Tirkiye ne ku paqij dibe, di qirêja xwe de digevize

 

Mûrad Ciwan

Sala 1996-an li Tirkiyê bi eþkerebûn û munaqeþeya hin skandalan derbas bû û ewirên wan bêyî ku riyeke çareseriyê bibînin xwe berdidin ser sala 1997-an. Eþkerebûna «Çeteyê Sonmezan» û girtina hin endamên wan, qewimîna «qezaya trafîkê ya Susurlukê» û pê re dengvedana hevkariya polîs, mafia û siyasiyan û ya dawî gurrkirina agirê tecawuzkarî û îstîsmariya hin þêxên xwedan terîqet ên nûderketî, di çapemeniya Tirkiyê ya nivîskî û dîdarî de bê hed û hudûd pêl didin, serûbin dibin. Bi van buyeran re munaqeþeyên li ser qirêjîbûna dewlet an civaka Tirkiyê û ya siyaseta wê jî tên rojevê.

Nema kes dikare înkar bike ku li Tirkiyê hêzên ewlekarî yên dewletê, dezgeh û meqamên burokrasîyê û siyasetmend ketine nava karên xeyrê meþrû yên qirêj, çeteyên mafîya yên cuda cuda di civakê de serî hildane, (her çendîn ne hinde bi rêk û pêk, durust û demokratîk bin jî) ne ku qanûn û huqûqa heyî rêvebiriya îdareya civakê dikin, lê çeteyên mafiyayan xwedan biryarên dawî ne, wan siya xwe ya tarî bera ser buyer, guherîn, rûdan û çareserkirinên nava civakê dane. Dewlet ne ku li hemberî van çeteyan têkþînekê dide, ew bi xwe bi rê û dirbên cuda bi hevkarî an bikaranîna van, çetevaniyê dike, qetlîam û cînayetên bêserûþop li dar dixe, talanan dibe, însanan dirrevîne, fîdyê ji wan distîne, xeracê berev dike, qaçaxçîtiya çek û eroînê dike, kar û barê kerxanecîtî û qumarxanecîtiyê bi rê ve dibe. Meqam, dezgeh û îmkanên dewletê di navbera çeteyan de hatine parvekirin.

Gava meriv bala xwe bide her rojeka 1996-an, wê bibîne ku rûpel an ekranên medyaya Tirkiyê bi xeber û munaqeþên li ser buyerên wiha dagirtî ne. Tiþtê balkêþ ew e ku erê gellek munaqeþe tên kirin, li serê gellek tê nivîsîn û axaftin, lê kesên ku li ser bingeh û sedemên wan radiwestin, îþaretî dereca belavbûn û þaxvedana wan a rastîn dikin û riya çareserî û xelasiya ji van pêþniyar tînin kêm in, dengên wan nayê bihîstin, guhê raya giþtî ya civakê ne li wan e. Loma jî munaqeþe û pêdeçûn ji çerçeweyên sethî dernakevin. Sedemên rastîn ên vê qirêjîbûnê ronahiyê nabînin, rê û metodên xelasbûna ji van curm û cefayan nayên pêþkêþkirin; zelalî di merhelê de rû nade. Her ku diçe eþkerebûna buyerên qirêj pirtir dibin lê ev, aliyên qirêjbûyî pirrtir dikin ne ku civak ber bi paqijbûnê diçe. Wekî þerê gamêþan e ku di celb û çiraveka ber tava havînê de diqewime. Çawa her ku gamêþ xwe dilivînin, digevizînin û di hev didin ew qas di çamûr û çiravê dadibin, li Tirkiyê jî çend buyer eþkere dibin, dewlet bi burokrasî, dezgehên xwe yên eskerî, ewlekarî û siyasî bi aliyên xwe yên eþkere û veþartî pirrtir di pîsiyê de digevize.

Helbet gellek sedemên vê yekê hene ku awirrên gurrbûyî yên eþkerebûna bûyeran ji zelalî û paqijiya ronahiyê zêdetir, xwîn, kêm û elema curm û gunehkariyên tarîtiyê bi xwe re tîne.

Lê yek ji sedemên esasîn xwiya ye, ew e ku ji bilî grûbeka piçûk a hin ronakbîran kes doza rakirina van sûc û kirêtiyan nake. Erê xelk ji hebûna van diyardeyan bêzar bûye, lê sedem çi dibe bila bibe ne xwedan daxwaza paqijkirina dewlet û civakê ye.

Tevgereka gelêrî ya xwedan alternatîf ku bi plan û projeya xwe li hember vê rewþê raweste, ji bo guhertinan têkoþîn bide nîne. Xelk bi xwe jî ne li pey daxwazek wiha ye, ne guh û ne jî mil dide daxwaz û tevgereka wiha.

Yên behsa qirêjiyê dikin û xwedêgiravî li hember qirêjiyên civakê radiwestin, beþek in ji vê merheleya qirêj, bi rastî ew naçin ser hebûna rastîn a vê sîstemê, sedemên qirêjiyên sîstemê destnîþan nakin, perçe perçe kujên curman derdixin. Bi vê yekê tenê daxwaza wan ew e ku ne ku vê sîstemê, lê hin raqibên xwe yên siyasî yên vê sîstemê pûç bikin û têkevin þûna wan, ew berjewendî û îmkanên ku îro di destê raqibên wan de ne, ew bi xwe bidest xin.

Serokkomar jî tê de serokatiya dewletê, her tiþtî dike ku munaqeþe û lecên heyî di çarçewa reqabeta siyasî ya ser hukum a navbera hêzên sîstemê de bimîne; ji bo xweparastina li ber çavê raya giþtî ya hundur û derva bes çend kes an grûbên çetên piçûk bên cezakirin. Demirel bi xwe di serê vê sîstemqirêjiyê de ye û bi her aweyî muhawele dike ku rê li ber guhertinên demokratîk û huqûqî yên eþkere venebin. Civîna bilind a ku li navbera serokên partiyên parlamentoyê hat li darxistin diyar e ku hudûdê vê munaqeþê û «hesabpirsînê» kêþa ku rê li ber eþkerekirina serok û berpirsiyarên van curman bê girtin, çete û dezgeyên kontrgerîllayî yên ji bal dewletê ve lidarxistî neyên hilweþandin.

Çerr ne di navbera hêzên riziyayî û yên nû yên hemdem de ye. Li aliyekî ANAP e li gel wê DSP û CHP ne, li aliyê din DYP û REFAH e, piçekî li dawiyê jî BBP û MHP ne. Li aliyekî baskê MITê ye ku li piþt çeteyên Sonmezan û yên wek wan e, li aliyê din serokên teþkîlata polîsa ne ku hamî û þirîkên çeteyên wekî yên Abdullah Çatlî ne. Herdu alî jî qatil in, xwînrêj in, qaçaxçî û talanker in, her du alî jî ji bal dewletê ve hatine lidar xistin û bi dizî û xeyrî þer¼î ketine nava cînayet û sûîkastan, qaçaxçîtiya sîleh û eroînê, qumarxanecîtî û kerxanecîtî kirine. Ne ku hesabên cînayet û sûîkastan ji hev dipirsin, lê li ser parvekirina bi milyaran dolarên ji destqirêjîyê peydabûyî li hev nakin.

Siyasîyen jî, li aliyekî nasytonalîst û muhafezekarên kevneperest in, li alîyekî bi çep û rastên xwe kemalîstên despotîk û dîktatorîxwazên ji demokrasîyê bênesîb in û li aliyê din jî dînbikarhênerên xwedan fikrên qirnê navîn in. Hersê alî hucûmî hev dikin, bêyî ku doza demokrasîyê, ya mafên însanan, a heq û edaletê were holê. Li wê ecêbê binêrin ku hêzên herî demokrasîxwaz jî tecawuzkariya hin þêx û mirîdan a li hemberî keçên xama û cubelixwekirin û zikirkirina wan dixin kefeyekê û qasî hev gunehbar dikin.Çaþîtî û rastî têkilhev dibin, terr û hiþk bi hev re tên sohtin. Bi navê parastina mafên jinan û heq û hiqûq bêperwatiya polîs û mehkeman di meselên zikr û qiyafetan de di mesela xweparastina huqûqî de tê xelatkirin.

Xwiya ye li Tirkiyê ew hêz û tevgerr tuneye ku rabe bibêje, «ka rawestin efendîno! Hûn meselan serobin û têkilhev dikin, hûn terr û hiþkan bi hev re disojînin. Ji bo gunehbarkirin û jiholêrakirina tecawuzkariya li hemberî jinan çi bi navê dîn, mezheb an terîqetan be çi jî di riya pere û bazirganiyê re be «na»lê te çi ji þaþik û cubbe û zikran e, te çi ji çarþef û serpûþan e? Çima wê hin însan nikaribin bi qiyafetên ku ew pê xweþ in dernekevin hemberî mahkeman, çima wê her kes nikaribe bi îradeya xwe ya serbest (bêyî ku zerarê bide yekî din) çawa dixwaze bi wî awayî li xwe ke, îbadet bike, bifikire û bijî?»

Xwiya ye cardin ew hêz û tevger tuneye ku rabe bibêje «ey Demirel tu çawa dikarî bibêjî ku kê sûc kiriye herin wî, lê guman û þikê nexin ser dewlet û sîstemê». Ma berî her tiþtî ne wezîfa dewletê ye ku xwe ji curm û gunehkariyan paqij bike û bi kar û tevgera xwe, xwe li ber çavê hemwelatiyan paqij bike, baweriya wan a bi xwe tesîs bike. Bi temirandinê, hudûdkêþanê û bincilkirinê þik û gûman ranabin, pirrtir dibin.» Tuneye çimkî millet daxwazek wiha nake, millet ne di zanîn û hiþyariya hesabpirsîneka wiha de ye. Heta millet negihîje merhela telebkariyeka wiha tevgerreka wiha jî wê nikaribe bibe hêzeka alternatîf û bi van daxwazan serî hilde û bigîje hêza guhertina civak û sîstemê.


VEGERE:
Nivîsarên Kurdî