan de çavên
wî bi yên þêrî ketin, tirsiya, destê
xwe avêt pêsîra xwe, got:
-Bavo, ez bextê xwe xera nakim, ev mêrg a þêrî
ye.
Çaxa wilo got,
þêr ji pêl ve rabû û ber bi wî
ve hat, jê re got:
-Belê guro, ji ber ku te ez li piþt berî dîtim,
ev bû mêrga min. Lê gava te berxik xwarin ev
ne mêrga min bû.
Þêrî
hema pençeyek li qafê gurî da û gur di
cih de kuþt.
Çîroka
min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.