Ker û
gur
Hebû tunebû,
carekê ji caran, li dora gundekî kerekî bêxwdî
hebû. Pirr þerpeze bûbû. Ji ber ku heçî
îþekî wî hebûye bi wî kerî
dikir û heçî ku barekî wî hebûya
li wî dikir. Ker hingiya ji sixrê xelkê bêzar
bûbû, hemaji xwe re bi navsera çiyê ve
hilkiþiya. Bi rê ve rastî roviyekî hat.
Rovî got:
- Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
- Quzulqurta bavê kero!
Rovî got:
- Lê bêjim çi?
Kerî got:
- Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka
ceh li ber.«
Rovî got:
- Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber,
diçî ku?
Kerî got:
- Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê
ve hildikiþim.
Rovî got:
- Ma tu min bi xwe re nabî?
Kerî got:
- Ma çima nabim?
Her du bi hev re çûn,
çûn rastî beranekî hatin. Beranî
got:
- Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
- Quzulqurta bavê kero!
Beranî got:
- Lê bêjim çi?
Kerî got:
- Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka
ceh li ber.«
Beranî got:
- Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber,
diçî ku?
Kerî got:
- Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê
ve hildikiþim.
Beranî got:
- Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
- Ma çima nabim?
Ker, rovî û
beran bi hev re çûn, çûn rastî
rastî dîkekî hatin. Dîko got:
- Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
- Quzulqurta bavê kero!
Dîko got:
- Lê bêjim çi?
Kerî got:
- Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka
ceh li ber.«
Dîko got:
- Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber,
diçî ku?
Kerî got:
- Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê
ve hildikiþim.
Dîko got:
- Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
- Ma çima nabim?
Ker, rovî, beran
û dîk bi hev re çûn, çûn
rastî kevroþkekî hatin. Kevroþkî
got:
- Ho kero, tu yê biçî ku?
Kerî gote:
- Quzulqurta bavê kero!
Kevroþkî
got:
- Lê bêjim çi?
Kerî got:
- Bêje »kerê bi kurtanê zer, sêniyeka
ceh li ber.«
Kevroþkî
got:
- Kerê bi kurtanê zer, sêniyeka ceh li ber,
diçî ku?
Kerî got:
- Ez ji ber gundiyan bêzar bûme, ber bi çiyê
ve hildikiþim.
Kevroþkî
got:
- Ma tu min jî bi xwe re nabî?
Kerî got:
- Ma çima nabim?
Ker, rovî, beran,
dîko û kevroþk bi hev re çûn, çûn
bi rê de kerî got:
- Gelî hevalan, zirra min hat, divê ku ez bizirrim.
Hevalên wî
jê re gotin:
- Malava, tu yê çawa bizirrî, em di navsera
vî çiyaî de ne, gurin wê bi me bihesin,
wê me hemîyan bixwin.
Kerî got:
- Nabe, axir divê ku îllahî ez bizirrim.
Axir, kirin nekirin,
ker qayil nebû. Kerî serê xwe bilind kir dest
bi zirrînê kir:
- Ahîîî, ahîîî, ahîîî!
Tu nebê li devereka
nêzî wan heft gur hebûn. Wan dengê kerî
bihîst. Her heftan ji hev re gotin:
- Gelo ev çi deng e, tê?
Yekî ji wan got:
- Ka ez herim, bê ev çi deng e.
Hevalên wî
gotin:
- De here.
Gur hat dît ku
ker û hevalên xwe di navsera çiyî de
di nava mêrgê de ne, bêxwedî ne, hema
kêfa wî hat û ew ber bi wan ve çû.
Ji piþt ve çû çû xwe avête
nava teþkên kerî. Hema kerî her du rahnên
xwe li situyê gurî jidandin û ew zeft kir. Beran
ji piþt ve bi poþan rabûyê. Dîko
çû ser piþta kerî bang da. Rovî
erd kola. Kefroþkî da xapa. bi vî awayî
hingiya beranî li gurû da ew bêhiþ xist.
Paþiyê wan
gurî berdan, ew nîvmirî çû ba hevalên
xwe. Havalan jê pirsî:
- Birayo, te çi dît?
Gurê jihalketî
got:
- Birano, qet deng mekin. Ez çûm min qewmek li wê
derê dît , kes nebîne. Wan meraq kirin gotin:
- Çawa?
Wî got:
- Gava ku ez çûm, hema serê min kirin nava
du latan, û bi du mêkutan li nava piþta min
dan. Yekî ji wan yasîn li ser min dixwend, yekî
dida xapan li kefenê min digeriya. Yekî jî her
gorra min dikola.
Gava guran ev xeber
bihîstin, tirs ket dilê wan û hemîyan
bi hev re ji wî cihî bazdan, gotin:
- Gidî, þikir ji Xwedê re ku em ji lepên
wan xelas bûne.
Çîroka
min li diyaran,
rehme li dê û bavê guhdaran,
ji bilî fesadên ber dîwaran.