Kêz Xatûn

Hebû tunebû, kêzikek hebû. Jê re digotin Kêz Xatûn.

Rojekê Kêz Xatûnê biryara xwe da, got : Tenêbûn dijwar e, ne xweþ e, ez ê herim ji xwe re mêrekî bibînim þû bikim.

Rabû bi rê ket, çû çû, rastî þivanekî hat ku li ber pezê xwe bû. Þivanî got:
- Kêzê, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:
- Min biryara xwe da ku ez þû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

Þivanî got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê got:
- Baþ e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me þer kir, tu yê bi çi li min xî?

Þivanî darê xwe yê þivaniyê rakir hewa û got:
- A ez ê bi vî darê xwe yê þivantiyê li te xim.

Çavên Kêzê ji hev bûn, tirsiya û got:
- Na, na, nexwe ez bi te re nazewicim.

Wiha got û da rê, çû çû rastî kerekî hat. Kerî got:
- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:
- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweþ e. Min biryara xwe da ku ez þû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

Kerî got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê got:
- Baþ e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me þer kir, tu yê bi çi li min xî?

Kerê her du lingên xwe yên paþiyê nîþanî Kêzê dan û got:
- Ez ê bi van cotikan zîtikekê li te xim.

Kêzê tirsiya, got:
- Na, na bavo, nexwe ez bi te re nazewicim.

Da rê û çû çû, rastî miþkekî hat. Miþko got:
- Kêzê, ma te xêr e, tu bi ku ve diçî?

Kêzê got:
- Welle tu dizanî ku tenêbûn gellek dijwar e, ne xweþ e. Min biryara xwe da ku ez þû bikim, ez derketime, ji xwe re li mêrekî digerim.

Miþko got:
- Ez jî bêjin im. Ma tu min nakî?

Kêzê bala xwe dayê, Miþko yekî lihevhatî bû, lê dîsa jî pirsî:
- Baþ e heke ez te bikim, em bi hev re bijîn û heke rojek hat û me li hev nekir, me þer kir, tu yê bi çi li min xî?

Miþko got:
- Ez ê bi vê boçika xwe ya piçûçik li te xim ku tu pê neêþî.

Kêzê di dilê xwe de got, welle ev ne xerab e, Miþko yekî lihevhatî ye jî. Ez ê pê re bizewicim. Got:
- Nexwe baþ e Miþko, ez ê te bikim.

Kêzê û Miþko destên xwe dan hev rabûn çûn ba Mellê mahra xwe birrîn, daweta xwe kirin û çûn mala xwe bi hev þa bûn. Çend roj tê re derbas bûn, roja beravê hat. Kêzê got:
- Miþko de rabe kincan bide ser hev em herin ber avekê, kincên xwe biþon.

Kincên xwe û beroþa beravê dan ser piþta xwe, kêzê þimika xwe kir piyên xwe, dan rê û çûn. Çûn çûn rastî rûbarekî hatin. Miþko got:
- Kêzê de ka em li ber vî rûbarî beroþa xwe bidin ser agir û berava xwe bikin.

Kêzê got:
- Nabe Miþko can, ava vî rûbarî miþe ye, gellek boþ e, hume-huma avê ye. Heke Xwedê neke, lingê min biþemite, ez nikarim xwe bigirim, ez ê li ber avê herim ha herim.

Miþko got:
- Nexwe em herin ber aveka din.

Çûn, çûn rastî cuhekê hatin. Miþko got:
- Kêzê de ka em li ber vê cuhê beroþa xwe bidin ser û berava xwe bikin.

Kêzê got:
- Nabe Miþko can, ava vê cuhê jî miþe ye. Heke Xwedê neke, lingê min biþemite, ez nikarim xwe li berê bigirim, ez ê pê de herim ha herim.

Miþko got:
- Nexwe em herin ber aveka din.

Dan rê çûn çûn, rastî þûna sima gayekî hatin. Baran hatibû, bûbû çamûr, þûna sima gayî kort bûbû û ava baranê tê de civiyabû. Kêz ê got:
- Miþko can, a ev gol li gora berava me ye. Ezê beroþê bidim ser, tu jî here qirþikan berev bike bîne, em ê agir dadin ava xwe germ bikin, serê xwe û kincên xwe biþon.

Miþko çû qirþik anîn, Kêzê jî beroþ da ser. Agirê xwe dadan. Xwe dan berê da heta germ bibe ew jî dest bi berava xwe bikin.

Hê ew li ber agir bûn, ji aliyekî ve dengê gurme-gurma defê hat wan. Miþko guhên xwe mîç kirin û got:
- Kêzê can, ka guhê xwe bidiyê, dengê defê ha ji piþt wî girî tê. Ew gundê Mîr Avdelî ye. Nexwe li gund dawet heye. Niha xwarina dawetê çêkirine, goþt û birinc û tirþik gellek in. Tu li vê derê beravê bike, ez bi bezekê herim wî gundî, têra xwe goþt û birinc û tirþikê bixwim, hinekî jî têxim bin zimanê xwe ji te re bînim.

Kêzê got:
- Baþ e, de here û zû vegere.

Miþko bezek da xwe, çû di piþt girî de wenda bû. Kêzê jî dest bi berava xwe kir. Kincên xwe þûþtin, serê xwe jî þûþt û kincên xwe yên paqij û rengîn li xwe kirin. Haziriya xwe ya dawîn dikir ku îdî rûnê û li hêviya Miþkoyî be. Þimik di piyan de bûn, çima neþemitî û neket nava çamûrê!!! Kêzê xwe bi vir de da wir de da, lê kir nekir neþiya xwe ji çamûrê derxe. Her ku çû pirtir kete nava çamûrê. Li vî aliyî wî aliyî nihêrî ku belkî kesekî bibîne bi hewara wê de were. Dît ku wa ye li dûrê siwarek ber bi gundê dawetê ve hespê xwe dajo. Kêzê gazî kir, got:
- Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Miþko, Miþko, Miþk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi þimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!

Siwarî bala xwe da aliyê dengî, lê tu kes nedît. Kêzê careka din kire hawar:
- Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Miþko, Miþko, Miþk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi þimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!

Siwarî careka din bala xwe bi vir de wir de da lê tu kes nedît, da rê û çû. Çû gundê dawetê, mala Mîr Avdelî. Berbûrî hemî li ser xwarina dawetê bûn. Siwaro silav li wan kir, wan ji ew dawet kirin ser xwarina dawetê. Çû rûniþt dest bi xwarina xwe kir. Lê hewara Kêz Xatûnê kete bîra wî, got:
- Gelî cemaetê, gava ez bi rê de deihatim, li piþt wî girê hanê dengê hawarekê hate min digot:
Ho siwaro, hendel mendel,
gullika kumê te panzde wersel,
heke tu çûyî mala Mîr Avdel,
bêje: Miþko, Miþko, Miþk-kavirro
kezî kurro,
hebandirro,
bêje: Kêzê, Kêzê, Kêz Xatûnê,
bi fîstanê gulavdûnê,
bi þimika reqreqûnê,
ketiyê heriyê heta bi qûnê.
Ya tu xwe bigihînê,
ya tu xwe negihînê!

Miþko jî hema di wê wextê de li nava firaqên neþûþtî goþt û birinc û tirþika xwe dixwar. Ku dengê siwarî çûyê, fam kir ku ew hewar, hewara Kêz Xatûnê ye. Hema zûzûka, hinek goþt û birinc û tirþik xist bin zimanê xwe, baz da, çû xwe gîhand Kêzê. Bi destê wê girt, kêþa ew ji çamûrê derxist. Ji nuh ve ser û kincên xwe þûþtin û xwe ziwa kirin. Miþko xwarina ku di bin zimanê xwe de anîbû, danî ber Kêz Xatûnê. Kêzê zikê xwe têr kir. Rabûn Kêzê û Miþko kincên xwe dan ser piþta xwe, bi hev re bi kêf û henek çûn mala xwe. Ji wê rojê pê ve pirtir ji hev hez kirin û pirtir li hev miqate bûn.
Rojekê Miþko got:
- Kêz Xatûn ma tu nikarî savarekê ji me re bidî serê, ez jî biçim ba pismamên xwe wan vexwînim malê?

Kêzê got:
- Baþ e.

Miþko derket derva çû ba pismamên xwe bike. Kêz jî kete metbaxê ku savarî bipêje.

Gava Miþko vegerriya malê, çi bibîne!!? Kêz Xatûn ketiye dîzika dan û nikare jê derkeve. Miþk hêrs bû, ji qehra re ariya agirî bi serê xwe da kir û bi çolê ket. Pir çû hindik çû, rastî qijikê hat. Qijikê meraq kir got ev çi halê te ye miþkê xwelî ser?

Miþko got:
- Miþkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Qijikê jî perîkên xwe weþandin. Darê dîna xwe da qijikê got:
- Ev çi halê te ye qijika perweþîn?

Qijikê got:
- Qijika perweþîn, miþkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Darê jî pelên xwe weþandin. Çemê avê di bin darê re derbas dibû. Meraq kir got:
- Ec çi halê te ye dara pelweþîn?
Darê got:
- Dara pelweþîn, qijika perweþîn, miþkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Çemî jî dest bi girî kir, heta ku nîvî bû av , nîvî bû xwîn û bi ser garisî da çû. Garisî jê pirsî got:
- Ev çi halê te ye çemê nîvî av, nîvî xûn?

Çemî got:
- Çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweþîn, qijika perweþîn, miþkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Garis jî xemgîn bû, devnixûn bû. Xwediyê garisî jî zeviyê xwe av dida, gava halê garisî dît, pirsî got:
- Ev çi halê te ye garisê devnixûn?

Garisî got:
- Garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweþîn, qijika perweþîn, miþkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Mêrik jî mera xwe da ber xwe û bi keser li serê rûniþt. Qîza mêrik ji bavê xwe re girar anîbû. Qîzikê got:
- Ev çi halê te ye bavê merliqûn?

Mêrik got:
- Bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweþîn, qijika perweþîn, miþkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Qîzikê jî girar bi ser êxwe da kir û çû cem diya xwe. Dê pembû dijenî. Gava çav bi qîza xwe kir got:
- Ev çi halê te ye keça sergirar?

Qîzikê got:
- Keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweþîn, qijika perweþîn, miþkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Dê jî çek û kevan li xwe xist û rûniþt. Cîrana jinikê hatibû agir. Gava ev hal dît ji cîrana xwe pirsî:
- Ev çi halê te ye dayika çekliqûn?

Jinikê got:
- Dayika çekliqûn, keça ser girar, bavê merliqûn, garisê devnixûn, çemê nîvî av nîvî xûn, dara pelweþîn, qijika perweþîn, miþkê xwelîser, kêz kêza ciwan, ketiye dîzika dan, ne ber e ne bîstan, mane qelpikên guhan.

Cîranê çû gazî daxiste nava gundî. Gundî li wan civiyan. Ji serî heta binî bi meselê hesiyan. Çûn, dîtin ku Kêz Xatûn di dîzika danî de fetisiye. Ew derxistin, anîn bi þîneka mezin veþartin. Miþkoyê reben ma bi tenê.

Piþt re her kes vegeriya ser mal û halê xwe yê berê. Bavo ji ser mera xwe rabû, dê çek ji xwe kir, miþko xweliya xwe, keçikê girara xwe ji xwe daweþand, darê pelên xwe, qijikê perên xwe li xwe kirin, garis li xwe zîvirî, xwe kire serberjor, avê xwe dawerivand zelal bû, lê miþkoyê reben ma bî.
Çîroka min li diyaran,
rehmet li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadê ber dîwaran.


Vegere
RÛPELÊ PIÇÛKAN