|
Welcome
to MÛRAD CIWAN'S HOMEPAGE |
Mûrad CiwanSala 1956-ê li Diyarbekirê hatiye dinyayê. Heta dawiya mekteba mamostetiyê li Diyarbekirê xwendiye, lê dîplomeya xwe ya mamostetiyê ji mekteba mamostetiyê ya Akþehirê(qeza Konyayê) wergirtiye. Salekê li Diyarbekirê mamostetiya zimanê îngilîzî û salekê jî li Unîversîteya Îstanbûlê huqûq xwendiye. Ji ber xebata xwe ya siyasî xwendina xwe temam nekiriye. Di nîsana 1980-yî de derkatiye derveyî welêt, piþtî darbeya 12-ê îlona 1980-yî ya li Tirkiyeyê li Swêdê bicî bûye. Heta dawiya sala 1992-yê aktîf di xebata siyasî ya þoreþgerîya kurdewerî de cî girtiye, demekê sekreteriya giþtî ya PPKK-ê(Partiya Pêþeng a Karkerên Kurdistanê) kiriye. Di sala 1992-yê de ji xebata siyasî ya aktîf vekiþiyaye û xwe daye kar û barê lêkolerî û nivîskariyê.
Ji 1981-ê heta tîrmeha1997-ê berpirsiyariya redaksiyona rojnameya Armancê kiriye. Gellek meqaleyên wî yên bi tirkî û kurdî li ser pirsgirêkên siyasî, li ser ziman, dîrok û edebiyata kurdî di kovar û rojnameyên curbecur de hatine weþandin.
Heta niha du kitêbên wî jî hatine weþandin ku yek li ser rêzimana zimanê kurdî ye û navê wê Türkçe açýklamalý Kürtçe Dilbilgisi -Kurmanc Lehçesi(Rêzýmana Kurdî bi Þîrovekirina bi Tirkî-Lehceya Kurmancî) ye. Ya duduyan jî navê wê AhmedêXanî, -jiyan, berhem û bîr û baweriyên wî ye.
Ew bi Mukkades ÇILGIN re zewicî ye û bi navê Rûken, Nûþîn, Rûgeþ û Ariya çar zarokên wan hene.
Li ser mesela pêbiliyanên herî bi dilê wî ew wiha dibêje:
Gava
ez difikirim ku gelo di vê jiyanê de tiþtê
herî þewk û heyecanê dide min çi
ye, ez dibînim ku gava ez berê xwe didim fêrbûn,
lêgerîn û lêkolînên li ser
dîroka kurdan û ya însaniyetê ez heyecaneke
mezin hîs dikim. Gava ez li bersivên pirsên
pêþeroja însaniyetê digerim, gava ez berê
xwe didim zanyariyên ilmê astronomiyê û
hebûna fezayî, gava ez li ser agahdariyên ilmê
genetîkê, yê dinya elektronîk radiwestim
û gava ez guhê xwe didim guftugo û munaqeþeyên
felsefî û yên etîk her eynî heyecan
min zeft dike.
Gellek dûrûdirêj
ez li serê fikirîm ku çawa dibe, ev warên
zanyariyê gellekî ji hev cuda ne, her yek bi aliyekî
ve diçe, lê hemû jî hema hema her eynî
þewk û heyecanê didin min? Piþt re min
dît ku her yek ji van di warê cihê de be jî,
taybetiyeka muþterek a wan heye ku wê heyecanê
dide min. Di van hemû waran de hudûdek heye ku yê
navbera zanîn û nezanînê ye. A tiþtê
ku heyecanê dide min ew gerra li ser wî hudûdî
ye. Li ser vî hudûdî meriv nikare seyranên
afakî bike, divê meriv ber bi kûrayîyê
ve, wek madenkolên bin erdê ji warê ronahiyê
ber bi tarîtiyê de vede, bikole û here ha here.
Di vê çûnê de meriv ji hudûdan
venaqete, çi qas diçe her li ser hudûdên
navbera ronahî(zanîn) û tarîtiyê(nezanîn)
ye, li piþt meriv ew ronahiya nas a aram a bêheyecan,
li pêþiya meriv jî ew tarîtîya bi
esraran dagirtî ya safî bi heyecan a bîhnçikên...
Her ku meriv pê dibe esrarên wê betal dibin,
zelal û ronahî dibe...