Îbrahîm Paþayê Millî
Sir Mark Sykes
Rêwîtiya siwariya hespan a roja dîtir di esasî de wekî ya roja berê bû, lê belê piþtî ku em têra xwe di nava erdên bin desthilatdariya Paþa de bûn, karwanên piçûk ên bi du sê keran bala meriv dikêþan û merivên ku em li ser rê rastî wan dihatin ji xwenêzîkkirina me nedireviyan. Ew pirtir bazirgan û firoþerên wiha bûn ku ji bo kirrîn û firotinê di navbera eþîrên konfedersyona millîyan yên cuda de diçûn û dihatin, yan jî hin gundiyên ermenî yên Wêranþarê bûn ku mijûl bûn bi raguhaztina xurek û rûnê nîviþk ji bajaran ber bi waran û ji wir jî ber bi aliyê din ve. Qasî ku ez ji van merivan têgihîþtim, her çendîn li ser hidûdan ew ji bal anaze û þemerên baþûr ve dibûn hedefên þelandin û diziyê, piþtî ku diketin nava hidûdên millîyan îdî di ewleyiyê de bûn, bi têkiliyeka xweþbînî û rêzlêgirtinê dihatin pêþwazîkirin.
Em di ser gellek warên konan ên kurdan re derbas bûn, lê me hema hema qet agehî ji bal xelkê ve bidest nexistin ji bilî nûçeyên ku hevalên Miss Shattuck (Mîsyonereka ciwanik a li Urfayê) ji bal beraziyan ve hatine þelandin û li ser gilîyê wê gellek meriv hatine zîndankirin. Piþt re wextê êvarê ji hin siwarên çekdar ên bi çekên dewletê em hîn bûn ku warê konên Paþê ne zêde li dûrê ye. Li dora piþtî saetekê em rastî komeka konên li biniya girekî vegirtî hatin û hîn bûn ku ev warê Îbrahîm [Paþa] ye.
Bi gîhaþtina me, Paþa, ku berê jî ez bûbûm mêvanê wî, derket derva ku pêþwazî li me bike û li gora adeta bedewiyan ez himbêz kirim û ser milê min ê rastê ramûsa. Pêre pêre ez hatim vexwendin bin konekî mezin, ku li ser 100 sitûnan hatibû vegirtin û pahnayiya wî 1.500 yard çargoþe bû. Piþtî ku em ji bin tava rohnî ya çavçimên a nîvê rojê hatibûn, di destpêkê de gellek dijwar bû ku meriv karibe bi zelalî bibîne bê ka li quncikên vî konê fire yê dewasa çi heye û çi nîne. Lê piþt re xwiya bû ku ji min wêdetir qasî 150 meriv li dora dîwana nizm a ku ciyê rûniþtina Îbrahîm [Paþa] bû, rawestiyabûn. Wî ez birim wê dîwana ku bicîhkirî bû li pêþiya agirê ji piþkulê devan û û wekî her gav çend gumgumên qahwê li serê bûn.
Paþa merivekî tenik î bejinzirav bû, rûyekî kurdînî yê safî yê difnmezin ê kuftikî û çavên xwedan awirên gellekî tûj ê bi meraq, eniyeka pahn a hilkirî û devekî mezin li serê bûn. Di sakiniya ruyê wî de îfadeyeka gellekî bêyom a meþûm a ji bal biruyên rabûyî(pîjbûyî) pêkînayî, di nava rûniþtiyên konan ên bin tava berriyê de gellek adetî û belav bû; ji bal birîneka þûran a bin çavan ku qapaxa binî ya çavan dadixist xwarê vî awirê haþîn ê hizirtijî ji zarîfiyê dihat bêpar hiþtin . Lê belê di sohbetê de biþirîna wî ya misêwayî ya vekirî û dilxweþker û edayên wî her dem dostane bûn. Bi vacayiya balkêþ a ruyê wî, dest û piyên wî ji heddê wêdetir piçûk û zarîf bûn.
Di dema sohbeta xwe de, wî zanîneka fewqelade ya di derbarê kar û barên Awrûpayê, têkiliyên Îngiltereyê yên li gel Îrlandayê û gellek buyerên din nîþan da. Xuya dibû ku çavkaniyên wan agahiyan, ji rojnamên tirkan pirtir bûn. Bêþik çavkaniyên wiha li cem wî boþ(pirr) û dagirtî bûn.
Qelebalixa xelkê ya ku li dora wî civiyabû ji însanên ji gelek bawerî û qewmên Tirkiyê pêk dihatin, pirranî ji bo kar û bar hatibûn. Yên ku hatibûn ew kes bûn ku ji bo safîkirina dawe, doz û bac û xeracên xwe hatibûn, bazirganên rûn, hirî û kincan û yên tiþtên din bûn ku ji bo Paþayî lazim bûn. Xusûsiyeta lîsteyeka wan kesên ku bi tesadufî min li gel wan axaft wê karibe fikrekê bide.
1. Êzîdiyekî(tabiê þeytanî) ku piþtre bûbû misilman.
2. Doktorekî tirk ê ku bi ser biryargeha Paþayî ve bû, yekî sirgûnkirî bû.
3. Hemawendiyekî ku berê zabit bû ku ji postexaneya Îskenderûnê 2000 mecîdiye (330£) þelandibû, 150 sal hebis dabûnê, lê di hevsê de tunelek kolabû û reviyabû hatibû xwe avêtibû Paþayî.
4. Dizekî ku li nêzî Helebê çar mêr û jinek kuþtibûn.
5. Ermeniyekî xancî yê ku barhildêrê diyariyeka ji devan bû û ji bal kurdên karageçî ve hatibû hinartin.
6. Dizekî ku min bi xwe ew du sal berê li nêzî Nisêbînê girtibû û niha firoþer bû.
7 Erebekî þemerî ku hatibû ku safîkirina dozeka xwînê ya di nava eþîra xwe de pêþkêþ bike.
8. Hemîdiyeyekî heyderanî yê ji Wanê.
9. Begekî çerkez ku di xizmetê de amade bû.
Paþayî, ji ber hebûna van merivên kêmrûmet dawa lêborînê kir û got ku adet û qanûnên çolistanê wî mecbûr dikin ku kesên xwe davêjin bextê wî, wan bihewîne. Têra xwe para rastiyê di vê de heye, lê belê rîayetkirina Paþayî a di vî warî de bi wî awayî pêk tê ku bilindbûn û nizmbûna wan kesên keftîyên qederê dikeve destê hamiyê wan û ew dibin peyayên wî yên har ên ku rohnî di çavên wan de namîne. Li aliyê din ji bo Xwedê divê bê gotin ku rabûn û rûniþtina van merivan di nava hidûdên Paþayî de têra xwe rast û durust dibe, tu kes ji wan nabe ji wan tîpên ku ji bal polîsên îngilîz ve wekî "gunehkarên fêrbûyî" tên naskirin, an go nikarin xwe ragirin û neþelînin.
Axaftina Îbrahîm [Paþa] ya destpêkê gellek balkêþ bû: Gelo bi rastî jî konferansa Algecirasê hatibû birrîn? Gelo rast bû ku xîveta þanogerî ya seyyar a Sarah Bernhardtê ji konê wî mezintir bû? Piþtî ku me demekê li ser buyerên rojevê yên ciddî axaft ew bi min re hat xîveta min, li hundur mektûbeka taybetî nîþanî min da ku ji bal wezîrê azam ve jê re hatibû verêkirin û jê dihat xwestin ku min taqîb bike, çavê xwe ji ser min nede alî, bê ka ez çi dikim çi nakim. Piþt re wî ji min pirsî ku gelo ew çi bike. Min jê re got ku çêtir e ew rastiyê bêje,û rapor bike ku ez ji bo kêf û hînbûnê digerrim.
Di dema axaftinê de, wî behsa kurdên millî bi wî awayî dikir ku goya wekî qewm ji hemûyên din cuda ne, li gora agehiyên wî, tesîra hukmê wî ji wan eþîrên tabiên wî gellekî wêdetir diçû. Li gora ku wî digot qewmê kurd bi ser sê þaxan ve parve bûbû; þaxê millan, þaxê zîlan û þaxê baba kurdî. Ji wan þaxên millan û zîlan her tim dijminê hev bûn û tu yekê ji van baba kurdî ji farisan pêþtir tiþtek hesab nedikirin. Wî her wiha got ku tu ferqî û cudatî di navbera eþîrên wî bi xwe de; her wekî di navbera eþîrên Dêrsimê ên þîa û yên wî bi xwe yên Qerejdaxê de tunene. Li gora wî nehezkirin an pêþînhukmiyeka kurdan li hemberî yezîdîyên Çiyayê Sîncarê -ku ew kurdên millî bûn- jî tunebû. Jê balkêþtir wî îddîa dikir ku pêwendiyek di navbera erebên caîs(Jais Arabs) û kurdên milî de heye. Lê tu delîlên vê nebûn û gûman li ser bû.
Wî çîrokeka kurt a dîroka eþîra xwe jî ji min re got, ku ji balkêþiyê ne bêpar bû:
Di destpêka sedsala nozdehê de di dewra Sultan Mahmûd de, li baþûrê rojhilatê împaratoriyê sê mîrên mezin hebûn. Eyyub Beg, bavê bapîrê wî bi xwe, li ser axa Cizîrê ji Bîngolê heta Çiyayê Sincar(Li vê derê qesd ne bajarê Cizîrê ye, tevayiya erdên bakur ên Mezopatamyayê ye M.C) îdare dikir. Mihemmed Paþayê Rewandizî mîrê tevayiya wan erdên navbera hidûdên rojhilatê û Mûsilê bû. Li bajaran axayên mezin û eþrafan bi xwe xwe îdare dikirin. Li rexê din, li berrî û çêregehên baþûr þêx Sfugî serokatiya eþîrên bedewî dikir. Ev hemû reîs û mîr, di navbera xwe de di nava þerên berdewamî yên þan û þerefê de bûn, qasî zerreyekê paxav ne bi paþayê Bexdayê ne jî bi sultanê Îstenbûlê dikirin. Dawiya dawîn vê þêla wan bala hukumetê kêþa û wê Reþît Paþayê mezin þand ser wan. Mihemmed Paþayê Rewandizî hat girtin û kuþtin,Sêx Sfug û Eyyub Beg jî hatin derdestkirin û hinartin ji bo Diyarbekirê ku ew li wê derê mirin. Li ser vê yekê tirk demekê bi tevayî bûn desthilatdarên welêt.
Piþt re þerê bi xidîvê Misrê re, dagirkirina Sûriyê ji bal Îbrahîm Paþayê kurê Mihemmed Alî yê mezin[Mihemmed Alî Paþayê Kawalayî M.C] hat. Tîmawî Begê ku ciyê Eyyub girtibû, tu sedem jê re tunebûn ku ji tirkan hez bike, tevî misriyan bû û di bin fermandariya wan de êrîþ bir ser hêzên li Mêrdînê bicîhkirî, bi wê meqsedê ku rê li ber wan bigire da ew tevî ordiya esasîn bibin. Ordî, wê demê ji Meletiyê ber bi Nizîbê ve dikiþiya. Tîmawî di wazîfeya xwe de biser ket, Mêrdîn zeft kir, lê di þerekî hema piþtî wê de ew bi xwe hat kuþtin. Demekê piþt re vekiþiyana misiriyan û ji nuh ve avakirina serdestiya Osmaniyan dest pê kir ku bi vê yekê re kurdên millî jî ketin navbera belengazî û perîþaniyeka mezin. Kesî wan tunebû ku serokatiya wan bike, xwe bi xwe þerê hevdu dikirin û her daîm ji bal erebên teyî û þemerî ve dihatin talankirin. Wan gund kavil kirin û ew ber bi Qerejdaxê ve paþve avêtin. Her di eynî demê de hêzên hukumetê jî rê li ber wan digirtin da xwe nêzî warên xwe yên Bîngolê û yên nêzî Diyarbekirê nekin. Rewþê bi vî awayî dom kir heta bavê Îbrahîm, Mahmûd Begê kurê Tîmawî mezin bû û serokatiya eþîrê girt destê xwe. Lê heta vê demê, ew ji rewþa nebaþ ew qas perçe bûbûn ku wî nikaribû tiþtek ji wan bikira. Kes wê li pay wî nemeþiya, loma jî wî muracaatî Paþayê þamê kir ku hin hêzan bide wî da ew xelkê xwe berhevî ser hev bike. Paþayî sed meriv danê û got de tu dikarî çi bikî bike. Bi van hêzên xwe wî teyî û þemerî paþde qewirandin û eþîrên xwe li Wêranþarê berhevî ser hev kirin. Di çend salan de ew gihîþt hêz û murefehiyeka berbiçav û cesareta wê yekê di xwe de dît ku li Wêranþarê qesrekê ava bike. Lê Umer Paþa yê ku wê wextê Diyarbekir îdare dikir zû bi zû tevgera wî þikand, Mahmûd zîndankir û qesra wî þewitand.
Îbrahîm bi xwe, wê wextê li dora huvde saliya xwe bû. Bi rênîþanderiya bavê xwe pazde mihîn girtin û reviya çû Misrê da bikaribe muhawele bike ku dilovanî û sempatiya Îsmaîl Paþayê Xidîvê Misrê ber bi Mehmûd ve bikêþe. Ji bo ku Îbrahîmê gênc di entrîkayêen serayan de bêtecrube bû, ket nav destê navberçiyekî bêwîjdan ku wî ew xapand, mihînên wî jê girtin got min dane xidîv, lê di rastiyê de wî bi xwe dest danî ser wan. Vî merivî mîqdarek pere dan Îbrahîm û got ku tiþtê ku Xîdîv karibe ji bo te bike hew ev e. Piþtî ku bi vî awayî hemû muhaweleyên wî yên li Misrê bêfêkî man, Îbrahîm çû þamê, bi hêviya ku pê biþêwire serî li Emîrl Hec da ku ew bi eslê xwe kurd bû. Vî mirovî þîret li Îbrahîmî kirin ku doza xwe bibe rasterast li ber Sultan deyne û navên hin kesên karbidest ên li paytext dayê. Gava îbrahîm gîhaþt Îstanbûlê, ji siûda wî re Xîdîv Îsmaîl [Paþa] bi xwe jî li wê derê bû, kurdê gênc firsenda wê yekê dît ku wî bibîne û pêwendiyên kevn ên milliyan û hukumeta Misriyan bi bîra wî xe. Ji xweþbextiya wî re kêfa Îsmaîl li serê bû, bi dilxweþî pêþwazî li muraceta Îbrahîm kir û ji Sultan Abdul Azîz fermanek li ser serbestberdana Mahmûd Beg girt. Îbrahîm bi wê fermanê vegeriya Wêranþarê bavê xwe da serbestberdan û di karûbarê îdarekirina eþîran de alîkariya bavê xwe kir.
Lê siheta Mahmûd Beg a ji ber dirêjkêþana mayina di zîndanê de xera bûbû, piþtî bi serbestbûna xwe ne bi gellekî mir û serokatiya eþîrê ji Îrahîmî re hiþt. Îbrahîm li ser þopa adetên eþîrê meþiya, karwan þelandin, xiristiyan parastin, talanên bazirganên Diyarbekirê bir, heta ku dizî û talankirinên wî gîhaþt dereceyeka bêtehemmuliya welê ku hukumetê ew da girtin û tevî þeþ serokþîrên din sirgûnî Sîwasê kir. Li wê derê, ew qasî þeþ mehan, belkî zêdetir jî di nava rewþeka dijwar de man. Piþtre wî mektûbek hazir kir û þand ji diya xwe re ku wê wextê li Wêranþarê dima, tê de hêvî kir ku jê re çend mihînan biþîne da ji wê derê berê xwe bidin bi aliyekî de. Diya wî niyeta ku di serê wî de bû bicîh anî, ji hukumetê musaedeyek derxist ku karibe heft mihînan biþîne Sîwasê. Heywan gihaþtin wê derê û hefsiyan îzin girtin ku derên derva, wan tehqîq bikin. Bi îþaretekê, her merivekî xwe avêt ser mihînekê û berê wê da riya esasî ya Meletiyê. Zû bi zû taqîbateka ji esker, zabit û temaþevanan li pey wan derket û qasî sê saetan bi xurtî ajot. Piþt re taqîbat her ku çû sist bû heta wê derecê ku fîrariyan dîtin ku li pey wan tenê çar esker mane ku hîn þopa wan dimeþînin. Îbrahîm û hevalên xwe ji niþkê ve rawestiyan û li benda van lipeyhatîyên aceb ahmeq man. Kurd bi ser wan de qîriyan: "Hûn çi ji me dixwazin?" Esker li ser vê pirsê ecêbmayî man, sekinîn û gotin ku ew dixwazin alîkariya wan bikin da ew di fîrara xwe de bi ser kevin. "Karê herî qenc ê ku hûn ji bo vê yekê bikin" Îbrahîm got, " ew e ku hûn vegerin Sîwasê." Eskeran guh dan vê þîreta wî û dev ji lipeyçûnê berdan.
Piþtî demekê ew fikirîn ku çûyina di riya esasî de zêde xeter e, berê xwe dan riyên çiyayan. Vê guhertina han kêm zêde xeteriyek xist nava pîlana wan, ber bi rojava ve riya xwe wenda kirin, seranser wê þevê li palekê man bêyî ku zanibin li ku derê ne. Serê sibê dan ser þiveriyeka nenas ku ji xêra Xwedê re bi tesadufî ew ber bi aliyê rast ve dibirin. Lê ber bi nîvro mihîna Salim Begê likumî û ket erdê, nema karibû xwe bilivîne. Îbrahîm tawsiye kir ku xwe bavêjin piþt þaxên darên himbiz. Bi rastî jî bi vî awayî wan welê xwe parastibû ku hêzeka eskerî ya siwarî hat bi rewanî di ber wan re derbas bû, ew qas nêzî wan bû ku wan ji piþt daran dengê axaftina wan dibihîst. Piþtî ku gava xwestibûn herrin nava gundekî, pê hesiyabûn ku esker wê îstîreheta xwe ya nava rojê li wî gundî bikin û bi vegereka bilez, bi zorê xwe ji ketina nava lepên eskeran xelas kiribûn, þeveka din jî li serê çiya derbas kirin.
Êvara dîtir taqîbat ew qas nêzîk bûbû, ew qas hal di mihînên fîrariyan de nemabû û jê wêdetir wan ew qas rê li ber xwe þaþ kiribû, rewþ bi her awayî bêhêvî dixuya. Piþt re fikreka curetkar a wisa hat bîra îbrahîm ku min heta niha nebihîstiye. Ji niþka ve hat bîra wî ku heke ew þopa xwe li ber lipeyhatiyên xwe wenda bikin wê karibin biçin ber bi Urfayê ve, wî cihê ku fîrariyan dixwest biçinê. Li gora vê, Îbrahîm û hevalên xwe wî gundê ku siwarên esker biryar dabûn þeva xwe lê bibuhêrin tesbît kirin û qasî mîlekê li piþt wî gundî li ser rêya ku dijminê wan tê re derbas bûbû daketin ji bo vehesiyanê. Çimkî wekî Îbrahîm jî gava ji min re maceraya xwe got bas kir, "Ji sedî sed ew ê destvala venegeriyana û wan ê ji bilî riya ku tê re derbasbûne berê xwe bidana her riyê. Bi vî awayî kurdan qasî pênc rojan di wî welatê nenas de þopbirên xwe wekî rêberên xwe bi kar anîn, lê li dora Meletiyê ev pîlan jî faþil bû. Çimkî lipeyçûyiyan hemû þopên rêberên xwe yên zorakî wenda kirin û sibeheka sar xwe di herêmeka nenas, di nava xelkekî nenas de bêmecal, windayî û bêkes dîtin.
Gundiyekî halxweþ ê siwarê erebeyeka gayan ji hember ve ber bi wan hat. Piþtî silavê wî gazî kir got "Hûn bi ku ve diçin?" Îbrahîm bi hazircewabiya xwe got ku ew hin koçer in ku li deveyên xwe yên dizîyî digerin. Yê gundî li wan vegerand: "Hûn kurd in û ez kurd im. Tu Îbrahîmê Millî yî, ez jî axayekî sînemînlî me ku ew bi eslê xwe ji milliyan e. Esker li gundan li we digerin, bi min re werin ez we veþêrim."
Piþtî çend saetan, her heft zilaman cara pêþîn xwarineka germ li oda mêvana ya axayekî qizilbaþ dixwar, lê sergêjaniya wan hê xelas nebûbû. Hê erdeka sed û pêncî mîl fireh, ew ji herêma wan bi xwe veder dikirin. Û wexta ku wan bi mazûbanê xwe re munaqeþeya rê û dirba herî baþ a berdewamkirina rêwîtiya xwe ya ji wir pê ve dikir, dengê trampetekê li derveyî gund hat. Ew têgihîþtin ku þopberên wan careka din li ber paçika hustuyê wan in. Tevî ku li dijî adetan jî bû, yê qizilbaþ mêvanên xwe li odeyên alî harema xwe veþartin û li hêviya hatina eskeran ma.
Zabitekî mifrezê ket hundur: "Selamun aleykum, ew heft meriv ma xwe li vê derê vediþêrin?"
Axa cewab da, got "Na, tu nikarî tu kesên wiha li vê derê bibînî."
"Baþ e, ev çiye?" axa bi qîrîn pirsî. Eba Salim Begê ya ji pirça devan ku wî ji lez û bezê li erdê li pey xwe hiþtibû, rakir û nîþan da. Bêþansiyekê têra xwe serî hildabû. Çimkî þewqên hevrîþmîm ên Mr Lock çend li Torosan belav bin ebayên ji pirça deveyan jî ew hinde belav bûn.
"Min ji te re got" axa bersîv da, "ew merivên ku tu li wan digerî tu li vê derê nabînî. Heke tu alayekê bînî, belkî tu bikaribî li wan bigerî. Adetî, xwarin ji bo te û merivên te hazir e, li vêderê ye, kerem kin, lê heke hûn tecawuzî haremên me bikin em mecbûr in ku þerê we bikin. Heft sed çekdarên me amade ne, û em gazî bikin du hezarên me jî li ber bangkirinê ne.
Yê zabit têgihîþt ku bi bîst mirovan ew n eþê tu tiþtî bike, bi rewþê razî bû, þîva xwe xwar û ajot çû. Wê þevê Îbrahîm û hevalên xwe hatin veguhaztin ji ob gundekî din, bi vî awayî her þevekê ew ji eþîreka qizilbaþ teslîmî yeka din dibû, heta sibehekê wan xwe li ser peravê Feratêdîtin ku bi qonaxa du rojan a di beriyê re ji eþîrên wan dûr bû. Piþtî ku ew gihîþtin malên xwe bi awantaja limalêbûnê ji bo reîsan ne dijwar bû ku aþtiya xwe bi hukumetê re pêk bînin û pê re lihav bikin. Wê demê þerê bi Rûsyayê re nêz dibû, hin karên hukumetê jî yên din hebûn ku ji lêgerîna hin aþtîxerakirên negirîng bû. Loma jî lihevhatin zû pêk hat.
Ne bi gellekî piþtî þerê rûs û tirkan bû ku Îbrahîmî derfet bidest xist ku bikêrhatin û basîreta xwe îsbat bike. Gava wî ya pêþîn ew bû ku dostaniyeka tekûz bi wê komika çerkez a piçûk lê lis er xwe ya Rasul Aynê re deyne. Piþt re þêxên piçûktir ên eþîrên dora xwe di bin hukmê xwe de civand û ji ehlên wan cuda kir, bi vî awayî her carê ewleyiya beþek ji 100 200 konan pêkhatî pêkdianî. Wî her wiha dîplomasiya xwe jî l dar xist, ku ji kurdên millî re lê hat ku cepheyewka gellek bihêz a ji her demê bêtir pêþkêþ bikin. Ev hemî bi hêz û entrîkayan hat pêkanîn û rûdan a pêþveçûnan ji bal wan erebên ku bi þer û pevçûnên nava xwe mijûl bûn nehat keþîfkirin. Siyaseta îbrahîm ji wê yekê pêk dihat ku bi xurtan re heval be, bi zeîftiran re tavîzkar be û gefan li jartirînan bixwe.
Teqrîben di vê dewrê de buyereka mezin rû da, Îbrahîm û hin serokeþîrên kurdan yên din hatin wezîfedarkirin ku bibn Hamîdîye, piþtî ziyaretkirina Îstanbûlê ew bi rutba mîralaytiyê hattayînkirin û rutbeya paþatiyê ji bo wî hat dayîn. Piþtî vê siyaseta wî qelewtir bû. Dest pê kir li hember anaze û þemeran li ber xwe da, gav bi gav ew paþde xistin, di encamê de herêma xwe ji beþên wan ên herî xerab maliþt.Wî xiristiyan(ermenî û keldanî) han dan ku barkin werin li dora Wêranþarê bicîh bibin û bazarek li nava vê qesebê ava kir ku zû bi zû geþ bû. Gava eþîr û reîsên din ermenbî talan û qetil dikirin Îbrahîm ew diparastin û cesaret dida ziristiyanên ji hemû mezheban. Qasî ku tê texmînkirin i dema komkujiya ermeniyan a mezin de wî qasî 10.000 ermenî ji tunebûnê parastin. Bi riya mahrkirina xwiþka þêx wî eþîra xurt a ereb a bi navê cais(Jais) ber bi xwe ve kêþa, afdelî, baggara û þerabî li pey wê hatin.Eþîra kîkan a li dora Mêrdînê tevî wî bû, lê belê teyî, Jibbûrî, anezeyî û þemerî niha bûndijminên wî yênxedar. Ji bo siyasetmeþînekî wekî Îbrahîm gellek xeter bû ku ev bloka req a dijmin destlênedayî bihiþta. bi riya îstîfadekirina ji dijminayetiyeka dûr û dirêj a navbera her du aliyên þemeran Paþa, bi libergeriyanê, ruþwetê û axaftinê þêx Curallah(Jurrallah)ê mezin ê xwedanê 1.500 konan kêþa aliyê xwe.
Di vê navberê de bi bihêzbûna Paþê dewlemendiya wî jî zêde bû, mezinbûna giringiya Wêranþarê çûnûhatina karwanan kêþa ber bi binê hukmê wî ve. Berê ji bo koçeran îtîyazek bû ku bi çavê talankirin û þantaj û gefxwarinan li karwanan binêrin, lê ni saya Îbrahîm ew bûbûn ew rûdana ku bereket û dewlemendî tanîn bajarê Wêranþarê û bi vê munasebetê pere û malên bazirganiyê tanîn warên koçerî yên wî, dîtina wî ya li ser karwanan her tiþt guherîbû. Zêde tê re neçû, Qeregêçiya ku pêþveçûnên kurdên millî bi çavê xwe didîtin ji vê yekê ne kêfxweþ bûn. Niha ew karwanên ku çi ji hêla Diyarbekirê çi jî ji hêla Urfayê dihatin diviyabû di herêma vê eþîrê re derbas bibin. Wan jî misêwa bi serbestiyeka bêhed ew talan dikirin. Di 1904-ê de Paþa ev yek protesto kir, lê protestoya wî hat piþtguhkirin. Li ser vê wî daxwaz ji îdara Urfayê kir ku asayiþê pêk bînin, lê hukumetê sersarî kir, loma jî Îbrahîm mesela Qeregêçiyan kir mesela xwe ya þexsî. Siyaseteka adetî ya hukumeta tirk e ku îhtîmala bizaveka qetî hebe jî mudaxeleyî nava lec û pevçûna eþîran bike. Vê carê jî yuzbaþiyek tevî mifrezeyeka çiyayî ya ji panzde kesan pêkhatî hat þendin ku têkeve nava her du berên çerî. Li dore Sêwrekê derketin pêþiya Îbrahîm û hêzên wî û yuzbaþî emir da serokeþîr ku vegerre welatê xwe. Îbrahîm ev yek red kir, axaftina navbera wan her ku çû req bû yuzbaþî bi bu lêdana gulleyekê hat kuþtin, merivên wî hatin bêçekkirin û hinartin ji bo Urfayê, kurdên millî jî bi riya xwe de dewam kirin ku herin hesabê xwe bi djminê xwe re bib înin. di þer de piþtî demeka kurt qeregêçî bi tevayî þikestin, kon û malên wan hatin birin ji bo Wêranþarê. Hinek þert li ser wan hatin ferzkirin ku ew van bi cîh bînin û di pêþerojê de tedaxulê nav karê karwanan nebin. Ji bo ev lihevhatin û aþtî bê tekûz kirin du mahr di navbera biraziyên kurr û keç ên her du serokeþîran de hatin birrîn û îbrahîm ne tenê bi wî malê talankirî gelelk ji wan tiþtên dest liserê danayî bi xwe re birin û vegerriya Qeregêçiyê. Û ji bo aþkirina berpirsiyarê dewletê ji ber sedemê kuþtina zabit jî, karwanekî ji pênc sed barê devan yên rûn pêkhatî hat verêkiirin Îstanbûlê ji Sultanî re.
A ev ew wext bû ku ku herkes di wê fikrê de bû ku hêza Îbrahîm diheje û wê dawî li rojên wî yên bi debdebe werin. Wî kurrekî Sultan kuþtibû, hemû zabit û esker bûbûn tîhniyên xwîna wî. Diviyayî tenê bi gotinekê hebû, hemû çekdarên ku li herêmê di eskeriyê de xizmet dikirin amade bûn ku êrîþî ser wî bikin. Tam di vê demê de bû ku Îbrahîm bi cesareteka mezin hat Urfayê, merkeza hukumetê ku çend rojên dawiyê yên Remezanê li wê derê derbas bike. Telgrafeka taybetî ya ji Îstanbûlê emir kir ku bi baþî pêþwazî lê bê kirin û ew xweþ bê ezimandin. dijminên wî yên ku hê berî bi çend rojan li benda ketina wî bûn, niha ketibûn bin tayeka mezin û di halekî gellekî nexweþ de welê man heta ku Paþa bi qeflê lipeyhatiyên xwe piþtî çend rojan ji bajêr derket çû.
Siyaseta Paþa niha ew e ku êrîþî wan gundên wiha bike ku di binê hukmê wan kesan de ne ku ne dijminê wî ne jî mittefîkên wî ne, her wekî yên beraziyan, bi wê hêviyê ku belkî rojekê desthilatdariya wî qebûl bikin. Di dema ku ew j misilmanên bin destê hukumetê re texsîr nake, ew kêm caran xiristiyanan diêþîne. Wî li hemî qeseban casûs hene, di warê xwe de penagehek ji bo rêbirr û xerabkaran ava kiriye bi wî þertî ku gava werin herêma wî hay ji xwe hebin xirabiyan nekin.
Îbrahîm Paþa xwediyê karakterekî gelek seyr e. Bêgûman rêberekî tebîî yê peyayan, xwedanê xusûsiyetên hemû merivên ku di tecrubên curbecur ên jiyanê re derbas bûne, hêzeka mezin a bi xwe baweriyê ye, û tevî wê jî wekî zarokekî nazdar ê nazik e. Ji bo min ew bi her awayî ji bo lêhûrbûnê blakêþ e, çimkî di wî de ji bo min merivekî welê xuya ye ku wekî Warwîckê ku di Îngîlterê de hat û çû û her wiha li Tirkiyê jî wê jê re cih nemîne. Ez di wî de baronekî feodal despotekî rojhilatî û serokekî koçar dibînim. Di nav konê wî de meriv dikare hin ramanên jiyana kon û warên Tîmûr û Atîlla peyda bike; di hilhatina wî ya ber bi hêzbûnê de îlhamên serkeftinên destpêkê yên osmaniyan, di zeîfî û hêziya wî de hin xeta û bikêrhatiyên Mithridatiyan diyar dibin.
Di dinyayê de tu xelk nîne ku qasî vanên þAsyayî meyildarê perstina lehengan e. qatilekî herî jar gellek caran dibe xwedanê hurmet û rêzlêgirtinê, rêbirekî herî newêrek bilind dibe dikeve dereca Robin Hood. Esasên wiha ne ku rê li ber hilhatina zilmerivan vedike.
Û gava bi qezayî merivek dertê ku hêza wî tenê li ser qurnaziya wî ya siyasî bilind bûye, piþtre meriv diyardeyeka fewqelade ya yekî bêhêz malûl ê wekî Îbrahîm îdareya girseyeka gelekî perçebûyî yê li dervayî zeftê dike.
Roja dîtir a piþtî gîhaþtina me ya wê derê, Paþa fcerman da ku kon bên rakirin û koç bi rê keve. Tevayiya wê koça ku ji barê 2.00 heywanan ne kêmtir bû ji destpêka fermandayinê di du saet û nîvan de amadeyî birêketinê bû. Ev wext piçekî ji wextê ku meriv karibe vê koçê deyne û konan vegire zêdetir bû. Di meþa karwan de Paþa li ser dallulekê(deveyeka rewan) di serê karwan de diçû, li dora wî 50 siwar ên mihafizên wî yên þexsî û komeka ku teqrîben ji 15 cot tajiyan pêkhatî li dora wan bû. Vê dîmenê bi hevre tabloyeka balkêþ a harîka derdixist meydanê.
Di seranseriya mêvaniya min a pêncrojan de a bi Îbrahîm re kar û bar berdewamî di wî konê mezin de dihatin meþandin. Siwarên bi mesaj, name û raporan li ser her awe karan misêwa dihatin û diçûn. Paþa bi suratek gellek mezin karên wan bicîh dianî, hîç ji bo fiirînê navber nedidayê û her gav ji hafizeya xwe gellek emîn bû.
Me di 14-ê mehê de sibehê zû konê Îbrahîm bicî hiþt û em ber bi rasul Aynê bi rê ketin.
(The caliphs last heritage, a short history of the Turkish empire, by Lt. Col. Sir Mark Sykes, London, 1915, r. 316-327)
Wergerandina Mûrad
Ciwanî
Vegere serê nvîsaran