Hustuyê devê û rastiya Mehmed Uzunî

Mûrad Ciwan

Ji devê pirsîne ku "çima hustuyê te xwar e".
Devê bersîv daye: "ma ku dera min rast e ku.."
Gotineka bav û kalan

Yên ku hejmara berê ya Nûdemê(no:29) xwendibin, wê bibîr bînin ku nivîseka min li ser hin axaftinên Mehmed Uzunî ên li ser ziman û edebiyata kurdî derketibû. Nivîsa min li ser hin tasbîtên programeka kanaleka televîzyona swêdî bû ku Mehmed Uzun jî tê de beþdar bû. Di wê programê de wî îdîa dikir ku berî ew romanên xwe binivîse zimanekî edebî yê kurdî, romana kurdî tunebû. Wî dengbêjên kurdan ji xwe re kiribûn bingeh û bi romanên xwe zimanekî kurdî yê edebî afirandibû. Min ev îdîa rexne dikir. Min rexne li Yaþar Kemalî jî dikir ku bêyî karibe bi kurdî bixwîne û binivîse îdîa kiribû ku herçî romanên kurdî yên berê hatibûn nivîsîn, ne roman lê miswede ne, romana kurdî bi Mehmed Uzunî dest pê kiriye. Mehmed Uzunî her di eynî hejmarê de xwedêgiravî bersîva nivîsa min da.

Min ê ev nivîs nenivîsiya heke ne ji ber du sedeman bûya ku bi wê nivîsa Mehmed Uzunî re rû dan.

Yek jê, nivîsiye ku wî di wê programê de îdîayên bi wî awayî nekirine. Gava li ser buyereka rûdayî du îdîayên dijê hev hebin, a baþ ew e meriv biçe serî li rûdane bide, îdîayên dijê hev bide ber wê, da xwendevan bi xwe bibînin bê ka kîjan rast e. Heke Nûdemê ev yek di hejmara borî di kiribûya belkî min îhtîyaciya nivîseka wiha nedîtaya. Lê xwiya ye wê ev îmkan bi dest nexistiye. Bi vê nivîsê re ez ê wan xalên ku îdîa li ser wan hene hem bi swêdî, hem jî bi kurdîya wan raxim ber çavên xwendevanan da ew bi xwe biryarê bidin.

Sedemekî din ê ku ez mecbûrê vê nivîsê kirim ew e ku Mehemed Uzun ji dêlva bersiva îdîayên min bide, li ser þexsiyeta min û kar û barên min hin zimandirêjî kirine ku tu têkiliya wan bi wê nivîsa min re nînin. Di nava wan îdîayan de gellek buhtanên bêbingeh jî li pey hev rêz bûne. Helbet ez tenezula muxatabiya zimandirêjiyan nakim, terbiye û têgihîþtina min rê nade ku ez xwe li tiþtên þexsî û buhtanan deynim. Lê min divê ez li ser çend xalan rawestim da xwendevan bibînin ku îdîayên wî çend ji rastî û durustiyê bêpar in.

"Afirînerê zimanê edebî"

Berê, ez ê bi îdîayên xwe û wî yên li ser programa televîzyonê dest pê bikim. Çimkî mijara esasî ew e, yên din talî ne. Mehmed Uzun dinivîse ku wî di programê de hew behsa "afirandina zimanekî romanê ji zimanekî qedexekirî" kiriye û wiha didomîne, "Mebest bi zimanê qedexekirî, zimanê kurdî ye. Mebest bi zimanê romanê, zimanê romanên min e." Li cihekî din ê nivîsa xwe jî wiha dinivîse "… di edebiyatê de jî zimanê þihîrê, romanê, piyesê, ceribandinê û hwd. hene" û lê zêde dike "Ez dubare bikim, zimanê ku ez qal dikim, zimanê romanê ye û ne zimanê romanên hin kesên din, zimanê romanên min." Ew mesela înkarkirina berhemên edebî yên beriya xwe jî red dike.

Madem wiha ye, baþ e ku ez li vê derê wan axaftinên wî û yên pêþkêþkera televîzyonê him bi swêdî him jî bi kurdî li ber çavan raxim. Wê çaxê diyar dibe bê kî rast dibêje. Eslê axaftinan yên bi swêdî di jêrenotan de ne. Pêþkêþkera programê bi vî awayî dest bi bernameya xwe dike: "Ya balkêþtirîn ew e ku berê roman bi kurdî nehatine nivîsîn. Helbet kurdan ji dewrên berê yên kevntirîn de çîrok gotin, xwe îfade kirin. Lê di stiran û helbestan de, ne di forma romanê de. Mehmed Uzun li vê derê, li Swêdê zimanekî nesrê(1) yê kurdî afirand. Mehmed te awayekî bikaranîna zimanekî pexþanê îcad kir!" (2)

Piþtî vê pêþkêþkirinê, Mehmed Uzun, behsa hatina xwe ya Swêdê, têkiliyên xwe yên bi nivîskaran re, endametiya xwe ya Penê dike û wiha dibêje: "Wê gavê xelkê ji min pirsî ku gello tu edebiyateka modern a kurdî heye, gello tu romaneka modern a kurdî heye. Û bi rastî jî tunebû."(3)

Pêþkêþkera programê jê dipirse: "Gotineka ku car bi car di berhema te ya ceribandinan de berpêþ tê 'dengbêj' e, ew gerokên stiranbêj, çîrokbêj. Ew ên ku bi awayekî ji bo kurdan wekî bîrekê(hafizayekê) ne. Bi çi awayî tu îlhamê ji wan werdigirî?"(4)

Mehmed Uzun, wiha bersivê dide:"Ez di dorhêleka kurd de hatime dinyayê û mezin bûme. Ji bo ku ziman qedexekirî bû, yên ku mîrasê kulturî bi xwe re hildigirtin adetên devkî bûn. Ez di nava vê de hatime dinyayê û mezin bûme. Ev bi xurtî di bîra min de ye. Piþt re gava min ê ji bo vî zimanê qedexekirî zimanekî romanê biafirandaya û ava bikiraya, wê gavê çavkanî ji min re lazim bûn da ez bikaribim zimên biafirînim. Û ev dengbêj belkî jî çavkaniyên herî mezin bûn ji bo min. Gava min dest bi nivîsîne kir, li pêþberî min ferhengek jî tunebû, li pêþberî min romanek jî tunebû. Ez mecbûr bûm ku zimanekî biafirînim, zimanekî modern ê edebî. Wê gavê yên ku alîkariya min kirin dengbêj bûn.''(5)

Li ser vê axaftina wî, pêþkêþkera programê vedigere ser beþdarekî din ê programê û dipirse: "Olle Hessler, tu nivîskar, rexnegir û wergêr î. Gava tu vê çîroka têkoþîna Mehmed Uzunî ya bi zimên re, ya afirandina zimanekî dibihîzî, çi ramanên te li ser zimanê te hene?"(6)

Olle Hessler, wiha bersivê dide: "Gava li ser riya hatina vir a di teyarê de îmkana rûniþtina bi Mehmedî re çê bû, em piçekî li ser afirandina zimanekî ya ji zimanekî qedexekirî jî rawestiyan. Guftûgoyeka bi vî awayî heyatî ye."(7)

Piþtî vê pêþkêþkirinê, Olle Hessler tê ser pirsa zimanê swêdî, li ser wan tesîrên hûr û gir ên ku ziman kiz dikin radiweste. Bi pirsên pêþkêþkerê, bi bersivên wî û yên Olle Hesslerî baþ diyar dibin ku mijar ne mijara zimanê romanên wî, lê ya afirandina zimanên edebî ye û ew, di îdîaya afirandina zimanekî edebî yê kurdî de ye. Ji xwe romanên wî bi swêdî neweþiyane, swêdî wê çawa karibin li ser zimanê romanên wî biaxivin?

Di programê de hin hevpeyivînên ji Kurdistanê jî hene ku diyar e Mehmed Uzunî ew ji welêt anîne, dane pêþkêþkera programê da biweþîne. Di wir de xortek wiha dibêje: "Zimanê kurdî ev 70 sal in ji bal rejima heyî tê înkarkirin û wekî encama zimanên cuda tê pêþkêþkirin. Lê heqîqeta rojê çawa eþkere ye, ew qas diyar e ku Mehmed Uzun wekî veafirîner û avakerê zimanekî heyî, gellek tiþtan dide me, ew zimanekî nuh diafirîne. Di gotarên xwe de, di romanên xwe de, bi riya romannivîsînê ya ku karekî gellek dijwar e, ew di çarçewa dinyayê de zimanekî ji nuh ve ava dike ku hê devkî ye, derbasî nivîsînê nebûye."(8)

Balkêþ e ku Mehmed Uzun xwedî li gotinên xwe dernakeve. Heke baweriya meriv bi tiþtekî tê û meriv pê radibe, divê ew cesareta medenî bi meriv re hebe ku xwedî li gotina xwe derkeve. Esas îdîaya wî ya ku xwe wekî afirînerê zimanê edebî yê kurdî dibîne, ne carekê tenê û ne bes di televizyona swêdiyan de hatiye zimên. Berî wê, li Tirkiyê gava Nilüfer Kuyaþê di rojnameya tirkî Milliyetê de pê re hevpeyivînekê dike, ew li wê derê jî bi vê îdîayê radibe. Mehmed Uzun wiha dibêje: "Ez bi salan li gundên kurdan ên li Sûriyê digeriyam û min guh dida wan dengbêjan, her tiþtê ku ji bo avakirina zimanekî edebî yê kurdî ji min re lazim bibe min derdixist."(9)

Kî zane bê Mehmed Uzun di heqê "xebata xwe ya li ser ziman û edebiyata kurdî" de ji Nilüfer Kuyaþê re çi gotiye ku ew jiyana Mehmed Uzunî diþibîne ya Celadet Alî Bedirxanî û wiha dinivîse: "…
Piþt re barkirina ji bo Swêdê. Li Unîversîteya Stockholmê zimannasî(dilbilim), li Sorbonê hînbûna ziman û edebiyata Fransî; endametiya komîta giþtî ya Yekîtiya Nivîskarên Swêdê; her wekî qehremanê Bîra Qederê(qesd jê Celadet Alî Bedirxan e M. C.) li sirgûnê jiyaneka ku li ziman û edebiyatê hatiye hesirkirin(gelo nizanim xebata wî ya li ser ziman û dîplomeya ku ji Sorbonê girtiye çi ye? M.C)."
(10)

Nilüfer Kuyaþ wiha berdewam dike di Milliyetê de: "Lê Mehmed Uzun dibêje ku ew van hemuyan ne ku bi bîr û baweriyeka milletperwerî dike. Heta li gor beyana wî heke kurdî ji qewlî wî ve ew qas ne di bin tehdîdê de be, wê li Swêdê rûnenê û teþebbusî "dînîti"yeka wiha ya afirandina zimanekî kurdî yê roman û edebiyatê neke."(11)

Hetta li gora Nilüfer Kuyaþê, Mehmed Uzun bi vê yekê tenê nemaye, gotiye ku ew hemî van karan, li Swêdê bi tena serê xwe dike. Wiha dinivîse Nilüfer Kuyaþ: "Di wê muhaweleya wî ya îroyîn de ya ku dibêje 'Ez bi tena serê xwe muhawele dikim ku zimanê romana kurdî, yê edebiyata kurdî ava bikim' wekî çavkanî roleka mezin a destan û efsaneyan heye."(12)

Eþkere ye ku Mehmed Uzun bi van axaftin û tesbîtên xwe ne di wê muhawelê de ye ku behsa zimanê romanên xwe bike, lê ew bi devê xwe û bi kombînezyonên li dora þexsê xwe avakirî, derewekê bi her wesîleyê belav dike ku berî romanên wî, berî xebatên wî yên "li ser ziman û edebiyata kurdî" tu romanên kurdî tunebûn, zimanekî edebî yê kurdî tunebû, wî zimanê edebî yê kurdî, zimanê romana kurdî afirand.

Romanên Uzunî

Di vê îdîayê de yê ku wî ji xwe re kiriye palpiþtekî mezin Yaþar Kemal e. Li ser gotina Mehmed Uzunî, tevî ku Yaþar Kemal xwendin û nivîsandina kurdî nizane jî li ser romanên wî û yên kurdên din wiha dibêje: "Xizmeteka gellek mezin a edebiyata Mehmedî li zimanê kurdî bû. Wî heta niha þeþ roman nivîsîn. Hemû jî bi kurdî nivîsîn. Mehmed Uzun ew însan e ku romana modern a kurdî ya herî pêþîn nivîsiye. Û di dema me de jî di roja me de jî yek ji wan kesan e ku romanên herî baþ dinivîsin Yanî romanên modern ên Mehmed Uzunî di sewiya bilind de ne û ew roman in ku bi kurdî hatine nivîsîn. Ez vê yekê xizmeta herî mezin a ji kutlura tirkî re hesab dikim. Wî li Tirkiyê, romanên xwe hem bi tirkî hem jî bi kurdî weþandin û çi gelê tirk be çi jî gelê kurd be ji van romanan hez kir. Romanên Mehmed Uzunî heke ez nikaribim bibêjim rekorên firotinê þikandin jî xwe gîhandin kutleyeka gellek mezin a xwendevanan. Kurdî zimanekî gellekî dewlemend e, her wekî ku tirkî jî welê ye. Heta niha romanên modern ên kurdî nehatin nivîsîn. Li dinyayê jî, yanî li Îraqê, li Îranê, li Sûriyê û li Yekîtiya Sovyetan romanên modern nehatin nivîsîn. Berî Mehmedî, di vî zimanî de yek du muswedên romanan hene. Ev ne roman in."
(13)

Gava meriv bala xwe dide nivîsarên Mehmed Uzunî, yan hevpeyivînên li gel wî kirî ku bi swêdî an tirkî ne, yanî yên ku xîtabî xerîban dikin, fikreka wiha rasterast bi meriv re peyda dibe ku berî romanên Mehmed Uzunî tenê dengbêj û çîrokbêjên kurdan hebûn. Wî ew ji xwe re kirin çavkanî û îlham û bi romanên xwe, zimanê edebî yê kurdî afirand. Ew, hemû wê qonaxa edebî ya bi kêmasî beriya 1000 salan dest pê kiriye, wê qonaxa zimanê pexþanê, ya rojnamevaniyê, ya çîroka kurdî yên ku qirnekî berê, ya romana kurdî ku ev sê çarîk sedsal in dest pê kirine înkar dike. Ew, wê xebata qirnekî ya li Kurdistana Iraqê, ya li Kurdistana Sûriyê, piþt re ya li Kurdistana Îranê û hela hela ya kurdên Sovyeta kevn ku damezrênerê romana kurdî hê berîya ku Mehmed Uzun ji diya xwe bibe li wê derê serî hilda, hîç û pûç dike. Bi ya wî, gava wî dest bi romannivîsiyê kir ne ferheng ne jî romaneka kurdî hebû ku ew karibe ji xwe re bike bingeh, tenê çîrok û stranên dengbêjan bûn.

Lê wekî ku di Armancê de(hejmar 142; Îlona 1993-yê) di wextê xwe de hat eþkerekirin, gava wî romana xwe ya pêþîn a bi navê "TU" nivîsî li ber wî ne stranên dengbêjan lê "Hawar"a Celadet Alî Bedirxanî, "Ronahî"ya Dr. Kamuran Bedirxanî û hin berhemên wan ên din hebûn ku wî paragraf bi paragraf ji wan girt û xist romana xwe. Wî, wê gavê dengbêj nas nedikirin, piþt re çû Sûriyê, ba Rewþen Bedirxan Xanimê; jina Mîr Celadet Alî Bedirxanî. Wê ew tekst, foto û belgeyên ku ji bal Celadet Alî Bedirxanî ve hatibûn civandin, yên ji devê dengbêjan hatibûn berhevkirin, kovarên ku di dehsalên sih û çilî de di bin serokatiya Celadet Alî Bedirxanî û Kamiran Alî Bedirxanî de hatibûn weþandin, gellek berhemên wan ên din ên çapbûyî û çapnebûyî dane wî. Qewl wiha bû ku wî yê ev berhem amade bikirana û biweþandana, xebatên wan çîlekêþên kurdan derxistina ronahiyê. Lê wî, ew berhem hemî anîn, li ser wan rûniþt, ji romanên xwe yên bi navê "Rojek ji Rojên Evdalê Zeynikê" û "Bîra Qederê" re kirin hevîr. Îro þahid û belge hene ku Rewþen Bedirxan Xanimê heta ku mir jî Mehmed Uzun efû nekir.

Dibe ku gava wî dest bi nivîskariyê kir, ne ferheng, ne jî romaneka kurdî li ber wî hebû. Lê ev ne delîl e ku kurd ji roman û ferhengan, ji zimanekî edebî bêpar bûn. Ev delîlê wê yekê ye ku Mehmed Uzunî hay ji roman û edebiyata kurdî nebû. Helbet ev rebeniyek e ku gava yek biryara romannivîsiyê dide hay ji edebiyata xwe nebe. Heke meriv trajediya kurdan li ber çav bigre, meriv belkî rebeniya wî fahm bike. Lê ji dêlva ku bêje "min hay ji kultur û edebiyata milletê xwe nebû" radibe li her derê belav dike ku kurd ji romanê, ji zimanekî edebî yê nivîskî û ji nivîskaran bêpar bûn. Ev yek nayê fahmkirin. Ji vê re dibêjin uzrê ji qebahetê mestir.
Di dema destpêka nivîskariya xwe de, wî hay ji berhemên kurdan nebû, lê îro tevî ku hay ji wan heye jî wan înkar dike. Di nivîsa xwe ya xwedêgiravî bersîva nivîsa min de jî daxwazê dike ku ka romanên berî romanên wî çi ne em binav bikin. Xwiya ye Mehmed Uzunî naveroka nivîsa xwe ya bi navê "Edebiyata Kurdî" ya li destpêka Antolojiya Edebiyata Kurdî jibîr kiriye, ez wê bi bîrê dixim. Di wir de ne pir tekûz û berfireh be jî wî nivîsiye ku romana kurdî kengî hatiye nivîsîn, kî danerê romana kurdî ye û heta bigihê wî çend romanên kurdî hatine nivîsîn. Ji wê jî girîngtir van demên dawiyê nivîseka hêja ya Dr. Nacî Kutlay a bi navê "Romana Kurdî" di Warê(Havîn-Payîz 1998) de weþiya. Ew dikare wê nivîsê bixwîne û piþt re berê xwe bide mirêkekê bê ka ruyê wî sor dibe yan na.

Destpêka romana kurdî

Ez li vê derê helbet ne di wê îdîayê de me ku edebiyateka xurt a kurdî heye, bi hezaran romanên kurdî çap bûne. Her kes jî dizane ku milletê kurd di vî warî de gellekî feqîr e. Lê ya ku ez li pê me, diviyayiya înkarnekirina mîrasê xwe yê heyî, wefadariya li hemberê xebatkarên çîlekêþ ên kultur û edebiyata xwe ye.

Piþt re rastî çi ye divê meriv wê bibêje. Gava Mehmed Uzunî dest bi romanê kir romanên kurdî hebûn. Avakerê romana kurdî jî ne Mehmed Uzun lê nivîskarekî kurd ê din e. Ez ê li vê derê nivîsa Dr. Nacî Kutlay esas bigrim û ji bo xwendevanan çend nimûneyan bidim. Romana kurdî ya pêþîn di sala 1935-ê de(di çavkaniyekê de di 1930-î de. Binêre; Azadî Þêrîn, "Romana jiyana kurdewarî û berxwedanê 'Dimdim", Hêvî, Îstanbul,10-16 nîsan 1999) berî romana Uzunî bi 55 salan ji bal Erebê Þemo ve hatiye nivîsîn. Nevê wê Þivanê Kurd e. Danerê romana kurdî jî Ereb Þemo ye. Wî çar roman nivîsîne. Wekî me got, ya pêþîn Þivanê Kurd bû. Piþt re Jiyana Bextewer, di 1959-ê de, Dimdim di 1966-ê de û Hopo di 1969-ê de hatin weþandin. Þivanê Kurd di sala 1977-ê de li Kurdistana Tirkiyê ji bal Weþanên Özgürlük Yoluyê û Dimdim di 1983-ê de li Stockholmê, yanî salekê beriya romana pêþîn a Mehmed Uzunî li ber pozê wî hat weþandin.

Romanên Ereb Þemo, cara pêþîn bi kurmanciya kurdên Sovyetê hatin weþandin. Ew bi zimanê xwe, di standardê bilind ê edebiyata kurdên Sovyeta berê de ne, bi teknîk û hunera xwe jî li ser standardên romana realîstiya sosyal de ne û di ser romanên Mehmed Uzunî re ne. Loma jî bi her aliyên xwe nivîskarê wan layiq e ku danerê romana kurdî bê qebûlkirin û welê jî tê qebûlkirin. Eliyê Evdirrehman romana xwe ya bi navê Xatê Xanim di 1958-ê de, Gundê Mêrxasa di 1968-ê de û Þer Çiya da di 1989-ê de da weþandin. Romana Heciyê Cindî ya bi navê Hewarî di sala 1967-ê de hat weþandin. Romana Seîdê Îbo ya bi navê Kurdên Rêwî di 1981-ê de, ya Egîdê Xudo ya bi navê Dê û Damarî di 1986-ê de hatin weþandin. Îbrahîm Ahmed di 1956-ê de dest bi nivîsîna romana xwe ya bi navê Janî Gel kir, ew di 1972-yê de ket nava kutubxaneya edebiyata kurdî. Romana Rehîmê Qazî ya bi navê Pêþmerge di 1961-ê de hat nivîsîn(Antolojiya Edebiyata Kurdî). Kurdiya romana Bavê Nazê ya ku cara pêþîn li Sovyetê bi rûsî hat weþandin di 1989-ê de li Stockholmê çap bû. Romana wî ya duduyê ya bi navê Stockholmê Te Çi Dîtiye Bêje di 1987-ê de hat weþandin. Qasî ku Dr. Nacî Kutlay dinivîse Huseyîn Arif romana bi navê Þar û Mihemmed Mukrî ya bi navê Heres li Kurdistana Iraqê weþandin. Romana Mahmûd Baksî ya bi navê Hêlîn di 1984-ê de, ya bi navê Gundikê Dono di 1988-ê de li Stockholmê hatin weþandin. Zeviyê Soro ya Dr. Nacî Kutlayî di 1987-ê de li Stockholmê derçû. Ev hemî romanên kurdî ne ku beriya romanên Mehmed Uzun û di dema yên wî de xizmeta geþbûna zimanê edebî yê kurdî kirin. Destana Memê Alan a dewlemend di 1978-ê de li Tirkiyê hate weþandin ku weka romanekê bi hunerê xwe yê edebî bilind û dewlemend e. Li her çar perçên Kurdistanê ji bal kurdên Sovyeta kevn ve û li Awrûpayê bi taybetî jî li Swêdê, di van deman de bi sedan berhemên din ên edebî yên wekî kurteçîrok, helbest û wergerên curbecur hatin weþandin.

Rola Swêdê di edebiyata kurdî de

Gava min di nivîsa xwe ya hejmara berê ya Nûdemê de hin navên nivîskarên kurd dan ku li Swêdê dijîn û berî Mehmed Uzunî an di dema wî de dest bi xebata edebî kirine Wî, di nivîsa xwe ya bersîvê de, bi riyakariyeka mezin pesnê wan nivîskaran da û nivîsî ku qedr û qîmeteka mezin dide wan û xebat û berhemên wan. Lê ew di vê peyva xwe de ne samîmî bû, heke samîmî bûya di Milliyetê de nedigot ku ew li Swêdê bi tena serê xwe mihawele dike ku zimanê romana kurdî, yê edebiyata kurdî ava bike. Ew bi vê gotinê jî nemaye, ka bala xwe bidinê bê li ser rewþa kurdên Swêdê û nivîskaran çi cewheran dirêje: ''Ez tim li sirgûnê me. Ji ber zimanê ku ez pê dinivîsim ez li sirgûnê me. Ez li nav kurdan jî li sirgûnê me. Çimkî ez tenê me. Romannivîsên din nînin, nivîskar, rexnegir nînin. Tu dezge an kanal nîn in ku jiyaneka edebî ya zindî pêk bînin."(14)

Gelo tu para rastiyê di van îdîayên Mehmed Uzunî de heye, gelo bi rastî jî li Swêdê her tiþt miriye? Li gora lêkolînekê ku ji bal Mahmûd Lewendî ve hatiye kirin, di navbera 1980-1998-ê de, li Swêdê, li ser hev 820 kitêb, 138 kovar û rojname derketine, 24 weþanxaneyên resmî hatine danîn. Li ser navê van weþanxaneyan 585 kitêb derketine. Kitêbên kurdî(kurmancî, soranî, dimilî) 420 heb in. Di 1989-ê de Yekitiya Niviskarên Kurd bi endametiya 38 nivîskaran hat damezirandin. Piþt re gava Komeleya Niviskarên Kurd hat avakirin, nêziki 50 endamên wê hebûn ku nivîskarên kurd ên soranîaxêv ne di nava vê hejmarê de ne. Federasyoneka komeleyên kurdistanî her jekê li bajarekî ji 34 komeleyan pêk tê. Ji dervayî komeleyên federasyonê ji yên wê ne kêmtir komeleyên cur be cur ên kurdistanî hene. Li Stockholmê weqif, kutubxane û enstîtuya kurdan her yekê li gora xwe xebatekê dike. Swêd li ser ruyê erdê yek ji wan waran e ku xebata edebî, kulturî, dîrokî û zimannasî ya kurdî, bi taybetî piþtî salên 80-yan lê gurr û geþ bû. Beriya her derê li wê derê zarokên kurdan îmkan dîtin ku bi zimanê xwe hîn bibin. Li Unîversîteya Stockholme beþê kurdî yê mamosteyên kurdî(1984) hat avakirin, di wir de ji bo zarokên kurdan mamoste hatin gîhandin.
Li Uppsalayê li unîversîteyê kurdî tê xwendin. Xebata edebiyat û zimanê kurdî di dereceyeka wiha de pêþ de diçe ku kurdnasên weka Joyce Blau û Martin van Bruinessen behsa ronesansa zimanê kurdî ya li ser bizava kurdên Swêdê kirin. De îcar Mehmed Uzun bi kîjan aqilî û çi însafê dibêje ku li Swêdê "romannivîsên din nînin, nivîskar, rexnegir nînin. Tu dezge an kanal nîn in ku jiyaneka edebî ya zindî pêk bînin"

Nexweþiya ku Mehmed Uzun di xebata ji bo ziman û edebiyata kurdî de yê pêþîn e û bi tenê ye hema hema li her derê bi wî re ye. Di sala 1995-ê de piþtî ronahîdîtina Antolojiya Edebiyata Kurdî, di rojnameyeka swêdî ya bi navê Dagens Nyheter de hevpeyivînek bi Mehmed Uzunî re hat kirin, li wê derê jî wî îdîa dikir ku ew dîroknasê herî pêþîn ê edebiyata kurdî ye, wî edebiyata kurdî ji tarîtiyê xelas kiriye.(DN 3. 10. 1995) Di hevpeyivînê de ya girîng ji bo Mehmed Uzunî ne ew e ku edebiyata kurdî tune bide nasandin, ya girîng ew e ku bêje heta niha kesî dernexistiye meydanê, dokumante nekiriye, cara pêþîn wî daye naskirin, ew, dîroknasê edebiyata kurdî yê pêþîn e. Loma jî hevpayivîn li ser wî esasî daye avakirin. Piþt re Ferhad Þakelî her di wê rojnameyê de(DN 12. 10. 1995) rexne lê girt, di bersîva xwe de(DN 13. 10. 1995) Mehmed Uzunî çiv dan xwe û gunehkariya ku xwe wekî yekemîn dîroknasê edebiyata kurdî lanse dike xist hustiyê amadekerê hevpeyivîne yê swêdî.

Yên ku Antolojiya Edebiyata Kurdî dîtibin dizanin ku ew ji bilî Mehmed Uzunî bi beþdarbûna 32 nivîskar û lêkolerên kurd ên din amade buye. Lê di hejmara Nûdemê ya berê de xwedêgiravî gava ew behsa wê yekê dike ku çi qas di xizmeta nasandina nivîskarên kurd de ye, ew wê Antolojiyê dike tenê ya xwe, wan 32 nivîskarên wê antolojiyê bincil dike û wiha dinivîse:
"Di salên 1980-yan de, di rûpelên Kurdistan Press'ê de, min li ser van hevalan(qesda wî nivîskarên kurd e) xebat û berhemên wan gellek tiþt nivîsîne, ew dane nasîn, bi dû re jî di kitaba "Antolojiya Edebiyata Kurdî" de, ku ji du cildan tê pê, ew, yek bi yek û bi firehî, tevî danasîn û berhemên wan, pêþkêþî xwendevanên kurdên Tirkiyê kirine." Ev yek ne tenê di wê nivîsê de hatiye zimên, li her derê gava lîsteya berhemên Mehmed Uzunî dertê ev berhem tik û tenha bi navê wî re tê pêþkêþkirin. Ne ku navê wan nayê dayîn behsa wê yekê nayê kirin ku bi amadekariya wan jî hatiye afirandin.

Nivîskariya Uzunî ya swêdî

Di nivîsa xwe ya hejmara berê de, min bal kiþandibû ser wê yekê ku heta niha her çendîn berhemeka Mehmed Uzunî jî bi swêdî nehatibe nivîsîn wî xwe nivîskarekî swêdî îlan kiriye. Ew vê yekê jî înkar û tahrîf dike:
"Ez di programê de dibêjim 'jagg upplever mig som en svensk författare också…' (bi swêdî)
Bi kurdî; ez xwe mîna nivîskarekî swêdîjî hîs dikim."
Rast nanivîse. Ka bala xwe bidinê bê dibêje çi.

Pêþkêþkera programê jê dipirse: "Gelo hîç toneka swêdî di awayê te yê nivîsîna bi kurdî de heye?"

Uzun bersivê dide: "Ez xwe di dereceya mezintirîn de nivîskarekî swêdî hîs dikim. Tevî ku ez romanan bi swêdî nanivîsim, tevî ku min hê dest pê nekiriye tecrubeyên xwe yên li Swêdê nenivîsîne. Lê helbet ez nivîskarekî swêdî me. Û ez vê yekê li Tirkiyê jî dibêjim."(15) Ka di vê îdîayê de "ez xwe mîna nivîskarekî swêdî jî hîs dikim" di ku de ye? Mehmed Uzun e, xwe çi hîs bike dike. Lê tenê bi hîskirinê meriv nabe nivîskarê milletekî. Ji bo meriv nivîskarê milletekî bê hesibandin divê kêmtirîn meriv bi zimanê wî milletî berhem dabin. Ma ew nafikire ku swêdî çima Theodor Khalifatidesê yunanî nivîskarekî swêdî dihesibînin û wî na?!

Zimandirêjiya li ser þexsê min

Her çendîn Mehmed Uzun xwe nivîskarê swêdî hîs dike jî, bi rabûn rûniþtin û muameleya xwe, xwe dide dest ku ew gellekî ji cesareta medenî û durustuya entellektuelîya nivîskarên swêdî dûr e û pirtir nêzî exlaqê pirraniya siyasetmedarên tirkan e. Meþhûr e di kar û barên xwe de, siyasetmedarên tirk, gellek bi hêsanî xwe ji rastî û durustuyê dûr dixin, di pêþveçûna xwe de, ji bo rê li ber xwe vekin, karin mafên gellekan bixwin, keda gellekan înkar bikin û buhtana li gellekan bikin. Lê gava meriv behsa vê nelirêtiya wan bike, ji dêlva ku bersîva meriv bidin, bi cirecireka mezin radibin pêdarê, bi nutqên "weten, millet û Sakarya" sînga xwe dikutin ku goya ji bo welat, millet û xelkê xwe çi fedakariyê dikin. Di ciyê cih de meriv "xayin" îlan dikin. Mehmed Uzunî jî ji dêlva ku bersîva min bide buhtan li ser þexsê min kirine, xwestiye xebata ku ez dikim reþ bike, heta mesele biriye bi êsîrgirtina Abdullah Öcalanî û yekîtiya millet ve girêdaye, tu nemaye îdîa bike ku di dewreka wiha de ku roj roja yekbûnê ye ez fitne û fesadiyê dixim nava milletî.

Herçî mesela reþkirina xebata min a li ser zimên, dîrok, edebiyat û pirsên civaka kurdan e ez hêjayî bersîvdanê nabînim. Ew xebatên ku ez dikim, berhemên ku ez didim li gora qenaeta xwe ya þexsî ez wan bikêr û hêja dibînim, loma jî pêþkêþî xwendevanan dikim. Xwendevanên kurd wan hêja dibînin, nabînin îdî ew, teqdîra wan e, yên ku bibînin wê bibînin, yên ku nebînin jî wê nebînin. Ji vê tebîîtir jî tu tiþt tune. Lê ez baþ dizanim ku hêjayiya xebatên min, bi her awayî di seriya hedd û hidûdên teqdîrkirina wî Mehmed Uzunî re ne, yê ku di lehzeyekê de dikare bi dehan rûmetên însanî û exlaqî binpê bike.

Di nivîsa wî de hin tehrîfat jî hene ku tenê bi þexsê min namînin, herçî bi nav nekiribe jî heqaretê dibin digihînin hin nivîskar û lêkolerên me yên rûmetbilind jî. Min divê ez bersîva wan tehrîfatên wî bidim.

Ew wiha dinivîse "Mirad Ciwan û girûba wî ne niha, ji panzdeh salan û vir ve ye ku li dijî min, bi xurtî, dinivîsin, dipeyivin, dixebitin." Yek ji van îdîayên di vê cumleyê de jî ne rast in, xwe ji Xwedê û heqaniyetê dikin. Carekê ev heþt sal in, min dev ji xebata siyasî ya aktîf berdaye, ez ne di tu grûb û partiyên siyasî de kar dikim, ne jî grûba min heye. Min bixwe heta niha bes carekê li ser wî nivîsiye, ew jî di hejmara berê ya Nûdemê de ye. Dewreka ne kin min berpirsiyariya rojnameya Armancê kir. Di wê dewrê de nivîseka bi navê "Mehmed Uzun û çîroka diziya "Tu", li ser romana Mehmed Uzunî ya pêþîn a bi navê TU derket ku wê romanê çawa paragraf bi paragraf ji Hawarê metin neqlê nava rûpelên xwe kirine. Ew îdîa jî rastiyek bû. Mehmed Uzun keda hinên din bi dizî anîbû xistibî nava keda xwe û wekî ya xwe nîþan dida, kî bûya diviya ev rastî eþkere bikiraya. Berê nexwest vê yekê qebûl bike, wekî niha, got ku "Armanc bela xwe di min dide", piþt re bi awayekî nedurust di kitêba xwe de ya bi navê Hêz û Bedewiya Pênûsê ev þêlandin îtîraf kir. Derketina wê nivîsê di Armancê de, nayê maneya ku min 15 salan dijminatiya Mehmed Uzunî kiriye. Bi eksê wê, gellek tiþtên din hebûne ku meriv li ser xebata wî binivîse lê me îhmal kirine. Piþt re Armanc qet ne dijminê wî bû, heta demekê quncikek ji wî re veqetand wî tê de nivîsî.

Wan kesên ku li ser Mehmed Uzunî nivîsîne; min û hinên ji wan me di demên berê de hevaltiya siyasî kiriye. Îro, ne ew, ne jî ez, em aktîf ne di siyasetan de, ne jî di grûban de ne. Lê em hîn jî hevalên hev ên þexsî ne û hevaltiya bi wan re ji bo min serbilindiyek e. Ne ku ev 15 sal in dijminatiya Mehmed Uzunî dikin , lê carekê du caran li ser þaþî û xerabiyên wî nivîsîne. Ez li vê derê bang li Mehmed Uzunî dikim, ew tiþtên ku wan nivîsîne heke ew îsbat bike ku yek ji wan jî xîlafî heqîqetê ne ez ê herim uzrê xwe jê bixwazim. Mehmed Uzun him gazinan dike ku li Swêdê nivîskar û rexnegirên kurd nînin, him jî gava di heqê wî de tiþtek tê nivîsîn har û hêç dibe. Heke tiþtên tên nivîsîn giran bin, nexwe wî xerabînî giran kirine. Li ku hatiye dîtin ku yek xerabiyan bike ne þerm be, lê ji yê rabe bibêje te ev xerabî kiriye re þerm be. Islûbên wiha, pirtir li Tirkiyê gellekî di rewacê de ne.

Mehmed Uzunî xwestiye rutbeyeka pir layiqê navê xwe bi þexsê min ve biperçimîne: "generalê bênefer". Ez heta beriya heþt salan aktîf di xebata siyasî ya kurdewariyê de bûm û di dereca yekem de jî berpirsiyarê partiyeka siyasî bûm. Lê ji ber ku ez tucarê ne li pey îxtîrasa rutbe, kariyer û nîþanên siyasî bûm, gava ew uslûba siyasî ya li rewacê ya li Kurdistanê bi min ne xweþ hat, min bi xwe dev ji berpirsiyariya partiyê jî û dev ji xebata aktîf a siyasî jî berda. Min siyaset tu car ji bo bilindkirina xwe ya bi rutban wekî pêpelûk nedît û di siyasetê de min tucarî tenezullî entrîka û komployan nekir. Ji bo ez herim jorê, ne di hundurê partiyê de ne jî li dervayî wê, min pê li piþta kesekî nekir. Min siyaset wekî mîsyon dît, ne wekî kariyer û rutbe û þan þuhret. Loma jî di jiyana xwe ya siyasî de tu carî ez ji ber xwe ve nebûm telebkarê tu rutbe û meqaman, lê gava hevalên min, însanên ku baweriya xwe bi min dianîn wazîfeyek dan ser milê min jî ez jê venekiþiyam, bêyî ku ez pê mexrûr bibim min qebûl kir. Gava ez heþt sal berê ji siyasetê vekiþiyam, erê, partiya ku ez berpirsiyarê wê bûm, di bin darbeya 12- Îlonê, teror û þiddeta li Kurdistanê de wekî partiyên Kurdistana Tirkiyê yên din gellek ji hêza xwe wenda kiribû, lê partiyek bû ku li her çar perçeyên Kurdistanê xwedan cih û roleka taybetî ya xwedan alternatîfê xwe dihat naskirin, bi partiyên her çar perçeyên Kurdistanê re têkiliyên wê yên xurt ên dostane û biratî hebûn. Aktîf dixebitî da li Kurdistana Tirkiyê yekîtiya siyasî û cebheyeka netewî ava bibe û bi pêþ keve, li her çar perçeyên Kurdistanê kongreyeka netewî bê danîn. Heke Mehmed Uzun berê xwe bide tarîxa siyasî ya Kurdistanê, wê bibîne ku partiya siyasî ya cara pêþîn dawa kongreyeka millî ya seranserê Kurdistanê kiriye û ji bo wê bername pêþkêþ kiriye ew partî ye ku ez berpirsiyarê wê bûm. Gava ez ji siyasetê vekiþiyam jî, heta partî neçû kongrê, heta min hemû hesabê xwe neda partiyê û ew têkiliyên hêja yên Kurdistanî dewrî partiyê nekir, ez venekiþiyam.

Di siyasetê de, têkiliyên min ên bi hevalên min ên siyasî re jî pirtir li ser esasê întellektueliyê bûn, çi di hundurê partiyê de çi jî li dervayî wê be her ku wesîle û firsend bi destê min ket min têkiliyên întellektuelî pirtir dan pêþ.

Lê gelo jiyana siyasî ya Mehmed Uzunî ji ku hat ku derê? Berî salên 80-yan ew li welêt berpirsiyarekî Rizgariyê bû. Hê di nava wan de, ji bo ku lê dihat gerandin, ji wan xwest ku îzna wî bidin ew here li derveyê welêt temsîla wan bike. Bêyî haya wan jî xwe nêzî Necmeddîn Büyükkaya û hevalên wî yên wê demê kir da wî derêxin derveyî welêt. Wan ew derxistin, Mehmed Uzun piþtî demekê hat li Swêdê bi cîh bû. Vê carê grûbek bi navê Rizgariya Kurdistan ava kir ku li dora kovareka her bi wî navî kom bûbû. Li wir, pirtir bû mixalifê siyaseta xwe ya kevn a ku xwedêgiravî derketibû dervayê welêt da temsîla wan bike. Ji qewlî wî ve bû generalê wê grûbê heta hemû hevalên wî dev jê bernedan û ew bi tena serê xwe nema wî dev jê berneda.

Li ser Mehmed Uzun gellek tiþt dikarin bên gotin. Li ser berhemên wî jî, ji alî ziman û teknîka edebî û estetîkê, tiþtên ku meriv bibêje gellek in. Lê xerabî û þaþîtiyên ku ew tê de ne qîmetê jê re nahêlin ku meriv were ser van waran. Bifikirin ku romanek li ser dizîyê, li ser þelandina keda hinên din ava bûbe, ew roman zeîf be çi ye, klasîkeka cîhanê be çi ye? Ji alî edebî de kêmasî û þaþiyên Mehmed Uzun û qencî û xizmetên wî jî hene. Lê ev xeyrêþer'îya ku lê bûye kurm, rê nade ku lêkoler û rexnegirên ciddî muhasebeyeka edebî û zimanewarî li ser berhemên wî çêkin. Heke kêmasiyek di van waran de hebe, cardin yê gunehkar ew e.

Ez dixwazim nivîsa xwe bi tesbîteka Mehmed Uzunî xelas bikim. Ew min wekî xwendevanekî xwe dihesibîne, lê îtîraf dike ku ez ne xwendevanekî wî yê dilsoz û sadiq im. Îtîrafa wî di cîh de ye. Ji ber berpirsiyarîya xwe ya li hemberî kultur û edebiyata kurdî ez mihawele dikim da bibim xwendevanê her nivîskarekî kurd. Lê rast e ku ez ne xwendevanekî wî yê dilsoz û sadiq im. Ez dixwazim, lê nabe. Çawa meriv dikare dilsoz û sadiqê þêlandin, kedxwirî û buhtanan be. Nabe.



JÊRENOTÊN NIVÎSÊ

(1)Li vê derê pêþkêþker "berättar språk" derdixe pêþberî "sång"(stran) û poesi"(þiîr)yê. Bi tirkî meriv dikare bibêje "anlatým dili", ya rasttýr "yazýlý anlatým dili" bi kurdî jî meriv dikare bibêje "zimanê pexþanê" yan jî "zimanê nesrê".(VEGERE)

(2) Det allra märkligaste är att det har inte skrivits romaner på kurdiska tidigare. Kurderna har berättat förstås, sedan urminnes tider. Men i sånger och poesier, inte i romanform. Mehmed Uzun har skapat ett berättar språk på kurdiska, här, ifrån Sverige. Mehmed du har uppfunnit ett sätt att berätta.(VEGERE)

(3)Då frågade folk mig om det fanns då någon modern kurdisk literatur, om det fanns då någon modern kurdisk roman. Och det saknades faktiskt.(VEGERE)

(4)Ett ord som återkommer i ditt essäsamling är 'dengbêj', de vandrade sångarna, berättarna. De som på något sätt är minnet för kurderna. På vilken sätt inspireras du ut av dessa?(VEGERE)

(5)Jag är född och uppvuxen i en kurdisk miljö. Och i med att språket var förbjudet då var den muntliga traditionen som var bärande för den kulturella arvet. Och jag är då född och uppvuxen i det. Så har jag väldigt starka minnen av det. Men sedan när jag skulle skapa, bygga upp då ett roman språk för detta förbjudna språk, då behövde jag källor för att skapa ett språk. Och de här dengbêjerna var kanske den största källor för mig. Jag hade inte ens ett lexikon framför mig, jag hade inte ens en roman framför mig när jag började skriva. Jag var tvungen att skapa ett språk, ett modernt litterär språk. Men då var det dengbêjerna som hjäpte mig.(VEGERE)

(6)Olle Hessler, du är författare, kritiker och översättare. När du hör den här berättelsen om Mehmed Uzuns kamp med språket, skapandet av ett språk, hur reflekterar du över ditt eget språk då?(VEGERE)

(7)När hade jag förmånen och sitta med Mehmed på flyget hit, vi pratade lite grand då bl annat om att skappa ett språk från ett hotade språk. En sådant samtal är oerhört avgörande.(VEGERE)

(8)Kürt dili 70 yýldýr kurulu düzen tarafýndan inkar edilmekte ve degiþik dillerin bir sonucu olarak lanse edilmektedir. Ancak güneþin gerçekliði nasýl ortadaysa, Mehmet Uzun da yine olan bir dilin yeniden yaratýcýsý olarak, yeniden oluþturucusu olarak bizlere çok þey veriyor, yeni bir dil yaratýyor. Kendi söylemlerinde, romanlarýnda da konuþulan bir dili, yazýya geçmemiþ bir dili, roman gibi zor bir alanda dünya çapýnda yeniden oluþturmaya çalýþýyor.(VEGERE)

(9)Ben yýllarca Suriye'deki Kürt köylerini gezerek bu dengbêjleri dinliyordum, bir yazýlý edebiyat dili kurmama gerekli olabilecek her þeyi çýkarýyordum.(VEGERE)

(10)…
Ardýndan da Ýsveç'e göç. Stockholm Üniversites'inde dilbilim, Sorbone'da Fransýz dili ve edebiyatý eðitimi; Ýsveç Yazarlar Birliði yönetim kurulu üyeliði; týpký Kader Kuyusu'nun kahramaný(Yani Celadet Alî Bedirxan M.C.) gibi sürgünde edebiyata ve dile adannýþ bir yaþam.
(VEGERE)

(11)Ama bütün bunlarý milliyetçi bir bakýþla yapmadýðýný söylüyor Mehmed Uzun. Hatta Kürtçe kendi ifadesiyle bu kadar büyük bir tehdid altýnda olmasa, Isveç'te oturup Kürtçe roman ve edebiyat dili kurmak gibi bir 'çýlgýnlýða' belki de kalkýþmayacaðýný söylüyor.(VEGERE)

(12) Bugün, ''Tek baþýma modern Kürt roman dilini, edebiyat dilini kurmaya çalýþýyorum'' dediði çabasýnda bu sözlü kültürün, destan ve efsanelerin kaynak olarak büyük rolü var.(VEGERE)

(13)Mehmed'in edebiyatýnýn Kürt diline çok büyük hizmeti oldu. Altý roman yazdý þimdiye kadar. Hepsini de Kürtçe yazdý. Mehmed Uzun ilk Kürt modern romanýný yazan insandýr. Ve bizim çaðýmýzda da, günümüzde de en iyi romanlarý yazanlardan birisidir. Yani üstün düzeydedir modern romanlarý Mehmed Uzun'un ve Kürtçe yazýlmýþ romanlardýr. Türk kültürüne en büyük hizmet olarak sayýyorum ben bunu. Türkiye'de hem Kürtçe'de hem de Türkçe'de yayýnladý romanlarýný ve Türk halký olsun, Kürt halký olsun bu romanlarý sevdi. Satýþ rekorlarý kýrdý diyemesem bile, çok büyük okuyucu kitlesine kavuþtu Mehmed Uzun'un romanlarý. Kürtçe çok zengin bir dildir, türkçenin de oldugu gibi. Kürtçe'nin modern romanlari þimdiye kadar yazýlamadý. Dünyada da, yani Irak'ta, Iran'da, Suriye'de ve Sovyetler Birligi'nde modern roman yazýlmadý. Bir iki tane roman taslaðý var Mehmed'den önce bu dilde. Roman deðildir bunlar.(VEGERE)

(14)Ben hep sürgündeyim. Yazdýðým dil gereði sürgündeyim. Kürtlerin arasýnda da da sürgündeyim. Çünkü yalnýzým. Baþka romancýlar yok, yazarlar ve eleþtirmenler yok. Canlý bir edebi yaþamýn varolmasýný saðlayacak hiçbir kurum yok, kanal yok.(VEGERE)

(15)Jag upplever mig i allra högsta grad som en svensk författare. Trots att jag inte skriver romaner på svenska, trots att jag inte har då börjat skriva mina erfarenhetter i Sverige. Men jag är ju en svensk författare. Och jag säger det här i Turkiet också.(VEGERE)

 


Vegere nivîsarên kurdî