|
AXA Û XULAM
Li gundekî axayek
Nexweþ dikeve rojek,
Ban xulamê xwe dike
Dibê baþ guhdar bike.
Ez gelekî nexweþ îm
Ji her alî de d'êþim
Here ba hekimekî
Ji bo min dermanekî
Peyde bike û bîne
Lew re halê min nîne.
Xulam dibê: Axê min
De ka tu bêje bo min
Heke hekîm bipirse
Nexweþîya wî çi ye,
Çi bêjim ez wê gavê?
Bo vê bersivek divê.
Axa jê re dibêje
Ji hekîm re bibêje
Axê min pir nexweþ e
Her der laþê wî d'êþe,
Serî lê werimîye
Her wekî kundur bûye,
Poz jî daketîye jêr
Zer bûye wekî gizêr
Dest ji german bûne ar
Werimîne wek xiyar
Laþê wî tev bûye
reþ
Zik jî bûye wek zebeþ
Çîp û ling jî
ji werman
Bûne mîna petêxan.
Xulam lê vedigere
Weha dibê j' axê re
Axayê min î delal
Hewqas þor û galegal
Kî kane bi bîr bîne
Ma di hiþ de dimîne?
Hewqas galegal û þor
Bibîranîn gelek zor
Hema ezê bibêjim
Gotina kurt bo hekîm,
Hekîm zû hinek derman
Axê min bûye bostan!
M. Lewendî
Beyrûd, 1982, (Hêlîn, no:8, 1983) |