Çend pirsên rêzimana Kurdî

Mûrad Ciwan

Zimanê Kurdî îro ji her demê bêtir îmkaneka mezin a bikarhatinê ji bo xwe dîtiye. Bi taybetî Kurmancî di dîroka xwe ya seranser de cara pêþîn e ku bi vê firehiyê bikar tê. Jiyana siyasî, kulturî û rewþenbirî ya Kurdan bûye xwedanê gellek dezgeh û wasiteyên bikarhatina zimanê Kurdî. Di warên herêmî, netewî û navnetewî de radyo û televîzyonên Kurdan yan yên Kurdîziman dest bi weþanê kirine. Li welêt û li derveyî welêt çapxane, komele, enstîtu, weqf û dezgehên dîtir ên Kurdan, rojname, kovar û pirtûkên Kurdî çap dikin, civîn, kongre, semîner, lêkolîn û meþ û ahengên xwe bi Kurdî dikin, li gel endamên xwe û li gel dezgeh û rêxistinên din bi wasitên nivîskî û devkî yên Kurdî têkiliyan datînin. Li derveyî welêt, îmkanên ders an dersxaneyên zimanê Kurdî li ber piçûkên Kurdan vedibin. Ev bi xwe ra wê yekê tîne ku gellek kes, dest bi mamostetiya zimanê Kurdî bikin. Li baþûrê Kurdistanê, bi avabûna dewleta federe re, zimanê Kurdî di jiyana burokratî, siyasî, huqûqî, hînkarî û gellek warên din de bi aktîfî tê bikaranîn.

Ev yek ji aliyekî de îmkanan li ber zimanê Kurdî vedike ku ew geþtir, berfirehtir û bikêrtir bibe, ji aliyekî de jî yên ku wî bikartînin, pirtir xwe muhtacî wê yekê hîs dikin ku bi xusûsiyet, bikêrhatin û dewlemendiya vi zimanî aþîna bibin, xwe ji kêmasî, nezanî û þaþiyan xelas bikin. Helbet mesela dewlemendkirin, zelalkirin, kemilandin û standardîzekirina ziman jî li meydanê ye. Ev hemû bi xwe re wê yekê tînin ku îro ji demên çûyî bêtir îhtiyac heye ku em lêkolînên zanistî li ser zimanê xwe bikin, hemû dewlemendî, meziyet, bikêrhatin û hostatiya wî derxin meydanê, bingehên rastnivîsîn û rastaxavtina wî li ber çavê kurdîaxêv û kurdînivîseran zelaltir bikin.

Hema hema tevayiya xebatkarên ku di dezgehên jiyana rewþenbîrî û kulturî de xebatê dikin ne pisporê zimanê Kurdî ne, li mekteban zimanê Kurdî nexwendine, çi fêr bûbin ji jiyanê, ji dê û bavên xwe, ji der û dora xwe fêr bûne, gellek caran bi îmkanên xwe yên þexsî yên kêm, xwendin û nivîsandina vî zimanî hîn bûne. Ji ber hindê jî her çendîn bi piranî xebatên hêja di warên zimên de bikin jî gellek kêmasî û þaþiyan jî dikin. Meriv di radyo û televîzyonan de, di kitêb û rojnaman de rastî gellek axavtinên þaþ tê. Yan di warên rêzimanî û rastnivîsîn û rastaxavtinê de þaþîtiyan dikin, yan gellek caran ji dêlva peyvên ku di zimên de hene bi xwe peyvan çêdikin. Ji ber ku bingehên zimanî nizanin jî bi awayekî þaþ gotinan çêdikin. Gellek caran meriv dibe þahidê cumleyên welê ku avabûna wan ne li gora prensîbên avabûna zimanê Kurdî, lê li gora yên Tirkî, Erebî, Farisî, Rûsî an zimanekî din in.
Gelekan ji me wê çîroka qiralekî bihîstiye ku teb'ayên wî îksîrek vedixwarin û pê dîn dibûn. Li gora çîrokê, ew kesên ku îksîr vedixwarin û dîn dibûn xwe dîn qebûl nedikirin û ji kesên baqil re digotin ku ew bi xwe dîn in. Îksîrvexwir di civatê de roj bi roj zêde bûn, welê lê hat ku ji qiralî û der û dora wî pêþtir kesên baqil neman, tevayiya xelkê dîn bûn û dest pê kirin ji qiralî û der û dora wî re gotin ku ew dîn in. Qiralî nema karî xelkê îdare bike. Ew û dora xwe mecbûr man ku wan jî ji wê îksîra dînker vexwarin, hemû bi hev re dîn bûn. Piþtî wê qiralî îmkana îdarekirina welêt dît.

Çîroka me jî wekî ya wî welatî ye. Hin rabûne di dezgehên ragihandinê û yên hînkariyê de li gorî zanîna xwe, lê gellek caran þaþ Kurdî bikartînin. Ev þaþîtî di nava xelqê de belav dibin, xelq nizanin ku ev þaþ in, dibêjin qey bingehên rast ên zimanê Kurdî ne. Yên ku hay ji van þaþîtiyan hene eger bêdeng bimînin rojek wê were ku piraniya xelqê van þaþîtiyan wekî rastî qebûl bikin û ji rastiyan re jî bêjin ev þaþ in û wan red bikin.

Ji ber van sedeman jî Komeleya Mamosteyên Kurd karekî gellek qenc kiriye ku semînerek bi vî awayî li ser zimanê Kurdî li dar xistiye û em vexwendine vê derê ku em karibin li gorî zanîn û bikêrhatina xwe bi hin ji pirsan mijûl bibin, muhawele bikin ku bersîva wan bidin, heta dereceyekê hin aliyên wan zelal bikin.

Gava ez ji bo vê semînerê hatim vexwendin, berpirsiyariyeke welê li ser piþta min hat danîn ku ez li ser gramatîka(rêzimana) Kurdî rawestim. Pirseka gellek muhîm û di cih de, lê gellekî dijwar... Amadekarên semînerê diyar nekiribûn ku ez li ser kîjan warên gramerê rawestim, teh'dîdkirina vî karî û hilbijartina pirsan jî dan ser milên min. Loma jî mesele ji bo min girantir bû.

Bi îzna we ez ê li gorî þiyana xwe li ser hin xalan fikr û zanînên xwe pêþkêþ bikim ku bi qenaeta min di roja îroyîn de di warê axaftin û nivîsînê de gellek aktuel in. Pirsên ku min hilbijartine her wiha pirsinî wiha ne ku heta îro zimannas li ser wan ranewestiyane, an rawestiyabin jî bi zelaliyek têr ew çareser nekirine.

Yek ji wan pirsên ku li vê derê ez ê li ser rawestim, bikaranîn û çêkirina peyvên Kurdî ne. Her wekî min berê jî got ji ber ku îro gellek kes xwe muhtac dibînin ku di gellek warên jiyanê de li ser gellek meseleyan bi Kurdî biaxivin an binivîsînin, dikevin pey tesbîtkirina peyvan, heke di lehceya xwe de ew dîtin dîtin , nedîtin yan ji lehceyên din û zimanê din tînin yan jî li gorî xwe peyvên nuh çêdikin û wan bikartînin. Helbet ev tiþt ne karekî pirr ecêb e û di hemû zimanan de heye. Lehceya resmî yan jî zimanê yekbûyî yê hemû miletan ji lehceyên xwe yên cuda gotin û bingehên gramerî girtine, ji zimanên din gotin deyn kirine û xistine nava ferhenga xwe. Lê deynkirina gotinan ji lehceyên cuda û ji zimanên biyanî yan jî durustkirin an çêkirina gotinên nuh di wî zimanî de divê li gorî qaîdeyên wî zimanî an wê lehceyê bin, nabe ku meriv hema li gorî texmîna xwe gotinan çêke.

Di xala yekê de ez ê li ser rê û dirbên pêkhatina gotinên Kurdî rawestim, muhawele bikim pêþkêþ bikim ka di zimanê Kurdî de gotin bi çi awayî tên çêkirin.

Xala duduyan a ku ez li serê rawestim, mesela tewandina navan e di zimanê Kurdî de. Îro gava Kurdî tê axaftin û nivîsîn þaþîtiyek ji wanên herî mezin ku tên kirin tewandina navan e. Gellek ji wan hay jê nînin ku xusûsiyeteka tewandinê di navên Kurdî de heye, loma jî nizanin ku nav kengî û bi çi awayî divê bên tewandin.

Xala sisiyan mesela cînavên(pronomen-zamîrên) Kurdî ye. Wekî tê zanîn, cînav di Kurdî de bi du awayan derdikevin pêþberî me ku zimanzanan heta niha ew bi du grûb cînav dane dabeþkirin.

Meseleyeka din jî mesela rola artikelan(herfa tarîfê- veqetandek) e di Kurdî de. Rola artîkelan heta niha baþ nehatiye zelalkirin, loma jî yan em di bikaranînê de wan nabînin yan þaþ bikartînin yan jî bikar naynin.

Meseleyeka din a ku ez li ser rawestim mesela diyarî û nediyariya navan e di Kurdî de. Bi vê re min divê ez li ser tarîfkariya navan jî rawestim.

Di xala dawîn de ez ê li ser avakirina cumleyên Kurdî rawestim. Ev jî di roja me ya îroyîn de pirseka girîng e. Gelek caran em rastî cumleyên welê tên ku erê gotinên wan bi Kurdî ne lê avabûna wan wekî cumleyên Tirkî, Erebî, Farisî, Rûsî an zimanekî din in.

Heke me wext dît, em li ser van xalan rawestiyan, piþtre beþdarên hêja heke bikaribin çi di van xalan de, çi jî di hin xalên din yên gramerê de pirsên xwe bikin û eger dîtinên wan ên cuda hebin ji kerema xwe re wan li vê derê pêþkêþ bikin em ê kêfxweþ bibin. Wê ji bo min kêfxweþiyeke mezin be eger bi taybetî ev pirsên pêþkêþkirî bên munaqeþekirin.

Durustkirina peyvan
Li gorî avabûna xwe peyvên Kurdî dibin sê beþ:
a) Peyvên basît
b) Peyvên pêkhatî
c) Peyvên hevedudanî

PEYVÊN BASÎT

Peyvên basît ew peyv in ku di zimanî de bi halên xwe yên eslîn cîh digrin, ji bal tu pêþ- an paþpirtikan(prefîks û sufîksan) ji nuh ve nehatine pêkanîn, ne pêkhatiyên ji du an zêdetir gotinên yekbûyî ne.

Her wekî:
dar, ber, av, çiya, zevî, reþ, kurt,aþ, bir,
hat, meriv, jin, zarok, mam û h.w.d.

Çêkirina gotinên basît hema hema ne mumkun e, çimkî ew ji berê de di nava zimên de hene. Lê li gor lazimiyê ji zimanên din tên deynkirin û bi orîjînaliya xwe yan jî bi guhertineke piçûk ber bi deng an formên Kurdî ve, tên bikaranîn. Ew gotinên basît ên ku ji Erebî, ji zimanên cînar ên din û ji yên gellek miletên dinyayê bi vî awayî dikevin nava zimanê me û wî dewlemend dikin. Dîn, pêywendiyên kulturî yên cînartî û pêþdeçûnên ilmî û teknîkî hin sedem in ku peyvên biyanî dikevin nava zimanê me. Sedemekî din jî siyaseta qedexekirin û asîmîlekirina miletên serdest e. Bi vî awayî zimanê me nayê bikaranîn, nayê pêþdexistin, qels dibe û mecbûr dibe ku ji zimanên milletên serdest gotinan deyn bike. Helbet diyardeyeka wiha ne tebîî ye ku ziman pêþde bixe, bileks xerakirineke zêde di zimanî de pêk tîne, loma jî divê meriv li hemberî vê diyardeyê derkeve. Kurd bi israrî li hemberî siyaseteke wiha þovenîst û texrîbkar in û di seranserî dîrokê de li ber xwe dane, zimanê xwe parastine, bikar anîne.

PEYVÊN PÊKHATÎ

Peyvên pêkhatî ew peyv in ku yan pêþpirtikek(prefiks) yan paþpirtikek(sufîks) yan jî herdu bihevre wergirtine û bûne peyvên nuh.
a) Pêkanîna peyvan bi saya pêþpirtikan(prefîksan): Peyvên wiha, gava yek ji pêþpirtikên(prefîksên) li-, bi-, bê-, di-, da-, hil-, ra-, der-, ve-, wer-, lê-, jê-, pê- û vê- yan jî ji edatên bê, ne, na-, ni-, me bê pêþiya peyvekê çêdibin.

Her wekî:
li-: likar, lirê

bi-:
a) Tê ber navekî û hevalnavekî(adjektiv-sifet) durust dike: bibext, bikêr, biber, bixîret, bibav, biînsaf, bijahr, birûn, biþekir...

b) Tê ber karekî(fiîlekê) û halê fermanî yê erênî(pozîtîv) durust dike:
bike, bibêje, bixwe, binivîse, bilîze, biîne, bibe...

bê-: bêbext, bêkêr, bêber, bêxîret, bêbav, bêînsaf, bêjahr, bêrûn, bêþekir
di-: diçe, diçû, dinivîse, dinivîsî, dikeve
da-: daket, daçikand,dawerivî, dageriya, dagerand
hil-: hilkiþiyan, hilavîstin, hildan, hilgirtin, hilperikîn, hilperikandin
ra-: rahêje, raxe, rapelike, rapelikîne, razan, raperîn, radan, rawestin
ve-: veke, vedan, vexwar, veniþtin, veriþiyan, vegeriyan, vegirtin, vekotin, veketin

Di lehceya Behdînî de ev pirtik dibe paþpirtik(sufîks)û li paþiyê bikar tê: hateve, daneve, gotineve, girtineve, ketineve...
wer-: wergirtin, wergerandin, wergeriyan, weranîn, [tê]werdan
der-: deranîn, derkirin, derxistin, derbûn, derketin...
lê-: lêkirin, lêhatin, lêdan, lêkolan, lêbûn, lêanîn, lêkeftin
jê-: jêkir, jêbû, jêxistin, jêketin, jêbir, jêhatî...
pê-: pêbûn, pêkirin, pêxisin, pêketin, pêxwarin
vê-: vêxistin, vêketin

bê:
a) ji hevalnavekî(adjektivekî-sifetekî) bi negatîfiya xwe hevalnavekî din çêdike.
Her wekî:
neyar, nexweþ, nerast, nebaþ...

b) Tê ber fiîleke kêþayîya dema buhurî û maneyeka bi eksê wê dide fiîlê.
Her wekî:
neçû, nexwar, negot, nenivîsî...

na-: Bi vê edatê hin fiîlên dema niha tên kêþan ku mahna nebûnê(negatîfiyê) didide wan:
naçe, nabêje, naxwe, nagirî, nanivîse...

ni-: Tê ber hin fiîlên demên niha ku mahneyeka negatîf dide wan:
nikare, nizane...

me- :Halê fermanî yê fiîlê ye ku fermaneka bi mehna negatîfiyê durust dike:
meke, mebêje, mexwe, menivîse, melîze, meîne, mebe...

B) Pêkanîna peyvan bi saya paþpirtikan(sufiksan): Gava meriv paþpirtikekê bîne dawiya peyvekê û bi vî awayî peyveka nuh durust bike, ew dibe peyveka pêkhatî bi saya paþpirtikê: Paþpirtikên ku peyvên nuh durust dikin ev in: -ik, -ek, -ok. -k, -î/-yî, -dar, -van, -baz, -bend, -ewar, -ewer, -saz, -mend, -istan, -dan, -dan+k, -geh, -in/-yin, -an/-yan, -în, -iyan, -kî, -wî, -hî, -ayî/-ahî, -anî, -ane, -tî, -[y]ê, -[y]in, -[y]em, -[y]emîn, -tir, -tirîn, -gîn, -otankî, -olekî, -çolkî, -okî

Her wekî:
-ik:
a)Ev paþpirtik tê paþîya navekî û mehneya piçûkkirinê dide wê:
berxik, keçik, kurik, malik, gulik, girik, jinik, mêrik, bûkik, karik...

b) An tê paþiya hevalnavekî(adjektîvekê) û cardin mahneyeka piçûkkirinê an sempatîkkirinê dide wê gotinê:
hûrik, girik, þînik, reþik, xweþik, rindik, pîsik, kevnik, germik nermik...

-ek:
a)Ev paþpirtik tê dawiya peyvekê ku nav e û peyveka nuh durust dike ku hevalnav(adjektiv) e:
virek, serek, dizek, çilek, kulek, bizdonek, gezek...

b) Yan tê dawiya koka 1-ê(piþtre emê behsa kokên fiîlan bikin ); koka dema çûyî ya hin fiîlên transîtîf û peyveke nuh durust dike ku nav e:
birrek, qelîþtek, xurek...

c) Yan jî tê dawiya navan û wan dixe halê nediyariyê:
malek, merivek, jiyanek, bizdonekek, gezek/pariyek, gezekek...

-ok: gerrok, feqîrok, xapînok, revok/bezok, gezok, bîhnok, qelînok, sarincok, lîstok, xelasok, keribok...

-k: reþreþk, xaþxaþk, çirçirk, serþok...

-î/-yî:
a) Tê paþiya navekî, jê hevalnavekî durust dike:
avî, bejî, þênayî,havînî, zivistanî, payîzî...

b) Tê paþiya hevalnavekî jê navekî durust dike:
reþî, xweþî, germî, sarî, erzanî, dirêjî, çêyî, qencî...

Yan jî
xulamî, tiralî, hemalî, þagirdî, hostayî, zîrekî, gêjî, xêvî...

c) Tê paþiya navê miletekî û jê navê zimanê wî miletî durust dike. Bi vî awayê xwe ev paþpirtikek e ku ji zimanê Erebî ketiye nav zimanê Kurdî. Çêkirina navê zimanan ji navê miletan bi paþpirtikeke Kurdî piþtre em ê bibînin:
Tirkî, Kurdî, Erebî, Îngilîzî, Farisî, Almanî...

ç) Tê paþiya navê welat, herêm, bajar, gund, eþîr an siyast, dîn, mezheb an terîqetekê û mensûbiyeta ji wan dide nîþandan:
Tirkiyeyî, Kurdistanî, Almanyayî, Erebistanî, Misirî
Anadoluyî, Serhedî, binxetî, çiyayî, deþtî, gundî, bajarî:
Diyarbekirî, Wanî, Dêrsimî, Silêmaniyeyî, Mehabadî
Liceyî, Qereqoçanî, Amûdî, Amediyeyî, Helebçeyî
Gundikî, Baþnîqî, Zoravayî, Perepereyî
Ertûþî, Goyî, Zêbarî, Etmanî, Kîkî, Berazî, Xormekî, Qurêþanî
PDK-yî, PKK-yî, PSK-yî, YNK-yî
Îslamî, Êzîdî, Zerdeþtî, Hanefî, Alewî, Þîî, Ortodoksî, Katolîkî,Neqþîbendî, Qadirî, Îsmîîlî...

Tê paþiya hin navan ji wan hin navên din durust dike:
çavî, destî...

-dar:Paþpirtikek e ku mahneyeke xwedîtiyê dide:
birîndar, evîndar, guhdar, sermiyandar, dengdar, ilimdar, serdar...

-van: dergevan, þivan, gavan, berxvan, nêçîrvan, bêrîvan...

-baz: rimbaz, canbaz, fêlbaz, sihêrbaz, kufurbaz, hîlebaz...

-bend: sazbend, nalbend, solbend, bazûbend...

-war: xwendewar, bextewar...

-ewer: bîrewer, kurdewer...

-saz: didansaz, çeksaz, dermansaz...

-mend: karmend, hunermend, siyasetmend, aqilmend, dewlemend...

-istan: Kurdistan, Turkistan, Afganistan, daristan, gulistan, gorristan, þaristan, berristan...

-dan: kevçîdan, guldan, derdan...
-dan+k: Ev ji du paþpirtikan pêk hatiye. Paþpirtika -dan'ê û -ik'a piçûkkirinê.
xwelîdank, xwêdank, derzîdank, guldank...

-geh: wargeh, þargeh, nîþangeh, kargeh, havîngeh...

-[y]in: Ev paþpirtik tê paþiya koka yekê ya hin fiîlan û wan dixe halê mesderiyê(înfînîtîvîyê):
hatin, gotin, þûþtin, çûyin, bûyin, zayin...

-[y]an:
a) Tê paþiya koka yekê ya hin fiîlan û wan dixe halê mesderiyê:
razan, kolan, jîyan...

b) tê paþiya reqemên pirhejmar û wan dike hejmarnavên rêzê:
duduyan, çaran, dehan, sedan, heþtêyan...

c)Tê dawiya navên yekhejmar û pirhejmariyê dide wan:
karan, berxan, pirtûkan, riyan...

-în:
a) Tê dawiya koka yekê ya hin fiîlan û halê mesderiyê dide wan:
çirrîn, dirrîn, birrîn zivirrîn, seridîn...

b)Tê dawiya hin navên cins û wan dike hevalnavên(adjektîvên) aîdîyetê:
kevirîn, hesinîn, darîn, goþtîn, zêrîn, kaxetîn...

-andin: nivîsandin, razandin, çirrandin, xemilandin, gurandin...

-kî:
a)Tê paþiya navên millet yan eþîran, pê navê zimanê wan durust dike:
Kurdkî, Tirkkî, Erebkî, Zazakî, Dimilkî...

b) Tê dawiya hin nav an hevalnavan û hevalkarekî(zerfekê-adverbekê) durust dike ku mahneya uslûba wan didê:
kevirkî, devkî, nivîskî, dînkî, serserkî, xulamkî, axakî, kurmanckî, bajarkî, berrîvankî...

-wî: bawî, rêwî, kîmyewî...

-hî: þahî, valahî...

-ayî/-ahî: ronayî/ronahî, reþayî/reþahî, sorayî/sorahî, berayî/berahî...

-anî: mêranî, jinanî, piranî...

-ane: jinane, mêrane...

-tî: doktortî, hostatî, mêrtî, jintî, zaroktî, hevaltî, biratî, cînartî/cîrantî...

-[y]ê: dawiyê, paþiyê, pêþiyê, dudiyê, çarê
-[y]in: merivin, karin, cîyin, bayin
-[y]em: yekem, duyem, dehem, sedem
-[y]emîn: pêncemîn, heftemîn, dehemîn
-tir: qenctir, mezintir ,zûtir, rindtir, berztir...

-tirîn: qenctirîn, mezintirîn, zûtirîn, rindtirîn, berztirîn...

-gîn: xwazgîn, lezgîn...

-otankî: reþotankî...

-olekî: reþolekî, þînolekî, keskolekî...

-çolkî: sipîçolkî...

-okî: qirêjokî, peritokî, zeliqokî, þemetokî, zerikokî, reþikokî, kevnikokî, pembekokî...

Avakirina peyvên EwrûpÎ bi pirtikan(afÎksan)

Gava me gotinên zimanên Ewrûpî deyn kirine, helbet me sufÔks û prefîksên wan jî girtine nava zimanê xwe. Pirranî ev afîks bi gotinên biyanî re tên û gotinên nû yên ku durust dikin jî biyanî ne. Lê gellek kêm be jî ev carna ji gotinên zimanê me bi xwe jî gotinÎn nû durust dikin.Durustkirina gotinan bi afîksên Ewrûpî:

a) Bi pêþpirtikan(prefîksan):
antî-: antîemperyalîst, antîfaþîst, antîbîyotîk, antîfrîz, antîtank...
oto-: otomatîk, otomobîl, otobus, otobîyografî...
ko-: kooperatîf, koordîne, koordînasyon...
kontr-: kontrgerîlla, kontrakt, kontratak, kontrpart, kontrîstîxbarat...
de-: demode, desentralîze, deþîfre, demoralîze, demîlîtarîze...
dez-:(ji dis-'a Îngilîzî) dezavantaj, dezînformasyon...
hîper-: hîperaktîf, hîpertansîyon...
înter-/enter-: înternet, enternasyonal/înternasyonal...
makro-: makropolîtîk, makroekonomî...
mîkro-: mîkropolîtîk, mîkroekonomî, mîkroskop, mîkrofîlm...
mega-: megaproje, megabayt, megaton...
mînî-: mînîbus...
mono-: monopol, monolîtîk...
multî-: multîmedya, multîmîlyoner, multîpartîtî, multînasnonal...
neo-: neonazî, neofaþîst, neokolonyalîzm...
para-: paramîlîter, paraþut, parametr...
pre-: prefabrîk, prefîks...
pro-: proamerîkan, prokomunîst...
re-: reform, reaksiyon, reaktor, reorganîze...
selv-: selvservîs, selvdetermînasyon...
semî-: semîfînal...
super-: supermen, supermarket...
tele-: telefon, telekomunîkasyon, televîzyon...
trans-: transfer, transatlantîk, transkafkas...
ultra-: ultravîole, ultranasyonalîst...

b) Bi paþpirtikan(sufîksan):
-aj: (ji -age Fransizî)bagaj, garaj, tonaj...
-el/-al: aktuel, nasyonal, fînal, rasyonel, krîmînel...
-ans: (ji -ance) balans, stîmulans,tolerans..
-ant: tolerant, reprezentant...
-siyon: (ji -tion'a Fransizî) fraksiyon, îstasiyon, kolonîzasyon, kreasiyon, sîvîlîzasiyon...
-îk: olkolÔk, krîtîk, ekonomîk, gramatîk, fonetîk...
-lojî: sosyolojî, bîyolojî, kurdolojî, fîzyolojî...
-log: sosyolog, antropolog, kurdolog...
-îzm: nasyonalîzm, romantîzm, realîzm, sofîzm...
-îst: nasyonalÔst, faþîst, sosyalîst, kapîtalîst...
-îte: aktualîte, mentalîte, formalîte...
îze: terorîze, mîlîtarîze, sosyalîze...
Çêkirina hevalnavan bi alîkariya koka dema çûyî(piþt re emê werin ser vê meselê) û paþpirtika -î'/-yî'yê.
Herwekî:
vekirî, girtî, sohtî, pahtî, gotî, þewitî, xwarî, xelaskirî, xelasbûyî, çêkirî, çêbûyî, þikestî, xwendî, mirî, kuþtî...

Çêkirina hevalnavan bi alîkariya edata nebûnê(ne), koka dema çûyî(piþt re emê werin ser vê meselê) û paþpirtika -î/-yî'yê.
Herwekî:
venekirî, negirtî, nesohtî, nepahtî, negotî, neþewitî, nexwarî, xelasnekirî, xelasnebûyî, çênekirî, çênebûyî, neþikestî, nexwendî, nemirî, nekuþtî...

PEYVÊN HEVEDUDANÎ

Peyvên hevedudanî ew peyv in ku ji du an zêdetir gotinan pêk tên û peyveka nuh durust dikin.

1- Peyvên hevedudanî yên ku ji navan pêk tên.
Her wekî:
a) Yên ku navan çêdikin:
darsimaq, darhinar, jinbira, pismam, kurap, kurmam, dotmam, keçap, kundirmast, þorbeþîr, avdew, gulþîlan...

b) Yên ku hevalnavan(adjektîfan, sifetan) çêdikin:
gerdenbilûr, bejnrihan, devþikeft, devgirêz, devþorbe, pozberan, serker, ziktorbe, diranbefþ, çavxezal, cîgerxwîn...

2- Peyvên hevedudanî yên ku ji nav û hevalnavan durust dibin.
a) Peyvên ku ji nav+hevalnavan pêk tên:
mêrxas, pozbilind, enîbeþ, dilreþ, serhiþk, kezîzer, xwîngerm, bextreþ, zimandirêj, sergir, bejnbilnd, qamqutik, kêfxweþ...

b) Peyvên ku ji hevalnav+navan pêk tên:
sorgul, bedbext, germav, bilindwar, kêmþeref, kêmxwê, têrxwê, têrav, kêmaqil, xweþmêr, dudil, heftreng, çarpê...

c) Hevalnavên ku ji hevalnav û hevalnavan pêktên:
Her wekî:
reþbelek, sorbelek, giregir...

3- Peyvên hevedudanî yên ku ji nav an hevalnav û kokên fiîlan pêk tên.
Ji bo ku ev mesele bê fêmkirin divê pêþiyê em li ser koka fiîlan rawestin. Heta niha zimannasên Kurd bi vî awayî li ser vê meselê ranewestiyane.
Di Kurdî du kokên fiîlan hene ku dihêlin meriv bi alîkariya wan fiîlan li gor zemanan bitewîne(deklîne) bike. Kokek jê navê wê koka dema niha ye ku di demên niha, yên mayî û yên fermanî de tên bikaranîn.Ya dinê navê wê koka dema çûyî ye û di tewandina fiîlan de jibo demên çûyî tê bikaranin.
Her wekî:
Koka dema çûyî
Ez di-bû-m
Min di-kir
Min di-þûþt
Min di-xwar
Ez di-revî-yam
Min di-revand
Koka dema mayî
di-b-im
di-k-im
di-þo-m
di-xw-im
di-rev-im
di-revîn-im
halê mesderî
bûn/bûyin
kirin
þûþtin
xwarin
revîn/reviyan
revandin

Çend mîsalên din:

Halê mesderî
jiyan
xistin
kirrîn
kuþtin
firotin
gotin
Koka dema çûyî

xist
kirrî
kuþt
firot
got
Koka dema mayî

x
kirr
kuj
firoþ
bêj

Piþtî vê þîrovekirinê em dikarin vegerin ser pirsa xwe ya esasÎn; mesela çêkirina peyvan.

a) Bi riya nav, hevalnav(adjektiv) yan ji zamîra "hev" an "xwe" û koka dema mayî ya fiîla transîtîf meriv dikare hevalnavên(edjektîvên-sifetên) nuh durust bike:

kerxesîn, xwexesîn...
dilrevîn, xemrevîn, xewrevîn, keçrevîn, mirovrevîn, kulrevîn, kesrevîn, tirsrevîn, keserrevîn....
çûkfirrîn, xwefirrîn, tirs[tê]firrîn...
xêrxwaz, dilxwaz, jinxwaz, azadîxwaz, mafxwaz...
karker, zêrker, zîvker...
mêrkuj, jinkuj, birakuj, xwekuj, agirkuj...
rêbirr, darbirr, agirbirr, porrbirr...
dengbêj, çîrokbêj, nûçebêj...
kedxur, mîratxur, bertîlxur, hevxur...
dûravêj, kurtavêj, bombavêj...
dûrbîn, tengbîn, hûrbîn, kurtbîn, bedbîn, xweþbîn...
piþtgir, qedirgir, alîgir, avgir...
nanpêj, aþpêj...
kebabbirêj, goþtbirêj...
cigarekêþ, þûrkêþ, zehmetkêþ...
xewhên, karhên, zerarhên...
karder, zerarder, bîhnder, êþder...
eljimêr, rojjimêr, demjimêr...
bapîv, tînpîv...
tînþkên, dijminþikên, camþikên...

b) Peyvên ku bi alîkariya nav/hevalnav û koka dema çûyî ya hin fiîlên transîtîf(ev gellek îstîsna ne)çêdibin:
rohat, nûhat, zûhat...

c) Peyvên ku bi alîkariya nav/hevalnav û koka dema çûyî ya hin fiîlên întransîtîf(ev gellek îstîsna ne)çêdibin:
rastgo, xweþgo, karkir, xwînxwar, reþkir...

ç) Peyvên ku bi alîkariya nav, koka dema çûyî ya hin fiîlan û paþpirtika -î'yê çêdibin:
perþikestî, milþikestî, guhjêkirî, devvekirî, kincdiryayî, serjêbûyî, milfiriyayî, tînþikestî...
Esas ev, prensîbê çêkirina peyveke hevedudanî ye ku ji nav û hevalnevekî durust dibe:
per(nav)+þikestî(hevalnav)=perþikestî

d) Peyvên ku ji nav, edatên bi, li û ji û cardin nav yan jî cînavê(zamîr) "hev" çêdibin.
Herwekî:
devbixwîn, rûbimast, kincbiqul, devbiken....
devliken, çavlikar, çavligoþt, bejnlihev, tevlihev...
devjihev, destjihev, çavjihev...

e) Peyvên ku bi tekrarkirina navan û paþpirtika -î'yê çêdibin.
Herwekî:
gulgulî, qulqulî, xelekxelekî, gincirgicirî, kerkerî, perçeperçeyî, xalxalî, deqdeqî...

ê) Peyvên ku bi tekrarkirina hevalnavan çêdibin û tekrara duduyan dengê xwe yê serî bi dengê "m" yê diguhere.
Herwekî:
soromoro, reþomeþo, þînomîno, kevnomevno, pîsomîso...

4- Peyvên ku ji halê mesder ê fiîlên hevedudanî pêk tên: Di Kurdî de halê mesder ên fiîlan her wiha dibin nav. Gava fiîlên hevedudanî wekî nav bên bikaranîn dibin gotinek:
Her wekî:
serþûþtin, serjêkirin, belavkirin, berbakirin...

BALKÊÞÎ
Her wekî tê zanîn peyvên hevedudanî dikarin bi alîkariya ji yekê zêdetir paþpirtik û pêþpirtikan, an ji kombînezona herduyan bên çêkirin.
Her wekî:
venegirtin, xêrnexwazî, pismamtî, hilperikandin, mêrnelmalk, rastnego, xebatnekir...

Çêkirina fiîlan ji navan
Her wekî:

 nav
bez
çêj
weþ

nav
deq
ger
lez
liv
xur
fiîla întransîtîf
beziyan
çêjiyan
weþiyan

fiîla întransîtîf
deqiyan
geriyan
leziyan
liviyan
xuriyan
fiîla transîtîf
bezandin
çêjandin
weþandin

fiîla transîtîf
deqandin
gerandin
lezandin
livandin
xurandin

Yên yek-hece ku bi bêdengekî(konsonantekê) xelas dibin.

Her wekî:

nav

bexþ
birq
derz
fetl
qelþ
fiîla întransîtîf

bexiþîn
biriqîn
derizîn
fetilîn
qeliþîn
fiîla transîtîf

bexiþandin
biriqandin
derizandin
fetilandin
qeliþandin

Yên pirhece

Herwekî:

nav

azar
felat
heram
cemed
fiîla întransîtîf

azirîn
felitîn
herimîn
cemidîn
fiîla transîtîf

azirandin
felitandin
herimandin
cemidandin


yan jî
Herwekî:

 nav

buhur
çirûsk
niquç
 fiîla întransîtîf

buhurîn
çirûsîn
niquçîn
 fiîla transîtîf

buhurandin
çirûsandin
niquçandin

Çêkirina fiîlan ji olana buyeran:

Herwekî:

nav

gurm
çeq
xuþ
zir
ewt
qîj
bahr
fiîla întransîtîf

gurmiyan
çeqiyan
xuþiyan
ziriyan
ewtiyan
qîjiyan
bahriyan
fiîla transîtîf

gurmandin
çeqandin
xuþandin
zirandin
ewtandin
qîjandin
bahrandin

Çêkirina fiîlên hevokîn

Fiîlên hevokîn bi alîkariya edatan û cînavê þexsê sisiyên yê yekejimar an cînavê "hev"ê çêdibin. Her wekî tê zanîn di axaftinê de edat û cînavên sisiyan yên yekejimarên tewandî bihev keliyane û gotinek pêk anîna:

Her wekî:

 ji dêlva

li wî/wê

li hev

bi wî/wê.

bi hev

ji wî/wê

ji hev

di wî/wê

di hev

bi wî/wê da

pêkve

le
-
lihev.

pê.

pev.

jihev


tev

pêda

 fiîla hevokîn

lêdan, lêbûn, lêkirin, lêxistin, lêketin, lêhatin, lêçûn...
lihev dan, lihev kirin, lihev bûn, lihev ketin..

pêdan, pêbûn, pêkirin, pêxistin, pêketin...

pevçûn, pevkirin, pevxistin, pevketin...
-
jêbûn, jêkirin, jêxistin, jêketin, jêhatin

jihevbûn, jihevkirin, jihevxistin, jihevçûn...

têdan, têdakirin, têwerdan, têwerbûn, têfirandin, têgeriyan...

tevdan, tevbûn, tevêkirin...

pêdakirin...


Çêkirina fiîlan bi alîkariya nav, hevalnav an fiîlan

a)nav û fiîl
Her wekî:

deng dan, deng vedan, ser jêkirin, deng ketin, deng xistin, dev jêberdan, çav lêgerandin, bawerî pêanîn, serî hildan, pirs kirin, bersîv dan, bejn vedan...

b) hevalnav û fiîl
Her wekî:

sor bûn, reþ kirin, dirêj kirin, bêhêz xistin, zelal kirin, bêhêvî bûn, bawer kirin, bêserûþop bûn, bêpar hiþtin, yek bûn, yek kirin...

BALKÊÞÎ:
Gotinek heye ku ji bal TV-ya MEDê û kesên der û dora wê gellek caran bikar tê, lê bi tevayî þaþ e: "jîn bûn". Tê gotin "jîn dibe" yan "jîn bûye". Ev gotin bi çi awayî getiye nava ferhenga wan ez nizanim. Lê gava meriv bala xwe bide marþa Ey ReqÎb a Kurmancî, tê dîtin ku di wir de jî ew gotin bi wî awayî bikar tê:

Kî dibê Kurd miriye, Kurd jîn dibe.

Em dizanin ku orîjînalê vê marþê bi Soranî ye û eslê rêza jorîn bi vî awayî ye:

Kî delê Kurd mirdûwa, Kurd zîndûwa.

Kurmanciya vê dikare wiha be:
Kî dibê Kurd mirî ye, Kurd zindî ye.

Lê xwiya ye, yê ku ev marþ kiriye Kurmancî, Soraniya wê baþ fahm nekiriye ¸ gotiye "Kurd jîn dibe". Piþtre ev ketiye ser zimanê xebatkarên TV-ya MEDê. Li þûna wê gotina þaþbikarhatî divê meriv bibêje: "dijî". Çimkî "jîn" li vê derê her çiqas nav be jî, navek e ku ji halê mesder yê fiîlekê pêk hatiye: "jiyîn". Wan navên ku ji halên mesder ên fiîlan pêk tên bi wî awayê ku me li jorê nivîsî peyvan durust nakin. Esas "jîn" ji gotina "jî"(umr) durust bûye. Esas pirtirîn "bûn"pirtir tê dawiya hevalnavan(sifetan) ne ku navan:
sor bûn, mezin bûn, piçûk bûn...
Lê ev gotin bi rehetÔ dikare were pêþiya navan:
bû jîn, bû mirin, bû kevir, bû^dar, bû bûk...

c) fiîl û fiîl
a) dan kirin, dan þandin, dan serjêkirin, dan revandin....
b) hatin kirin, hatin þandin, hatin revandin, hatin hilavêtin
hatin pahtin, hatin birrîn...

TEWANDINA NAVAN
Her wekî tê zanîn di Kurdî de nav tên tewandin. Sê awe tewandin hene di Kurdî de.

1-Yek jê ji bo yekejimarî û pirejimariya navan e.
Herwekî

yekejimar

defter
berx
çiya
welat
Ahmed
Zelal
þivan
 pirejimar

defteran
berxan
çiyayan
welatan
Ahmedan
Zelalan
þivanan

2- Ya din ji bo diyarî û nediyariya navan e. Diyarî û nediyariya navan jî hem di halê yekejimariyê de, hem jî di halê pirejimariyê de pêk tê.

Her wekî:

 


yekejimar



pirejimar
diyar

nediyar

diyar

nediyar
zarok

zarokek
zarok/zarokan
zarokin/zarokinan
berx


berxek
berx/berxan
berxin/berxinan
kitêb


kitêbek
kitêb/kitêban k
itêbin/kitêbinan

3- Tewandina sisyan jî tewandineke taybetî ye ku ez nizanim gelo di tu zimanekî din de heye an na. Her wiha zimannasên zimanê Kurdî heta îro zelal jî nekirine ku fonksiyona vê tewandinê di zimanê kurdî de çiye. Vê tewandinê ew yek bi xwe re aniye ku di zimanê Kurdî de du awe/du grûp cînav(zamîr-pronav) an du halê wan di Kurdî de hebin:

Her wekî:
ez
tu
ew
em
hûn
ew
min
te
wî/wê
me
we
wan

Piþtre em ê vegerin ser van halên cînavan(zamîran/pronavan)

Li ser rola vê tewandina navan hinan gotine ku gava nav di cumleyekê de lêker(subjekt) bin bi serê xwe ne û gava bireser(objekt) bin tewandî ne. Lê di wan mîsalan de ku ez ê niha bidim, diyar dibe ku ne wiha ye.

Her wekî:
Þivan berxê tîne.
Li vir þivan lêker(subjekt) e û netewandî ye. "Berx" bireser(objekt) e û tewandî ye.

Þivanî berx anî.
Yan jî:
Þivên berx anî.

Di vê cumlê de þivan cardin lêker(subjekt) e lê bi eksê cumleya berê tewandî ye û berx cardin bireser(objekt) e, lê ew jî netewandî ye. Nexwe mesele ne mesela ebjektiyê û subjektiyê ye.
Di zimên de ji vî awayê tewandinê re hin qaîde hene û bi saya wan em dikarin bêjin ku kîjan nav di kêderê de çi mahneyê dide, li gor van tewandinan diyar dibe ku tarîfkariya navan divê çawa bin û hetta fiîlên cumleyan divê çawa bên bikaranîn.
Lê tiþtekî din jî heye ku ev pirensîbê tewandinê ji wan pirensîban e ku di zimanê Kurdî de herî pirr hatiye texrîbkirin û herî pirr þaþ tê bikaranîn. Ne ku tenê Kurdîaxêvên normal wê þaþ bikartînin, hema hema tevayiya nivîskar û zimannasan jî wê di axaftin û nivîsandinên xwe de þaþ bikar tînin.

Em werin ser mesela vê tewandinê. Tewandin di navên nêr û yên mê de cuda ne.

a)Tewandina navên mê di yekhejmariyê de bi wî awayî tên çekirin ku meriv paþpirtika (-ê) ya tewandinê tîne dawiya peyveka mê. Di halê pirhejmariyê de paþpirtika (-an) ku navan dike pirhejmar wê rola tewandina bi vî awayî jî dileyize.

Herwekî:
yekejimar
pirejimar

diyar
xweser/tewandî
av/avê
dar/darê
jin/jinê
nediyar
xweser/tewandî
avek/avekê
darek/darekê
jinek/jinekê
diyar
xweser/tewandî
av/avan
dar/daran
jin/jinan
nediyar
xweser/tewandî
avin/avinan
darin/darinan
jinin/jininan

b)Tewandina navên nêr bi du awayan tên çekirin.
1- Di halê yekejimariyê de meriv paþpirtika (-î) ya tewandinê tîne dawiya peyveka nêr. Di halê pirhejmariyê de paþpirtika (-an) ku navan dike pirhejmar wê rola tewandina bi vî awayî jî dileyize.

Herwekî:
yekejimar
pirejimar

diyar
xweser/tewandî
ber/berî
kur/kurî
nan/nanî
nediyar
xweser/tewandî
berek/berekî
kurek/kurekî
nanek/nanekî
diyar
xweser/tewandî
ber/beran
kur/kuran
nan/nanan
nediyar
xweser/tewandî
berin/berinan
kurin/jurinan
nanin/naninan

2-Wan navên nêr yên ku dengê "e" û "a" di wan de hene "a" an "e"ya dawiyê bi dengê "ê" tê guherandin û bi vî awayî tê tewandin. Ev awe tewandin tenê di tewandina navên diyar de kare bê bikaranîn. Tewandina navên nediyar cardin wekî awayê yekê pêktê.

Herwekî:
yekejimar
diyar
xweser/tewandî
Ahmed/Ahmêd
Zinar/Zinêr
Soro -
kevir/kêvir
þivan/þivên
nediyar
xweser/tewandî
Ahmedek/Ahmedekî
Zinarek/Zinarekî
Soroyek/Soroyekî
kevirek/kevirekî
þivanek/þivanekî

Ev awayê tewandina navan di halê pirejimariyê de her wekî awayê beþê pêþîn e.

pirejimar

diyar
xweser/tewandî
Ahmed/Ahmedan
Zinar/Zinaran
Soro/Soroyan
kevir/keviran
þivan/þivanan

nediyar
xweser/tewandî
Ahmedin/Ahmedinan
Zinarin/Zinarinan
Soronin/Soronina
kevirin /kevirinan
þivanin/þivaninan

Niha jî em werin ser wê yekê ku nav li ku derê di kîjan halan de tên tewandin.

a) Di dema tarîfkariya navan de hergav navê ku tarîf dike tewandî ye û navê ku tê tarîfkirin xweser e.

Her wekî:
roja welatî/roja welêt
kurê jinê
keça bavî/keça bêv
dewra ÷zalî/dewra ÷zêl
pariyê nanî/pariyê nên
tasa avê
goþtê mirîþkê

b) Gava nav bi edatên li, li gel, ji, ji bo, bi, ji .... re, ji ... de, ji ... ve, bi ... re, bi ... ve, bi ...de, di ... re, di ... re, di .... de ûhw din re bi kar bên tên tewandin.

Her wekî:
li malê
li gel Azadî/li gel Azêd
ji bo Zelalê
ji welatî/ji welêt
bi nanî/bi nên
bi xwê
ji þiyayî de/ji çiyê de
ji Kemalî re/ji Kemêl re
bi þîvanî re/bi þivên re

c) Gava nav di cumleyekê de tê bikaranîn li gor wê yekê tê an nayê tewandin ku ka fiîla wê cumlê fiîleka transîtîf e yan întransîtîf e, her wiha ew nav lêker(subjekt) e yan bireser(objekt) e û ya din jî cumle ji bo kîjan zemanî hatiye gotin. Prensîbên bikaranîna navên xweser û tewandî wiha ne:

1- Gava fiîla cumlê întransîtîf be;
Di hemû deman de navê ku lêker(subjekt) e xweser e. Jiber ku fiîl întransîtîf e biresera(objekta) cumlê nîne. Di cumleyek wiha de ,heke hebe, navê li gel adverbîala(tumleç) cumlê li gorî herdu prensîbên pêþîn(a û b) tewandî ye. Kêþana fiîla wê cumlê li gorî zemanê cumlê û li gorî subjekta cumlê tê guherîn. Ji ber ku subjekt xweser e, heke pirejimar jî be paþpirtika pirejmariyê wernagire. Yekejimarî û pirejimariya subjektê bi fiîlê tê diyarkirin.

Her wekî:

Subjekt yekejimar e:
Azad dê biçe bo malê.
Azad diçe bo malê.
Azad çû bo malê.
Þivan diçe ber pezî.
Þivan çû ber pezî.
Subjekt pirejimar e:
Azad dê biçin bo malê
Azad diçin bo malê.
Azad çûn bo malê
Þivan diçin ber pezî.
Þivan çûn ber pêz.

2- Gava di cumleyê de fiîl transîtîf be:

a) Di dema niha, yên mayî û ya fireh de:
Subjekta ku nav e xweser e, objekta ku nav e tewandî ye. Ji bo ku subjekt xweser e nabe pirhejmar. Pirhejmarî û yekhejmariya wê bi fiîlê diyar dibe. Her wiha fîl li gora þexsê subjektê tê guherîn.

Her wekî:
Ahmed ê kitêbê binivîse.
Azad kitêbê dixwîne.
Zelal dê kitêbê bixwîne.
Zelal kitêban dinivîse.
Zarok çîrokan dibêjin.

b) Di hemî demên borî de:
Navê ku subjekt e tewandî ye. Navê ku objekt e xweser e Ji ber ku objekt xweser e paþpirtika pirejmariyê wernagire. Loma jî yekejimarî an pirejimariya objektê bi saya fiîla cumlê tê zanîn.

Her wekî:

Keçikê kitêb nivîsî.
Azadî kitêb nivîsî.
Azadî kitêb nivîsîn
Nivîskaran kitêb nivîsî.
Yaþar Kemalî kitêb nivîsîn.
Þivanî berx bir.
Þivanan berx bir.
Þivanî berx birin.

CÎNAVÊN KURDÎ
Her wekî tê zanîn di zimanê Kurdî de du awe cînavên þexsî hene.
Wekî:
ez
tu
ew
em
hûn
ew
min
te
wî/wê
me
we
wan

Gelo çima ji bo her þexsekî du cînav hene, heta îro ev yek jî ji bal zimanzanan nehatiye zelalkirin. Hin hene ku gotine grûba duduyan a van cînavan cînavên mulkî ne(posessiva pronom- mulkîyet zamîrî).

Her wekî:
Kurdî
min
te


Ingilîzî
my
your
his
her
Tirkî
benim
senin
onun
onun

Lê ev ne rast e û ev awe cînav/zamîr (piþtre em ê firehtir li ser rawestin) ne cînavên/zamîrên mulkî ne, gellek caran ev awe wekî lêker(subjekt) an bireseran(objektan) di cumlê de derdikevin pêþberî me.

Her wekî:

Min kitêbek xwend.
Min qelemek kirrî.
Te sêvên xwe firotin
Wî çîrokek got
Wê kinc þûþtin.
Ew wê dibe malê.
Me çu nevê.
Ez ji te hez dikim.
Min tu divêyî.

Yên ku pirtir li ser vê meselê serê xwe êþandine û nêzîkayî li meselê kirine, avakerê alfabe û rêzimana Kurdî Celadet Alî Bedirxan, û zimannasê Kurd Prof. Dr. Qanatê Kurdo ne. Lê wan bixwe jî firsend nedîtine ku meselê bi tevayî zelal bikin.
Gava cara pêþîn ez li ser rêzimana Kurdî xebitîm min jî gellekî xwe bi vê meselê mijûl kir û ez gihîþtim encamekê ku ev zamîr ne ku du grûp zamîr in, lê beþê duduyan ê zamîran halê tewandî yê zamîrên yekem in.
Her wekî tê zanîn ku cînav dikevin þûna navan, ji ber wê di zimanên ewrûpî de ji wan re pronom têne gotinê. Yanî yên ku dikevin cihê navan. Piraniya zimannasên Kurdên soran jî bi Kurdî ji van re dibêjin" cênaw". Ji ber ku ev terîm di nava Kurdan de muþterek be min jî di kitêba xwe de ji wan re got "cînav".
Nexwe piþtî ku ew ciyên navan digrin û wekî berê me bahs kir navên Kurdî xwedanê du hala ne; halê "xweser" û halê "tewandî", divê cînav jî ji du halan pêk bên ku karibin cihê her du halên navan bigrin.

Yanî
halê xweser
ez
tu
ew
ew
em
hûn
ew
halê tewandî
min
te


me
we
wan

Yanî:
Þivan hat.
Þivanî got.
Bêrîvan mihê didoþe.
Bêrîvanê mîh dot.
Ew hat.
Wî got.
Ew wê didoþe.
Wê ew dot.

Prensîbên bikaranîna halê xweser û yê tewandî yê cînavan her wekî wan sê prensîbên bikaranîna halê xweser û yê tewandî yê nava ne. Di cumleyekê de li kê derê navê xweser bi kar bê gava cînav were þûna wê divê cînavê halê xweser be. Li cihê navê tewandî jî cînavê tewandî bikar tê.

Her wekî:
Azad dê biçe bo malê..
Azad dê biçin bo malê.
Azad çû bo malê.
Azad çûn bo malê
Þivan diçe ber pezî.
Þivan diçin ber pezî.
Þivan çûn ber pêz.

Ez ê kitêbê binivîsim.
Azad kitêbê dinivîse.
Zelal dê kitêbê binivîse.
Zelal kitêbê dinivîsin.
Çîrokbêj çîrokan dibêjin.

Azadî kitêb nivîsî.
Azadî kitêb nivîsîn.
Me kitêb nivîsî.
Me kitêb nivîsîn.
Þivanî berx bir.
Þivanan berx bir.
Þivanî berx birin.
Ew dê biçe bo wê derê.
Ew dê biçin bo wê derê.
Ew çû bo wê derê.
Ew çûn bo wê derê.
Ew diçe ber wî
Ew diçin ber wî
Ew çûn ber wî.

Ez ê wê binivîsim
Ew wê dinivîse.
Ew dê wê binivîse.
Ew wê dinivîsin
Ew wan dibêjin.

Wî ew nivîsî.
Wî ew nivîsîn.
Me ew nivîsî.
Me ew nivîsîn.
Wî ew bir.
Wan ew bir.
Wî ew birin.

Çend nimûnên þaþbikarhênayî û rastiya wan.

Her wekî:

þaþ
Te min kuþt.
Min te bir.
Min wan anî.
Me we bir.

Min kitêban xwend.
Þivan berxan anî.
Tîma taybetî gundiyan kuþt.
rast
Te ez kuþtim.
Min tu birî.
Min ew anîn.
Me hûn birin.

Min kitêb xwendin.
Þivanî/Þivên berx anîn.
Tîma taybetî gundî kuþtin.

Divê li vê derê ez bala beþdaran bikþînim ser wê yekê ku ne tenê cînavên þexsî, lê hemû cînav xwedanê halê xweser û yê tewandî ne. Lê li vê derê mijara me ne binavkirina hemû cînavan e, loma jî em li ser wan ranawestin.
Berî ku em beþê li ser cînavan xelas bikin divê ez vê yekê jî bibêjim ku cînavên mulkî(m¸lkiyet zanirleri/possesiv pronom) bi serê xwe di Kurdî de nînin. Cînavên mulkî di Kurdî de bi alîkariya herfa tarifan(veqetandekan/artikelan) û halê tewandî yê cînavên þexsî çêdibin:

Her wekî:
ji bo mê
yekejimar
ya min
ya te
ya wî
ya wê
ya mee
ya we
ya wan
ji bo nêr
yekejimar
yê min
yê te
yê wî
yê wê
yê me
yê we
yê wan
ji bo pirejimarên
her du cinsan
yên min
yên te
yên wî
yên wê
yên me
yên we
yên wan

MESELA DIYARÎ Û NEDIYARIYA NAVAN DI KURDÎ DE
Di dema axaftinê de ew navên ku ji alî bêjer û guhdarî ve tên nasîn ji wan re tên gotin navên diyar, ew navên ku ji alî bêjer û guhdarî ve nayên nasîn ji wan re tên gotin navên nediyar.

Her wekî:

Meriv hat.
Min berx anî.
Ez kitêbê dixwînim.
Ez kitêban dixwînim.

Di vir de hem bêjer hem jî guhdar dizanin ku behsa kîjan merivî, kîjan berxê, kîjan kitêbê an kitêban tê kirin. Ev navên diyar in. Lê heke em binivîsin ku:

Merivek hat.
Min berxek anî.
Ez kitêbekê dixwînim.
Ez kitêbina[n] dixwînim.

Di vir de nayê zanîn ku behsa kîjan merivî, kîjan berxê, kîjankitêbê an kitêban tê kirin. Ev, navên nediyar in. Navên diyar û nediyar hem di halê yekejimariyê hem jî di halê pirejimariyêde çê dibin û dikarin xweser an tewandî bin.

Her wekî:
xweser:
diyar
yeke-/pirejimar

defter
meriv
ala
çiya
pale
mela
gund
nediyar
yekejimar/pirejimar

defterek/defterin
merivek/merivin
alayek/alayin
çiyayek/çiyayin
paleyek/paleyin
melayek/melayin
gundek/gundin

 

tewandî:
diyar
yekejimar/pirejimar

defterê/defteran
merivî/merivan
alayê /alayan
çiyayî /çiyayan
paleyî/paleyan
melayî/melayan
gundî /gundiyan
nediyar
yekejimar/pirejimar

defterekê/defterinan
merivekî/merivinan
alayekê/alayinan
çiyayekî/çiyayinan
paleyekî/paleyinan
melayekî/melayinan
gundekî/gundinan

DI KURDÎ DE HERFA TARIFÊ YAN JÎ ARTIKEL/VEQETANDEK

Artîkel di Kurdî de ew in ku bi gellek rolên xwe navan tarif dikin, fonksîyona bikêrhatinê didin wan, cinsiyet û pirejimarî an yekejimariya wan diyar dikin, an dibin gîhaneka navbera navên ku hev û din tarîf dikin an ji bal hevdu ve tên tarîfkirin.

Artikelên Kurdî ev in:

Di navên diyar de:
ji bo navên nêr ên yekejimar [y]ê
ji bo navên mê yên yekejimar [y]a
ji bo pirejimara herdu cinsan [y]ên

Her wekî:

kurê jinikê
keça jinikê
kurên jinikê/keçên jinikê

navên nediyar
jibo navê nêr ê yekejimar î
ji bo navê mê yê yekejimar a yan jî e
ji bopirejimariya her du cinsan ên yan jî e ye.

Her wekî:
keçeka jinikê
Kurekî jinikê
Kurinên jinikê/kurine jinikê

Berê di Kurdî de ev artîkel bi vî awayê jêrîn bûn.

Di navên diyar de
ji bo navên nêr ên yekejimar [y]ê di
ji bo navê mê yê yekejimar [y]a di
ji bo pirejimara herdu cinsan [y]ên di

Her wekî:
kurê di jinikê
keça di jinikê
kurên di jinikjê/keçên di jinikê

navên nediyar
jibo navê nêr ê yekejimar î di
ji bo navê mê yê yekejimar a di yan jî e di
ji bopirejimariya her du cinsan ên di yan jî e di ye.

Her wekî:
keçeka di jinikê
Kurekî di jinikê
Kurinên di jinikê/kurine di jinikê

Lê ev awe îro di gellek devokan de rabûye, bi hin guhertinan meriv dikare di Behdînî de þopa wê bibîne.
Herwekî "zarokên di jinikê" bûye "xarokêd jinikê" heta ew jî guheriye bûye "zarokêt jinikê"
Ev artîkel her wekî me di behsa cînavên mulki de jî got hevokên cînavê mulkî an aîdîyeta li gel navan jî durust dikin:

Her wekî:
ya min
ya te
ya wî
ya wê
ya me
ya we
ya wan
yê min
yê te
yê wî
yê wê
yê me
yê wee
yê wan
yên min
yên te
yên wî
yên wê
yên me
yên we
yên wan

yan jî
ya Azadî
ya þivên
ya keçikê
ya Zelalê
ya Goyiyan
ya Kurdan
yê Azadî
yê þivên
yê keçikê
yê Zelalê
yê Goyiyan
yê Kurdan
yên Azadî
yên þivên
yên keçikê
yên Zelalê
yên Goyiyan
yên Kurdan

Ev artîkel dikare wekî cînavî/zamîrê têkeve þûna navan :

Her wekî:
Ji dêlva ku meriv bibêje: Sêva sor þêrîn e, lê sêva kesk tirþ e. Meriv diþê bibêje: Sêva sor þêrîn e, lê ya kesk tirþ e.
Ji dêlva ku meriv bibêje: Xaniyê zer yek qat e, lê xaniyê sipî du qet e. Meriv diþê bibêje: Xaniyê zer yek qat e, lê yê sipî du qat e.

Meriv dikare deyne ber navan, diyarî û yekejimarî an pirejimariya wan diyar bike.

Herwekî:

yê Kurd
ya sefîl
yên Kurd
yên sefîl

Di hin devokên Kurmancî de(wekî devoka Bahdînî û pirtir jî ya Þêxan) Di cumleyan de bi awayekî welê tên piþt lêkeran(subjektan) ku cinsiyeta wan diyar dikin:
Ez ya hatim: (Li vir diyar dibe ku ya ku dibêje "ez hatim" jin e.)
Ez yê hatim. (Li vir diyar dibe ku yê ku dibêje "ez hatim" mêr e.)
Tu ya hatî.(jin)
Tu yê hatî.(mêr)
Ew ya hat.(jin)
Ew yê hat.(mêr)

Di devoka dora Afrînê de jî ev bingeh heye lê guhertinek tê de çêbûye; ji dêlva yê û ya'yê î peyda bûye:
Ez î hatim.
Min î got.
Te yî got.
Esas guherîna bi vî awayî li gorî prosesa pêþveçûna ziman e. Di Soranî de jî ev artîkel guheriye. Artîkela (î)hem ji bo cinsê mê û hem jî ji bo yê nêr tê bikaranîn:
Kurî min.
Kiçî min.

DI KURDÎ DE TARÎFKARÎ

Tarîfkarî bi wî awayî derdikeve holê ku kombînezona ku pêk tê, bi hin awayan, ji hin aliyan ve mahneyeka zêde dide wan gotinan ku nav in an ji cinsê nava ne. Di tarîfkariyê de sê beþ hene; gotina tarîfbûyî, gotina tarîfkir û veqetandeka(herfa tarîfa) ku herdu beþan bi hev girê dide:
Her wekî:
dara sêvê
Li vir "dar" gotina tarîfbûyî, "sêv" gotina tarîfkir û (-a)veqetandek e ku her du beþên pêþîn bi hev ve girêdide. Sê awe tarîfkarî hene:
1- Tarîfkariya navan
2- Tarîfkariya hevalnavan
3- Tarîfkariya cînavan

Di tarîfkariyê de hemû caran navê tarîfbûyî xweser e, nayê tewandin û gava di þûna navî de cînav(zamîr) jî bê ew di halê xwe yê xweser de tê. Ya tarîfkir heke nav an cînav be tê tewandin û heke hevalnav(adjektîf) be, ji ber ku hevalnav nayên tewandin bi eslê xwe dimîne.
Di tarîfkariya navan de gava tarîfkir yekejimar û diyar be, ew tarîfkarî diyar e.
Her wekî:
nivîskarê çîrokê: Li vir çîroka ku tê binavkirin ji bal me ve tê zanîn ku kîjan çîrok e. Qesd çîrokeke diyar e. Bi Tirkî meriv dikare wiha tercume bike: "hikayenin yazarû"

nivîskarê çîrokan: Li vir behsa tu çîrokên diyar nayê kirin, qesd ew e ku nivîskar, nivîskarê çîrokan e. Bi Tirkî meriv dikare wiha tercume bike: "hikaye yazarý".
Awayên tarîfkariya navan ev in:
navên mê
koka darê
kokeka darê
kokên darê
sêvine darê
koka daran
kokeka daran
kokên daran
sêvine daran
koka darekê
kokeka darekê
kokên darekê
kokine darekê
koka darina
kokeka darina
kokên darina
kokine darina

navên nêr
darê þivanî
darekî þivanî
darên þivanî
darine þivanî
darê þivanan
darekî þivanan
darên þivanan
darine þivanan
darê þivanekî
darekî þivanekî
darên þivanekî
darine þivanekî
darê þivanina
darekî þivanina
darên þivanina
darine þivanina

Tarîfkariya bi cînavan:
darê min darê te darê wî darê wan...

Tarîfkariya bi hevalnavan(adjektîvan):
sêva sor sêva mezin sêva tirþ sêva kurmî...

Di tarîfkariyê de hin bikaranînên þaþ û rastiya wan:

 

Þaþ
Cizîra Botanê
Komeleye Kurdistan
Zebeþê Diyarbekir
Yek Gulan
Leyla heval
-
Rast
Cizîra Botan
Komeleya Kurdistanê
Zebeþê Diyarbekirê
Yekê Gulanê
Havala Leyla(Leyla arkadaþ)
hevala Leylayê(Leyla'nûn arkadaþû)

PIRSA AVAKIRINA CUMLEYÊN ÞAÞ
Ev sê cumle min ji hin deran girtine ku bi baweriya min þaþ, heta li gorî avakirina cumleyên Tirkî hatine avakirin:
Þaþ:
Amerîka di hevdîtinên xwe yên bi Celal Telebanî û Mesûd Barzanî re de wê nerazîbûna xwe bîne zimên
Rast
Amerîka di hevdîtinên xwe de ku bi Celal Telebanî û Mesûd Barzanî re dike wê nerazîbûna xwe bîne zimên.
Þaþ:
Ew dixwazin federasyonekê ku navenda wê li Diyarbekirê ye ava bikin.
Rast
Ew dixwazin federasyonekê ava bikin ku navenda wê li Diyarbekirê be.
Þaþ:
Lê komeleyê xebata xwe li gora armanca ku di destûra wê ya resmî de hatibû nivîsandin bi sînor nedikir.
Rast:
Lê komeleyê xebata xwe li gora wê armancê bi sînor nedikir ku di destûra wê ya resmî de hatibû nivîsandin.
Þaþ:
Ez dixwazim li ser hin þaþiyên ku ji bêtecrubetiya DDKO'yê dihatin, rawestim.
Rast:
Ez dixwazim li ser hin þaþiyan rawestim ku ji bêtecrubetiya DDKO'yê dihatin.


VEGERE:
Nivîsarên Kurdî