Li ba Ahmedê Xanî peywendiyên jin û mêran, evîn û erotizm
Mûrad Ciwan
Ahmedê Xanî çend ku alimekî dînî yê dîndar e, ew çende jî mutefekkirekî dunyewî ye. Wî gellek hay ji dîrok, efsane, destan û menqiben dewra xwe, hay ji ilmê stêrnasiya wê demê, hay ji zanyariyên îctîmaî(sosyolojîk, etnolojîk), ji ilmê hîndekriyê, ji nefsiyatê heye. Ew xweþ dizane ku jiyana însanan û ya civakê ne bes ji kar û barên aborî, dînî û manewiyata bilind pêk hatiye. Li ba Ahmedê Xanî aheng, kêf, þayî, dawet, derbaskirina demê bi mujûliyên xweþ, bi þevbêrkên aheng û reqs û stranan, bi setrenc û sohbetan, bi ziyafetên xwarin û vexwarinên curbecur, bi nêçîrvaniyê perçeyekî ji jiyana tebîî ye. Ew jiyanê bi evindariya heqîqî û ya mecazî û bi jihevhezkirinê û erotizmê tebîî dibîne.
Loma jî mirov dikare bêje ku ji sedemên afirandina Mem û Zînê yek jê jî ev hiþyarî û hayjêhebûna piralîtîya civakê ye. Wiha dibêje Ahmedê Xanî:
Da xelq nebêjitin
ku Ekrad
Bê maírîfet in bêesl û bunyad
Enwa'ê milel xwedan kitêb in
Kurmanc tenê di bê hesêb in
Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc
Iþqê nekirin ji bo xwe amanc
Têkda ne di talib in ne metlûb
Vek ra ne muhib in ne mehbûb
Bê behre ne ew ji iþqebazî
Farix ji heqîqî yû mecazî
Ew, gellekî qîmetê dide kurdbûneke piralî û dagirtî ya þaxvedayî. Wî divê civakeka Kurd a welê li ber çavê cîhanê raxe da herkes bibîne ku ev millet yekî xwedan ma'rîfet, biesl, bingeh û xwedan kitêb; an go xwedan kultur û edebiyateka bilind e. Wî divê ku yekî gava bala xwe da civaka Kurd, nebêje ku Kurdan evîn ji xwe re nekirine armanc, evîn û evîndarî di nav wan de tuneye, wan hay ji evîna heqîqî û mecazî nîne.
Ev yek dide nîþandan ku qasî ew hay ji Kurdîtiyeka piralî heye, ew qasî jî dizane evîn çiye. Ew rûmeteka bilind dide evînê. Ahmedê Xanî gava çîroka Mem û Zînê xelas dike careka din vedigere ser wê yekê ku çima ev esera mewzûn nivîsiye û wiha dibêje: Ey guhdêrê çîrok û efsanan û yê ku tu fikr û qenaeta xwe li ser wan didî! Xanî ji qedeha evînê dîn bû, ew çeraba þor pê þêrîn bû, wî hinde vexwar ku îdî hay ji gotinên xwe nema. Ew bi kêfa emirberiyê mest e, dîwane ye, loma jî li gorî adetan divê ew mazûr bê dîtin. Gêj e, meyxwir û serxweþ e, loma ew welê badefiroþ û bi teþwîþ e, têkilhev e. Herçî kesê ku dibêje ew[tiþtê ku Xanî dibêje] hewa û vala ye, heke guhê xwe bidiyê [wê bibihîze] ku ew awaza neyê ye. Ew ney ne helal û ne jî heram e; bêperde ye, lê ne bêmeqam e. Bi Kurdî, Erebî, Farisî û Derî ye; min ew ji leyistik û yariyan bi hev xistine. Hinek jê ji efsaneyên Botan in, hinek jê jî bahane û buhtan in. Bi lehceyên Bohtî, Mihemmedî(belkî jî Mehmûdî... Wê gavê dibe lehceya Hekariyan û Bahdînan M.C.) û Silîvî ne. Hinek wekî la'l(cewherê sorM.C) hin jî ji zêr û zîv in. Hin jê kermorî ne, hin morîk û hin mirwarî ne, hinekên wan þeffaf, rohnî û zelal in, lê hin reþ û tarî ne. Min wekî biçûkan ew rêz û nexþ kirine û anîne meydana bazarê û çarþiyan. Ji wan hin çîrok, hin jî mîsal in, hinek heram û hinek helal in. Her çîrok xwedanê ders û îbretekê ye, heke meriv bizanibe, her mîsal xwediyê þîret û pendekê ye.
Lakin [divê tu bizanî ku] armanc{a Ahmedê Xanî] ji vê got û bêjê, meqseda wî ji vê hela hela û coþê ew e ku ew rindî û rûmetbilindiya evînê eþkere bike û mukemaliyet û têgihîþtina wê îsbat bike.1
Di vî beþî de em dixwazin di çarçewa Mem û Zînê de li ser wê yekê rawestin ka Ahmedê Xanî di civaka Kurdan de roleka çawa daye jinan, çarçewa baweriyên wî di mesela têkiliyên jin û mêran de çi ne, di van têkiliyan de evîna navbera jin û mêran heta çi dereceyê pêþ de çûye.
Ahmedê Xanî him alimekî dînî yê ehlê sunne ye hem jî mutesewwuf û mutefekirek e. Wî di Mem û Zînê de û di berhemên xwe yên din de, evîna "heqîqî " û ya "mecazî " qenc ji hev cuda kiriye û rûmet daye her duyan jî. Divê em bibîr bînin ku evîna ku li ba me evîna heqîqî ye, ango evîna navbera însanan, li cem mutesewwufan wekî evîna mecazî tê qebûlkirinê, ew bi eksê me, evîna îlahî, evîna ji bo Xwedê û pêxemberî evîneka heqîqî dibînin. Li cem Ahmedê Xanî jî ev wiha ye. Evîna Mem û Zînê ji hev re wekî evîna "mecazî" destpêdike, bilind dibe, naveroka xwe diguhêre û dibe evîneka "heqîqî " ya îlahî. Helbet li ba Ahmedê Xanî rutba evîna "heqîqî" ya îlahî, gellekî payeberz e, lê ev yek rûmeta evîna navbera du însanan naxe, bileks ew pêpelûkek e ku însanan dighîne wê merteba bilind.
Tiþtekî ji vê jî balkêþtir ew e ku Ahmedê Xanî, ne ku evîna navbera însanan welê tenê mucered, bi romantîzmeke moral û manewiyat bilind dipesinîne, ew her wiha berê xwe dide rastiya însanan û têkiliyên navbera evîndar û evandiyan; ew têkiliyên maddî, psîkolojîk û erotîk ên di hundurê evîna jin û mêran de bi hev re dihûne û evîndariyê bi vê realîzmê berpêþ dike. Li ba wî pir tebîî ye ku evîna navbera du evîndaran bi viyan û têkiliyên cînsî û bi erotîzmeka helal a þeri'yeta dînî û estetîkeka bilind têkilhevkirî be. Em ê piþt re berfirehtir werin ser mesela evîn û erotîzmê li cem Ahmedê Xanî.
Berî evîndariya maddî û manewî yan jî ya "heqîqî" û "mecazî" me divê em li ser rola jinan û têkiliyên jin û mêran di wê civakê de rawestin ku Ahmedê Xanî teswîr kiriye û pesinandiye. Mem û Zîn esereka mewzûn e ku bi awayekî destanî evîna navbera du evîndaran dihûne. Lê ew pê re jî civakeka piralî ya jiyerê dem û dewranekê radixe ber çavê me. Bûyer li nav Mîrîtiya Botan derbas dibe; yanî civakeka Kurd a musulman û patriyarkal ku ji alî dewleteka feodal tê temsîlkirin. Hukumdarê wê, qanûnên þerîeta îslamê dimeþîne; ew bi xwe hukumdarekî hakimê mutleq e. Tenê mesûliyeta wî li hemberî Xwedê û pêxember û li hemberî þerîeta Îslamê heye. Ew xwedan hukumet, leþker, dîwan, muhafiz, zîndan û teb'ayên cuda cuda ye. Wî heyeta meþweretê heye ku ji mezinên eþîr û qebîlên Kurdan pêk hatine. Ên ku tabiên wî ne ne ku Kurd tenê ne lê eþîr û qebîlên Ereb û Eceman ji di nava wan de ne. Mîr, xwedanê hukumranî û dewlemendiyeka bêhidûd û xwedanê exlaq û manewiyatek bilind e.
Qehremanên çîrokê ji asilzade û xanedanên Kurda ne; Zîn û Sittî her dû jî bi xwe xwiþkên Mîr Zeyneddîn in ku wê gavê hukumran e, dildarên wan Memo û Tacdîn hem bi eslên xwe þehzade ne; yek jê kurrê katibê dîwanê ê din jî kurê wezîrê dîwanê ye û ew bi xwe jî, di rutbeyên mezin ên xanedaniyê de wazîfedar in. Tacdîn çeþnîgirê(ew ê ku Mîr ji herkesî pirtir baweriya xwe pê tîne û her gava ku xwarina Mîr tê, berî Mîrî ew jê tam dike û îsbat dike ku jahrî tê de nîne, da hergav Mîr xwarina bê jehrî bixwe ku kes nikaribe jehriyê bide Mîr û wî bi sûîqastê bikuje) Mîr e, Memê jî serekê muhafizên wî ye. Yanî çîroka vê evînê di nava tebeqa xanedan de derbas dibe, pirtir jî meriv dibe þahidê cejn, dawet, evîn, þer, þahî, dawet, kul û derd û zîndanên civaka aristokrasiyê. Lê carinan dêmenên civaka "'am", tebeqên ahalî yên nexanedan jî tên teswîrkirin ku bi saya wan meriv fikreka ne têr zelal be jî li ser têkiliyên jin û mêran yên civakî peyda dike.
Heke em werin ser rola jinan di Mem û Zînê de, em pêrgiyî manzereka bi vî awayê jêrîn dibin: Bi nav û þexsiyeta xwe ya berbiçav sê jin hene di Mem û Zînê de; yek jê Sitî ye, a duduyan Zîn, a sisiyan jî Hayzebûna dayîna wan e. Her du yên pêþîn xwiþkên Mîr in, esilsazade ne, di seraya haremê de dijîn, gava destan destpê dike ew bakîre ne, ciwan in. Ahmedê Xanî bi pesindayinek nedîtî pesnê xweþikiya wan dide ku herkesî dîn dikin. Piþtî ku ji nesla xanedaniyê ne, dayîneka wan heye ku navê wê wekî me li jor got Hayzebûn e ku wan mezin dike, terbiye dike, di derd û kul û adet û jiyanên dinyayê û xanedaniyê de wan digihîne. Her wiha wekî dayîna wan, dibe sirdaþê derd û kulên wan, birînên wan derman dike, gava dikevin tengasiyê, riyên xelasî û firehiyê ji wan re dibîne. Gava Sitî û Zîn, roja Newrozê dilê xwe dixin du kuran(lê ew dibêjin qey ew keç in) a ku gustîlkan dibe diçe ba remildar, falekê vedike û fahm dike ku ewên gustîlên xwe bi keçan guherîne ne keç, lê kur in û Memê û Tacdîn in, Heyzebûna dayîn e. Ew di navbera keç û kuran de diçe tê mesajên wan ên dilketinê û piþt re jî yên teklîfên zewacê dibe û tîne. Ew rê li ber vedike ku xwazgîniyên Tacdînî herin Sitîyê ji Mîr Zeynedînî bixwazin. Gava daweta wan çê dibe li aliyê haremê ya ku serpereþtiya amadekirina bûkê dike û cariye û xizmetkaran bi çar alî dide xizmetê, ew e. Gava Mîr, reda dayina Zînê ji bo Memoyî dike û wî davêje zîndanê û gava ji ber vê Zîn nexweþ dikeve û xwe li hundur hebis dike, sirdaþê wê Dayîn e, gava Zîn îcaza Mîrî werdigre ku biçe li zîndanê Memê bibîne, ya ku dide pêþiya Sitîyê, cariyan û Zînê dibe zîndanê digihîne Memê cardin Dayîn e. Piþtî ku Memê dimre û Zîn jî li pey wî diçe mirinê heta ber gorrê ya ku li piþt Zînê ye, di ber barê wê de radibe her dayîna Heyzebûn e.
Her çendî ev hessasî, aktîfî û dilovaniyên Dayînê hemû bi qelema Ahmedê Xanî di Mem û Zînê de diyar dibin jî meriv pê dihese ku Ahmedê Xanî piçekî rexnegir e li hemberî Dayînê, pir jî wê naecibîne, heta wê bi belaya salê, ecûzetiyê diwesifîne. Baþ ne diyar e ku çima, lê muhtemelen ji ber wê yekê ye ku ew di navbera keç û kuran de navberçîtiyê dike û pirtir jî ji bo ku ew xwe dispêre remildariyê, baweriya xwe bi fa'l û remlan tîne. Çimkî em dizanin ku Îslamiyet her çendî remildariyê wek realîte qebûl dike, baweriya xwe bi tesîr û hukmê wê tîne jî, karekî qenc nahesibîne wê gunehkar dike.
Sitî, di Mem û Zînê de ne xwedanê roleka Mezin e. Ew dilê xwe dixe Tacdînî, pê re dizewice û li mala xwe jiyaneka asûde ya ne li ber çavan dijî. Carekê du caran dere dibe sirdaþa Zînê, qasî ku Tacdîn li ber trajediya Memê dikeve ew jî li ber Zînê dikeve. Piþtî vegera Mîrî ji nêçîrê, gava Tecdîn dibîne ku Mem û Zîn di tengasiyeka bêhesab de ne, diçe agir bi mala xwe dixe ku Mîr û maiyeta xwe berê xwe bidin agir û bi vê firsendê her du evîndar ji tengasiyê xelas bibin, meriv hîs dike ku Sitî bi mêrê xwe re di vê operasyonê de cîh digre. Wexta Zîn dere zîndanê, Sitî wekî destek û dilþewitiya wê bi wê re ye. Rola Sitîyê ji vê ne wêdetir e.
Lê Zîn di esera Xanî de weka þehzadeyeka muzir a nazdar dest bi macerayê dike, dibe evîndara Memê, bûyer werre diguherin ku ew xwe nagihîne Memê, evîndarê wê dikeve zîndanê, ew dest pê dike bi agirê evînê ê cudayîyê diþewite. Çawa Mem di zîndanê de ji evîna Zînê berê xwe dide evîna îlahî, Zîn jî ji evîna Memê ber bi evîna îlahî de diguhere û digihîje merteba bilind. Zîn jî îdî Memê ne wek dilketiyê xwe, lê wek murþîd û rêberê xwe dibîne û bi vê digihîje evîna îlahî. Di van teswîran de Zîn îdî ewliyayek e ku bi her awayî ji dunyayê qut bûye û xwe evêtiye behra manewî ya îlahî. Li gorî Ahmedê Xanî her du jî di ronahiya evîna "heqîqî" ango ya îlahî de xerq dibin, gava þehîd dibin digihîjin merteba herî bilind.
Di Mem û Zînê de, wekî din, jin bi anonîmîya xwe cîh digrin, ew xanim û xatûnên serayan, cariye, reqas û mûsaqajenên hareman, keçên xama, jinên Bohtan in ku di cejn, aheng, dawet û þîn û þahiyan de diyar dibin û li ser rola jinan, li ser têkiliyên mêr û jinan di civaka Bohtan de fikrekê didin mirovan.
Seraya harema xanedaniyê bi xulam, xilman, cariye an perestaran dagirtî ye ku ev li ber destê Mîr û mala wî ne. Ev cariye her wiha di xizmeta Sitî û Zînê de ne jî. Bi wesîla van xizmetkarên haremê, jin(helbet di vê civata patriyarkal de ne tenê jin, mêr jî xizmetkar in) wekî xizmetkar, cariye û berdestên kesên xanedaniyê, wekî mûsîqajen û reqas, wekî sakî derdikevin sahnê. Ew anonîm in, car bi car wekî kategoriyekê diyar dibin, bi sedaqet û qebûlî xizmeta efendî an xanim û xatûnên xwe dikin.
Jinên tebeqa xanedan û yên arîstokratiya dora wan, di demên jiyana rojane ya tebîî de li koþk û serayên xwe li beþê haremê dimînin, zû bi zû kesên tebeqên xelkê wan nabînin, ne bi nav û dengê xwe be, bi fizîka xwe nayên nasîn. Ew jî prensîbên hukumraniya patriyarkal dimeþînin, gava Mîr qebûl dike ku Sitî bi Tacdînî re bizewice, daweteka nedîtî li dar dixin, lê gava Mîr red dike ku Zîn bi Memê re bizewice, kes nikare li ber biryara Mîrî rabe, Zîn dikeve hundur, ji ber agirê evîna Memo roj bi roj dihele û ber bi mirinê diçe, lê qet carekê be jî nikare bêemriya Mîr bike. Hetta Mîr nebêje "erê", ew jî û hemû jî dizanin ku Zîn nikare xwe bigihîne Memê.2
Lê tevî vê jî Sitî û Zîn belkî jî ji bo ku ji tebeqeya serdest a xanedaniyê tên, di Newrozê de dikarin muzuriyekê bikin; cilên kurikan li xwe kin û herin sûkê, nava xelkê. Balkêþiya din jî ew e ku Ahmedê Xanî her di eynî wextê de cilên keçikan li Memê û Tacdînî dike û wan bera nava sûkê, þahî û ahengên Newrozê dide. Ya ji van jî balkêþtir ew e ku di evîndariya Mem û Zînê û Sitî û Tacdînî de yên aktîf ku derî li pêþveçûna evînê vedikin keç in. Zîn û Sitî ji dayîna xwe ra dibêjin ku here ji Memo û Tacdînî ra bibêje ku em ji wan hez dikin, heke wan jî em divên bira herin me bixwazin, çimkî ji ber heyayê em nikarin herin wan bixwazin3
Esas gava meriv bi meselê ve biçe, xwiya dibe ku Ahmedê Xanî di civakê de rola serbestiya heta dereceyekê ne ku tenê daye jinên tebeqên serdest, daye yên din jî. Di Mem û Zînê de, bi munasebeta Newrozê, bi munasebeta daweta Sitî û Tacdînî û bi ya þîna li ser mirina Memê û Zînê, jin û mêr bi hev re derdikevin meydanê bi hev re aheng digrin, þahî û þînên xwe bi hev re dikin.
Ahmedê Xanî ahengên Newrozê jî bi vî awayî teswîr dike:Zanayê rîsipîyê bi umur ê ku ev çîrok ji me re got, rewþ bi vî awayî teswîr kir: Got: Adetê pêþî yê zemanan li hemû cih û deran wiha bû ku gava roj digeriya dihat ser meha Adarê û ku dibû sersal, qet kes di mala xwe de nedima. Roja ku dibû îda Newrozê ji bo rûmetdana wê roja dilronahîker a pîroz, heta bigihîje pîr û kalan jî hemî ji malan diçûn der, çol û mêrg dikirin meskenê xwe, beyar û deþt dikirin wekî gulþenekê. Bi taybetî kurên ezeb û keçên bakîre, yanî wan cewherên nadir, hemûyan jî bi xeml û xiþrên xwe bala xwe didan hevdu. Helbet ne bi tuhmet û minnetê lê bi riye sunet û þerîetê. Çimkî qesda wan a çûyina ji bo geþtê, seyrangehê û gerra li mêrg û deþtê, ew bû ku çi yê daxwazkirî çi yê daxwazkir, yanî hem evandî hem jî evîndar hevdu bibînin, rastî hemtayên xwe werin û hev du biecibînin.4
Gava Newroza wê salê tê ku Mem û Zîn û Sitî û Tacdîn rastî hev tên û dibin aþiqên hev, cardin bi vî awayî xelk derikevin dervayî bajêr, cihên aheng û þahiyan: ... Xanim û xatûn jî rabûn çûn bîstan û baxçeyan, bi çûna wan welê lê hat wekî ku bîstan bi gulan tijî bibin. Keçên wekî horiyan bêyî ku xwe piþtperde bikin, bêwestan û bi bê minnetî ew ciyên wekî cennetê kirin meskenên xwe. Xortên nûgîhayî, keçên bakîre yên rind, hemî bi zulf û xalên xwe yên pak, ew keçikên memikgilover, ew rûsipehiyên wekî qumaþên xas ew ên cemala wan wekî metaên sipehî hemiyan rindî û sipehîtiyên xwe rê hev didan, pêþkêþî hev dikirin û texmîna rindiyên hev dikirin. Di bazarê de hemû sewdakirê evînê bûn, hem firoþ û hem jî bikirên evînê bûn5 Di wê Newrozê de gava Mem û Tacdîn qiyafetên keçikan li xwe dikin û derdikevin nava sûka Cizîrê, rastî aheng û þahîyên keç û xortan, jin û mêran dibin. Ev ahenga li kolanan hema hema karnavalên îroyîn ên Brezîlyayê tînin bîra mirovan: Dîtin ku di mehelle û zikakan, di her kuçe, ode û penceran de sed taze ciwanên wekî serwîyan; cilên hevrîþmîn ên giranbuha li bejna wan, pêncsed ji keç û kur û gencan û bi qasî wan jî ji kesên pîr û kalan her awe jin û mêr; hin tazî û hin bicil; hinek malmezin û eþraf, hinek ji tebeqeyên binî, kesên bênavûdeng, hin pêxwas û hin serqot; serên wan wekî gogan û piyên wan wekî kaþoyan; hinek sermest û hinek serxweþ ji westanê hinek bîhnçikiyayî û hinek bi hilkehilk, hinek diaxivin û hin bêdeng; hin dibezin hinekan ji tirsa rengavêtî, hin serþikestî, hin kincdiriyayî, hin aqilrevandî û hin þaþmayî hinekan dikirin hewar û gazî, hinekan aqilê xwe wenda kiribûn; her yek biawayekî bûn û her yek ketibû rengekî, her yek bi cefayekê bûbû cîgerxûn6.
Gava daweta Sitî û Tacdînî dest pê dike jî, jin û mêrên bajêr cilên xwe li xwe dikin, xwe dixemilînin û derdikevin temaþa dawetê, wekî ku pêlên behran rabin û li hev kevin ew jî bi vir de û wirde pêl didin kêf û cumbuþê dikin7 Hemû bengî û serxweþên Bohtan rabûne govend û leystik û lotan. Rabûne bêrîte, sema, saz û govendê ew horî, melek û perîyên þîrîn, þekerlêv û þekerken, kirasgul, kefîyasemîn, zêrînkemer, kofîxwar, rûmah û biskreþ, yên sîmîn beden û biskyasemîn, yên rûsêv û memikhinar, yên bi piþtziraviya wekî mû, keziyên wan wekî maran, yên çardesalî yên xwedan ebrûyên reþ, keçên bakîre û xama, kurên nugîhayî bêkar, lawên cênîk zumrud, hinek xweþdeng û hinek xweþreng, hin dibeziyan û diçerixîn û hin dilukumîn. Hemî jî ji înada wê feleka kevnar a piþtxûz re ya bûbûn wekî çemberekê bi reqs dizîvirîn, yan bûbûn wekî zincîrekê li pey hev govend digêrran. Komên wan wekî komên stêrkan diçirûsîn. Bi vî awayî di daweta Sitî û Zînê de heft roj û þevan bi temamî kirin aheng û þay?. Ne tenê di cejn û dawetan de, lê di þînan de jî tê dîtin ku jin û mêrên bajêr bi 'am û xasên xwe ve, derdikevin nava bajêr û bi hev re dibizivin, diçin û tên. Gava Memê di zîndana Mîrî de þehîd dibe, qêrîn û hawar dikeve nava bajêr, jin û mêr bi hev re derdikevin kolanan:
Go: can ku ji hebsê
ten cuda bû
feryad û fîxan di þehrî rabû
bû welwele û
fîxan û zarî
bû zelzele û bezîn û hewarî
Bohtan, ji mezin heta
biçûkan
nîswan û keç û benat û bûkan
e'yan û ekabir
û ealî
mîrza û ruwal û laubalî
yek ferd nema di þehrî
dilxweþ
bilcumle di serxweþ û muþewweþ
Vêkra dibezîn
bi ser Memê ve
Wan derd birin bi ser xemê ve
Gava cenazê Memê radikin jî bi jin û mêrên xwe hemî ahalî li pey wî dikevin merasimê diçin heta ser gorra wî, dikin þîn û hewar û gazî: Di bajêr de çi qas însan hebûn hemî jî bi kincên þînê bûn. Eþrafên bajêr, xatûn, jinên poþîkirî û piþtperde, yên kezîvekirî, yên bi kulahên bi tenê hemiyan ji serî heta bi piyan reþ girêdabûn, hemûyan poþiyên serê xwe û ser ruyê xwe dabûn aliyekî avêtibûn û bi dil û can ji bo Memê þîn girtibûn. Jinên ku li ser miriyan distiran, dilþewitiyên wî û Dayîn hemî bi hev re dinaliyan û diqîriyan wekî teyrê goyîn9.
Ew jin û mêrên ku di cejn, dawet, þahî û þînan de bi hev re ne, em dibînin ku di derekê de ne bi hev rene: Ew jî wê demê ye ku gava mîr li hemî mêrên Bohtan ferman dike da xwe amade bikin, biçin nêçîrê. Bi mîr, reîseþîr û hemû ahaliyên xwe ve hemî mêrên Bohtan berê xwe didin nêçîrê, ji bilî jinan kes di malê de namîne. Xwiya ye nêçîr ji aheng û leystikeka þerî hesab dibe ku ciyên jinan di vê derê de nayê dîtin.10
Berî ku em mesela têkiliyên jin û mêran xelas bikin, me divê em li ser tiþtekî din ê balkêþtir rawestin ku ev jî wê li ser têkiliyên civakî yên wê demê fikrekê bide me. Di beþê daweta Sitî û Tacdînî de, Ahmedê Xanî dibêje ku gava bûk tevî berbûriyan tê ber qesra zavê, Tacdîn li ser banî ye û pere û mucewheran li ser serê bûkê direþîne da ku berbûrî ji xwe re berhev kin. Gava Ahmedê Xanî wê sahnê teswîr dike, dibêje ku xelkê berbûrî bi belengaz, jar û dewlemendên xwe ew qas pere, zêr û zîv û mucewher berhevkirin ku îdî di nava xelkê de feqîr û belengaz, parsek û birçî neman, her kes welê halxweþ bû ku wan kesên tolaz ên jinperest û lawperest ên ku bi peran li pey jin û lawan digeriyan îflas kirin, êdî halê her kesî xweþ bû, nema mecbûr man ku xwe bi peran bifroþin11. Ev, wê yekê dide diyarkirin ku di wê civaka feodal a girtî ya patrîarkal de kesên ku bi peran ji xwe re jin û law dikirîn hebûn û di kategoriyên civakê de kesên welê belengaz û birçî hebûn ku wucûda xwe difrotin û pê jiyana xwe didomandin. Her wiha em vê yekê jî dibînin ku ne diyar be bi çi asanî an dijwariyê bûye jî têkiliyên fuhûþê û homoseksueliyêdi vê civatê de riya jiyanê ji xwe re dîtine.
Evîn û Erotîzm
´Li gora dîtina Xanî, çawa ku merkeza gerdûnê û amaca afirandinê mirov e cewherê jiyanê jî evîn e; evîn e ku bakutê dide jiyanê bê evîn jiyan rijî û bêmane ye. Lê belê evîn ne yek alî ye; Xwedê yar û evîndar li hevberê hev afirandine. Gul û bilbil, find û firfirok, yarên dilkêþ û evîndarên derdkêþ giþt parçe û beþên jînê ne; giþt ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin û jîn bi wan hatiye xemilandin."12 Bingehê evînê rindî ye, lê divê neyê jibîrkirin ku rindî jî du awe ne; rindiya maddî ku rindiyeka xapînok û derbasok e. Lê ya esasî ew rindiya manewî ye ku ya îlahî ye û ebedî ye, gava meriv berê xwe didiyê her ku diçe meriv pirtir pê ronahî dide, pirtir paqij dibe, pirtir mezin û bilind dibe: çi þêx , çi mela û mîr bin, çi jî derwêþ, dewlemend an feqîr bin, kes nîne ku nebe viyerê rindiyê, nebe xwezîkarê gihîþtina cem yarê. Lê daxwaza hinekan rindiya ebedî ye, hinek jî dibin daxwazkirê qalibê vala yê bêhukm. Birastî daxwaza hemîyan herçî yek e; ew jî dost e, lê ferqa navbera wan wekî ferqa navbera mejî û post e.13
Evîn neynikeke Xwedênîþander e, wekî rojê ronahiyê li dora xwe belav dike Divê meriv nefikire ku di nêzîktirîn rê re xwe bigihîne armanca xwe û xwe ji riya ser evîna heqîqî dûr nexe. Çimkî ew cewherke xweþ e, eynî wekî kîmyayê ye, meriv bi tevayî diguhêre. Ew giranbuha ye divê meriv qîmeta wê zanibe Exlaq û tebîetên ku wek sifrê neqelakirî û necîlakirî ne, dilên ku qelp in û zengarî bûne, evîna heqîqî wekî cewherekê wan paqij dike , safî dike û dibiriqîne. Her kesê ku qesda evînê bike ew ya yê xwestî ye yan jî yê daxwazker e. Evîn mirêkeka eksnîþandera bê mîsal e, xezîneyeka veþartî ye ku bêdawî ye. Kes nîne ku ji evînê bêpar be, îlla ku yekî ji zewqê bexeber nebe. Herkes bi qasî xîret û bikêrhatina xwe îrada xwe di vê riyê de serf dike. Lê piraniya wan kesên ku ji rêzê ne, nezan in, nefsa xwe nasnakin, negihîþtî ne, bêaqil û ehmeq in; ferq nake ku eger terkedinyayî û sofî û feqî jî bin ew cahil in, nexwendî û nezan in, bêyî rênîþander û rehber in Ji bêçaretî ew dibin evînfiroþ, diravên xwe bi rindiya winda didin . Hin diravên xwe bi jiyana vê dinyayê didin, li koþk û serayan serf dikin. Evên wiha dibin zîyankar û ji zewqa dîtina îlahî bêpar dimînin14.
Ahmedê Xanî, evîna li pey rindiya maddî bi her awayî bêqîmet nake, heke evîneka wilo ji ya rindiya manewî bêpar be û jê dûrketî be li ber çavê wî bêqîmet e û evînek e ku li pey qalibê vala ye. Lê eger evîna li pey rindiya maddî bi ya rindiya manewî û îlahî xemilandî be, dawiya xwe bi wê derê ve girê dabe, ew evîneka xweþ û rûmetbilind e. Gava ew evîneka wiha derdixe meydanê û dipesinîne, her wiha wekî çawa li ser wê evîna îlahî diricife, li ser vê evîna navbera du însanan jî diricife, bi dîqet e, leke lê naxe, bi hostatiyeka mahir wê dineqiþîne. Di vir de pir realîst e, hemî xweþî û zewqên vê evîna maddî derdixe meydanê. Li gorî wî, ya tebîî ew e ku evîneka welê di nabera du cinsên newekhev ên însanan de; di navbera jin û mêran de bê hûnandin. Gava Sitî û Zîn roja Newrozê derdikevin sûkê û rastî du însanan tên ku cilên keçikan li wan in û ew dibin aþiqên wan, gustîlên xwe bi wan diguherînin û tên malê meselê ji dayîna xwe re dibêjin, Dayîn qebûl nake ku evên wan dilê xwe xistibe wan, keç bin. Dibêje ev ne tebîî ye, hûn keç in divê cinsê kura meyla we ber bi xwe de kêþabe. Dayîn bi vî awayî xîtabî her du keçan dike:Ew awayê ku we dîtiye bêmane û tewþ e, nabe ku meyla we bi qismê jinan ve hatibe kêþan. Helbet ya tabîî ew e ku meyla însanan tê kêþandin ber bi însanan de, lê ji bo keçan divê ev însan kur bin15.
Ahmedê Xanî di têkiliyên du însanên evîndar de, erê guh dide þerîeta li ser têkiliyên navbera jin û mêran û adet û teqalîdên civakê, lê tu caran nayne ber wê yekê ku ev, rê li ber evîndariyê bigrin. Evîndarî van tiþtan binpê nake û navêje aliyekî, lê çi bi tawîz be, çi bi xweþbînîya meyl bi evîndariyê be, ew tim riyekê ji xwe re dibîne. Gava roja nêçîrê Mîr bi mîr, beg, maiyet û tabi' ên xwe ve diçe nêçîrê, Ahmedê Xanî vê yekê dike firset ku Mem û Zîn karibin hevdû bibînin. Ew Zînê derdixe nav baxçe, bi agirê evînê û bi hêviya hatina Memê disojînê. A curetkartir, Memê radike, diþîne nav baxçeyê Mîr ku di esil de gunehkariyeke mezin e. Lê ji ber evîna rastîn a Memê li hember Zînê, Ahmedê Xanî vê "zeafê" efû dike, bi xweþbînî li vê "tecawuz"a ber bi harema Mîrî dinêre. Çimkî Mem aþiq e:
Ew ê ku ji weqariyê wekî çiyayekî berz û wekî behrekê bi wezn û pîvan bû, evînê welê lê kiribû ku dîn û sivik bûbû. Memêyê nexweþ û bêhal zeafê ew zêde binpê kiribû. Roja ku xelk ji bajêr derketin, sewdaya xeyala Zînê jî li serê wî da. Ew nexweþê ku j derdê evînê serxweþ bû, beyî gihîþtina merezê, gihîþte buhranê, di qelbê wî yê xemgîn de bû qelqeleyek, îdî nediþiya di xanî de bimîne. Ji bêçareyî ew ji xanî derket, fikra di serî de bû Xizir û da pêþiya wî. Ew Xizir esasî þewk û hewesa dil bû ku ew jî esas ji evîna dil bû.Dilê wî serî lê hilda û îsyan kir, ew kêþa kêþa û bir ber baxê Mîr?.
Ahmedê Xanî bi helalîya dînî û ma'newî welê pêþde diçe ku evîndariya navbera du însanan dibe digihîne yarî û leystikên hezkirin û hevduxwestina navbera du cinsan û van yarî û leystikan gav bi gav bi hunermendî û þairiyek hosta digihîne erotîzmeka estetîk.
Gava ew behsa erotîzmê dike mustehceniya ku em di serê xwe de çê dikin, ew eyba ku em li ba xwe ava dikin, li cem wî nîne. Ew bi hemî hunermendiya xwe ya þairî û zimanzanî, bi hemî eþkeretiya xwe, teswîra hezkirin û munasebetên navbera her du cinsan dike.
Lê tiþtek li ba Ahmedê Xanî gellek diyar e. Ew di van teswîrên xwe de, cih nade wan têkiliyên ku dîn gunehkarî û zîna dihesibîne.
Ew di Mem û Zina xwe de Tacdîn û Memê li hev mahr dike, wan dike jin û mêrên bi her awayî li hev helal û piþtre di teswîra þeva wan a ewilî de yek bi yek cih dide hemû munasebetên cinsî, bi teswîra erotîzmeka hunerbilind.
Lê di têkiliyên Memê û Zînê de ji ber ku ew li hev ne mahrkirî ne, tenê evîndarên hev û din ên dilsohtî ne, leystikên wan ên avîndarî, hezkirina wan tu carî danaxe binya kemerê. Eþkere kemerê li wan dike hudûd û binya wê qedexe lê seriya wê jî bi her awayî serbest dike.
Niha em van herdu rewþan ji Mem û Zînê, ji qelema Ahmedê Xanî bidin. Li ser hevdudîtina Tacdîn û Stiyê ya piþtî mahrbirîn û dawetê:Bi alîkariya tercuma Mehemed Emîn Bozarslan a 1968`an (Mem û zîn; Ehmedê Xanî çeviren M. Emin Bozarslan; Hasat Yayinlari, 1990 ­stanbul) û tefsîrkirina bi Kurdiya xwerû ya 1995'an(Mem û Zîn, Ahmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan Uppsala, 1995) wergera þair Hejar Mukriyanî û þîrovekirina Emînê Osman a di 1990'an de ji bo Mem û Zînê kiriye(Eminê Osman: Mem û Zîn Ehmedê Xanî Þîrovekirin û vekolîna Emînê Osman, Bexdad, 1990) meriv dikare wan manzerên ku wî teswîr kirine bi vî awayî bike nesir:
Tacdîn bi toreyî bi jor ket çû ba Sitiya li piþt perdê. Sitî rabû û bi naz pêþ ve çû. Dehmenêd wê( dawêd wê) li erdê dixiþiyan. Kezî û zulfên xwe wekî tacekê li ser hev hûnandibûn, destên xwe vekiribûn wekî du perr û basikan. Dêmên Stiyê yên wekî Beytul Aqsayê diyar dibûn û qendîla felekê bi wê ronahî dida.
Ew zavayê evîndar ê ku ji þeraba derdê hîcrana duhî serxweþ bûyî, evîndarê hesretkêþîya þeraba gîhaþtina yarê, wekî adetê çû oda bûkê, destê xwe dirêjî gerdena bûkê kir. Gerden wekî gewriya surahiyekê bû. Lêvêd xwe avêtin lêvên wê surahiyê yên þêrîn, herduyan pêk ve hevdû mêt. Zavayî serxweþ lêv ji lêva vekirin û ruyê xwe bire ber û bin guhan û hilmirîsîn, gul û sorgulên têrav bîhn kirin;geh nêrgiz û lale, geh sorgul( yanî kezî, rû û hinarîk) reyhan û binefþ û sunbul...
Têkilhev dibûn û hevdû hembêz dikirin, geh radimûsan û geh digestin. Hinarîk û eniyên cewherîn û didanên ku sipî bûn; hemî guherîn bûn la'l û mercan( ku her du jî sor in) yanî enî û hinarîk û didan di xwînê de gevizîn, rengê sor ê la'l û mircanê wergirtin. Derya hezkirinê ew hinde coþandin, dest di gerdena hevdû de alandin, lêv di levan de, hembêz bi hembêz man.
dî nediþiyan li ser piyêd xwe rawestin. Bi hev re noqî ser nivîna bûn. Neþiyan rûnin xwarê, her du pêk ve gêr bûn û hevdû gevizandin. Gava ji þûþbûnê carek din rabûn, têr bi hev þa bûn. Ramûsanên þekirîn ji lêvên hev revandin. Gulên sor ji hinarîkên hev çinîn.
Gava zewicîn û dil bi hev girêdan, þerbeta gul û qendê ji bo xwe tevdan. Sê roj û þevan li pey hev, ji dil vexwarin ew þerab. Wan lêvên tihnî, þerbeta wê þeraba zelal vexwar, ku bi wê nebûn tihnþikestî, keyfa neþeya ku þerabê( yanî ramûsanan) dayî ew gihandin heddê dawîn ê izdiraban. Bûka çehre safî, bejn þefaf, dil bi zîfafê kir û bi wir de meyl kir. Her du serxweþan dest avêtin hevdû. Bu kefteleftek û ketin erdê. Geh li hev piçikîn û geh ji hevbûn, geh pêkve ricifîn û geh hejiyan, geh ew yek bûn, geh dudu, geh ew cot bun, geh tek. Gava ku tîra sipî ya ji didanê fîlî berê xwe da hedefê hedef wekî zelaliya sedefê gewr bû. Hedefê ku ji tîran îsabet girt, ew gewrayî bi mercanên sor guherî yanî ku hedef di xwînê de ma. Tîr paþde vegeriya ji wê de, lê þopa xwe lê bicîh kir Nesla xwe bi dil û can da wê17.
Li nav bexçê Mîr Zeyneddîn hevdudîtina Mem û Zînê û þabûna wan bi hev jî kêm zêde bi vî awayî tê pesinandin:
Ew çende bi hev re axiftin û ew çende bi hev þewitîn ku, ew çende gotinên þêrîn bo hev gotin û lêvêd hev mêtin ku, ew çende þerbet ji lêvên hev vexwarin,ew çende yariyên bêguneh bi hevdû kirin ku, çavan, lêvan, sîngan, gerden û milan, rûyan, çeneyan, pêsîran, binguhan, ewende yek bi yek jihev dixwestin ku, geh radimûsan û geh digestin. Ew tihniyên lêv ziwayên bi hesreta hevdû, gerdanên hevdû bihn dikirin ................ Agirê evînê awir dida, ji bo Zînê perwa nedima. Ew her du di wî halî de li ber çavan bûn, bê perde, bê çar û servekirî bûn ................. Hergav qeza û sunnet dikirin, yanî heyfa demên hevdû nedîtî jî hiltanîn. Tu minneta ferzên ku ji ramûsanan pêk dihatin nebû. Ger çî berpirsiyarî ji ser wan rabûbû li îhtiyat û tedbîrê ji dest bernedidan. Ger çî wan hêvî ji hev hebû, lê qet ber bi wî niþûvî(serejêrî) ve nediçûn. Evîndariya dilan her çendî ji heddê der bû jî hidûdê wan zerafetan kember bû18.
Jêrenotên tekstê:
1Ey mustemi'ê mesal û teswîl
Wey muctehidê qiyas û te'wîl
Xanî ku ji camê
iþqê dîn bû
ew þoreþerab-i pê þîrîn bû
ew çend-î
vexwar ewê nehiþyar
agahî nema ewî ji guftar
Mestane ye ew bi kêfê
me'mûr
Dîwane ye ew, bi urfê mazûr
Mexmûr e û
badenoþ û serxweþ
Lew badefiroþ e û muþewweþ
Herçî ku
dibêjitin hewa ye
Ger guh bidinê, newayê nay e
Ew ney ne helal û
ne heram e
Bêperde ye lê ne bêmeqam e
Kurdî, Erebî,
Derî û Tazî
terkîb-i kirin bi hezl û bazî
Hindek ji fesaneê
di Bohtan
Hindek di bahane, hin di buhtan
Bohtî û Mihemmedî
û Silîvî
hin lal û hinek ji zêr û zîvî
Xermuhre û morik
û mirarî
hindek di þefaf û hin di tarî
tersî'i kirin wekî
biçûkan
înane bi qeyserî û sûkan
Hin qisse û hin
ji wan mîsal in
Hindek di heram û hin helal in
Her qisse ji hîsse
behremend in
Her emsîle, ger bizanî, pend in
Lêkin wî
xerez ji guft û goyê
Meqsûd-i ji hinde cust û coyê
zahirkirina cemala iþq
e
sabitkirina kemalê iþq e
2Di beþekî
de Zîn xîtabî Mîr dike û wiha dibêje:
Hetta ku nebû ji dev te îqrar
ew mayî di hebsê ten girîftar
teþbîhê
Memê melûl û mehbûs
bo hivzê riza û nav û namûs
ew lew nediçû
heta ve îro
mabû li jivaniya te gîro
3Rabe here zû,
bibêje Tacdîn
Ger dê te Sitî bivê, Memê Zîn
Mizgîn ji we ra,
me hûn qebûl în
Em jî ji we zêdetir me'lûl în
Iþqa we celew ji
me rewa ye
Mani' li me perda h'eya ye
Ew perde ji bo we ra
edîm e
Bêperdeyî bo we ra qedîm e
Xwazgîn û
wesaît û wesîle
Her çî ku ji ba we bên cemîl e
Ev renge bibêje
wan hebîban
Mecmûê mewalî yû xetîban
Hindek ji we ra bibin
ricaçî
Hindek ji me ra bibin duaçî
Belkî kiribît
Xwedê muqedder
Wesla me û we bibît muyesser
4Danayê muemmerê
kuhensal
ev renge he go jibo me ehwal
Go: Adetê pêþiyê
zemanan
ev bû li hemî cîh û mekanan:
Weqtê weku þehsiwarê
Xawer
tehwîl dikir di mahê Azer
yanî ku dihate
bircê Sersal
qet kes nedima di mesken û mal
Bîlcumle diçûne
der ji malan
hetta digihîþte pîr û kalan
Roja ku dibûye
îdê Newroz
tazîm-i ji bo dema dilefroz
sehra û çemen
dikirne mesken
beyda û demen dikirne gulþen
Xasma ezeb û keçê
di bakir
Elqisse, cewahirê di nadir
têkda di muzeyyen
û mulebbes
vêkra li teferrucê murexes
Lêkin ne bi tuhmet
û bi minnet
Belkî bi terîqê þer' û sunnet
Lewra ku ewan xerez ji
geþtê
meqsûd ji çûyina bi deþtê
Ew bû ku, çi
talib û çi metlûb
yanî du teref, muhibb û mehbûb
ev herdu celeb ku hev
bibînin
kufwê di xwe ew ji bo xwe bînin
5Rabûneve xanim
û xewatîn
wanjî tijî gul kirin besatîn
Horan kirine meskenê
xwe cennet
bê perde û bê melal û minnet
Dûþîze
û duxter û ruwalan
pakîzeîzar û zulf û xalan
etrab û kewaibê
di ezra
murdan û murahiqê di zîba
eshabê qumaþê
lutfê ruxsar
erbabê metaê husnê dîdar
wan lêk dikirin
metaê yek erz
texmîn dikirin bi tûlê wel-erz
Sewdakirê iþqê
bûn di bazar
Hem bayiê husn bûn û hem xerîdar
6Dîtin di mehelle
û zikakan
her kuçe û xurfe û þibakan
sed taze ciwan ji rengê
serwan
dîba û herîr û xez di ber wan
pansed ji keç
û kur û ruwalan
ew çende ji qismê pîr û kalan
enwaê muzekker
û muennes
hindek di berehne, hin mulebbes
hindek di ealî
û ekabîr
hindek di edanî û esaxîr
pêxwas-i hinek,
hinek di serkol
kaþo ji piyan û ser wekî hol
sermest-i hinek, hinek
di serxweþ
dembeste hinek, hinek di demkeþ
goyende hinek, hinek
di xamûþ
pûyende hinek, hinek di medhûþ
hin camederîde,
hin di serxweþ
hin aqleremîde, hin muþewweþ
hindan dikirin fîxan
û feryad
hin bûyî ji qeydê aq'lî azad
her yek di meqamekî
dîgergûn
heryek bi cefayekî cegerxûn
7Þehrî, ji
muzekker û muennes
fîlcumle muzeyyen û mulebbes
teþbîhê
bi behrê pitewmewwuc
cunbuþ dikirin, xerez teferruc
8Her bengî û
serxweþê di Bohtab
têk hatine çerx û baz û lotan
Bêrîte, sema
û saz û govend
þîrîn û þekerleb û þekerxend
ezra û ruwwal û
bikr û murdan
hor û melek û perî û wîldan
gulpîrehen û
semenqebayan
þekerdehennan û qendexayan
zêrînkemeran
û keckulahan
tal'et qemran û xetsiyahan
sîmînbeden
û semen'îzaran
sêvînzeqen û memikhinaran
ev muyamiyan û
maregêsû
ev çarîdesale, çareebrû
murdan û murahiq
û mucerred
lawê wekû xet wekî zumerred
xweçdeng-i hinek,
hinek di xweþreng
hin cergebazî û hin dîger leng
bîlcumle li rexmê
vê ecûzê
yanî li xîlafî piþtekûzê
kêjê di sivik,
kurê di lawîn
manendê Benat û mîslê Perwîn
hin daîrebend û
hin dewwar
hin sîlsîlebend û hin di seyyar
Encumsiffet, encumen,
firûzan
heft þev di temam û heft rûzan
bezma Sitîyê
û cemê Tacdîn
gêrran bi vî rengî zîb û tezyîn
9Hindî ku di þehrî
ademî bûn
têkda di lîbasê matemî bûn
Hindî ku hebûn
di þehrî meþhûr
xatûn û muxaderat û mestûr
gêsûvekirî,
bi tayê terpoþ
ser ta bi qedem hemî siyehpoþ
bême'cer û
burqe' û serendaz
reþgirtî ji bo Memê bi dilxwaz
Neyyhe û mîhreban
û Dayîn
goyende bi nale, þubhê goyîn
10Fecrê ku numaye
wan elamet
rabû di wî þehrî da qiyamet
Mêran vekirin uqqab
û bazî
Þêran dibirin piling û tazî
Derrende û adem
û behaîm
ferdek qe nema di þehrî qîm
deam û ded û
ademî û heywan
tifl û sebî, aþvan û rezvan
elqisse, qebîleya
rîcalan
fîlcumle kesek nema di malan
Bû heþregehek
li seydegahan
Þefqet nekirin li bêgunahan
11Xizan û geda
we bûne mun'em
muflis bûye zenperest û mulxem
12Bozarslan, M. Emîn; ´Roja ku di tarîtiyê de hilat; Ahmedê Xanî", Mem û Zîn, Ahmedê Xanî, Wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan Uppsala, 1995.
13Ger þêx
in û ger mela û mîr in
derwêþ û xenî û ger feqîr
in
kes nîne ne talibê
cemalê
kes nîne ne raxibê wîsalê
Hin raxibê husnê
layezal in
Hin talibê qalibê betal in
Lêkîn hemîyan
yek e yeqîn dost
ferqa ku heye ji mexzê ta post
14Iþq ayîneyê
Xwedanuma ye
Xurþîd-i sifet xwedanziya ye
Xafil mebe, ji iþqê
fîlheqîqe
ey rehrewê eqrebuterîqe
xweþ cewher e,
cinsê kîmîya ye
Qedrê wê bizan, giranbuha ye.
Teb'ê wekû
sifr û bêcela ne
qelbê we ku qelp û ya qela ne
ew cewher e wan diket
mutella
ew seyqel e wan diket mucella
Herçî ku
kesek biket îrade
ya iþq murîd e ya mirad e
Ayîneyê eks
ê bêmîsal e
gencîneê sirr ê bêzewal e
Kes nîne ji iþqê
bêeser bit
mumkin ku ji zewqê bê xeber bit
Her kes bi qiyasê
hîmmeta xwe
dê serf biket îradeta xwe
Lê ekserê
a'miyan nezan in
ya zahid û sofî û feqîh in
ew cahil û ummî
û sefîl in
bêmurþîd û rehber û delîl
in
Naçar dibin li
iþqê bayi'
neqdê xwe didin bi husnê zayi'
Hin serf dikin bi eyþê
dunya
hin pê dikirin serayê uqba
Ew her du celeb dibin
zîyankar
mehrîm dibin ji zewqê dîdar
15Þeklê ku
we dîtî, bêmeal e
Meyla we bi qismê jin muhal e
Meyla beþerî
beþer divêtin
Emma we keçan puser divêtin
16Ew kûhê
weqar û behrê mewzûn
­þqê kiribû xefîf û mecnûn
Yanî ku Memê
merîzê bedhal
Zaafê kiribû ziyade pamal
Roja ku ji þehrî
qel bi derket
Sewdaya xeyala Zîn bi serket
Bimarî bi derdê
iþqê sekran
Bê nezce merez gihîþte buhran
Bû qelqeleyek di
qelbê xemgîn
Esla nedibû di xanî teskîn
Naçarî ji
xanî ew bi derket
Ew daîye xizir bû bi ber ket
Ew Xizir çi bû
teþþewuqa dil
Ew þewq çi bû teeþuqa dil
Qelbê wî
digel wî buye baxî
Kêþan û kêþan gîhande baxî
17Zava bi edeb ku çû
ji der dan
Þem'a ku li piþt hîcab û perdan
Rabû ku ji pêþ
ve çû xeraman
Kêþa li zemîn bi naz daman
Zilfêd xwe kirine
paye endaz
Destêd xwe kirine ferqê perdaz
Dêma ku bi nûr
Beytu'l Eqsa
Qendîlê felek bi wê teîsa
Mexmûrê x'ebûq
derdê hîcran
Miþtaqê sebûh weslê canan
Ji ewwel ve li adetê
mibahî
Destê xwe dirêj kire surahî
Noþî ji surahiya
þekerleb
Noþîn qedehek ji mey lebaleb
Mexmûrî ku
defi' kir meya nab
Bihn kir gul û sunbulêd têrab
Geh nêrgiz û
lale gahî sorgul
Reyhan û binefþ e gahî sunbul
Têk têkvedidan
û têk dibestin
Hin bûse didan û hin digestin
Ew çende bi yek
ve radimûsan
Newbet nedidane hev li bûsan
Elmas û guher cebîn
û dindan
Tebdîl bûyin ni la'l û mercan
Deryayê mehebetê
we kir coþ
Dest gerden û leb bi leb hem ax'ûþ
Medhoþ bûyin
bi wê mudamê
Bêheþ we ketin ji ser qiyamê
Qadir nedibûn biken quûdê
Gêr bûn bi yek ve bo sicûdê
Tekrar ji secdeyê
ku rabûn
Ew çend bi yek ve herdu þa bûn
Þekir ji lebêd
yek revandin
Sorgul ji rûxêd yek civandin
Terkîb kirin ji
bo xwe qulqend
Tezwîc ku bûn bi yek ve dilbend
Sê roj û
þevan bi dil peyapey
Wan teþneleban vexwarin ew mey
Mustesqiyêd þerbeta
meya nab
Axir ku nebûn bi þurbê sêrab
Keyfiyeta neþeya
þerabê
Kêþane kemal istirabê
Safî ziqen û
beden þefafê
Kir meyl û mihbeta zîfafê
Sermest bi dest têk
heristin
Bû kelte û gelc û daheristin
Dem lêk piçiyan
û dem cuda bûn
Geh têkhejiyan û geh diba bûn
Dem ew dudu bûn
û gah yekbûn
Geh cot û bi yek ve gah tek bûn
Tîra ku ji acê
berhedef bû
Amac bi sefweta sedef bû
Amac ku bû mehelê
peykan
Durdane bedel kirin bimercan
Nebl hateve nesil ma
di wê da
Nesla xwe ji can û dil bi wê da
18Ew çende kelam
pêk ve gotin
Ewçende ji pêþe yekve sotin
Ew çende þekir
bi yek ve rêtin
Ew çende lebêd yek mêtin
Ew çende qedeh
bi yek ve xwarin
Ew çende qeza ji nû bijarin
Çeþm û
leb ûsîne, gerden û doþ
Ruxsar û xiqen û binagoþ
Yek yêkê
bi dil ji yek dixwestin
Hin bûse didan û hin digestin
Ew teþnelebêd
ji weslê yek têhn
Gerden dikirin li êk û dû bêhn
..............
Geh geþ dibû agirê evînê
Perwa nedima ji boyî Zînê
Herdu di wî halî
da eyanî
Bê perdesera û bê nuwanî
..................
Herdem dikirin qeza û sunnet
Ferza ku bûse ne çi minnet
Her çendî
ref'i bûn tekellif
Lêkin eviþandibûn teserrif
Ew gerçî
hebûn ji hev bi hêvî
Emma nediçûn qe wî niþîvî
hubba di dilan ji heddê
der bû
Serheddê zerafetan kemer bû