Gerrek
li nava
þêrebirîndarên warwêran-1
Mûrad Ciwan
Di ser serîhildan
û þikestina gelê kurd ê Kurdistana Iraqê
re du meh derbas bûne. Tarîxa Kurdistanê di
van çend mehên dawiyê de bûye þahida
bûyerên wiha mezin û bilez ku wê tu caran
nedîtiye. Bûyer wek babelîskan li pey hev dizîvirin
û diçin. Meha sibatê, hîn dewreyek ji
dewreya dîktatoriya herî xedar a Sedamî bû.
Adar bû þahida rabûna miletê ku wek dêwekî
rabe ser xwe. Nîsanê, du milyon kurd li welatê
wan bi çol û çiyayan xistin. Êro hêzên
mitefiq hatine Kurdistanê, ji Behdînan leþkerên
iraqî paþ de vekiþiyane. Li nîvê
herêma Soran kontrola pêþmergeyan heye. Kurdistan
hema bibêje nîvî di destê iraqiyan de,
nîvî jî di destê pêþmergeyan
de ye.
Peymana agirbestê hatiye îmzekirin, þer rawestiyaye,
guftûgoyan dest pê kirine. Her roj xeber belav dibin
ku ha îro, ha sibe wê peymana otonomiyê bê
îmzekirin.
Di demek wiha de wek her kurdekî dilsoz û welatperwer
gurpegurpa dilê me ye, geh hêviyên mezin bi
me re çê dibin, geh em dikevin endîþeyên
giran. A di rewþek wiha de em berê xwe didin Kurdistanê,
dixwazin Kurdistanê bi çavên xwe bibînin.
Di 1-ê tîrmehê de em, di kelekela germa nîvro
ya havînê de bi kelekê ji çemê
Dîcleyê derbas dibin û piyên xwe davêjin
ser axa Kurdistana Iraqê. Li vî aliyî meqerên
pêþmergeyan li ser hidûdî, li ber devê
çêm in. Em hinekî li wir bîhna xwe vedidin.
Firavîna pêþmergeyan masî ne ku nuh ji
çem hatine girtin. Em jî dibin þirîkên
firavîna wan.
Berêvarê gava dinya hinekî hênik dibe,
bi otomobîlê em tên gundê Dêrebûnê.
Gund di wextê xwe de yê filehan bûye. Gundekî
xweþ bûye. Lê îro xirbeyek e. Berî
serîhildanê bes bingehekî eskerî bûye.
Nuha pêþmerge lê dimînin.
Zaxo
Herêma Dihokê di bin kontrola hêzên hevpeyman
de ye. Ji me re dibêjin ku »niqteyên muhîm
û riyên ketin û derketina ji bajaran ji aliyê
wan ve tên kontrolkirin, li herêmê û li
bajaran nahêlin kes bi çek bigerin. Bes di riya Cepheya
Kurdistana Iraqê re meriv dikare îcaza çekhilgirtinê
werbigre». Em bi çek in û naxwazin çekên
xwe bidin girtin. Dibêjin ku »gava meriv diçe
niqteya kontrolê, eskerên mitefiq dipirsin ka çek
bi meriv re heye an na. Gava çek bi meriv re hebe, digirin
dermanekî wek sprayê lê direþînin
û didin meriv, lê ew çek di cî de bi
hev ve dikele û nema bi kar tê».
Pêþiyê em dixwazin çekên xwe li
Dûrebûnê bihêlin, paþê di
riya partiyê re bigihînin xwe, lê pêþmerge
dibêjin ku »riyek hinekî dûrtir heye ku
meriv pêþiyê diçe ber bi baþûr;
ser riya Dihokê û di wir re vedigere Zaxoyê,
li ser wê riyê kontrol tuneye, loma hûn tevî
çekên xwe di wê riyê re dikarin biçin
Zaxoyê». Em dibêjin »baþ e, bila
hinekî dûr be, lê em ê di wir re biçin
Zaxoyê». Em li teksî û pîkapekê
siwar dibin û ber bi baþûrî ve dikevin
rê.
Li ser rê em rastî hin gundên nûavakirî
tên. Þofêr dibêje: »Ev gund ji bo
ereban hatibûn çêkirin, piþtî ku
hikûmetê gundiyên ereb anîbûn vir
û ew li vir bi cîh kiribûn, erdên kurdan
dabûn wan. Ev 15 sal in ereban zadên van gundan dixwarin.
Lê îsal ku serîhildan çêbû,
ereban erdên çandî û gund bi cîh
hiþtin û bazdan çûn. Niha xwediyên
van gundan ên eslî ku kurd in, hatine genim û
dexlê îsal ji bo xwe diçinin.»Yek ji
wan gundan jî yê mala hevalekî û yê
merivê wan e. Gava êvarê li Zaxoyê em
dibin mêvanên mala wan, xwarziyên wî û
pismamên wan jî behsa van gundan dikin ku 15 sal in
ereb dixwin, ew jî li vir li Zaxoyê bêyî
ku karibin tiþtekî bikin, bi keser temaþe dikin.
Nuha hêvî dikin ku þoreþ erdê herkesî
lê vegerîne û ew jî bikaribin berê
îsal ji bo xwe hilînin.
Piþtî muxribê ye, tarî ketiye erdê
gava em dikevin nava Zaxoyê. Li nava Zaxoyê li ber
Qeymeqamiyê panzerek heye ku du leþkerên mitefiqan
tê de ne. Ne ew ji kesî tu tiþtî dipirsin,
ne jî kes bala xwe dide wan. Herkes bi dilrehetî di
sûkê de diçe tê. Lê xwiya ye ew
panzera li wir û ew her du esker ewleyî û dilrehetiyeke
mezin li nav sûkê belav dikin.
Zaxo bajarekî (qezayeke) mezin e û 10 km ji tixûbê
Tirkiyê dûr e. Di doleke ne ewqas fire de ava bûye
ku sê aliyên wê çiya ne, bes rojhilatê
wê vekirî ye. Ev dola zirav û dirêj li
aliyekî derî li Zaxoyê vedike. Bajarekî
paqij tê hesêb, lê di destpêka vê
meha havînê ya navîn de gelek germ e. Herçî
roj çûye ava jî, hewa germeka ziwa ji Zaxoyê
hildikiþe. Tava tîrmehê esmanê li ser
bajêr tengijandiye.
Em li meqerê Cepheya Kurdistanê peya dibin. Bînayek
resmî ya fireh a yekqatî ye; dora wê bi hewþek
fireh û bilind hatiye rapêçandin. Em di deriyê
hewþê re dikevin hundur. Bexçekî fireh
derdikeve pêþiya me. Riyek ji hewþê dikiþe
heta ber deriyê bînayê. Herdû aliyên
wê bi darên çaman hatine girtin. Piþtî
daran bexçe çîmenkirî ye. Li her du
aliyan pêþmerge; hin rûniþtî ne
sohbet dikin, hin ji xwe re digerin û hin jî paldayî
ne. Xwiya ye piçek deriyekî vekirî ye, kî
tê û diçe tu pirs jê nayêkirin,
ku kî ye, yan bi kû de diçe. Pêþmergeyên
ku bi me re hatin, bangî mesûlekî dikin, me
teslîmî wî dikin û xatir dixwazin. Mesûl
xêrhatinê li me dike û me dibe odeyekê.
Bînayeke rût e. Ne derî, ne pencere, ne kursî
û sandalye, ne jî dolab yan mase tê de mane.
Þebekeya elektrîkê ya kevin hatiye rakirin,
bi êretî têlinî din girêdane û
îdareten elektirîk hîn nuh anîne hin odan.
Odeya ku em tê de ne çend kursî û maseyek
lê hene. Lê pencere û deriyên wê
tunene, bi çarþefan derî jê re hatine
çêkirin. Li ser masê telefonek sor heye lê
qabloya wê qutkirî ye, bi kar nayê.
Ava sar û çayê ji me re tînin, hal hewalê
me dipirsin. Em jî dipirsin ku »ev çi bîna
ye.»Mesûl dibêje:
»Ev bîna berî serîhildanê ya îstixbarata
dewletê bû. Gava serîhildanê xelkê
hucûm kirê çi tê de hebû talan
kirin. Nuha ev bînaya rût û xirabe maye. Piþtî
hêzên mutefîq hatin, av û elektrîka
bajêr çêkirin, lê tiþtên
din hemû wek xwe mane.»
Paþê em dibihîzin û roja din li nav bajêr
dibînin ku hemû bînayên resmî wek
wê bînayê hatine talankirin, heta dibistan û
nexweþxane jî. Mal û eþyayên xelkê
bi xwe jî hatine dizîn, gava þikestinê
vê carê yên mayî malê yên
çûyî dizîne, yan jî esker û
erebên sivîl hatine mal talan kirine.
Rizgarbûna
Zaxoyê
Çîroka serîhildan û rizgarkirina Zaxoyê,
bi qasî ku ji me re tê behskirin çîrokek
pir balkêþ e û kerektereke þoreþa
Kurdistana Iraqê dide diyarkirin. Dixwazim vê çîrokê
li vir bi qasî ku ji me re hatiye bahskirin, neqil bikim:
Serîhildan, li Kurdistana Iraqê herî dawîn
li Zaxoyê berpa bû. Piþtî ku serîhildan
li Ranyayê, Silêmaniyê û Hewlêrê
bi ser ket, radyoyên þoreþa Kurdistana Iraqê
bangî herêmên serîhilnedayî yên
Kurdistanê dikirin ku ew jî serî hildin, bajarên
xwe ji destê dijmin rizgar bikin. Li hemû deran çekdarên
musteþaran ên ku xelkê ji wan re serokcahþ
digotin, bi wê qeweta xwe ya mezin tevî serîhildanê
bûbûn. Berî serîhildanê, hejmara
resmî ya cahþan 500 hezar bûye. Fîîlen
300 hezar bûne. Ciyên ku serîhildan lê
bi ser ketibû, pêþmerge di nav lehiya çekdarên
cahþan de winda bûbûn. Yekî digot, wexta
serîhildanê gava hevdîtinek di navbera Mesûd
Barzanî û musteþarekî de çêbû,
li nik Mesûdî 100 pêþmerge, li nik musteþarî
10 hezar çekdar hebûn. De îca bifikire bê
rewþ çawa bû. Rola musteþaran û
çekdarên cahþ di destpêka serîhildanê
de karektereke pir girîng stendibû. Cephê efûyek
giþtî ji bo wan derxist. Serokên cephê
her yekê ji aliyê xwe de name ji serokeþîran,
serokên cahþan re (musteþaran re) diþandin
ku ew jî serî hildin.
Nameyên wiha ji musteþarên dora Zaxoyê
re jî hatibûn þandin. Musteþaran jî
ji aliyekî ve peywendiyên xwe bi îstixbarat
û ordiya Iraqê û bi zabitan re didomandin, ji
aliyekî ve jî di riya hin kesan re peywendî
bi partiyên kurd re danîbûn.
Dawiya dawî musteþar û zabitên îstixbarata
Zaxoyê li hev civiyan ku bi awayekî plankirî
ew jî serî hildin. Li gor planê, wê yekî
ji wan biçûya çend RBG (Arbîcî)
li saraya îstixbaratê dana, zabitan wê xwe teslîm
bikirana û wê musteþaran tevî xelkê
serî hildana; bînayên resmî îþgal
bikirana. Musteþar û navberçiyan soz dan zabitan
ku di dema teslîmbûnê de jiyana wan biparêzin.
Rabûn ji bo RBG teqandina pêþî kurdekî
meþhûr ê zabitê îstixbaratê
bi navê Ûsif Nezîr hilbijartin. Ûsif Nezîr
çû du RBG bera saraya emniyetê da. Bi deng
re xelkê jî serî hilda. Musteþaran serî
hildan, zabit û leþker bêyî ku þer
bikin teslîm bûn, Ew girtin û bi saxî
û selametî þandin welatê wan.
Bes tabûrek li dervayî Zaxoyê li serê
çiyê hebû ku, ji wir çend top hatin
avêtin nav bajarê Zaxoyê. Pêre pêre
pêþmerge bi çiyê ve hilkiþiyan,
dor li tabûrê girtin, ew jî bê þer
teslîm bûn. Bi vî awayî Ûsif Nezîr
di nav xelkê de meþhûr bû ku yê
serkêþiya serîhildana Zaxoyê kiriye ew
e. Dihat gotin ku Ûsif Nezîr kurd bû û
di îstixbaratê de kar dikir, amir mufreze bû,
bê însafekî mezin bû, gelek însanên
welatperwer ên bêsûc kuþtibûn. Ji
aliyekî ve jî tîcareta qaçax dikir. Piþtî
ku bi vî awayî serkêþiya serîhildana
Zaxoyê kir, bû þoreþger, gava Celal Talebanî
ji Sûriyê hat Zaxoyê, Ûsif Nezîr
çû nik wî û xwe da efûkirin. Çendekî
wek terefdarê Yekîtiyê xuya bû, lê
gava nihêrt ku li vê herêmê Yekîtî
bi qasî PDK-ê ne xurt e, nuha bere bere xwe nêzî
partiyê dike.
Gava êvarekê em bi erebê li nav Zaxoyê
digeriyan, em di ber koþkekê re derbas bûn ku
yek ji mezintirîn koþkên Zaxoyê bû
koþka Ûsif Nezîrî. Dihat gotin ku berî
ew bibe zabitê îstixbarata hikûmetê gelek
feqîr bû. Di dema zabitiya xwe de serwetek mezin bi
dest xist û ev koþk ava kir. Gava em li Kurdistana
Iraqê digerin, em dibihîzin ku hema hema li her herêmê
çîrokek wek ya Ûsif Nezîrî, li
ser serokcaþ û serîhildana wan a vê dawiyê
heye. Piþtî þoreþê bûne berpirsiyarên
çekdarên xwe, çekdarên wan jî
bûne pêþmerge, her yek ketine partiyeke kurd,
di wan de bûne mesûl, heta hukum û îtîbara
wan ji ya pêþmergeyên eslî pirtir bûye;
pêþmergeyên bi salan li çol û çiya
mayî, îro bere bere li paþ dimînin, rola
wan winda dibe. Bêhêvîtî û dilþikestin
di nav pêþmergeyan de ne hindik peyda bûye.
Gava em li Sûlava li rex Amediyê ne, ez bi pêþmergeyekî
re li ser rewþa þoreþê sohbet dikim. Pêþmerge,
dîtina xwe ya li ser þoreþê bi peyvên
jêrîn eþkere dike:
Me bi salan li çol û çiyayan þer kir,
em perîþan û aware bûn, birçî
û tî man, hatin kuþtin, piþtî ewqas
sal, îro ku þoreþ bi ser ketiye, ez nikarim
bi xweþikî û serbilindî li sûka
Amediyê bigerim. Ji bo ku ez bikaribim herim, li qehwexaneyekê
rûnêm, çayekê vexwim, divê ez herim
milê xwe têxim milê baasiyekî kevin, destê
xwe li ber wî di hev bidim, da ew çayekê bide
min.»Wê ne derew be eger bê gotin ku dîtina
eslîn a her pêþmergeyekî eslîn a
li ser rewþa Kurdistana îroyîn ev e. Çi
trajedî ya Rebbî!
* *
*
Êvarê, em ji meqerê Cepheyê diçin
malekê û li wir dibin mêvan, serê sibê
di 2-yê tîrmehê de, em derdikevin sûka
Zaxoyê, kincên kurdî ji bo xwe didin dirûn,
hinekî li sûkê digerin, wê êvarê
jî li Zaxoyê dimînin.
Ber bi Amediyê ve
Serê sibeha 3-yê tîrmehê em ji Zaxoyê
ber bi Þeqlawa bi rê dikevin.
Li derveyî Zaxoyê kampên penaberan xwiya dikin,
kampên ku bi hezaran çadir tê de ne. Hemû
li der û dora hev li naverasta deþtê hatine
vegirtin. Di vê germa havînê de, ku di bin banê
xaniyan de jî mêjiyê merivan dikele, gelo ew
di bin van çadiran de çawa îdare dikin? Piþtî
nîv saetê em deþta Zaxoyê li piþt
xwe dihêlin û dikevin herêma çiyayîn
a bakurê Kurdistana Iraqê ku ji niha pê ve êdî
em ê rêwiyên çiyayên asê
û bilind, newalên kûr û teng bin. Em xwe
digihînin Batûfayê.
Meqerê PDK-I yê Zaxoyê li vir bi cîh bûye.
Berpirsiyarê meqerî Mele Remezan e, lê ew ne
li wir e, alîkarên wî li wir in. Em daxwaza
çûna Þeqlawayê ji wan dikin û em
didin diyarkirin ku em ê biçin meqerê Mekteba
Siyasî. Teksiyekê ji me re digrin ku pêþiyê
em biçin Amediyê û ji wir biçin Þeqlawayê.
Em bi rê dikevin di herêma Berwariyan re, di Sersingê
re derbas dibin. Balafirxana Sersingê di bin destê
hêzên mitefiq de ye. Lê ji meydanê hinekî
wêdetir, Saddam Husên li serê lûtikên
çiyan çend qesrên mezin çêkirine,
ku parastina wan di destê leþkerên Iraqî
de ne.
Em piþtî demekê tên Sûlavê,
þelaleyek e di çiyayê li hemberî Amediyê
de. Amedî li ser girekî wek kelayeke tabîî
hatiye avakirin. Bes aliyekî gir xwe digihîne çiyê
ku nuha riya çûn û hatinê di wir re diçe
Amediyê. Em naçin nava Amediyê, li Sulavê
peya dibin. Li wir em Þukrî Nêrweyî dibînin.
Dibêje Mesûd Barzanî û Celal Talebanî
îro li vir bûn, civîn kirin û nîv
seet perî ku hûn werin ew çûn. Paþê
em wê êvarê ji radyoyan jî dibihîzin
ku Mesûd Barzanî û Celal Talebanî wê
rojê bi generalê hêzên mitefiq re rûniþtine.
General soz daye ku mitefiq wê nehêlin Iraq êrîþê
bîne ser kurdan. »Lê»gotiye »divê
hûn jî xwe ji þeran dûr xînin.»
Em ji Þukrî Nêrweyî re mebesta ziyareta
xwe didin diyarkirin û dibêjin ku zûtirîn
wext em dixwazin xwe bighînin meqerê Mekteba Siyasî.
Dibêje: »Baþ e.»
Lê wê þevê me dike mêvanên
xwe. Meqerê wan li derveyî Amediyê, di nav bax
û bexçeyekî de ye ku pala xwe daye çiyê.
Bexçe bi darên sêv, hinar û gwîzan
û meywên din xemiliye. Em li ser rewþa Kurdistana
Iraqê sohbetê dikin. Sibehê zû, em radibin,
bi ereba ku (pîkabek wek landrowerekê) ji bo me hatiye
amadekirin didin rê.
Herêma
Barzan wêrankirî ye
4-ê temûzê, riya me riya 56 seetan e.
Þofêr dibêje esas ne dûr e, lê ev
mintiqe têrçiya ye û rê ne xweþ
e. Bi taybetî li mintiqa Barzan rê qet nehatiye çêkirin,
loma jî dirêj dikêþe. Em di çiya
û gelî û newalan re dikevin rê, tên
mintiqa Barzan. Mintiqek asê ye lê tu gund tê
de nemane, hemû hatine hilweþandin. Rê di nav
gundê Barzan re derbas dibe. Gund bi temamî hatiye
xerakirin, kes tê de nemaye. Bes dar û ber û
bexçên gund, ew jî bê xwedî û
xwedîkirin; li wê derê ne. Gava em diçin,
dibînin ku li dor û bera gund ji holik û çadiran
meqerên Cemaeta Þêx Mehemed Xalid Barzanî
(Biraziyê Mistefa Barzanî, Kurê Þêx
Ahmed) hatine danîn. Em radiwestin, rismê kavilê
gundê Barzan dikêþin. Paþê em bi
rê dikevin tên digihîjin çemê Roþîn
ku tixûbê barzaniyan û zêbariyan e. Li
dor û bera rê zevî hatine çandin. Gava
em tê re derbas dibin, tên çinîn. Þofêr
bahs dike ku:
­Ev zevî yên barzaniya ne. Ji gava Barzan hat
valakirin û pê de ev erd ketibûn destê
zêbariyan. Wan dajot û ji xwe re hiltanîn. Êsal
jî wan ajotibû, lê piþtî serîhildanê
barzanî hatine diçinin. Þêx Mehemed Xalit
li ser vî karî ye. Piþtî çend deqîqeyan
em digihîjin ser pirekê ku li wir çemê
Roþîn û yê Rêzan tevî hev
dibin. Em di pirê re derbas dibin. Li ser çem dest
serçavê xwe diþon û cardin di wê
riya xîç a wek þiverêkê re, hevraz
û bi fetlok ber bi serê çiyê ve didin
rê. Rojeke havînê ya germ e. Eger carina ne
meqerên pêþmergeyên Þêx M.
Xalid bin, li dorûberê kes xwiya nake. Piþtî
ku em digihîjin serê çiyê, vê carê
em bi niþûvî serejêr dibin û dikevin
mintiqa Þêrwan. Þofêr dibêje:
-Esas þêrwanî jî li ser barzaniyan tên
hesêb.
Gava em dadikevin gelî, cada qîrkirî carek din
dest pê dike. Li ser rê em tên Mêrgesorê
ku berê mala Þêx M. Xalidî li wir bûye.
Lê hikûmetê niha Mêrgesor hemû xera
kiriye. Li ser kaniyê em radiwestin, avê vedixwin,
dest, serçavê xwe diþon. Hin zarok li wir li
ser sindoqên fêkî, cigarên biyanî,
ckla û þekir-mekir difroþin. Em bi rê
dikevin. Xuya ye hêþînayî û ava
Þêrwan hinekî ji ya Barzan pirtir e. Piþt
re em tên ji Serdawê derbas dibin. Þofêr
xaniyekî li ser rê di hundurê hewþek mezin
de, di nav hin darên fêkî de nîþanî
me dike û dibêje, niha ev xanî ciyê mayina
Mesûd Barzanî ye. Xanî yekqatî ye û
bi rengê qehweyî an morekî tarî hatiye
boyaxkirin.
Piþtî deh deqîqeyan di destpêka Geliyê
Alî Begê de em digihîjin sêriyanekê.
Gelî li ser destê rastê dimîne. Riyek
di wir re diçe Þeqlawa, Hewlêr û Silêmaniyê.
Riya milê çepê jî ber bi Diyana, Rewanduz,
Qaladiza û Hacîumranê ve diçe. Helbet
ev bajar ne di rêza hev de ne. Riya her yekî piþtî
demekê bi aliyekî de vediqete. Em berê xwe didin
milê çepê, di deþtek piçûk
re piþtî çend deqîqeyan em digihîjin
qeza Sidîq ku bi Diyanayê ve ye. Ev qeza li gor ku
dibêjin nuh hatiye avakirin. Berê Rewanduz qeza bûye.
Jê stendine, kirine nahiye û bi navê Sidîq
di rex gundê Diyana de qezayeke nuh ava kirine ku di esasî
de bingehek eskerî bûye. Em tên Sidîqê
meqerê Partiyê, pirsa Kerîm Þingarî
dikin. Dibêjin ne li vir e, ancax êvarî bê.
Em daxwaza çûna nik Meqerê Mekteba Siyasî
dikin, dibêjin li Rewanduzê ye. Em nasekinin ber bi
Rewanduzê bi rê dikevin.
Rewandiza
Paþayê Gewre
Piþtî çarîkekê li pala nizarê
çiyayê Kurekê, li bilindayiyekê Rewanduz
xwiya dike. Gava þofêr dibêje ev Rewanduz e,
wek taseke ava sar bi ser min de bikin. Rewanduza ku min di kitêba
de xwendibû bajarekî dîrokî yê mezin
bi kela û burcan, bi qesr û serayan di xeyala min
de bi cî bûbû. Lê ev gundekî basît
ê piçekî mezin wek her gundekî Kurdistanê
ye. Aliyekî wê pala xwe daye çiyayê bilind
yê ku her du rexên wê bi kendal û newalên
gelek kûr û teng hatine birîn, û du çemên
biçûk tên li jêra bajêr digihîjin
hev û bi vî awayî wek xendekek kûr li
dora bajêr hatibe kolandin xwe li dora bajêr radipêçin.
Ava newala aliyê rojhilatî wê, ji ber germa
havînê çik bûye, ya din ez ne þaþ
bim serekaniya xwe ji þelala Bêxal digire û
aveka þîn a zelal tê re diherike. Her du newal
jî gelek kûr in (4050 mîtro) zinarinî
mezin (yan jî kendalinî kevirîn) þaqûlî
dadikevin heta avê. Fireyiya newalan 1520 mîtro,
cîna belkî jî tengtir dixuye. Meriv dibê
belkî xendekek e ku li dora kelayekê hatiye kolan.
Bi vî awayê xwe, girê mezin ê ku Rewanduz
li ser hatiye avakirin wek kelayeke tabîî dixuyê.
Li ser ciyê ku newal digihîjin hev, pirek hesinî
hatiye çêkirin.
Cîba me di ser pirê re derbas dibe û fetlok
bi fetlok berê xwe dide hevrazê Rewandizê. Cade
di nav Rewandizê re jî hevraz û bi fetlok in.
Piþtî çend malan, li nav bajêr em di
meydaneke piçûk re derbas dibin ku topa Westa Recep
a ku di wexta Mihemed Paþayê Kore (Rewanduzî
jê re dibêjin Paþayê Gewre) de hatiye
çêkirin xwiya dike. Li wê meydanê li
ser dikeke çîmento hatiye qayîmkirin û
wek topek ji bo teqandinê amade be, berê xwe daye
deþtê, pala xwe daye çiyê. Li ciyê
herî bilind ê nav Rewanduzê otêlek wek
qesrekê hatiye avakirin. Em tên, li ber wê otêlê
radiwestin. Meqerê Mekteba Siyasî ya partiyê
ev e. Em peya dibin, perê þofêr didinê
û dikevin hundir.
Li hundir, li salonê du pêþmergeyên xort
hene. Wext li dor saet duduyê nîvroyê ye, germek
zêde heye. Li aliyekî salonê li ser masekê
semawerek gelek mezin hatiye danîn. Dorûberê
semawerê tijî qedeh in. Li aliyê din ê
salonê ku camekankirî ye (milê rastê gava
meriv ji derva dikeve hundir) maseyek û yekdu sandalyên
spî yên plastîk danîne. Ji xortan yek
xuya ye çaycî ye. Em dipirsin ku ka ji berpirsiyaran
kî li vir heye. Dibêjin ku Fransuwa Herîrî
li jorê ye. Em rûdinin xort diçe gazî
Kak Fransuwa dike. Tê bixêrhatinekê li me dike,
em bi hev re derbasî oda rûniþtinê dibin.
Di wê germê de dusê perwanên ku li qatiya
dizîvirin, dixwazin hundir hênik bikin, lê ji
germa havînê ya derve, her bayekî ziwa yê
germ ji wan belav dibe ku nahêle xwêdan li ser çavê
meriv peyda bibe. Misêwa laþê meriv ziwa dihêle.
Min cara pêþî di 1988-an de kak Fransuwa li
Racan dîtibû. Wê wextê ez û Hemreþ
Reþo bi hev re çûbûn Tehranê, Kerecê
û ji wir jî Urmiyê û Racanê. Wê
wextê meqerê Cepheya Kurdistana Iraqê û
yê PDK li Racanê bû.
Çay ji me re tê em vedixwin. Kak Fransuwa pirs dike
ku me firavîn xwariye yan na. Em dibêjin »na».
Firavînê tînin ber me. Birinc û tirþika
kundur û firingiyan e. Pîvaz jî li ber heye.
Ava sar jî tînin.
Kak Fransuwa dibêje ku Mesûd li Serdawê ye û
divê biçe bi têlsizê xeberê bide
wî, lê venagere. Em qederekê li wê salonê
dimînin. Piþtî mudetekê pêþmergeyek
tê, dibê »bibûrin me cîh ji we re
hazir dikir, loma em dereng man. Me du ode ji we re amade kirine,
kerem kin herin odên xwe, îstirehet bikin».
Odeyek li jêr û ya din li qatê jorê ye.
»Em dawî li riþtina xwîna xwe bînîn
jî baþ e»
Piþtî êvarê pêþmergenî
qelebalix li der û dora otêlê peyda dibin, diçin
û tên. Em fam dikin ku berpirsiyarekî mihûm
hatiye meqer. Piþtî bîstikekê pêþmergeyek
tê cem me dibê ku kak Mesûd hatiye dixwaze bixêrhatinekê
bide we. Em kincên xwe li xwe dikin û derdikevin qatê
jor. Li salona jor du mase û çend sandalyên
spî yên plastîk hatine hazirkirin. Hîn
em baþ rûneniþtine ku kak Mesûd di derencekan
re derdikeve jor, tê bixêrhatina me dike, em rûdinin.
Dibê ku ji Þeqlawa ji civînekê tê,
bes ji bo seredana me hatiye û wê dîsa bizivire.
Rewþa dervayî welêt ji me dipirse, em dibêjin
ku li derva kesî zêde agah ji rewþa kurdan,
ji guftugoyan nîne, agahdariyên deqîq, rast
û rojane nagihin kurdan û raya giþtî.
Em diyar dikin ku xelk, bi taybetî kurd, fam dikin ku çima
guftûgoyan dest pê kirin û gelek ji wan meselê
di cîh de dibînin. Lê hema hema temamiya wan,
mesela destpêkirina guftûgoyan li Bexdayê, maçîkirina
Sedamî ji aliyê heyeta pêþîn, beyanên
mam Celal û yên wî li ser bawerpêanîna
bi Sedam û uslûbên guftûgoyê þaþ
dibînin. Ev zerarê didin rewþa kurdan, piþtgiriya
ji bo wan zeîf dixin, awirên raya giþtî
ya li ser Sedam sist dikin.
Ew jî dide xuya kirin ku piþtî þikestina
serîhildanê, rewþa kurdan gelek xerab û
perîþan bûye, bi çolan ketine. Piþtgiriyek
siyasî ji derve ji bo kurdan nayê. Ji bilî guftûgoyan
tu çara kurdan nîne. Dibêje ku zirar tê
de nîne ku li Bexdayê guftûgo tên kirin.
Her wiha dibêje divê mesela maçîkirinê
zêde neyê rexnekirin. Li van herêmên rojhilat
usûl wiha ne. Mesele ne þexsî ye. Eger þexsî
bûya ez nediçûm Bexdayê. Heta hevalên
me yên partiyê nedixwestin ez biçim. Lê
hevalên heyetê wiha xwestibûn, me soz dabû.
Ji bo meseleya miletekî ez çûm Bexdayê.
Hin beyan li ser navê me derketin ku bi rastî me ew
ne gotibûn. Heta rojnamevanekî ingilîzî,
piþtî ez ji Bexdayê vegeriyam, li Þeqlewa
ji min pirsî ku min beyana bawerpêanîna bi Seddam
daye yan na. Min jê re got ku »Te li Bexdayê
ev pirs ji min kiribûya minê bigota na, çimkî
min beyanek wiha nedabû. Lê tu li vir, li Þeqlewa
ji min dipirsî, ez dibêjim erê».
Kak Mesûd her wiha dide diyarkirin ku, çêtirîn
ji bo kurdan ew e ku ji Seddam karibin çi bistînin,
bistînin û peymanekê pê re îmze
bikin. »Heta»dibêje »ya herî xerab;
bes efûyeke giþtî em karibin bistînin,
ev miletê derbeder û perîþan bê
li ser cî û warê xwe rûne, nefesekê
jî bistîne cardin ji bo me baþ e. Eger sibê
riyek li ber me vebe, em dikarin daxwaza hin mafên zêdetir
jî bikin.»»Lê»dibêje »îro
derketiye ku tu kes qebûl nake ku em heqekî ji otonomiyekê
zêdetir bistînin. Mezintirîn mafê ku em
bi dest xin jî wê otonomiyek be, ev otonomî
ne hêjayî wê xwînê ye ya ku miletê
me bi salan e dirêje. Madem otonomî ne hêjayî
vê xwînê ye, em îro karibin dawî
li rêtina xwîna miletê xwe bînin, ew jî
baþ e.»Tê xwiyakirin ku Kak Mesûd terefdarê
wê yekê ye ku zûtirîn wext divê
kurd tiþtekî bi Sedam re îmze bikin û
bîhna xwe vedin. Dibêje: »Ji sedî nodê
milet naxwaze þer bike, dibêje bi çi awayî
dibe bila bibe, lihevhatinekê çêkin.»
Piþtre radibe xatir ji me dixwaze û diçe. Êvarê
dereng Kerîm Þingarî tê cem me. Em hinekî
sohbet dikin, întibayên xwe jê re dibêjin.
Ew jî qala hin zehmetî, bêusûlî,
bêserûberî û probleman dike û dibêje:
Ev e rewþa miletê kurd, ev e têgihîþtin,
zanîn û mêjiyê vî miletî.
De îca we divê jî ev e û we navê
jî ev e.
Kerîm
Xanê Biradostî
5 Temûz: Meqerê Merkezî yê PDGK jî
li Rewanduzê ye. Em diçin ziyareta wan. Samî
Abdurrehman û hin mêvanên din jî li derûdorê,
li salonê rûniþtine. Bixêrhatinek germ
li me dikin. Qahwê tînin em vedixwin, hinekî
ji der û dorê sohbet dikin. Dema firavînê
em derbasî odeyek din dibin. Hê firavîn nehatiye,
pêþmerge tên ji Kak Samî re dibêjin
ku »mêvanekî te hatiye». Samî derdikeve
û piþtî bîhnikekê bi hin zilaman
re dikeve hundir. Peyayek hinekî girî lihevhatî
yê kej bi þal û þapik û du xortên
ciwan ê bi kincên sivîl in. Yê hinekî
bi umur esmer û yê ciwantir jî kej e. Kak Samî
me bi hev dide naskirin. Xwediyê þal û þapik,
Kerîm Xanê serokê eþîra Biradostan
e, her du yên din kurên wî ne. Piþtî
em rûdinin, ew kurên xwe bi me û Samî
dide nasîn. »Kurê min ê mezin»dibê
Kerîm Xan »zabit bû, di Ordiya Heres el Cumhurî
de. Piþtî van bûyeran min bang kir, got lawo
dev jê berde were malê.»
Samî li ser vê yekê dibêje:
»Welleh Kak Kerîm Xan baþ e ku gencên
kurdan di nav eskeriyê de hebin, lê bê feyde
ye ku nahêlin bighîjin cî û meqamekî
hêja û bilind.»Kerîm Xan kurê xwe
yê piçûk jî dide nasîn, dibêje:
»Ew jî muhendîsê mîmarî ye.
Ev 12 sal in li Êtalyayê ye.»Samî li kurik
vedigere, dibê:
»Êdî mesela avakirina Kurdistanê dimîne
li ser mîmarên zana yên wek we.»Kurik
jî dide xwiyakirin ku, mesrefa lazim bê texsîskirin
her tiþtekî hêja dikare bê avakirin. Piþtre
bi çend peyvan behsa mîmariya Ewrûpayê
û bi taybetî ya Êtalyayê tê kirin.
Gava ev sohbet tê kirin, firavîn jî hatiye danîn
û em firavînê dixwin. Kerîm Xan ji wan
serokeþîran e ku têkiliyên xwe berî
serîhildanê bi hikûmetê re parastibûn.
Eþîra xwe bi çekên hikûmetê
bi çek kiribû. Eþîr li ser tixûbê
Êranê dimîne. Di þerê Êran
û Iraqê de li gor Kerîm Xan wan ji hezaran zêdetir
pasdarên Êranî kuþtibûn. Bi vî
awayî Kerîm Xan mintiqa Biradostan ji wêrankirina
hikûmetê xelas kiriye. Piþtre li gor ku hat
gotin 4050 gundên Biradostan li mintiqê hene.
Di serîhildanê de Kerîm Xan û eþîra
xwe jî serî hildabûn û niha jî li
aliyê þoreþê ne. Yek ji wan serokeþîran
e ku bi hev re çûbûn generalê amerîkî
dîtibûn, daxwaz kiribûn ku zû bi zû
esker ji Kurdistanê venekiþin, heta peymana otonomiyê
tê îmzekirin, li Kurdistanê bimînin.
Loma, piþtî bixêrhatin û hal pirsînê,
Samî bi henekî peyvekê jî di ber Kerîm
Xan re davêje:
»Kak Kerîm Xan, hûn serokeþîr ji
me siyasiyan jêhatîtir in. Em siyasî çûn
li Bexdayê bi yekî piçûk re rûniþtin,
hûn serokeþîr çûn bi yên
herî mezin re rûniþtin.»Kerîm Xan
jî bi çend peyvên girover wiha nîþan
dide ku siyasî serokê milet in ew jî di riya
wan de ne û alîkarê wan in.
Kerîm Xan, li gor ku tê gotin bi YNK re di têkiliyê
de ye. Heta hinek dibêjin; Mam Celal gotiye, endamê
Komîta Merkezî ya me ye. Lê xwiya ye yên
ev yek digotin henek dikirin.
Qasî ku ji peyva wî tê famkirin, Kerîm
Xan (îhtîmalek ne biçûk jî li ser
daxwaza Mam Celal) hatiye ji Samî re bide xwiyakirin ku
divê heyet zû bi zû û bi þertên
giran otonomiyê qebûl neke, israr bike hin mafên
zêde bistîne. Hasilî ew ne terefdarê lihevhatinek
bi lez û bez e.
Xwiya ye ji PDK û ji Mesûd Barzanî ne ewqas
xweþ e. Dibêje: »Mesûd nameyek ji min
re þandiye ku ez herim civînê, lê ez neçûme.»
Piþtre ez dipirsim, dibêjim »ji berê de
navbeyna Biradostan û Barzaniyan ne ewqas xweþ e.
Erê ne dijminê hev in lê ne ewqas germ in jî
bi hev re». Kerîm Xan venaþêre ku îro
têkiliyên wî bi hikûmeta Êranê
re hene. »Heta»dibêje »di wextê
þer de, me ji hezarî zêdetir pasdar kuþtin,
di wan erdan de veþartin. Êro me têkilî
bi wan re danîne, ji me xwestin ku em hestiyên miriyên
wan teslîmî wan bikin, me ev yek bi cîh anî.
Wan ji me re gotin, hûn ji me çi dixwazin. Me got
hûn rê li me vekin û wesîqan bidin merivên
me ku em karibin, xwarin û erzaq ji wî aliyî
ji bo xwe bînin baþ e. Gotin »bila».
Kerîm Xan piþtre behsa zozanên Biradostan dike
ku di vê germa havînê de çiqas hênik
û xweþ in û dibêje »niha bi þevan
divê meriv bi palto û cilkên qalind bigere».
Ew Samî dawetî zozanan dike. Samî jî jê
re dibê »eger mesela destpêkirina guftûgoyan
dereng bikeve, soz ezê van biraderan jî (qesta wî
em in) bigrim û emê werin mêvaniya te».
Kerîm Xan jî dibê »ser çavan».
Piþtre xatir dixwaze û radibe diçe.
Piþtî firavînê, odakê ji me re amade
dikin ku em razin, îstireheta nava rojê bikin. Samî
jî ji bo îstirahetê diçe oda xwe.
Piþtî êvarê bi qasî nîv seetekê
em bi Samî re rûdinin û li ser guftugoyan diaxivin.
Ew agadariyan li ser guftugoyên bûyî dide. Em
jî dîtinên xwe li ser guftûgo û
uslûbên guftûgoyan, întibayên xwe
yên li ser rewþa bê rêk û pêkiya
Kurdistana Iraqê dibêjin. Piþt re gava em bi
Mesûd Barzanî, Celal Talabanî, Dr. Mahmûd
Osman, Azîz Muhamed û Qadir Ezîzî re jî
rûdinin, em her van dîtinên xwe ji wan re jî
dibêjin. Noqtên dîtinên me ev in.
Guftûgo zarûrî bûn, baþ bû
ku guftûgoyan dest pê kirin, lê çêbûna
guftûgoyan li Bexdayê, Maçîkirina Mam
Celal û yên din û beyanên wî û
Mesud Barzanî li ser bawerpêanîna Sadam û
rejima wî, beyanên li ser rewþa guftûgoyan
ku dihat gotin gelek tiþt hatine helkirin, di nêzîk
de wê peyman bê îmzekirin, þaþ bûn.
Ev çeka herî mezin a destê kurd (raya giþtî
û piþtgiriya cîhanî) jê distîne.
Cephe û partiyên kurdan, roj bi roj bi înformasyonên
rastîn miletê kurd û raya giþtî
ya cîhanî agahdar nakin, ajansek kurdî nîne,
agahdarî zêdetir di riya ajansên Iraqî
re digihin dinyayê, Heyetek guftûgoyan heye ku bi
Iraqê re rûdinê. Lê li aliyê din
tu dibêjî qey her kurdek jî di vê heyetê
de ye, kes karekî din nake. Hemûyan berê xwe
dane guftûgoyan. Guftûgo tên kirin. Erê
quweta Sadam þikiyaye. Lê kurd jî bê quwet
in, hêzek çekdar a profesyonel ku bikaribe erdê
rizgarkirî biparêze tune, ji bo parastina erd û
bajarên rizgarkirî tedbîrên esasî
nayên wergirtin, her kurdekî rakiriye çek û
bê ser û ber digere. Çekdar xelkê tehdîd
dikin, dikujin, dizî û talan zêde bûye.
Ewleyî û îstikrarî nîne, anarþî
heye. Gava Sadam vê dibîne dizane ku kurd jî
nikarin tu tiþtî bikin, loma di guftûgoyan de
tawîzan nade û guftûgoyan dirêj dike.
Çimkî Sadam dizane ku peyman îmzekirin an neîmzekirina
bi kurdan re, li ber çavê mitefiqan wê tesîrek
li ser mayîn û nemana Sadam neke. Loma jî di
mesela kurdan de û ya guftûgoyan de ecela Sadam tune.
Kurd her roj beyan didin ku êdî þer çênabe.
Eger hûn dixwazin þer çênebe, wefd di
guftûgoyan de xurttir bibin û Sadam mecbûr be
ku mafên miletê kurd qebûl bike û peymanek
maqûl îmze bike, divê bi wergirtina tedbîrên
li jor û rakirina anarþî û talanê
bidin îspatkirin ku bi her awayî hûn amade ne
welatê xwe biparêzin û îdare bikin. Baþ
bû ku kurdan bi serê xwe guftûgo kirin. Çimkî
ji bin barê giran ê muxalefeta Iraqê û
yê hin hêzên din derketin, bi biserxweyiya xwe
barê doza xwe hilgirtin. Vê yekê kêfa
kurdan û ya dostê wan anî. Lê îro
xeterek peyda bûye ku kurd vê carê têkevin
bin barê Sadam ku ji yên berê girantir e û
hemû jî dozek qirêj, bêedalet zulmkar
e ku kurd bixwe ev sîh sal in e qurbana vê dozê
ne. Ger wiha be kurd nikarin vî barî rakin, wê
di binî de yekcar bipelixin. Loma jî divê kurd
ji mesela beþdarbûna di hikûmetê de zêdetir,
li ser wergirtina otonomiyê û bicîkirina rejîmeke
demokratîk bisekinin. Mesele ne hikûmet lê rejîm
be. Saet li dor pêncê êvarê sohbeta me
xelas dibe. Saet di þeþan de, li Xelîfan merasima
vekirina meqerê serkirdayetiya siyasî ya Cepheya Kurdistanê
heye. Samî Abdurrehman teklîfî me dike ku em
jî biçin merasimê. Dibêje »serokên
partiyên siyasî hemû wê werin merasimê.
Hûnê bikaribin wan li wê derê bibînin».
Lê wextê me ji bo çûyina wir tuneye.
Em spasî wî dikin û xatir ji hev dixwazin. Bi
Land Cruiserekê hildikiþin nik otêla xwe, ew
jî ber bi Xelîfan bi rê dikeve.
***
Roja þeþê tîrmehê çûn
û hat û bizaveke ne wek ya her roj di nav hêzên
siyasî de heye. Wê rojê, li Hewlêrê
wê dewreya duduyan ya guftûgoyan di navbera heyeta
Cepheya Kurdistanî û heyeta hikûmeta Iraqê
de dest pê bikira. Dewra pêþîn li Bexdayê
42 rojan ajotibû. Vê carê kurdan teklîf
kiribûn ku dewreya duduyan li Hewlêrê çêbe.
Xuya ye ku hikûmetê jî qebûl kiriye û
heyet wê bê Hewlêrê. Hewlêr paytextê
otonomiyê ye. Di vê serîhildanê de, di
11-ê adarê de hatiye rizgarkirin. Lê piþtî
êrîþa ordiya Seddam di 1-ê nîsanê
de dîsan ji aliyê hikûmetê ve hatiye dagirkirin.
Piþtî ku di navbera hikûmet û Cephê
de teqerawestan pêk hatiye di bin kontrola lêþkerên
Iraqî de be jî çûnûhatin ji bo
Hewlerê heye. Pêþmerge jî bi çekên
xwe diçin û tên.
Heyeta kurdan ji hemû partiyên siyasî pêk
hatiye: Mesud Barzanî, Celal Talabanî, Samî
Abdurehman, Dr. Mahmud Osman. Hin berpirsyarên siyasî
û pispor jî bi wan re ne. Pêþiyê
wê li Þeqlawa bên ba hev û ji wir bi hev
re wê biçin Hewlêrê. Ji Rewandizê
heta Þeqlawa 50 km, ji Þeqlawa heta Hewlêrê
jî 5055 km ye.
Geliyê
Alî Begê
Em jî wê sibehê ber bi Þeqlawa bi rê
dikevin. Gava meriv ji Rewanduzê ber bi Þeqlawa bi
rê dikeve, divê meriv di Gelîyê Alî
Begê re derbas bibe. Gelîyê Alî Begê
geliyekî kûr û teng û asê û
dirêj e. Heta niha min geliyekî wiha bi heybet li
tu derê nedîtiye. Çemekî zirav di gelî
re diherike, ku zivistan û buharan ne wiha zirav û
þîn û nazenîn e. Wan wextan aveka þîlorabûyî
û bi hêrs e. Min ne pirsî, lê qasî
ku ez dizanim navê gelî ji navê Mîrê
Soran ê bi navê Alî Beg tê ku paytextê
mîrîtîya xwe kiribû Xelîfan. Xelîfan
li aliyê baþûrê gelî, li ber devê
gelî hatiye avakirin. Riyeke ziftkirî ya makînan
di kûraya gelî de fetlokên tabiî yên
gelî taqîb dike. Jê re dibêjin Riya Hamilton.
Di wextê xwe de Êngilîzan ev rê vekirine
ji Bexdayê anîne, di seranserê Kurdistanê
re derbas kirine ber bi Êranê de birine, bi vî
awayî Bexda û Tehran bi hev ve hatine girêdan.
Piþtre, di van salên dawiyê de rê hatiye
firekirin û ziftkirin ku berî serîhildanê,
di esasî de ji bo armancên eskerî bi kar dihat.
Li rex çemê Geliyê Alî Begê seranserî
gelî, gelek kon, çadir û holik hatine danîn
ku wek warên qereçiyan tên xwiyakirin. Em dipirsin
dibêjin ku kurdên derûdora Kerkûkê
ne ku di þikestê de aware bûne, îro nema
dikarin vegerin ser warên xwe.
Gava em Gelîyê Alî Begê li piþt
xwe dihêlin, em dikevin nav Xelîfan ku li deþtek
piçûk ava bûye. Nehiyeke piçûk
û þêrîn e, çem di nav re derbas
dibe. Lê îro ew jî wek her gund û bajarekî
Kurdistanê, gelek birîndar e, derbên giran xwarine,
talan bûye, bê xwedî û xwedîkirin
maye. Xelk li nav Xelîfan diçin, tên. Roj bejnekê
bilind bûye. Gava em ji Xelîfan dubuhurin du rê
dikevin pêþîya me ku yek diçe Þeqlawa
û piþtre Hewlêrê, ya din jî diçe
Silêmaniyê. Em berê xwe didin ser rêka
Hewlêrê. Deþta me zû xelas dibe, mintiqek
nîv çiyayî derdikeve pêþiya me.
Em tên di ber gundekî re derbas dibin ku li ser milê
rastê ye. Li ser milê çepê jî hin
avayiyên resmî yên wêran û talankirî
hene. Þofêrê me bahs dike ku ev gundê
Umer Axayê Sûrçî ye. Umer Axa, xwedan
eþîrek mezin e ku cahþê hikûmetê
bûye; di jiyana xwe de tu caran nebûye hevalê
þoreþê, her bi hikûmetê ve maye.
Loma jî gundên nav eþîra wî ji aliyê
rejim ve nehatine hilweþandin. Di vê serîhildana
dawiyê de jî eþîra Sûrçiyan
tevî serîhildanê nebûye. A nuha, têkiliyên
wî him bi hikûmetê re, him jî bi serokên
partiyên kurdan re hene. Eþîrek gelek mezin
û xurt e. Yekî carekê ji me re bahs kir ku li
dor 500 gundên Sûrçiyan hene. Eþîr
ji eþîrên Behdînan e. Di tixûbê
Soran de ye.
Avayiyên milê çepê berê yên
bingehekî eskerî bûne. Kampek esîran jî
di nav de bûye û wexta þerê Êran
û Iraqê, êsîrên Êranî
tê de bûne. Piþtî þer rawestandinê,
di veguhastina esîran de, ew teslîmî Êranê
bûne. Dema serîhildanê jî hemû avayî
hatine hilweþandin û talankirin. Niha warekî
wêran ê xirûxalî ye.
Xanzad;
xwiþka mîrê Soran
Ku em vê mintiqa nîvçiyayî xelas dikin,
em dikevin deþta Herîrê. Rê di deþtê
re di rex çiyayên Herîrê re derbas dibe.
Berî Herîrê em rastî heykelekî tên
ku di çiyê de hatiye kolan. Mezin e, ji dûr
ve xwiya dike. Þofêr dibêje ev heykelê
Xanzadê (xuþka mîrekî Soran) ye. Wê
bi xwe rismê xwe di zinarê bin çiyayê
Herîrê de daye kolan. Xwiya ye Xanzad jiyanek gelek
rengîn û balkêþ jiyaye. Heta piþtre
li Þeqlawa li nik kitêbfiroþekî, min kitebek
bi navê »Þewêk le jiyanî Xanzad»(Þevek
ji jiyana Xanzadê) dît ku piyes bû. Hinan ji
min re gotin ku ev piyes bi kurdî di televizyona Iraqê
de hatiye leyistin, bûye tîyatro û fîlmê
vê tiyatroyê yê vîdeoyê jî
heye.
Piþtî çend deqan em dikevin nav qeza Herîrê.
Herîr avayîyek kevnare ye, berê gund bûye.
Gundê þaîrê kurd ê bi nav û
deng Alî Herîrî bû. Dema destpêkê
bû paytextê mîrên Soran jî. Herîr
bi xwe Soran e. Lê tixûbê Behdînan û
Soran tê hesabê.
Em ji Herîrê derbas dibin, piþtî deh pazde
deqan Çiyayê Sefîn ê bilind û bi
darûber xemilandî derdikeve pêþiya me.
Þeqlawa ji aliyê nizar ve pala xwe daye çiyayê
Sefînê, di nav hêþînayiya daristanê
de wenda bûye. Çiyakî ji wî çiyayî
gelek nizimtir ê ku navê wî Sorik e, nîvçeyî
ketiye pêþiya Þeqlawa, hin ji bajêr di
piþt xwe de veþartiye.
Em tên li ber otêla Mîdîya Palasê
dadikevin, ku niha ne otêl e, lê meqerê Partiya
Demokrat a Kurdistana Iraqê yê liqê duduyan
e.
Berpirsiyarên liq Mamoste Mele Mehemed û Umer Osman
in. Bixêrhatinê li me dikin, em diçin salona
rûniþtinê. Çûnûhatin û
boþahiyek heye. Haziriya kombûn û çûna
heyeta Kurdistanî tê kirin.
Serokên
kurdan hemû li hev civiyane
Gelek di ser hatina me re naçe, endamên heyetê
tên otêlê. Di demek kin de hemû berpirsiyarên
siyasî yên partiyên kurdan li wir peyda dibin:
Mesud Barzanî, Nêçîrvan Barzanî,
Alî Abdullah, Habîb Kerîm, Hiþyar Zêbarî
û gelek nas û dostên din ji PDK. Dr. Mahmûd
Osman, Qadir Cabbarî, Adnan Muftî û hinên
din ji Partiya Sosyalîst. Samî Abdurrahman û
hinên din ji Partiya Demokrat a Gelê Kurdistanê,
Qadir Azîzî ji Partiya Zahmetkêþan, Azîz
Muhammed, Kerîm Ehmed û hinên din ji Partiya
Komunîst. Wekî din jî gelek eþraf, amirhêz
û berpirsyarên siyasî li wê derê
ne.
Di navberê re Celal Talabanî jî bi Dr. Fuad
Mahsûm, Kemal Fuad û hinên din re dikeve hundir.
Li ser xwe ye, devê wî bi ken e, þên û
kêfxweþ xwiya dike. Bi her kesî re yekoyeko
diaxive, silavê li wan dike û bi nêzîkayiyeke
zêde li halê wan dipirse. Du rojnamevanên Ewrûpî
jî li salonê ne, misêwa risman dikêþin.
Pirtirîn jî yên Mesûd Barzanî û
Celal Talabanî...
Gava çavê Celal Talabanî bi me dikeve, çavên
wî diçirûsin, bi kenekî geþ ber
bi me ve tê, xwiya ye qet texmîn nedikir ku di demek
wiha de me li vê derê bibîne, em bixêrhatinê
li hev dikin. Endamê Mekteba Siyasî ya PDK Selîm
Soran li rex me ye, dixwaze me bi wî bide naskirin. Jê
re dibêje »Tu hevalan dinasî?»Xwiya ye
pir li hesabê wî nayê. Hema di cîh de
bersîva wî dide: »Çon nanasim, axir emane
biraderî qedîmî xoman in»(Çewa
nanasim, axir ev biraderên kevin ê me bi xwe ne).
Bi vê peyvê re em hemû bi hev re dikenin.
Em pirsa guftûgoyan ji Celal Talabanî dikin. Dide
xwiyakirin ku ji Seddam gelek bê hêvî ye, wê
guftûgo zû bi zû bi ser nekevin. Piþtre
em pirsa çûna wî ya Tirkiyê û civîna
Enternasyonala Sosyalîst jê dikin. Bi pesnekî
bilind vê çûnê û civînê
dipesinîne. Dide xwiyakirin ku gelek kes dîtine, bi
rojnamevanan re rûniþtiye, di civînê de
raporek li ser rewþa Kurdistanê xwendiye û di
vî karî de gelek serkeftî bûye. Çentê
xwe vedike, hin resmên xwe yên ji vê civîn
û gerrê nîþanî me dide. Bi Wîlly
Brand, Erdal Ênonu û hinên din re ye. Kêfxweþiya
wî di risman de jî diyar e. Piþtî demekê
civat radibe bi konvoyeke mezin ber bi Hewlêrê ve
bi rê dikeve. Em jî piþtî wan diçin
li sûka Þeqlawa digerin û hin nas û dostan
ziyaret dikin.
Þeqlawa nehiyek tûrîstîk a þêrîn
e ku di nav daran de wenda buye. Li gor herêmên din
ên Kurdistanê hênik e. Ciyekî zozan e.
Ne pir mezin e. Du otêlên mezin ên turîstîk
tê hene. Lê nuha yek meqerê Yekîtiyê,
ya din jî yê Partiyê ye. Xuya ye ev der, zêdetir
ciyê turîstên ereb buye. Kuveytî û
hin welatiyên din di wextê xwe de hatine havînên
xwe li van deran derbas kirine. Lê îro, pêjna
tûrîstan nayê. Herder meqerên pêþmergeyan
e. Herkes çekdar e, peyatî yan bi makînan diçin
û tên. Qasî em pê hesiyan, 136 meqerên
pêþmergeyan li Þeqlawa hene. Bes yên Yekîtiyê
li gor agahdariya wan di ser 50-yî re ne. Yek ji meqeran
jî yê »Millî Turkmen Partîsî»ye
ku serokê wan ajanê MIT-a tirkan, Muzaffer Aslan e.
Pirbûna meqeran ne elametê baþbûnê,
lê elametê nerêkûpêkîyê
û anarþiyekê ye.
Civîna
li Hewlêrê rojekê dajo
Berêvarê, hîn em li Þeqlawa ne, xeberek
tê ku heyeta guftûgoyan ji Hewlêrê paþde
vegeriyaye. Em tê digihîjin ku heyet çûye
Hewlêrê heyeta hikûmetê jî hatiye,
civînek 3-4 saetan bi hev re kirine, paþê heyeta
hikûmetê gotiye ku wê vegerin, Bexdayê,
divê ew jî bên Bexdayê û civînên
guftûgoyan li Bexdayê dewam bikin. Di heyeta hikûmetê
de Êzzet Êbrahîm, Tarik Azîz, Hasan Alî
Mecîd hebûne. Hasan Alî Mecîd ew kes e
ku di wextê xwe de biryara avêtina çekên
kîmyayî ya ser Helebçê dabû. Loma
di nav xelkê Kurdistanê de navê wî bûye
Alî Kîmyawî.
Êvarê di riya xwe ya berê re em dizivirin Rewanduzê.
Heyeta guftûgoyan, di herdu rojên dawiyê de,
haziriya xwe û çûna Bexdayê dike. Di
vê navberê de em jî lez dikin ku serok û
berpirsên hêzên siyasî berî çûna
Bexdayê bibînin.
Di 8-ê tîrmehê de em diçin, li Serdawê
Mesûd Barzanî dibînim, her wê rojê
em vedigerin Þeqlawa, Samî Abdurrehman, Dr. Mahmûd
Osman û hin ji berpirsyarên Yekîtiyê dibînin.
Firsenda dîtina Celal Talabanî çênebe.
Sibehî wê heyet biçe Baxdayê, di haziriya
wê de ye.
Roja din di nehê mehê de heyet bi rê dikeve,
diçe Bexdayê. Em jî diçin meqerê
merkezî yê Partiya Komunîst a Iraqê, Azîz
Muhammed û Kerîm Ahmed dibînin. Di van dîtinên
xwe de bi hemû partiyan re bi dûr û dirêjî
em li ser rewþa Kurdistana Iraqê, li ser guftûgoyan
û rojên pêþ, li ser rewþ û
guhertina dinyayê û herêmê û li
ser rewþa hemû Kurdistanê dipeyivin. Ew, agahdariyan
didin me, dîtinên xwe pêþkêþ
dikin, em jî dîtinên xwe pêþkêþî
wan dikin. Ez naxwazim li vir serê wê bêþînim,
yekoyeko bahsa van civînan û axaftinan bikim. Çimkî
gelek caran wê tekrar di wan de çêbibin. Lê
dixwazim bi tevayî behsa guftûgoyan, tarîxa
wan û çawa berpêþ hatine behsa wan bikim.
Êro di çi qonaxê de ne, li ser wê rawestim
ku kêm zêde di hemû civînên me de
li ser wan hatin rawestandin.
Serîhildan
û Teklîfa Guftûgoyan ji aliyê Hukumetê
ve
Serîhildana vê dawiyê li Kurdistana Iraqê
cara pêþîn li Ranyayê dest pê kir.
Piþtî ku nêzî 300 pêþmerge
li der û dora Ranyayê xuya bûn, xelkê
sivîl ê Ranyayê di 3-yê adarê de
serî hilda. Pêþmergan jî xwe gihandin
dor û nav bajêr. Þer du rojan ajot, þerekî
xwînawî bû. Di pêncê adarê
de, esker û emn vekiþiya, bazda, Ranya hat rizgarkirin.
Di 8-ê mehê de xelkê Silêmaniyê
serî hilda, piþtre hin pêþmergeyan xwe
gîhandin bajêr. Lê bi serîhildaneke spontan
ji emnê (muxaberatê) gelek kes hatin kuþtin,
esker teslîm bûn, serokên esker û emnê
yên mezin bazdan, ên mayî teslîm bûn.
Xelkê esker nekuþtin, lê nêzî 850
casûsên îstîxbaratê hatin kuþtin.
Silêmanî rizgar bû.
Di 9-ê adarê de, xelkê Koyê û Þeqlawayê
serî hildan, bêyî þerekî xwînawî
ev cîh rizgar bûn.
Di 11-ê adarê de Hewlêriyan serîhildan,
bajar di çar seetan de rizgar kirin. serokên hikûmetê
bazdan, yên mayîn teslîm bûn.
Berî Hewlerê di 10-ê mehê de Rewanduz,
Diyana û qeza Sidîq rizgar bûn. Li van deran
jî tu berxwedan a leþkerî çênebû,
hemû teslîm bûn.
Di 13-ê adarê de Akre, Berdereþ û Amediye
rizgar bûn. Di 14-ê adarê de Zaxo û Dihok
ji aliyê serîhildana xelkê ve hatin rizgarkirin.
20-ê adarê yanî þeva Newrozê bi
hezaran pêþmerge û ji 50 000-î zêdetir
xelkê sivîl wek pêlên behrê ber
bi Kerkûkê ve herîkin, di 21-ê adarê
de gava roja sibeha newrozê hilat, Kerkûk bi piranî
hatibû rizgarkirin. Þerê herî giran li
herêma þirketa petrolê hatibû kirin. Gava
ew der þikiya û cîh ket destê pêþmergeyan,
derên din jî muqaweme sist kirin. Serokên emn
û eskerî û îdarî yên mezin
her tiþt di cîh de hiþtin û reviyan. Lê
li dora Kerkûkê ji aliyê Mûsilê
ve þer tu carî nesekinî, her dewam kir.
Mukerrem
Talabanî teklîfa lihevhatinê tîne Kurdistanê
Hê destpêka biserketina serîhildanê bû,
Mukerrem Talabanî, ku wezîr e di hikûmeta Iraqî
de û heta niha çi teklîfên rejima Iraqî
bûne wî bi xwe anîne ji kurdan re, hat Kurdistanê,
Celal Talabanî û Mesud Barzanî dîtin,
da diyarkirin ku Seddam Husên teklîfa guftûgo
û lihevhatinê li kurdan dike.
»Sadam Husên dibêje»Mukerrem Talabanî
got »ji cudakirina Kurdistanê pê ve kurd çi
bixwazin em hazirin bi wan re guftûgoyê bikin.»Serokên
kurdan fikirîn ku teklîf, teklîfeke baþ
bû. Kurdan ji xwe cudakirin û serxwebûna Kurdistanê
nedixwestin, ev yek di rewþa îro ya herêmî
û cîhanî de mumkun nedidîtin. Madem ku
Saddam, ji vê pê ve ji her tiþtî re hazir
bû, îdî wan çi dixwest.
Lê baweriya wan bi Sadam nedihat, têr îqna nedibûn
ku Saddam ji dil wê hazir be ku pirsa otonomiyek rastir
yan cumhuriyetek federalî bi wan re munaqeþe bike
û qebûl bike. Loma, xwiya bû tenê bi hatina
Mukerem Talabanî dilê wan li cîh rûneniþt,
xwestin heyetekê biþînin Bexdayê, ew raste
rast ji devê hikûmetê û ji yê Saddam
teklîfê bibihîzin.
Heyetek ji du kesan; endamê Mekteba Siyasî ya PDK
Fazil Mutnî û yê YNK Ferîdun çûn
Bexdayê û vegeriyan hatin, gotin; rast e hikûmetê
ji me re gotiye ku, em hazir in rûnin, her tiþtî
bi kurdan re munaqeþe bikin û pirsa kurdî ji
binî safî bikin.
Li Kurdistanê bûyer wek babelîskê diguherin
Ev çûn û hatin di demek kurt de pêk hatin,
lê bûyerên Iraqê û bi taybetî
yên Kurdistana Iraqê ji van jî zûtir dihatin
guhertin. Hê heyeta du kesan ne gihaþtibû Bexdayê,
Saddam ordî ji baþûrê Iraqê gihand
Kurdistanê.
Êrîþa ser bajarên Kurdistanê dest
pê kiribû jî. Heyet li Bexdayê bû,
þerekî xwînawî li Kerkûkê
dibû. Li gor dihat gotin gava êrîþa ser
Kurdistanê dest pê kir, ji bilî pêþmergeyên
kevn tu kesên din þer nekirin. Çekdarên
serokcahþan, ku di serîhildanê de rolek esasî
lîstibûn, niha þer nedikirin vedikiþiyan;
çekên giran li cîh dihiþtin, çekên
sivik davêtin. Loma pêþmergeyên eslî
li hember dijmin di parastina bajaran de bi tenê mabûn
û qeweta wan têra parastina bajaran nedikir. Li gor
Celal Talabanî digot, di þerê Kerkûkê
de bes ji YNK 1 600 pêþmerge hatibûn þehîdkirin.
Ordiya Sadam bi tank û topan, bi helîkopteran êrîþ
dibir ser xelkê sivîl ê bajêr. Xanî,
apartman û semt bi topan hildiweþandin. Dengê
wê yekê di nav milet de belav bû ku Saddam çekên
kîmyayî bi kar aniye.
Di encama van û gelek tiþtên din de, xelkê
sivîl ê Kerkûkê, bi carekê rabû
ji bajêr derket û berê xwe da çiyayan,
pêþmerge nema karibû bajêr biparêze
û di demek kin de di 27-ê adarê de Kerkûk
ket destê dijmin. Ketina Kerkûkê, bi awakî
xerab tesîr li gelê Kurdistana Iraqê kir, gel
hemû bajar û warên din terk kir. Wek lehiyekê
berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ser tixûbên
Êran û Tirkiyê. Hewlêr di 1-ê nîsanê
de, Silêmanî di 4-ê nîsanê de ket
destê dijmin. Pêþmerge paþde vekiþiya,
heta qeza Selahadîn jî berda, lê berxwedana
esasî hew karibû li çiyayê Sefîn
ên piþt Þeqlawa saz bike. Di wan çiyayan
de ordiya Saddam hat rawestandin. Li herêma Dihok û
Zaxoyê, ji xwe qet erdên rizgarkirî nema. Gava
heyet ji Bexdayê vegeriya Kurdistanê, rewþa
Kurdistanê 180 derce bi vî awayî hatibû
guhertin.
Piþtî heyeta du kesan ji Bexdayê vegeriya, cara
pêþîn Cepheya Kurdistana Iraqê resmî
civiya ku li ser pêþniyara hikûmeta Iraqî
biryarekê bide: Kurdistan vala bûbû. Du milyon
însan bi çol û çiya ketibûn. Serma
bû, li çiyayan berf dihat, xwarin û derman
tunebûn, êrîþek hov û dirindane
li pey wan bû, cîh û warên ku wan vala
dikirin ji aliyê ordiya ereb ve dihat talan û wêrankirin.
Ji serma, birçîbûn, nexweþî, westan
û tirsê rojê du hezar kes dimirin. Nêzî
tevaya miriyan zarok bûn, jin bûn, kal û pîr
bûn. Tirkiyê deriyê starê li wan venedikir,
kontrola li ser tixûbê Êranê, bûbû
bendek li ber pingara lehiya însanan, bi kîlometran
însan li pey hev qor bûbûn. Hawar û gaziya
kurdan li dinyayê olan dida, televîzyon û rojnameyên
cîhanê dinya bi agahdariyên ji Kurdistanê
bombaran dikirin, lê ne kes bi gazî û hawara
kurdan ve dihat, ne hikûmetekê dengê xwe dikir,
ne jî tu alîkarî ji kurdan re dihat.
Serokên kurdan fikirîn: Gelo ev çi bû,
ma dikir wek Ermeniyan bê serê kurdan. Xwiya bû,
li ber çavê hemû cîhanê bi milyonan
însan wê bimirana, Kurdistan wê wek Ermenîstanê
bibûya kavil. Wexta fikirandin û munaqeþek dûr
û dirêj û bi aqlê selîm nemabû.
Divê biryar bihata dayîn.
Heyeta
kurdan diçe Bexdayê
Cepheya Kurdistana Iraqê di cîh de biryar da: Di serokatiya
Celal Talabanî de, heyetek ji Samî Abdurrahman, Resûl
Mamend û Neçîrvan Barzanî pêkhatî
ber bi Bexdayê bi rê ket.
Wan hê biryara xwe didan, bêdengiya cîhanê
jî çiriya, protesto ji hikûmet û dezgehên
resmî û neresmî yên Ewrûpayê
bilind bûn. Xaça Sor, rêxistinên mirovayî
yên cîhanî, hikûmetan, dezgehên
doktoran û yên din dest pê kirin alîkariya
xwarin, derman, çadir, betanî û kincan rêkirin
ji kurdan re. Lê wilo li kurdan hatibû ku, alîkarî
ne bi rojan lê diviya bi seetan bigihîþta wan,
roj û hefte pirr dereng bûn.
Ji ber vê yekê jî destpêkirina protesto
û alîkariyan, biryara Cepheya Kurdistana Iraqê
neguhart. Heyeta resmî ya guftûgoyan çû
Bexdayê, Saddam dît, endamên heyetê yekoyeko
Saddam maçî kirin, guftûgoyan dest pê
kir.
Erê guftûgo resmî bûn, lê hemû
civîn, çi bi endamên hikûmetê re
çi jî bi Saddam re li ser esasên çarçewên
giþtî dimeþiyan û þîfahî
bûn. Zebt nedihatin girtin. Pirs bi berbiçavî,
xal bi xal nedihatin munaqeþekirin. Li ser çerçewa
otonomiyê û demokrasiyê dihat axaftin.
Heyeta kurdan çi dixwest Saddam digot »baþ
e!»
Heyetê digot, kurd tiþtekî naxwazin, ji bilî
otonomiyeke heqîqî. Saddam li wan vedigerand:
­Helbet, helbet ji xwe ne hewce ye em bi dûr û
dirêjî munaqeþa vê yekê bikin. Beyana
11-ê adarê berî bîst salan di navbera
me de hatiye îmzekirin. Yê ku ew beyan qebûl
kiriye, ez bi xwe me. Em îro hazir in ku beyana 11-ê
adarê bi guhertinek ber bi pêþ de qebûl
bikin. Ji beyanê vir de 20 sal derbas bûne, divê
ev dem jî bê hesabkirin û pêþketin
tê de bên qebûlkirin. Em hazir in ji beyana
11-ê adarê zêdetir bidin.
Heyetê digot: Me divê demokrasî û azadîyek
fireh li Iraqê hebe. Saddam peyva wan di devê wan
de dibirî, digot:
- Lê çawa! Hîn berî ku hûn bêjin
em bi xwe hazir in ku demokrasiyek heqîqî bînin
Iraqê. Ne ku niha, hê ji berê de hikûmeta
me li ser vê meselê rawestiyaye. Berî Þerê
Xelîcê, ji bo bicîhkirina demokrasiyê
li Iraqê me bi dûr û dirêjayî planek
amade kiribû. Lê þer bi ser me de hat, nehiþt
em vê plana xwe li dar xin. Lê îro þer
xelas bûye, em difikirin û hazir in ku demokrasiyek
rastîn bînin seranserî welêt.
Heyeta kurdan digot çi, Sadam digot rast e, wek we ye û
ji daxwazên wan zêdetir jî pêþkêþ
dikir.
Nexwe îdî kurdan çi dixwest? Ji xwe tiþtê
ku wan dixwest jî ev bû.
»Lê»Sadam digot »em naxwazin ji kurdan
bes bi terefekî re rûnin. Ji ber ku me biryar daye,
em pirsa kurdî vê carê ji binî ve, bi
her awayî safî bikin, em dixwazin bi hemû terefan
re yanî bi Cephê re rûnin û divê
di dereca herî bilind de guftûgo bimeþin.»Loma,
dîtina Celal Talabanî ji bo Saddam Hûsên
ne bes bû. Wî dixwest ew rûbirû bi Mesûd
Barzanî re jî rûnê.
Kurd fikirîn ku ev daxwaz jî tiþtekî maqûl
e. Him ji bo vê yekê, him jî ji bo xwe amadekirina
ji bo guftûgoyan, heyetê biryar da ku vegere Kurdistanê.
Gava heyeta kurdan vegeriya Kurdistanê, li Bexdayê
çi kirine, çi nekirine hemû neqil kirin. Cepheya
Kurdistanê rûniþt projeyek li ser qanûna
otonomiyê, li ser mesela demokrasiyê û li ser
normalîzekirin û avakirina Kurdistanê hazir
kir. Heyetek nuh hat tespîtkirin ku ji Mesûd Barzanî,
Samî Abdurrehman, Resûl Mamend, Nûþîrwan
û hin hevalên wan ên berpirsiyar pêk hatibû.
Di destpêkê de Mesûd Barzanî bi xwe û
PDK zêde dil nedikirin ku Mesûd Barzanî biçe
Bexdayê. Lê hat gotin ku ji bo selametiya biserketina
guftugoyan divê ew biçe. Di encamê de, heyeta
Cepheya Kurdistana Iraqê, proja amadekirî girt û
çû Bexdayê.
Guftûgo
dirêj dajon
Guftûgoyên Bexdayê yên vê carê
42 rojan ajotin. Raya giþtî ya cîhanî
û ya kurd tu carî hay jê nebûn ku di van
42 rojan de çi hatin gotin, çi hatin munaqeþekirin
û çi hatin qebûlkirin. Car bi car di riya televizyon
û rojnameyên Iraqê re hin Beyanên Mesûd
Barzanî derdiketin, ku behsa bawerpêanîna bi
Saddam dikir, bahsa wê yekê dikir ku heyeta kurdan
doza tu garantiyek navnetewî li Iraqê nekiriye. »Çimkî»Mesûd
Barzanî gotibû »garantiya esasî baweriya
her du aliyan bi hevdu re ye.»
Heyet dereng diket; venedigeriya Kurdistanê di navberekê
re ciyê otêla wan hat guhertin. Heta demekê
di rojnameyên Ewrûpa de derket ku, hikûmeta
Saddam dest daniye ser heyeta kurdan. Lê piþtre heyet
xwiya bû, derket pêþberî rojnamevanan.
Mesûd digot:
-Di gelek tiþtan de me li hev kiriye. Hin noxtên piçûk
mane. Em hêvî dikin ku wê di demek kurt de peymana
otonomiyê bê îmzekirin.
Di raya giþtî û ya kurdan de dihat gotin ku
Mesûd Barzanî xeber rêkiriye pey Celal Talabanî
ku were Bexdayê ku her çend nuxtên mayî
jî bên munaqeþekirin û peyman bê
îmzekirin. Lê li aliyê din dihat gotin ku Celal
Talabanî jî daxwaz li Mesûd Barzanî kiriye
ku vegere Kurdistanê, li hev rûnin, netîcên
guftûgoyan muzakere bikin. Hê beyanên Mesûd
Barzanî derdiketin ku li Bexdayê li hêviya Celal
Talabanî ye, Celal Talabanî çû Êstenbolê,
civîna Enternasyonala Sosyalîst. Piþtî
civînê jî li wir mudetekî ma. Reîscumhûrê
Tirkiyê Turgut Ozal, Erdal Ênonu û Suleyman
Demîrel ziyaret kirin. Çend civîn bi rojnamevanan
re kirin. Sefaretên hin welatên Ewrûpayê
ziyaret kirin, heta hat behskirin ku nerehetiyek wî heye,
çûye li nexweþxana Amerîka tedawî
dibe. Bi vî awayî rojên Celal Talabanî
yên li Tirkiyê zêde bûn. Di vê navberê
de Mesûd Barzanî ji Bexdayê vegeriya Kurdistanê.
Piþtre Celal Talabanî ji Tirkiyê vegeriya. Dr.
Mahmûd Osman û Azîz Muhamed jî ji dervayî
welêt vegeriyan Kurdistanê.
Saddam
hemû sozên xwe jibîrkirine
Cepheya Kurdistana Iraqê li hev civiya, encamên guftûgoyan
muzakere kirin. Xuya bû ku hikûmeta Iraqê ew
soz û peymanên ku di destpêkê de dabûn
kurdan, hemû ji bîr kirine; li hember proja Cepheya
Kurdistana Iraqê, wê jî projek pêsniyar
kiriye ku tu têkiliya wê bi dayina otonomiyê,
bi avakirina demokrasiyê û normalîzekirin û
veavakirina Kurdistanê nîne.
Di guftûgoyan de mesela demokrasiyê û ya tixûbê
otonomiyê nehatibû zelal kirin. Hukûmetê
qebûl nekiribû ku Kerkûk, Sincar, Þêxan,
Xaneqîn û Mendelî têkevin nav tixûbên
otonomiyê. Hukumetê, îddîa dikir ku piraniya
rûniþtiyên van deran ne kurd lê ereb in.
Çimkî berî sê salan di 1988-an de hikûmeta
Iraqê, qanûnek derxistibû ku ji bilî kurdên
sunnî, hemû kurdên êzîdî,
fileh û tirkmanên Iraqê û yên Kurdistanê
ereb qebûl kiribûn. Digotin ev hemû ereb in.
Mesela normalîzekirina Kurdistanê, yanî vegera
kurdan ser cîh û warên xwe, avakirina gund û
bajaran, bes ji bo herêmên ku diket nav otonomiyê
hatibû qebûlkirin. »Lê»hikûmetê
gotibû, »herêmên ji aliyê ewleyî
û stratejîk ve girîng divê ne di nav de
bin.»Ev »lê»dikaribû bihata wê
manê ku, divê veger ji bo ser hidûdê Sûriyê,
Tirkiyê û Êranê çênebe û
ev der ji nuh ve ava nebin. Xaneqîn û Mendelî,
him li ser hidûdê Êranê bûn, him
jî nêzî paytext (Bexdayê) bûn, ji
aliyê ewleyî ve, nedibû kurdên feylî
vegeriyana van herêman, divê kes venegeriyana herêmên
petrolê. Mana xwe, bi »lê»yekê mesela
normalîzekirina Kurdistanê, dihat pûçkirin
û dibû cihê pêkenînê. A din
hikûmetê, herêmên kurdî yên
ne di nav otonomiyê de nexistibûn çarçeva
normalîzekirinê. Di esasî de pirtirîn
jî di van cihan de kurd hatibûn talankirin, wêrankirin
û mihacirkirin. Erebên þîî û
yên din li ser zevî û gundên wan hatibûn
bicîkirin.
Hukumetê qebûl kiribû ku qanûneke otonomiyê
derkeve, lê divê walî û qeymeqamên
herêma otonomiyê bi merkezê ve girêdayîbûna,
emin wek berê bi reîsêcumhur ve girêdayîbûna,
ji bo parastina hidûdan ordî li Kurdistanê bimana,
ji bo parastina ewleyî, îstîkrar û aramiyê
pêþmerge bimana, lê bi wezareta hundurîn
a hikûmeta merkezî ve bihatana girêdan.
Saddam
hin þert danîbûn ber kurdan
Piþtî van hemûyan hikûmetê hin þert
jî danîbûn ber kurdan.
* Bi îmzekirina peymanê re divê serokên
hêzên kurdî (Mesûd Barzanî û
Celal Talabanî jî tê de) wek wezîr di
hikûmeta merkezî de cîh bistendana.
* Divê partiyên kurdî têkiliyên xwe ji hemû partiyên derveyî welêt û ji hemû dewletan û ji muxalefeta Iraqî (ku hikûmetê digot ev nokerên dewletên dijminên Iraqê ne) bibiriyana, ji nuha pê ve di riya Cepheya Iraqî re (ya ku di serokatiya BAAS-ê de nuha li ser hukme) têkilî bi derva re danîna.
* Divê Cepheya Kurdistanê beyanek derxista, hêzên muttefîk, Suriye, Êran Tirkiye, dewletên ereb yên din protesto bikira, siyaseta hikûmeta Iraqî bi her awayî tesdîq û teyîd bikira.
* Divê ji îmzekirina peymanê û heta mehekê pêþmergeyan çekên xwe yên sivik û heta du mehan çekên xwe yên giran teslîm bikirana.
* Roja peyman bihata
îmzekirin, divê hemû radyoyên kurdan bihatana
rawestandin.
Ev bûn tiþtên ku di guftûgoyên 42
rojan de hatibûn diyarkirin.
Cephê civîn li ser civînan kir, di nav xwe de
civiyan, bi serokeþîran re, bi hin xelkên naskirî
yên din re civiyan. Civînên wan deh panzde rojan
ajotin, gelek dîtin û bîr û bawerî
hatin munaqeþekirin. Bi tevayî du dîtin di nav
kurdan de dihatin diyarkirin ku ev dîtin di nav hemû
partiyan de û di nav xelkê de jî hebûn.
Dîtinek ew bû ku digot divê em baweriya xwe
bi dewletên xerîb, bi hêzên mitefiq, bi
soz û peymanên wan neynin. Çimkî ew tu
tiþtekî berbiçav, tu alîkariyek berbiçav
naxin ber destê me. Ji bo me çêtir e ku em
karibin bi Saddam re li hev bikin. Ji aliyekî de ew di tarîxa
xwe de qasî îro tu carî wiha zeîf nebûye.
Ku ne îro be û ku ne Saddamê niha be em nikarin
peymanek maqûl bi kesî re bidin îmzekirin. Eger
were û Saddam bikeve, yekî din têkeve þûna
wî, wê wek Saddam ji dinyayê ne tecrîtkirî
be, wê ewqas ne rûreþkirî û bê
dost be. Emê wek demên kevin li hember wî bê
dost û heval û tecrîtkirî bimînin.
Miletê me jî piþtî van 30 salan, ewqas
talan bûye, ewqas ji cîh û warên xwe hatiye
rakirin, ewqas hatiye kuþtin, îdî taqet tê
de nemaye. Hela vê þikestin û mihaciriya dawî,
bi temamî ew perîþan kiriye. Hema çawa
be jî em peymanekê bi Saddam re îmze bikin,
milet vegere ser warê xwe, bi cîh bibe, rûyê
aþtiyê bibîne, nema koç bike, bê
kuþtin, ev jî îro ji bo me bes e.
Dîtinek din jî hebû digot erê belkî
ev hemû kêm zêde rastiyên me ne, lê
þertê ku Saddam dide ber me, ne mumkun e rehetî
û aramiyê ji miletê me re bîne, rê
nade ku miletê me bi dilrehetî vegere ser cîh
û warên xwe, ne mumkun e ku baweriyekê di nav
milet de peyda bike. Tiþtê ku Saddam ji me dixwaze
ew e ku em û miletê me em hustiyê xwe dirêj
kin ber kêra wî. Baþ e, em guftûgoyan
bi hikûmetê re bidomînin, lê rewþa
Saddam, ya miletê me û rewþ û mewqifê
dinyayê, dewletên Ewrûpa li hemberî pirsa
kurdî û li hemberî rejima Saddam û bi
taybetî þexsê Saddam ne di wê noxtê
de ye ku em hemû þertên giran ên Saddam
qebûl bikin. Dinya serê Saddam dixwaze. Êro
Saddam nikare êrîþê bîne ser me.
Mutefîkan soz dane ku Saddam êrîþê
bîne ser miletê kurd, mitefiq wê lêxin.
Mutefîk daxwaz dikin ku em jî êrîþê
nebin ser ordiya Saddam. Em ji xwe ne terefdarê wê
yekê ne ku þer bikin. Miletê me, westiyaye,
perîþan û derbeder bûye. Naxwaze þer
bike, lê bi sed hezaran pêþmerge û çekdarên
me hene. Êrîþ were jî em dikarin xwe biparêzin.
Loma jî em zû bi zû hema rejîm çi
da me jî, em qebûl nekin. Em muhawele bikin ku peymaneke
maqûl îmze bikin. Mafekî durust ji bo miletê
xwe bi dest xin.
Kurd
projeke nuh amade dikin
Di encama munaqeþe û çûnûhatinên
qasî panzde rojan de, ev her du dîtin herçî
hebûnên xwe parastin jî, gîhaþtin
wê yekê ku, pêþniyariya hikûmetê
ya guftûgoyên 42 rojan neyên qebûlkirin
û îmzekirin, ji dêvlê ve Cepheya Kurdistana
Iraqê projeyeke nuh hazir bike ku tê de asgarî
hedên li ser hemû meselên otonomiyê, meselên
tixûb û yên demokrasiyê bên danîn
û bi vê projê û vî hedê asgarî
ve heyet biçe Bexdayê, dest bi dewreya duduyan ya
guftûgoyan bike. Cephê bi her 8 partî û
hêzên xwe ve îmze û qebûl kir ku
eger ev hedê asgarî ji aliyê hikûmetê
ve bê qebûlkirin, bila peyman bê îmzekirin,
eger neyê qebûlkirin, bila neyê îmzekirin.
Heyet di meha tîrmehê de ber bi Bexdayê bi rê
ket. Di heyetê de Mesûd Barzanî, Celal Talabanî,
Samî Abdurrahman, Dr. Mahmûd Osman, Fuad Mahsûm
û hin berpirsiyarên din hebûn. Li gor biryara
cephê Celal Talabanî ne endamê heyetê
bû. Lê ji bo du rojan wê bi heyetê re
biçûna Bexdayê, bi hikûmetê û
Saddam Husên re rûniþtana, ji wan re bidana
nîþandan ku li ser guftûgoyan tu cihêfikirîn,
di navbera partiyên cephê de nîne, bidana nîþandan
ku heyeta di serokatiya Mesûd Barzanî de, temsîla
hemû partiyên cephê dike û ev heyet dikare
li ser navê wan, hemû guftûgoyan bimeþîne.
Jê pêþtir vê carê di heyeta kurdan
de hin pisporên di warê huqûq, zimanê
erebî û hin meselên din de jî hebûn.
Celal Talabanî sêçar rojan li Bexdayê
ma, carek din bi Saddam Husên re rûniþt û
vegeriya Kurdistanê. Piþtî çend rojan
jî derket gerra xwe ya Ewrûpa ya ku destpêka
wê Êngiltere bû.
Heta em ji Kurdistanê vegeriyan jî ku 15 roj di ser
guftûgoyan re buhurî bûn, tu agahdariyên
li ser lihevhatinek tevayî negiheþtin raya giþtî.
Bes di hevdîtinek me de ya bi Celal Talabanî re piþtî
ku ew ji Bexdayê vegeriya bû, xeberek hat ku heyeta
kurd û hikûmetê li ser du nuxtan li hev kirine,
lê nuxtên mayîn hîn hemû di munaqeþê
de ne. Ew herdu nuxte ev bûn.
Hukumetê mesela normalîzekirina Kurdistanê vegera
kurdan ser cîh û warên xwe, paþde rakirina
ereban ji ser erdên kurdan, çi di herêma otonomiyê
de be, çi jî ji dervayî otonomiyê be,
qebûl kiriye.
Ya duduyan jî hikûmetê dev ji wê yekê
berdaye ku bi îmzakirina peymanê re radyoyên
kurdan bên rawestandin. Li gor lihevkirinê, heta rojnameyên
kurdan dest bi weþanê bikin, wê radyo weþanên
xwe bidomînin.
Ji roja çûyina xwe ya Kurdistanê û heta
vegera xwe, ev agahdarî bûn ku di derheq guftûgoyan
de gîhaþtibûn me. Loma jî dixwazim nivîsa
xwe ya li ser çîrok û rewþa guftûgoyan
li vir bibirim, cardin vegerim ser gera xwe ya li Kurdistanê,
behsa wê yekê bikim ku me çi dîtin û
çi bihîstin.
***
Dûmahûk
heye. Ji bo dûmahîkê bitiqîne!