Welatekî tengijî

Mûrad Ciwan

Van çend salên dawîn, gava meriv bala xwe dide civaka Tirkiyê, hisseke welê li meriv peyda dibe ku meriv dibêje qey civak ji her aliyî ve di rewþa tarîtirîn û bêhêvîtirîn a dîroka xwe de ye. Esas ku meriv li dîroka guherînên Tirkiyê vedigere, tu dewr naxuyê ku bi rengînî, nûbûn û lez û beziya xwe, bi pêþkêþkirina berhemên xwe heyecaneke mezin dabe mirovî. Lê xwiya ye, dinya çend di guherîn û nuhbûnên xwe de dewlemendtir, piralîtir, kûrtir û zûtir dibe, mesafa navbera derenceka Tirkiyê û ya vê dinya xwenuhker firehtir dibe. Rojên îroyîn yên Tirkiyê jî, ji ber vê yekê li ber çavên mirovî ji demên xwe yên buhurî jî tarîtir dixuyê. Belkî jî dinya îroyîn çêtir firsendan dide mirovî da meriv rastiyên Tirkiyê zelaltir bibîne, loma jî manzare tarîtir û bêhêvîtir dixuyê.

Diyarbûna wê ji ber çi sedemî dibe bila bibe, rastî ew e ku Tirkiye pêrgiyî tengijînek seranser buye, hem jî bi hemî birînên xwe yên azirî, bi hemî pirsgirêkên xwe yên çaresernekirî, bi hemî qirêj û sûcdariyên xwe yên ji însaniyet û medeniyetê bêpar tengijiye. Ne çu liv, ne çu guherîn ne jî çu ronahî jê xwiya dibe. Dev ji çareserkirina Kurdî bi her awayî hatiye berdan. Kurd li hemberê xwe ji kuþtin, talan, wêrankirin, koçbarî, bêkarî, bêmalî, û perîþaniyê pêþtir tu tiþtî nabînin. A xerab, ev rewþa han ji alî piraniya civaka Tirk, wekî tiþtekî pir tebîî, wekî tîþtekî gellek rewayî Kurdan tê dîtin.

Guhertinên ciddî yên berbiçav, ji bo civaka Tirk bi xwe jî ne li meydanê ne. Bi zor û zixta derva be jî guherînên ber bi nermbûn û hêsabûna rewþa siyasî, ber bi maf û azadiyên însanî, ber bi demokrasiyê ve nayên dîtin. Guhertinên ku li ser Qanûna Esasî xwedêgiravî dihatin çêkirin, tevî ku tu qezenceke berbiçav ji bo piraniya civaka Tirkiyê nedianîn jî, bi bêmarîfetî û bêînsaniyetîya siyasetmendan, ketin rewþeke welê ku bûn musteheqê pêkenînê.

Ji hemwelatiyê sade bigre heta serokkomar, herkes jî baþ pê dizane ku li vî welatî, rewþeke qirêj a elemgirtî, bi hemî çerx û dezgeyên xwe li dar e û karên ku bi navê guhertina vê rewþê tên kirin ji sedî not riyakarî ne. Hevsarê îdarekirina welêt di destê kes û der û dorên welê de ye ku ev xwîna xwe, xureka jiyana xwe ji vê rewþa elemgirtî ya azirî distînin û yên ku dibêjin em ê guhertinan di vî welatî de çêkin ev kes û der û dor bi xwe ne.

Serokwezîra vî welatî, eþkere li ber çavê hemû dinyayê derewên herî mezin dike, lê ew cardin jî weka însaneka herî muteber tê hesêbkirin. Serokkomarê vî welatî gava meriv li tarîxa wî temaþe dike, xwiya ye ku ji alî siyasî û medenî ve însanekî herî tirsonek û riyakar e, di jiyana xwe de herî pirtir tawîz dane dijminên demokrasiyê diktatorên leþkerî, di roja herî lazim de piþta xwe daye demokrasiyê, bi navê ciddiyet, pîrozî û îhtîrama dewletê, çok li ber dîktatoran vedaye, biryarên herî qirêj daye, ev kes ji bal xwedêgiravî pêþkeftî û ronakbîran însanekî demokrat û xwedan rûmet tê nasandin. Partiya ku bi navê sosyaldemokratiyê li kar e bûye hêlîna talankerên karên mutehîdî û îhaleyan. Mafîya bûye þirîkê dewletê.

Ya ji vê manzareyê xerabtir, tu ronahî xwiya nake, ka gelo wê kîngê serê rûdan û diyardeyên xelasbûna ji vê rewþa tarî xwe berçav bikin.

Di vî welatî de rewþeka ecêb a balkêþ çêbûye. Di civakê de piraniyek nîne ku guhertinakê ber bi xelasiya ji van pîsî û qirêjan bixwaze. Ji civakê hin ji xwe ew kes in ku xureka jiyana wan ji vê rewþê ye, loma jî ew ji halê xwe memnûn in û di civakê de ne hindik in jî. Piþt re hin hene ku berjewendiyên wan ne raste rast di vê sîstemê de bin jî bi tarîx û kultura xwe ya þovenîstî ku bingehê wê cahilî û barbarî ye, bi bîr û baweriyên xwe yên despotî û bi xapiyana xwe ya ji nutqên "watan, millet sakarya", "dîn, îman û Tirkîtî" peyrewên vê sîstemê ne, xwîn û can didinê. Ew jî ne hindik in. Me got cahil in, lê ew bi xwe di hemû tebeqên civakê de tên dîtin; sermiyandar in, kirêkar û sendikayên wan in, piraniya burokrata ne, heta piraniya wan kesa ne ku ji wan re ronakbîr û alim tên gotin. Dîsa di civakê de qismek hene ku hîn ji vê çerxa îroyîn jî ne razî ne, yeka jê zalim û zordartir dixwazin. Xebera ji parlamento, partiyên siyasî û siyasetmendan re didin û dixwazin ku esker îdara welêt têxin destên xwe û bi darê zorê bimeþînin. Ew jî ne kêm in.

Hin jî hene ji vê rewþa bêhedan ne razî ne, lê ji tirsa ku wê di nava civakê de û li ber çavê dewletê xayin û sûcdar bên îlankirin dengê xwe dernaxin, heta carna dikevin dûvika govenda îroyin, xwe bi govendgêrran re dihejînin jî. Ev jî têra xwe hene.

Hin hene ku giraniya çerxa vê sîstemê , bêkarî, birçîbûnî, bêmalî, zulm, zor û gaîlên jiyana rojane ew gêj kirine, ne taqeta wan, ne weqtê wan, ne jî firsenda wan çêdibe ku bal û dîna xwe bidin gerra vê çerxa qirrêj. Ev jî di civakê de gelek in.

Yên ku hay ji rewþê hene, hem kêm in, hem jî bêtaqet û bêîmkan in. Nikarin dengê xwe bigihînin piraniya civakê, ji xwe piraniya civakê dengê wan nabe xwe jî û belkî ji wan fêhm jî nake.

Carna hin deng jî derdikevin ku hêvî ji qehreman an mêrxasekî wekî "sawciyê Italî" dikin ku were, bi durustî, mêrxasî, huner û zanyariya xwe vê rewþa qirêj a elemgirtî bimale, ji reh û rîþê verêje û deriyê ronahiyê bide veke.

Gelo mêrxasekî wiha wê karibe li Tirkiyê rabe. Qasî ku diyar e, ne wiha hêsan e, jiyana rastîn wekî menqibeya Xocê Xizir nabe. Em dibînin carnan hin lawên bavan radibin, bi vî aliyî wî aliyî de gefa dixwin, behsa heq, edalet, wekhevî û însaniyetê dikin, lê piþtî demekê wê çerxa dewletê û civaka Tirk wan wek xeratekî vedikolin, dibirin, dixeritînin, diþikilînin û gav bi gav dikin wekî xwe.

Diyar e ji bo ku mêrxasek karibe derkeve, berî her tiþtî divê di civakê de, li derveyî hêza dewletê û hêzên desteyên serdest, di nava civaka sivîl de hêzên mêrxas ên ku rastiya welêt dibînin û xwedî lê derdikevin peyda bibin.

Mîsala herî berbiçav di vê babetê de pirsa Kurdî ye: Di rastiyê de dewleta Tirk îro bi hemî çerx, dezge, wasite û serweta xwe ne ku þerê dewletekê an ê hin dewletan dike, berê xwe daye hemwelatînî xwe ku bi esil Kurd in û bes doza maf û azadiyên xwe yên millî û însanî dikin, doza tiþtinî gellek tebîî dikin ku tu carê wê zerarê nedin Tirkiyê, bileks wê Tirkiyê ji îro gelekî xurttir bikin. Nîvê pirtir ê butça Tirkiyê ya salane li vî þerî diçe. Bi milyaran dolarên ku ji derve tên deynkirin li vî þerî tên serfkirin. Ji ber þer, gellek îstîsmarên(yatirimên) îndustrî û zîraî nayên kirin. Kurdistan wêran bûye, jiyana aborî felc bûye, sirgûn û koçbariyê, talan û sohtinê Kurdistan kiriye kavil û wêran û pê re jî bar û mesrefeke giran xistiye ser piþta Anadoluyê û metropolan. Ji ber þer û sabotajan Tirkiye, salê 3-4 milyar dolaran ji Turîzmê wenda dike. Heke ne ji vî þerî buya, yan jî þer bihataya rawestandin û pirsa Kurdi bi awayekî aþtîxwazî têketaya riya çareseriyê, Kurdistan hinde wêran nedibû, îndustrî, tîcaret, turîzm û zîraetê hinde zerar nedikir û di ser re ji ev mesrefên ku li þerî tên kirin wê ji bo van waran bihata bikaranîn. Hem wê aboriya Tirkiyê gellek bipêþketaya, hem bi milyonan kesên bêkar wê bibûna xwedan kar, birçîtî û belengaziya ku îro heye wê ne di vê hedda bêhedan de bûya, jiyana civakê wê ji îro gelekî hêsatir bûya.

Tevî vê jî heta îro meriv wê zanyarî û mêrxasiyê di sermiyandaran, di tucar û gundiyan, di xwedan tesîsên turîzmê de û di sendîkayên kirêkaran de nabîne ku bibêjin, ev þer divê derhal raweste, û mesrefa ku li vî þerê qirêj tê kirin derhal bê birrîn û ji dêlvê ve li warên îndustrî, avadanî, tîcarî, turîzmê, kultur, tendurustî û xizmetên civakî yên din bê kirin da hem bibe çavkaniya pêþveçûn û dewlemendiya welêt, hem jî rê li ber kar û bar û hêsabûna jiyana li welêt veke. Hetta tebeqeyên civakê yên sivîl, ji sermiyandaran hetta kirêkaran, ji gundiyan hetta unîversîtan û alim û ronakbîran bi samîmîyet û mêrxasî bi van daxwazan ranebin, wê tu hêzên siyasî yên mêrxas û zana jî zû bi zû ranebin, heke rabin jî zû bi zû wê bi ser nekevin.


VEGERE:
Nivîsarên Kurdî