Sîstema navnetewî ya nuh û pirsa kurdî
(Ev
axaftinek e ku di 5/6/1999-ê d
li Norvecê li Stavangelê
di konferansa li ser pirsa kurdî de
hatiye kirin.)
Mêvan û beþdarên
hêja.
Ez sipasî berpirsiyarên Komeleya Demokratên
Kurd a li Rogalandê dikim ku civîneka wiha amade kirine
û ev firsend dane me da em li ser hin aliyên pirsa
kurdî guftûgoyê bikin. Hêvîdar im
ku civîn fêdeyekê bigihîne minaqeþeyên
li ser pirsa kurdî.
Di vê demê de ku ji bo min hatiye veqetandin, ez ê
li ser guhertinên nû yên ser ruyê erdê
û tesîra wan a li ser pirsgirêka kurdî
rawestim. Gelo prosesa globalîzebûnê û
serdestbûna pergala nuh a dinyayê, çi tesîrê
li ser pirsa kurdî dikin?
Ez dixwazim bi sê bûyeran têkevim nava pirsê.
Bûyera yekê:
Sala 1975-an. Li Kurdistana Iraqê, ji bo ku dîktatorên
Iraqê peymana 11-ê Adarê a otonomiyê bicîh
neanîne kurd careka din derketine serê çiyan.
Vê carê belkî jî di tarîxê
de cara yekê ye kurdan alîkarî ji hin dewletên
mezin jî girtine. Îran û di riya wê re
Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê
alîkariyê didin kurdan. Kurd hê di þerekî
germ de ne, buyerek diqewime ku her tiþtî serûbin
dike, qedera milletê kurd diguhere. Îran û Îraq
li Cezayîrê li hev dikin. Þahê Îranê,
zû bi zû ba Mistefa Barzanî dike, xeberê
didiyê ku Îran û Amerîka îdî
nema karin alîkariya kurdan bikin. Kurd îdî
nema dikarin di þerê xwe de erda Îranê
û îmkanên wê yên din bi kar bînin.
Heke ew derhal þer rawestînin ew dikarin li Îranê
wekî penaber xwe bisitrînin, lê ku biryara berdewamkirina
þer bidin, li gora peymana Cezayirê divê ew
derhal erda Îranê bicîh bihêlin. Þah
bi qerar e. Barzanî bala xwe didiyê ku ji her awe
alîkariyê bêpar mane: Îran nema li wan
dibe war û sitar. Li hemberî wan Îraqeka xurt
a bi piþgiriya hemû dewletên ereb, Yekîtiya
Sovyetan di serî de tevayiya kampa sosyalîst û
gellek welatên Awrûpayê heye. Li aliyê
din Tirkiye û Sûriye, yanî ji çar alîyan
ve dijminan dor li wan girtiye. Berzanî fahm dike ku tu
war û sitar ji kurdan re nemaye. Di cî de biryara
rawestandina þer digire, þerekî çekdarî
yê milletekî di navbera çend hefteyan de diþikê,
belav dibe. Mistefa Barzanî berê diçe li Îranê,
paþê jî li Amerîkayê bicîh
dibe. Gava li wê derê wefat dike belkî jî
di dinyayê de tu dostekî wî jî nîne.
Li br çavê me hinan Berzanî xayin e, hevkarê
emperyalîzmê ye.
Bûyera duduyan:
Sala 1982-yê. Îsrîl hicûm dike Libnanê,
di navbera çend rojan de baþûrê welêt
îþgal dike, tê, Beyrûdê dixe nava
hesarê. Filistînî bi hezîmetekê
vekiþiyane, Yasar Arafat jî tê de, serokatî
li Beyrûdê asê bûye nikare tev bilive.
Lê ji 20-î zêdetir dewletên ereb, welatên
sosyalîst, yên Awrûpî, dewletên
misilman û nemisilman ên dostên ereban bi wan
re ne. Her yek ji aliyekî de bi Îsraîlê
re mihawele dike ku hesarê rake. Heta Amerîka bixwe
jî, ji bo vê gellekî kar dike. Piþtî
çend rojan Îsraîl qayil dibe ku filistînî
mal û buroyên xwe hildin û ji Beyrûdê
derkevin. Tunusê cih daye ku merkezên xwe li wirê
ava bikin. Hin dezgeh, kadro û muessesyên wan ên
din jî wê biçin hin welatên ereb ên
din. Deriyê lîmana Beyrûdê ji wan re vedibe,
Arefat û maiyeta xwe, bi îþaretên zaverê
dikevin gemiyan. Arafat pesnê xwe dide ku çawa bi
rojan li hemberî sîyonîzmê li ber xwe
dane. Em hemî wan qehreman îlan dikin. Diçin
ji Tûnisê bi alîkariya 20 dewletên ereb,
kampa sosyalîst, welatên Awrûpayê û
gellekên din têkoþîna xwe berdewam dikin,
îro waye dewleta xwe datînin.
Bûyera sisêyan:
Payiza 1998-ê. Tirkiye alarmê dide ordiya xwe, hin
yekîneyên leþkerî bi tank û topan
dikêþe ser hidûdê Sûriyê û
ultîmatomekê didiyê ku derhal Öcalan teslîm
bike û her awe piþtgiriyê ji PKKê bibire.
Dîktatorên Sûriyê dikevin nava panîkê,
dawe li Öcalan dikin ku derhal ji Sûriyê derkeve.
Abdullah Öcalan dixwaze xwe bigihîne Yunanîstanê,
Yunan wî red dikin, bi dizî diçe Rûsyayê,
lê Rûsya jî wî diqewirîne. Tê,
îltîcayî Îtalyayê dike, Tirkiye
bi alîkariya Amerîkayê, Îsraîlê
û gellek dostên xwe yên Awrûpayî
daxwaza teslîmkirina wî dike. Huqûqa îtalî,
hiqûq û peymanên navnetewî, raya giþtî
yademokratîk a Awrûpayê rê nadin ku Îtalya
Öcalanî teslîmî Tirkiyê bikin, lê
pirr eþkere ye ku ew li Îtalyayê nayê
xwestin. Hukumeta îtalî muhawele dike ku ew ji Îtalyayê
derkeve. Çi dibe, çi diqewime em hîn zêde
nizanin, lê Öcalan fahm dike ku hukumeta îtalî
piþtgiriya siyasî nadiyê, heke li Îtalyayê
bimîne wê derkeve hemberî mahkemê. Ew,
wê cesareta ku derkeve hemberê mahkemên îtalî
di xwe de nabîne û rojekê xwedêgiravî
bi daxwaza dilê xwe Îtalya bicîh dihêle.
Bi rojan teyara wî li ser asîmanên welatên
Awrûpayê difire, lê tu welat wî nahewîne.
Gava serê wî li Kenyayê xwiya dibe ew êsîr
e. Amerîka, Îsraîl, Kenya û Yunanîstan
wekî gangsteran wî digrin didin nava lepên Tirkiyê.
T irkiye wî dest û çavgirtî tîne
dixe Îmraliyê. Wekî qatilê 30 hezar kesan
tê sûcdarkirin û cezayê îdamê
ji bo wî tê xwestin. Tiþtek ji bo me jî,
ji bo Öcalan jî gellek zelal e. Ew li Îmraliyê
tenê ye, di dinyayê de tu dostekî wî nîn
e. Mehkema li hemberî wî wekî þoveka siyasî
ya tirkan dest pê kir. Ji ber ku hêvî û
baweriya Öcalan bi kesî nemaye, wekî nêçîra
xwe bavêje bextê nêçîrvan, ew jî
hêviya dawîn ji qesabên tirk dike.
Ev her sê bûyer nîþan didin ku ji du sed
salan vir de ye, cesaret û zîrekiya kurdan, ya serok,
zana û ronakbîrên wan, ji yên milletên
Rojhilata Navîn û yên Afrîkayê ne
kêmtir bûye, kurdan jî bi qasî wan li
ber xwe dane, lê rewþa navnetewî û sûstema
heyî rê nedaye ku kurd bi qasî wan serkeftî
bin û bigihên azadiya xwe.
Ev hersê bûyer her wiha eþkere dikin ku pirsa
kurdî bi xusûsiyetên xwe ne wekî tu pirsên
millî yên milletên din e. Ew, yek ji wan dijwartirîn
pirsên ser ruyê erdê ye. Pirsa kurdî,
konflîkteka navnetewî ye. Terefên konflîktê
bi awayekî welê rêz bûne ku bi her awayî
bend û astengên mezin derdixin pêþiya
çareserkirina wê.
Aliyekî konflîktê kurd in, ku ji demên
tarîxî de, welatê wan di navbera dewletên
mezin de hatiye perçekirin, loma jî ew perçe
bûne.Di sedsala 19-an de di navbera du dewletên mezin;
Osmanî û Îraniyan de parve bûbûn.
Carina her yerkê ji aliyê xwe de, carna jî bi
hevre li kurdan dixist. Wê demê Brîtanîya,
Fransa, Rûsya, Almanya û Amerîkayê jî
li herêmê siyaset dikirin. Lê tu carê
ne li piþta kurdan bûn, li hemberî kurdan ya
alîkariya Îranî û Osmaniyan dikirin,
yan jî ya milletên xeyrî muslum ên wekî
ermenî, asûrî, suryanî, keldanî
û rûman dikirin. Kurdan tu carê rê û
firsend nedîtin ku karibin bigihîjin ronahî
û azadiyê. Her ku livek li ser erda kurdan çêbû,
ew wêran, bêtaqet û perîþan bûn.
Destpêka sedsala 20-ê, peymanên navnetewî
yên piþtî þerê cîhanê
yê yekê guhertineka ber bi baþiyê de bi
ser rewþa kurdan de neanî. Bi eksê wê,
welatê wan vê carê di navbera çar dewletan
de perçe bû. Awrûpiyan, ermenî, suryanî
asûrî û rum firotin, bi temamî xwe dan
aliyê Tirkiyê, Îranê û dewletên
ereb.
Ji þerê yekê û vir de, di pirsa kurdan
de terefê kurd ji alî cografî û jeopolîtîkî
bûne çar perçe. Terefê din ê rasterast
ê konflîktê ne yek, lê çar dewlet
in; Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye. Û
ew ne tenê ne, Li piþta Tirkiyê NATO, tifaqa
welatên rojava, dewletên tirknîjad ên
Asya û Kafkasyayê û gellek welatên misilman
û ne misilman ên din. Li piþta Sûriye
û Îraqê 20 dewletên ereb, dost û
mitefikên wan, li piþta Îranê gellek dewletên
misilman û ne misilman û mitefikên wan hene.
Berê Yekîtiya Sovyet, Çîn û hemû
kampa sosyalîst ji ber Îraq û Sûriyê
li hemberî doza kurdan bûn. Îro Rûsya,
Çîn û dewletên bermayîyên
kampa sosyalîst ji bo têkiliyên xwe yên
li gel her çar dewletan û mittefik û dostên
wan, li hemberî doza kurdî ne. Di dinyayê de
tu dewlet nîne ku berjewendiyên xwe di piþtgiriya
pirsa kurdî de bibîne. Bi eksê wê, dewletên
weka Kibris, Yunanîstan, Ermenîstan û Îsraîl
jî tê de herkes menfeeta xwe di wê yekê
de dibîne ku li dijî pirsa kurdî be, têkoþîna
gelê kurd bifroþe, ji xwe re wekî kart bikar
bîne. Di halê herî baþ de, dewleta herî
xêrxwaza kurdan ew e ku xwe ji pirsa kurdan dûr dixe,
bêdeng dimîne. Em hemî jî dizanin ku mîzana
(balansa) siyaseta dewletan bi teraziya berjewendiyan tê
lidarxistin. Kîjan dewlet dibe bila bibe, gava bi teraziya
xwe berjewendîyên rojhilata navîn diwezinîne
ew kefeya kurd tê de ne her car sivik tê.
Ev rewþ nîþan dide ku kurd nikarin baweriya
xwe bi tu dewletê bînin, çiqas perçebûyî
bin jî tenê baweriyê dikarin bi xwe û
bi wîjdan û raya giþtî ya demokratîk
a civakên sivîl ên ser ruyê erdê
bînin. Di vir de para wîjdan û raya civakên
sivîl ên tirk, faris û ereb jî hene, lê
em dizanin ku ev welat çend ji demokrasiyê, ji raya
giþtî ya demokratîk bêpar in, xêra
ku ji wan were çend piçûk e.
Di rewþeka wiha de, seranserî dîroka têkoþîna
gelê kurd di navbera du stratejiyên alternatîf
de biserneketî û bêçare maye.
Stratejî yek ew buye ku wekî piraniya milletên
cîhanê, kurd ji wan welatên ku ew bindest kirine
veqetin, dewleteka serbixwe deynin. Ji ber rewþa dinyayê
ya ku me li jorê diyar kir, ev firsend tu carê li
ber kurdan peyde nebuye û qasî ku dixuyê di
demeka xwiyayî ya pêþiya me de wê peyde
jî nebe. Milletekî ku ji çar alîyan
ji bal dijminan ve hatiye muhasere kirin, di dinyayê de
bi tena xwe ye, tu dewlet nîne ku destê xwe dirêjî
wî bike û di ser re jî hemû dewlet li
alî vî an wî dijminê wî ne, hema
hema ne mumkun e ku ew millet di hedefa dewleteka serbixwe de
bi ser keve.
Stratejiya dudyê jî ew e ku kurd, di çarçeweya
wan dewletên ku ew bindest kirine mafekî federalî
yan otonomîyê bi dest xin. Ev yek jî heta niha
ji ber hin sedeman bi ser neketiye. Sedemê yekê ew
e ku ev welat ji demokrasiyê, ji trdîsyonên
dewlet û civakên modern ên demokratîk
bêpar in. Mafên ku statuyeka federal an ya otonom
didin milletekî, hiþk bestî ne bi maf û
azadiyên demokratîk ve, xusûsiyetinî demokrasiyê
ne. Welatê ku demokrasî lê tunebe statuyên
otonom an federal nikarin xwe biparêzin û geþ
bibin. Tim dibin sedemên konflîktên millî,
pevçûn û bêîstîkrariyê,
di encamê de hêzên dewleta serdest wan mafan
binpê dikin. Tecrubeyên Kurdistana Îraqê
yên heta niha vê rastiyê diyar dikin.
Sedemekî din jî ew rewþ û balansa cîhanê
ye ku li van welatan her çendîn demokrasî tunebe
jî rê nade li gora qeweta millet û unsurên
wê dewletê kurd jî li ser esasên parvekirina
statuyên etnîkî, di beþdarbûna dewletê
de bibin xwediyê parekê. Ji bo ku kurd tenê
ne, tu carê ew quwet li piþt xwe nedîtine ku
karibin pê ji bo parvekirina desthilata li ser dewletê
xwe li ser tirk, faris an ereban ferz bikin. Ew hemî caran
di konflîktên nava dewletê de zeîf û
jartirîn teref mane, terefên din bi saya hemû
alîkariya navnetewî ew pelixandine.
Ev statuya kurdan a bindestîyê heta îro ji ber
aweyê avabûna dewletên civaka îndustriyê
hebûna xwe berdewam dike. Piþtî civakên
derebegî bi rûdana dewletên "millî"
ên civaka îndustriyê, xusîsiyetên
avabûna dewletên vê civakê ji bo milletên
piçûk, bûn zîndanên gelan. Milletên
xwedan desthilat, wekî zirxên tankan hudûd li
dora erdên dewleta xwe kêþan, ordiyên
mezin dan ber van hudûdan, ji bo çûn û
hatina mal û sermiyan û seyehetê gumruk ava
kirin, bac û xerac danîn. Dewlemendiyên welêt
ên di destê biyaniyan de ji wan sitendin, hin xistin
bin milkiyeta dewletê û hin dan hemwelatiyên
xwe. Hetta hinên girîng ji hemwelatiyên xwe
jî wergirtin û kirin malên dewletê. Tarîx
nîþan dide ku li hemberê burjuwaziya ermenî,
rûm an yahûdî dewleta tirk mil da burjuwaziya
tirk, îmkan, mal, milk û sermiyanên wan ji wan
stendin, dan burjuwaziya tirk. Sûriyê erd ji kurdan
girt, kir malê dewletê yan da ereban. Piraniya petrola
Îran û ya Îraqê ku hatiye mîllîkirin
û mîrîkirin malê kurdan e ku Seddam hempayên
xwe jê dixwin. Îran jî her wisa. Mesela millîkirin
û mîrîkirina(devletleþtirme) petrolê,
av, çem, gol û daristanan, ya madenên bin erdê
û hwd ku wekî gellek welatan li Îran, Îraq,
Sûriye û Tirkiyê pêk hatin petrol, maden,
çem, daristan û axa kurdan ji wan stendin dan dewletê;
yanî xistin bin milkiyet û îstîfadeya
milletên serdest; ereb, faris û tirkan. Kurd di warê
aborî de bêhêz ketin, millîkirin û
mîrîkirana dewlemendiyan a di hundurê van dewletan
de tu refah û serbestî ji bo kurdan neanî, bi
eksê wê zincîra esaretê ya dora hustuyê
wan stûrtir kir.
Awayê avakirina dewletên burokratîk ên
merkezî yên unîter, bûn awayê piraniya
van dewletan. Hukmê siyasî, carinan jî(wekî
li Tirkiyê, Îraqê û Sûriywyê)
yê siyasî-eskerî, hegemoniya xwe li ser muessesên
dewletê û li ser civaka sivîl danî, paytext
bi berpirsiyarî û fermanan hat çekdarkirin
ku hukmên herêman qels bûn, îdare bi her
awayî ji paytextan hatin meþandin. Di nava van dewletan
de, gellek grûb an sub-grûbên etnîkî,
yên millî, dînî, mezhebî an kulturî
hatin înkarkirin an îhmalkirin. Di halê herî
baþ û niyetçak de ji bo ''yekîtî,
hebûn û xwediyarkirina millî'' an berjewendiyên
millî, ev xusûsiyetên sub-grûbî
hat xwestin ku bên rakirin. Mafên wan ji wan hatin
stendin an înkarkirin, zor û neheqî li wan hat
kirin. Ew li ber yekîtiya millî wekî bend hatin
nîþandan. Vê yekê rê da ku bi navê
hebûn û yekîtiya millî an suverînîteya
dewleta millî, hin millet an eqaliyetên din hatin
bindestkirin. Heke em rewþa kurdan a li her çar perçan
bidin ber çavê xwe em ê bibîr bînin
ku li ser navê yekîtiya milî, berjewendiyên
milî li hemberî emperyalîzmê an komunîzmê
ew çawa hatin înkarkirin û dîskrîmînekirin,
bi çi çavekî neyarane li wan hat nihêrtin.
Ev taybetiyên sîstema civaka îndustriyê
ya navnetewî û bi awayekî formgirtina wan di
çarçewa têkiliyên navbera dewletan de,
balansa ku li herêmê diçû dihat, bi tu
awayî riyeka ronahiyê û kanaleka bîhnvedanê
li ber kurdan venekir. Kurdan ne serbixwe yî ne jî
otonomî bidest xistin. Di rewþa me ya îro de
jî, hîn ev pergal (mîzan) li ser hukum e. Hê
bêçaretiya kurdan berdewam e.
Lê sîstema ku nuh dest pê kiriye, ya ku cih
ji civaka îndustriyê distîne û xwe li
seranserî dinyayê bicîh dike, yanî civaka
agahdariyê, qonaxa globalîzebûyî navnetewî,
xusûsiyetên wê yên aborî û
siyasî, ji bo kurdan bingehekî welê tîne
ku bêyî ew daxwaza rizgarkirin û yekkirina
çar perçeyan û dewleteka serbixwe bikin,
dikarin li her perçeyî xelas bibin, hetta dikare
ku ji hemû perçeyan yekîtiya milletê
kurd pêk bê.
Ev bi çi awayî mimkun e? Me got sîstema nû
ya globalîzebûyî serî rakiriye pêþde
diçe. Min divê ez piçekî bi vê
pirsê de herin.
Di vê demê de ku em ji civaka îndustrîyê
ber bi civaka agahdariyê ve diçin, taybetiyên
ku rû didin; bizav û herikîna sermiyan, kar,
mal, xizmet û kulturê di qada navnetewî de,
rabûna mesafeya navbera cihan, darbeyekê li zirx û
makîna burokratûk a dewleta civaka îndustriyê
dixin. Ilim, zanebûn û teknîka pêþkeftî
bingehekî welê ava kiriye ku jiyana civakê ji
çarçeva yeko yeko dewletan derketiye; hebûn
û jiyaneka transnasyonel ji bo pêwandiyên berhemhênanê
û ji bo avayiyên civakê rû daye. Di sermiyan,
kar û xizmetê de, di çûn û hatin
û gerra însanên ser ruyê erdê de
û di pêywendiyên pir alî yên rasterest
û biwasite de, di jiyana kulturî û ya siyasî
de transnasyonalîzebûn bûye xusûsiyeteka
berbiçav. Di encama vê de wekî tê gotin
''dinya piçûk bûye''.
Helbet ez nabêjim ku dewletên millî ji holê
radibin. Na, dewletên millî hene û wê
hê hebin jî. Lê rewþa nuh welê lê
kiriye ku dewletên millî wî zirxê xwe
ji xwe dikin, makîna burokratîk a merkezî ji
hev dikeve. Em bala xwe bidin avabûna welat û civakên
Awrûpayê:Yekîtiya Awrûpayê ku gumrik
ji navbera endamên xwe rakiriye, sermiyan, mal û xizmet
bi serbestî çi li nava yekîtiyê, çi
jî heta dereceyekê li hin welatên derveyî
wê diçin tên, çûn û hatin
û danûstendina civakên dinyayê bihev re,
ew perspektîfên ku hemû dewletên dinyayê
ji bo rojên pêþ didin ber çavên
xwe, nîþanên vê yekê ne. Li Yekîtiya
Awrûpayê parlamento, komîsyon, wezaret û
muesseseyên muþterek ê rêvebirinê
ava bûne. Dadgehên navnetewî û yên
Awrûpayî biryaran didin ku dewlet û hemwelatiyên
dewletan mecbûr in guh bidin wan. Pereyekî muþterek
dikeve tedawulê.
Rola Miletên Yekbûyî, ya NATO-yê û
rêxistinên din ên navnetewî an herêmî,
ji nuh ve tên minaqeþekirin û ew ji nuh ve tên
avakirin. Tevgerên demokratîk, ên hawirdorparêz,
azadîparêz, sendîkayên karkiran yên
navnetewî dadimezirin, yên damezirandî geþ
û xurttir dibin. Medya, unîversîte û dezgehên
zanistî kar û barekî li ser esasê qadeka
navnetewî dimeþînin û hwd.
Ev rûdan hemû derban li sîstema wê fermanrewatiya
burokratîk a merkezî ya dewletan dixin. Dewlet mecbûr
dibin dev ji beþeka girîng a wê fermanrewatiya
xwe ya merkezî ya burokratîk berdin. Wê avayiya
hiþk a merkezî qels bibe, desentralîzasyon di
dewletan de rû dide, dewlet ji warê aborî, bazirganî
û gelek aliyên jiyana civakî vedikiþe
û biçûk dibe. Civaka sivîl di jiyanê
de bêtir dibe xwedanê însiyatîfê,
dewlet bi rastî jî êdî dikeve bin xizmeta
hemwelatiyan. Herêm, mafên hin warên fermanrewatiyê
ji merkezê distînin. Herêmên cografî,
millet û eqaliyetên(mînorîtet) millî,
grûb û sub-grûbên millî, dînî,
mezhebî û kulturî digihîjin mafên
pirtir.
Li Awrûpayê di dewletan de desentralîzasyoneka
berfirehtir rû dide, herêm zêdetir dibin hukumran,
li cihên wekî Îspanyayê, Îngîltereyê,
Fransayê herêm, millet û grûbên
etnîkî mafên xweîdarekirinê distînin.
Dewletên sosyalîst hilweþiyan, ji bin kavilên
wan gellek dewletên mezin û piçûk ên
din derketin. Ew bi xwe jî îro xwe mecbûr dibînin
ku mafên zêdetir bidin herêm û grûbên
nava xwe.
Îsraîl ku dewleteka piçûk e di nava bîst
dewletên ereb de ye, ji bo ku li herêmê ji bo
milletê xwe rewþê normalîze bike, da ev
millet di bazar û bazirganiyeka serbest a berfireh a herêmê
de cihê xwe bigre, pê qayil dibe ku mafê xweîdarekirinê
bide filistîniyan, pirsgirêkên xwe bi ereban
re çareser bike û bi wan re têkeve nava jiyaneka
navnetewî ya serbest. Îsraîlî dibînin
ku îdî meriv ne mecbûr e bi rê û
dirbên berê têkiliyên xwe bi ereb û
filistîniyan re bimeþîne, meriv dikare têkilînî
din ên li ser esasê jiyana hemdem a nuh deyne.
Madem rewþa dinyayê ji wê sîstema berê
ya ji bo kurdan bîhnçikên diçe û
yeka nuh tê, divê kurd jî îdî mejiyê
xwe, fikr, perspektîf û pêþniyariyên
xwe biguherin, bi mejî û çavekî nuh,
bi hiþyarî û bîreka nuh li pirsa kurdî
binêrin. Nabe ku kurd di wan metodên tradîsyonî
de israr bikin, wan metodên kevn heta îro tu tiþt
nedane kurdan. Divê kurd têkoþîna xwe
bi wasite, metod û perspektîfên civaka agahdarîyê,
bixemillînin û hedefên nuh li ber xwe deynin
ku bi civaka nuh a ser ruyê erdê re lihevhatî
ne. Berê kurdan dixwest jî hedef û perspektîfên
wan li sîstema civaka navnetewî ya îndustriyê
nedihatin. Lê îro bi baweriya min cara pêþîn
e di dîroka kurdan de hedefên kurdan dikarin bi her
awayî li gel xusûsiyetên sîstema nuh li
hev bên.
Min divê ez hedefên nuh ên li ber kurdan di
sê beþan de destnîþan bikim.
Beþa yekê li ser programê roformekirina wan
dewletan e ku kurd tê de bindest in. Ji ber sedemên
ku min berê diyar kirin kurd mecbûr in dev ji daxwazên
cudabûn û serbixweyiyê berdin, di çarçeva
mayina di nava van dewletan de li riyeke çareseriyê
bigerin. Gava rewþ ev be, programên kurdan ên
millî nabe ku tenê ji bo guhertinên herêma
Kurdistanê be divê ew bibin xwediyê programên
guhertin û reformekirina tevayiya dewletê. Çimkî
heke dewlet û civak bi giþtî neguhere, bes di
Kurdistanê de guhertin nabe.
Divê kurd wekî siyaseteka millî, wekî
perspektîfên serbestiya millî li Tirkiye, Îran,
Iraq û Sûriyê xwedî li wan programan derkevin
da ev welat reforman çêkin, xwe ber bi wan xusûsiyetên
civaka nû ya navnetewî bibin. Petrol, maden, banke,
fabrîke, bi kurtî hemû dezgeh û kar û
barên ku di bin milkiyet an teserufa dewletê de ne
ji destê dewletê derkevin bibin milkiyet û
teþebbusên þexsî, dewlet piçûk
bibe. Aboriya bazareka serbest ava bibe. Makîna burokratîk
a merkezî, avayiya dewletê ya unîter rabe, dewlet
û civak bê desentralîzekirin, burokrasî
kêm bibe, hukum ji burokrasiya merkezî were girtin,
li civakên sivîl û li herêman were belavkirin,
maf û azadiyên demokratîk di her warê
jiyanê de bên bicîhkirin. Qanûna esasî,
piretnîkî û pirkulturiya civakê qebûl
bike.
Beþa duduyan jî ew e ku li ser vî bingehê
reforman, divê kurd bi taybetî jî programekî
ji bo statuya beþdarbûnha xwe ya di dewletê
de tesbît bikin, da di vê çerçevê
de mefên millî ên siyasî û demokratîk
ên kurdan bê dayin.
Mafên millî yên kurdan bi çi awayî
bên dayin; federasyon an otonomî, helbet li vê
derê wext rê nade ku dûr û dirêj
behsa wê bibe. Lê wekî sîstem, kurd qasî
tirkan bibin xwediyê mafên millî, însanî
ên demokratîk û hemwelatîtî û
programekî taybetî yê pêþdexistina
Kurdistanê ji alî aborî û civakî
ve bê meþandin û statuya mafên millî
dînamîk be, karibe xwe nuh bike. Bi baweriya min divê
em wan formên otonomî an federasyonên tradîsyonî
yên nava dewletên sosyalîst, yan ên teqlîdkarên
wan berdin. Çimkî ew statîk bûn, dûr
û dirêj bikêr nedihatin.
Jiyana civakî ne statîk e, diguhere û pêþ
ve diçe. Gava kurd di çarçeva van dewletan
de, dawa maf û statuyekê dikin divê ji bîr
nekin ku ew ne statuyeka statîk lê yeka dînamîk
be, piþtî bîst salan, gava guhertin di dinyayê
de di van welatan de çêbû, ew welê di
cihê xwe de nemîne, karibe geþ bibe, xwe nuh
bike. Nebe wekî makîneyeka kevnare ya ku kar nake.
Statuyên statîk di nava dewletan de tim dibin sedemên
konflîkt û bêîstîkrariyan, civak
ji ber wan bi hev dikevin.
Beþa sisiyan jî ew e ku; cardin wekî siyaseta
millî, kurd doza rakirina gumruk, qeyd û bendan a
ji nava hudûdên van her çar dewletan û
bi wan re dewletên herêmê bikin; mal, sermiyan,
ked û kar, kirrîn û frotin û gerr û
kultur di navbera van welatan de serbest bibin. Peyman û
pêwendiyên bi vî awayî di nava wan de
bên hûnandin ku di warê aborî, siyasî,
kulturî û hîndekarî de platformên
miþterek bên avakirin, ji bo midetekî dûr
û dirêj perspektîfeke wekî ya yekîtiya
Awrûpayê di nava van welatan de bê danîn.
Heke ev hedef di herêmê de bên biserxistin,
maneya wê ew e ku bi yekîtiya nêzîkî
wekî ya yekîtiya awrûpayê a van welatan
re, yekîtiya kurdan jî pêk tê. Di sîstemeka
wiha de, zêde ne girîng e ku resmî her perçeyekî
Kurdistanê bi ser welatekî din ve ye, di rastiya jiyanê
de kurd wê karibin di nava her çar perçeyan
de biçin û bên, bazareka wan a muþterek
ava bibe, bixwazin li kîjan perçeyî rûnên
an kar bikin ji wan re serbest be, bidin bistînin, ticaretê
bikin, bibin þirîk û merivên hev. Zehmetiya
wan qasî wê yekê be wekî ku ji bajarekî
biçin bajarekî tir.
Hilkirina daxwazên wiha, wekî perspektîfên
millî yên kurdan, bi ya min realîst e, heta
belkî jî tek alternatîf e, lê ne di demeka
kurt de dikare pêk bê, ne jî wiha hêsan
e. Helbet gellek asteng û bend li pêþiyê
ne. Gava ez behsa van perspektîfên dûr û
dirêj dikim, ez seranseriya sedsala bîst û yekê
li ber çavan digirim.
Sipas ji bo ku we guhê xwe da min.
Mûrad Ciwan