Ma însan mexlûqatekî
siyasî ye?

Mûrad Ciwan

Nalîn Baksî keçeka Kurd e. Piþtî darbeya 12¥ê Îlonê, di umrekî piçûk de bi malbata xwe re hat, li Swêdê bicîh bû. Li Swêdê mezin bû, xwend, kar kir, bi siyaseta nava Swêdê mijûl bû. Di nava ciwanên sosyaldemokrat ên Swêdê de bi zîrekî têkoþîn da. Di hilbijartinên parlamentoyê de ku sala 1994¥an pêk hatin, weka parlamenter hat hilbijartin û di nav lîsteya sosyaldemokratên Swêdê de ket parlamentoyê. Di demeke kurt de, serkeftineka hêja... Ne tenê ew û malbata wê, hemû Kurdên Swêdê bi vê serkeftinê kêfxweþ û serbilind bûn.

Demekê berî niha, di kanalekî televîzyona Swêdî de, programek belav bû ku Nalîn Baksî jî tê de beþdar bû. Min ew program bi meraq û heyecan temaþe kir. Tê de Nalîn Baksîyê teqrîben wiha digot: Ez berî her tiþtî xwe ne weke keseka xerîb a penaber dibînim ku hatiye li Swêdê bicîh bûye, berî her tiþtî ez xwe weka yeka sosyaldemokrat dibînim. Di jiyan, kar û xebata min de sosyaldemokratiya min berî xerîbiya min tê.

Nalîn Baksî li dijî wê bû ku gellek caran xerîbiya wê li ber çavan dihat danîn û pirsên li ser vî warî jê dihatin kirin. Wê rexne li wan kesan digirt ku di serê her gavê de xerîbiya xwe an neswêdiya xwe derdixistin pêþiyê. Rexne li parlamentereka din digirt ku endameka partiya kesk bû û diya wê Swêdî û bavê wê Filistînî bû. Li ser wê digot ku tevlî ku him ji alî diyê him jî ji alî bavê ve ez ne Swêdî me û tevlî ku ew nîvswêdî ye, ez dimînim ecêb ku ew ji min pirtir weka yeka biyanî xwe derdixe pêþ. Nalîn Baksîyê li ser ªmewqufê þaþª ê vê parlamenterê mîsalek wiha jî dida: Em yên bi tevayî biyanî, xwe muhtac hîs nakin ku di serê her gavê de biyanîtiya xwe derxin pêþ. Yên ku bi tevayî ne biyanî ne ji me pirtir biyanîtiya xwe derdixin pêþ. Li Kurdistanê hin musulman hebûn ku ji filetiyê vegeriyabûn ser musulmantiyê. Ev ên wiha, ji me musulmanên ku ji bav û kalan de musulman bûn pirtir û hiþktir xwe bi esasên musulmantiyê ve digirtin, di parastina musulmantiyê de, ji me sortir û dijwartir bûn. Wan pirtir îhtiyac hîs dikir ku musulmantiya xwe derxin pêþberê xelkê.

Min nevê ku ez serê gavê penaberî an xerîbiya xwe derxim pêþ. Di parlamentoyê de gava ku ez kar dikim, di dereca pêþîn de ez xwe ne weka biyaniyekê lê weka sosyal demokratekê hîs dikim.

Axaftineka bi vî awayî, ji bo min gelekî balkêþ hat: Keçeka Kurd, li Kurdistanê ji diya xwe bûye, ev panzde sal in ku tevî malbata xwe li Swêdê dijî, îro di parlamentoya Swêdê de endam e, xwe berî her tiþtî ne weka biyaniyekê lê weka sosyaldemokratekê hîs dike. Aciz dibe ku penaberî û biyanîtîya wê derdixin pêþiya sosyaldemokratiya wê.

Gava ku yek rabe bêje ez xwe wiha hîs dikim, helbet cihê axaftinê gellek namîne. «imkî kesên din çi dibêjin bila bibêjin, ya muhîmtir ew e ku merivek xwe çi hîs dike, xwe çi dibîne. Loma jî helbet tiþtekî meriv ê zêde namîne ku meriv ji Nalîn Baksiyê re -ji wê bi xwe re- bibêje. Lê ev axaftin bi giþtî serê min mijûl dike. Ez difikirim, axaftineke wiha gelo heta çi derecê rast e?

Her di wan rojan de, meseleyek wekî vê, li Tirkiyê jî rû dabû. Li Îstenbolê piþtî hilbijartinên rêxistina CHPê ya Îstenbolê heyetek nuh hatibû ser îdarê. Serokê CHPê Deniz Baykalî, bal dikiþand ser wê yekê ku yên hatine ser hukum sunnî - yanî ne Alewî- ne û Tirk in. Ev, gaveka balkêþ bû ji bo wî. Li ser vê gotinê, gellek rexne li Deniz Baykalî hatin kirin, ew bi þovenîzm û cudaxwaziyê hat tawanbarkirin. Baykal mecbûr ma, gavê baþ de bavêje. Lê wê gava ku wî paþde avêt, bû wekî mesela uzira ji qebahetê mezintir. Wî iddîa dikir ku bi wê balkêþanê xwestiye bibêje ku CHP îdî partiyek welê ye ku ji bo endamên wê Kurdîtî, Tirkîtî, Alewîtî an Sunnîtî ne girîng in, ya girîng ew e ku hemî sosyal demokrat in. Di hilbijartinan de krîter, fikr û xebat in, ne ku Alewîtî, Sunnîtî, Kurdîtî yan Turkîtî ye. Wî îftîxar dikir ku ew berî her tiþtî CHPyî ne, sosyaldemokrat in. Denîz Baykalî bi axaftinên xwe dixwest CHPyîtiyê û sosyaldemokrastiyê bike perdeyek welê ku hemû xusûsiyetên etnîkî û kulturî yên endamên wî veþêre, bincil bike. Ez fikirîm ku çawa dibû du kesên ji hev gellek cuda, yekî zalim û yeka bazdayiya ji ber zulmê wekî hev difikirin.

Gelo ji bo siyasiyan çima diviya bû ku berî her tiþtî meriv siyasî bûya? «ima diviya bû ku meriv Alewîtî, Kurdîtî, Sunnîtî an biyanîtiya xwe dernexista pêþ? Gelo sosyaldemokratî û Kurdîtî, Alewîtî an biyanîtiya meriv dijî hev bûn rê li ber hev digirtin? Ma gelo meriv nikaribû ku him Kurd, Alewî an biyanî, him jî sosyaldemokrat bûya?

Heke meriv siyasî bifikire û heke siyaset jî ew siyaset be ku xwe bike amanc, hemî þert , hebûn û firsendan ji bo xizmeta xwe bikar bîne; menfeeta siyasî, hêz û hukumkirin ji însanîbûnê dûr bikeve, ne di xizmeta bextiyarî, aramî û pêþveçûna însanan de be, bi eksê vê, însanan bike tabi¥ û xizmetkarê xwe û serdestiyê li wan bike; di halekî wisa de, rast e, siyaset berî her tiþtî tê , xusûsiyetên însanbûnê yên din. divê ji ber çavan wenda bibin; yan bên tunekirin, yan bên qedexekirin, yan jî bên veþartin.

Lê heger însanbûn di dereca pêþiyê de were û siyaset bibe wasiteyek ku xizmeta bextiyarî aramî û pêþveçûna însanan bike wê gavê tu carî siyaset nakeve pêþiya xusûsiyetên din ên însanbûnê. Wê çaxê meriv him dikare sosyaldemokrat yan CHPyî be him jî biyanî, Kurd, Tirk, Sunnî yan Alewî be. «imkî meriv ªînsanª e.

ªÎnsanª çi ye gelo? Bi mucerredî ji alî nezerî ve dibe ku meriv bibêje însan heywan an mexlûqatek e ku difikire, yan jî diaxêve. Para rastiyê di vê gotinê de heye, lê tarîfeka pir kêm û nezelal e.Welê di nava mij û dûmanê de ye ku tenê bi wan xusûsiyetan ez nikarim însanekî konkret bînim ber çavê xwe. Pir mucerred e. Li ba min divê tarîfa însan hîn gellekî muþexestir be. «imkî di jiyanê û heqîqetê de însan ji wan tarîf û xusûsiyetên jorê muþexestir e û xwedan xusûsiyetên gellek zêdetir e. Gava ez dibêjim însan, însanê muþexxes, yanî þexsiyet(identity) tê ber çavên min. Wekî þexsiyet jî însan xwedanê gellek xusûsiyetan e. Bi wesîleyeka din, li gorî xwe min însanê konkret bi vî awayî resimandibû: Ka bifikirin: Li Tirkiyê, însanek dikare jin, mêr an ji cinsiyeteka din be. Meriv zarok, ciwan, navsere yan jî extiyarek e. Kurd, Tirk, Ereb, Laz, «erkez, yan jî ji milliyeteka din e. Li gorî xwe zimanekî wî, dîrokeka wî û kultureka wî heye. Musulman, Xiristiyan, Mûsewî, Êzîdî yan jî ateîst e. Sunnî, Alewî yan jî Þîî ye, Hanefî yan jî Þafiî ye. Neqþîbendî, Qadirî, Nûrcî yan jî Wehabî ye. Laîk e, yan jî dînperest e.Yan him laîk, him Kemalîst, him jîd îndar e. Belkî jî dîndarekî laîk e ku ji Kemalîzmê hez nake. Karkir, gundî, bazirgan, karder, memûr, hunermend, telebe, sporhez, yanjî bêkar e. Muhafezekar, lîberal yan jî sosyaldemokrat e. Belkî nasyonalîstekî Tirk an ê Kurd e. Yan jî belkî, ummetxwaz, kozmopolîtîst an enternasyonalîstekî welê ye ku hemû awe nasyonalîstiyê red dike. Belkî Îstenbolî, Diyarbekirî, Edirneyî an Adanayî ye.Li bajêr yan jî li gund dijî. Belkî li çiyê, deþtê an li deveraka daristanî dimîne. Dibe ku alîgirê Galatasarayê, Fenerbahçeyê, an Beþîktaþê ye. Dibe ku ji futbolê, basketbolê, melevaniyê(avjeniyê) an ji siwarbûna hespan, ji gerra çolê, ji xwendinê yan ji berhevkirina pûlan hez dike. Belkî ji astronomiyê, îcadên nuh an remildariyê hez dike Dolme, savar, fasûliyên hiþk, çîgkofte an hamburger pê xweþ e. Belkî ji dewî, avê, araqê an wîskîyê hez dike û h.w. d. û h.w.d.1

Siyaset, di nava wê de jî sosyaldemokratî xusûsiyeteka însanan e wekî biyanîtî an penaberiyê, wekî Kurdbûn, Alewîbûn an Swêdîbûnê.Ya tebîî ew e ku însanek kîjan xusîsiyetên wî hene -bi þertê ku nikaribe xusûsiyetên însanên din binpê bike- bi serbestî bi hev re di wî de eþkere bibin, gulvedin û hevdu temam bikin. Gava yek rabe bibêje ez berî her tiþtî sosyaldemokrat im , ne biyanî, ne Kurd, ne Alewî, ne Swêdî, ne jin an ne ciwan im, li ber çavê min tebîî xwiya nake. Wekî mesela wî fillehê ku bûye musulman, ez dikevim hisseka welê ku nebe gello ew tenê musulmantiya xwe derdixe pêþ ji bo ku kes filetiya wî ya berê bi bîra wî neyne.

Wê gûmanek ji min re çê bibe ku yan rejimê siyasî yan pergala civakî vî kesî mecbûr dike ku hin xusûsiyetên xwe veþêre an înkar bike. Yan jî menfaeteka siyasî, meqam an kariyerekê, çavê vî kesî welê tarî kiriye ku hin xusûsiyetên xwe li ber riya bilindbûna xwe asteng dibîne. Ev yek, cardin dere digihîje birîna rejima siyasî an tevgera civakî ku vî þexsî mecbûrî vê yekê dike. Bi vî awayî li ber çavên min kêmasî û þaþî him di rejimê û pergalêde, him jî di merivên xwedan îdîayên wilo de xwe nîþan didin.Kesên xwedan îdîayên wilo, yan wekî Deniz Baykalî zordariyê li xeyrê xwe, yan jî weka Nalîn Baksîyê li nefsa xwe dikin. Her du hal jî cihên heyf û mixabinê ne.


Vegere nivîsarên kurdî